Di dîroka mirovahiyê de, beriya ku derketina şaristaniyê çêbibe, jin di civakê de bi xweza ya xwe tevdigeriya. Di hemû beşên jiyanê de bêyî ku ti pirsgirêk derketibana, jiyanê birêve dibir. Karê xwe bi serkeftî dianî cîh, bi xwezayê re, bi axê re, bi zarokan re, bi mêran re, bi hemû zindiyan re yekbûna xwe dida avakirin. Ji ber aqilê wê yê hestiyarî li pêşe û jiyanê bi kûranî hîs dikir, fêm dikir û wateya wêna lê bar dikir. Ji ber vêna jî bi temamî bi civakê re dibû yek. Ev yek hişt ku li gel beşek ji mêran acizbûnên pir ciddî derbikevin pêş. Bi demê re, bi qurnaziyeke mezin, wan mêran hêza xwe komî ser hev kir û bi rêbazên cûrbecûr hêza jin ji wê diziya û kire malê xwe.
Her çiqas ev nêzîkbûn bi êş be jî, lê weke rastiyeke civakî xwe da nîşandan. Ji ber dîroka civakan bi destê zilam û zihniyeta zilamsalarî hatiye nivîsandin. Bi taybet nivîsên di derbarê jinan de hatibû nivîsandin tine kirin da ku jinê ji xwezaya xwe, ji cewherê xwe, ji hêz û ji her tiştî ku aîdê wê ye dûr bixin û xwe weke rastiyeke bidin nişandan, ferz bikin û bidin qebûl kirin. Da ku jin nekare ti tiştekî ji derveyî nêrîn û biryarên zilaman bike, tevbigere.
Em dibînin ku di jiyanê de bêdeng kirin, bê îrade kirin û ji nirxên xwe yên komînal dûr xistin hatiye pêkanîn. Armanc ew e ku jin ber bi kerbûn, lalbûn û bê zimanbûnê ve bibin û daîmî di wî halî de jî bihêlin. Heya roja me ya îro jî di nava hewildanên pir mezin de ne ku jinê ne tenê bi awayekî fizîkî, wê di warê ruh, hest û mejiyê xwe de jî bixin bin kontrola xwe, bi temamî zeft û rebt bikin. Lê belê dema PROMETEÛS’ê hemdem, RÊBER APO kete nava hewildanên mezin, bi rêbazên dewlemend û bi hostetiyeke mezin, careke din ew hêza ku aîdê jinê ye ji zîhniyeta zilamê serdest vergirt û vegerande jinê. Li ser hêza cewherî ya jinê hêzekî bêhempa avakir û li ser mirovahiyê, li ser civakan, feqîran, bindestan, taybet jî li ser jinan belav kir. Jin ji nû ve vejîn bû, xwe zindî kir, xûrt kir, kir xwedî îrade û nasnameya xwe carekî din bi dest xist. Gûhartinên bingehîn li gel xwe da avakirin. Weke ku çawa tu şitlekî di erdê de biçînî, av bidî, axa wê nermbikî û ji nû ve bidî şîn kirin, mezin bibe û berhem bide. Li gorî berhema derketiye holê, êdî jin reya xwe naskir û kete li ser reya rast.
Îro em dibînin ku bi saya keda Rêber Apo bi pêşengtiya jinên Kurd, di asta her çar aliyên Kurdistanê de, li Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê jî ezmûnekî pir mezin hatiye afirandin. Jinê rastiya jiyan û rêxistinbûnê derxistiye holê. Di aliyê civakî, siyasî, çandî û parastinê de serxistiye û ev dibe nîşaneyên derî ji reyên ber bi azadiyê ve vekirinê.
Tişta li ber biçav ewe ku jin pêşketinên pir girîng daye ava kirin. Jiyanê bi wate kiriye, çembera koletiyê ya hezaran salan qetandiye. Di civakê de ji nû ve xweşikbûn û wate dayîna jiyanê pêş xistiye. Jin bi vê berpirsiyariyê tevgeriya ye. Bi cidiyeteke mezin nêzî jiyanê bûye, ta ku gûhartin li gel zilaman jî bide çêkirin û camêrên civaka xwe bidin avakirin. Careke din civakbûn li derdora xwe ava kiriye û di hemû beşên jiyanê de bi pêşengtiyekî dîrokî rabûye li ser xwe.
Jinê li tevahî cîhanê xwe da ispat kirin ku yê bi felsefeya “JİN-JİYAN-AZADΔ têkoşîna xwe bide berdewam kirin, heya ku hebûn û nasnameya xwe misoger bike. Ji ber qenaeta me ewe ku bi rizgarkirina jinê, wê rizgarkirina mêr û tevahî mirovahiyê jî pêk bê. Di heman demî de yê azadiya jinê sedê sed bi xwe re azadiya civakê jî bîne.
Cihan Heval