Di dîroka mirovahiyê de, yek ji civaka herî kevnar Êzidî ne. Bingeh û kok e, hêlîn û derguşa mirovahiyê ye. Bermahiya vê kevnariyê hîna di civaka Êzidî de xwe dide jiyîn û mirov vê zindîbûyînê bi rihetî dibîne. Her çand, her mirov dikare xwe di vê civakê de bibîne. Di roja me ya îro de jî dema tu dikevî nav civaka Êzidî, di milê hest de mirov dibîne ku tiştên kevin hatine parastin û civak bi vê heqîqetê xwe birêve dibe.
Mirov çiqas vê civakê nasbike, dibîne ku xwedî heqîqetekî pir kûr û dirêj e. Di vê wateyê de çar perçe Kurdistan dikarin rastiya xwe di çand û baweriya Êzîdî de bibînîn. Xwedî taybetmendiyek wisaye ku her netew, her çand, her olek dikare di vê civakê de rastiya xwe û heqîqeta xwe bibîne. Ji ber Êzdayetî senteza hemû bawerî û olan e. Çiqas ev civak bi fermanan re rû bi rû mabin jî, her tim rastî qirkirina çandî û fizîkî jî hatibe, lê heta dawiyê civakek berxwedêr û asîl e. Ji nirxên xwe yên çandî, ji tiştên xwe yên pîroz tu caran eman nedaye û dest jê nekişaye. Yê ku heya roja me ya îro xwe li ser linga hiştiye û xwe parastine ev rûhê wan yê berxwedêr û asaleta wan e. Hest û exleqê jinê ev rih timî parastiye û zindî hiştiye. Girêdana jinê bi çiyayên xwe, bi erdê xwe, bi xaka xwe û ev girêdana bê hempa hebûna vê çandê heya roja îro bixwere aniye. Di nav civaka Kurdistanê de çawa ku rola jina Kurd di milê berxwedaniyê de tê naskirin, ewqas jî di nav civaka Êzidî de ev sekin xwe parastiye û jin di milê olî, di milê çandî û di milê bawerî de bûye mertala timî zindî û rihê parastinê. Jin ewqas bi çandê re bûye yek. Dema mirov behsa jin dike çand tê bîra mirov, dema behsa çand jî dike jin tê bîra mirov. Bi vî rîhî yekbûyînek pir xurt a parastinê avabûye û jin rola parastin û hebûna vê civakê daye ser milê xwe. Di nav civaka Êzidî de tiştê ku herî zêde civak li ser piyan hiştiye manewiyet e. Milê wê yê manevî pir xurt e û têkûz e, yê vê jî pêkanîye jina Êzidî ye.
Tiştê ku civakê bihêz dike nirxên wan ên pîroz e. Wek rojên cejnê, rojên şînê, rojên xêrê him milê keyfxweşî him jî milê trajedîk jin vê maneviyetê fêrî zarokên xwe kiriye û kiriye tiştekî jiyanî ku bê wê nabe û wekî normekî jiyanê lê kiriye. Hewildaye her neferek civakê bi vê çandê re giradeyî be û pê re bibe yek. Ji bo vê jî ev tiştên manevî, rojên pîroz dibe milkên vê civakê, civakbûnê ava dike û yê nahêle ji hev belav bibe ev reng e. Ev yek rastiyek wisa derdixîne û radixe berçavan ku ya berdewamiya civakê pêktîne jin e û civak bi van hebûnan li hemberî ferman û jenosîdan xwe li ser piyan digre. Lê çiqas ev çand xurt be jî bi salên dirêj bandorên sistema netewdewlet ê mêr û dest dirêjiya destên ji derve nehiştiye ku ev bedewiya jinê derkeve pêş û her di bin siya deshilatdariya mêr de maye. Pergala mêr li ser civaka Êzidî hatiye pêçan û bi vê dorpeçê ku hikmê xwe dide ser jin. Zilam timî jinê dide paş û nahêle heqîqeta jinê derkeve derve. Ji bo bandora jin lewaz bike hemû milan de siya xwe li ser jinê çêdike. Ev civak xwedî paradoksek wisa ye jî. Vê rastiya ku jin dijî, rastiya wê serhildêr û berxwedêr carek din di fermana 74’emîn de xwe nîşan da.
Fermana 74’an senteza hemû fermanan e. Xwestin vê civakê ango civaka kevnar ku ji dîrokê heya niha bi helandin û qetlîaman tine nebû bi vê fermanê armanc ew bû ku civak bi temamî tine bikin. Ya rastî di bingehê pêkanîna fermana 3’ê Tebaxê de ev rastî hebû ku, hat xwestin di şexsê jinê de civak were dîl girtin. Çawa ku çand bi jinê vejîn dibe û jin dibe rastiya afirînera çandê, bi fermana dawiyê hat xwestin ku ev çanda pîroz a dergûha mirovahiyê kiriye, bi dîlgirtin û her cûrê kîretiyên ku li ser jinê pêk were, bi dawî bibe. Lê ev daxwaz û xwesteka aqil û hişmendiyê zilamserwer, faşîst û qirêj pêk nehat. Jin a xwediyê vê çanda pîroz her çiqas ne rêxistinkirî û bê perwerde be jî; ji bo nekeve destê DAIŞ ê ku weke belayeke serê mirovahiyê ji aliyê hêzên nîjadperest û dewletan ve hat avakirin, xwe ji lat û zinaran avêtin. Jinên ciwan ji bo xwedî derketina li rûmeta xwe, parastina çanda xwe ya kevnar û pîroz; keziyên xwe bihev re girêdan, destên hev girtin û di oxira parastina hebûna xwe de canê xwe dan. Bi vê seknê carek din bermahiya çanda kevnar a Êzidî zindî kirin. Dawî li jiyana xwe anîn û koletî qebûl nekirin. Yadê Gûlê mînaka vê ya herî berbiçav e. Zêdetirî penç hezar keç û xortên Êzidiyan ketin destê DAIŞ’ê, li wê derê bi dehan ji wan dawî li jiyana xwe anîn. Li hemberî jiyanek ne rast û ne li gor bîr û baweriya xwe ya pîroz mirinek bi şeref û berxwedêr hilbijartin. Ev civak ji ber timî wek rûberek berxwedaniyê heya roja me ya îro herikiye û bi coş bûye xwestin vê ava herikbar biçikînîn û kirêt bikin.
Berxwedanî li cem jina Êzidî bûye çand, wek beden û rih wek goşt û nenûk ji hev qut nabin. Bi vê ruh û hişmendiyê ger jina Êzidî xwe zana bike û rêxistin bike, tu hêz li hember vî rihî nikare xwe rabigre û ev jin wê bibin pêşengê heqîqet û zanistiya hemû jinan. Ev şeş sal in jina Ezîdî xwe diparêzin, xwe rêxistin dikin xwe zana dikin, xwe perwerde dikin, pêşengtiya civaka xwe dikin, hêdî hêdî ber bi vê heqîqetê diçin. Li ser bingeha felsefeya jiyana azad û ramanên bi vîn bi rê ketine û berê wan li rojê ye. Ew jî dibin tîrêjên rojê. Bi tekoşîna xwe, bi rihê berxwedaniya xwe di her gav avêtina xwe de, bandora mêr ê desthilatdar wê tine bibe û rengê jin, nasname ya jin wê zêdetir geş bibe û jiyanê rengîn bike. Wê mija tarî bi vê rihê belav bikin û civaka xwe mîna gulistanekî bizivirînin baxê gûlan…
Lava Elî