Ji pênûsa gêrîla
Demeke dirêj beriya niha bû, ewqas dûr û dirêj ku mirovan hîna nedizanîn xirabî, kirêtî, nexweşî çiye. Herkes bi xweşikiya hevparkirina jiyanê re jîn hembêz dikir, di nava hurmet û hezkirinê de rojên îroyîn hembêz dikirin û siberojên xwe ava dikirin.
Berjewendiya civakî li ser hertiştî dihate girtin, her çalekiya ku pêk dianîn di eksena pêşwazîkirina pêdiviyên civakê bûn. Jîn dihate afirandin, hilberîn berpirsyariya pêşîn bû. Her kesê/î erk û wezîfeyên xwe dizanî, dizanîn li ku û kengî tevbigerin.
Hemû beşên civakê li dora jinê kom dibûn, hemû berpirsyariyên civakî li ser bingeha dadweriya jinê dihate çareserkirin. Hîna diyardeya jê re ‘bêçaretî’ tê gotin, neketibû nava lîteraturê. Jin hêza çareserkirinê bû. Ya ku tişta xweşik, baş û hezkirin mezin dikir, jîn pêşkêş dikir û afirîner bû, mirov digihande pêşerojan û jîn watedar dikir bû; jin. Hêza parêzgera duh, xweşikera îro, avakera sibehê bû jin. Rengê herî xweşik a taboloya civakê, melodiya herî xweşik a strana jînê bû jin.
Nêzîkatiyên xoyrat ji xwezayê re tinebûn. Mirovan ji xwezayê hez dikirin, wek xwe dizanî, wek wêneya dîtina xwe, li xwezayê mêze dikirin. Ew ji nêzîkatiyên neyînî re merûz nedihiştin. Xwezaya birîndarbûyî dihate wateya însanê birîndar. Tiştên herî pîroz ji xwezayê girtibûn. Tirsa wan ji xwezayê kêm bû. Hezkirina wan jî ji mezinbûna civakîbûnê re dibû wesîle… Qewimîna xwezayê, qewimîna jinê bû. Di çerçoveya pîroztiya ku ji jinê re dihate nasîn, xweza jî pîroz dihate dîtin.
Paşê jî her çibû, navbera wan fesadî ketê, xirabî têkelê nefesan bû. Wextekê nefret vejiya. Şevên dirêj mirin vereşandin. Pîrozbûna jinê hate gemarkirin, ji xwezayê qutbûn çêbû. Civak parçe bû, çîn zêde bûn. Ya hukim meşand êdî ne berjewendiyên civakê bûn. Tenê beşek hebû ku dikir li hêza xwe hêzê zêde bike. Jê re îqtîdar hate gotin, mekanîzmeya zorê ya zordaran bû, pergalekî ku dixwest bi her rêbazê civakê ji xwe re bike kole.
Li ser rûyê erdê êdî hukmê zilamê fêrbaz, hîlekar û bihêz bû ku xwe dida meşandin. Destpêkê ciwan li dora xwe civand. Ew ciwanên ku beşa herî dînamîk a civakê ne… Ciwan ji civakê hatin biyanîkirin, potansiyela wan tabiyê mêtingeriyê kirin. Li dijî jinê hate bikaranîn. Hêza parastina zilamê fêrbaz û hîlekar, bû amûrê êrîşê ji bo pêkanîna armancên pergalê.
Herî zêde jî êrîşê jinê hate kirin, ew jina ku hêza afirîner a mirovabûyînê bû… Paşê jî jin wek çavkaniya xirabî, bêhuzûrî û tarîtiyê hate lansekirin. Bû pîrebok û hate şewitandin, ji bo bibe îbret li keleman (kazik) hate xistin. Dizanîn; bêyî jinê, civaka ji hêza jinê ya avaker û xuliqkar hatî qûtkirin, dest û lingên wî jî hatiye girêdan. Civakeke ku dikarin her tişta bixwazin, pê bidin kirin. Dikarin ji xwe re bikin evd û kole. Lewma jî destpêkê êrîşê edaleta wê kirin, rêgezên jinê ji destên wê hatin dizîn. Bi zorê hate xespkirin, ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Çi nirxên civakê ku ji bo jîna bihuzûr, aştî û bexteweriyê pêk danî hebûn, rastî êrîşan hatin. Wek ji şûşeya cin derketibe, li her derê xirabî hate reşandin. Nexweşî, mirin û kirêtî zêde bûn. Xweşikî li zincîran hate xistin, xwestin başî û hezkirinê di tarîtiyê de çal bikin.
Dem borî. Her ku dem borî, şeklê pergalê guherî. Cewher eynî bû. Armanc yekbû: mêtingeriya civakê û ji bo berjewendiyên pergalê bikaranîn! Amûr zêde bûn, her zêde bûn jî jîn bêtir qirêj bû. Hate halê ku neyê jiyîn. Li ciheke jiyanê, însanê ku kete nava poşmaniyê, fêmkir ku li hin tiştan geviziye, ji bo ji vê rewşa tê de xilas bibe her carê tişteke cuda hembêz kir. Zemanekê li rêya rizgariyê geriya. Têkoşiya, xwîn û rondik barand. Dixwest li ew cewhera wendakirî vegere. Lê bi xwestinê re pirsgirêk bidawî nedibû. Heqîqet bitûnî bû. Di têkoşînê de piralîbûn hewce dikir. Mirovahî her carê lingeke wê kêm dihişt, zêde jî nedigihîşte têgihiştina ku li kuderê şaşitî kiriye. Însanê ku negihîştî ferqa xwe jî nedikarî xwe ji êrîşên pergalê ku her kêlî pêş dixist, xwe biparêze.
Êrîşên pergalê zêde bûn. Her ku karî însan mezaxt (tuketmek). Qasî karî kedxwariya însan kir. Jin ne ku wêneya xweşikiyê, ketibû rewşa wêneya hercure xirabî û kirêtiyê. Pergala zilamsalar a desthilatdar ku cardin teşe werguhertibû, vê carê jî bi navê kapîtalîzmê liser sehneyê bû. Dîsa jin xistibû navenda êrîşên xwe. Ti pîsiya ku li ser jinê neke jî, nehişt. Êdî jina heyî bibû meta, bibû malê bazarê.
Êdî, rastiya ku parçe dibû û her ku parçe dibû jî hîna bêtir bela vela dibû, hebû. Civak, ji bo parastina xwe hercure refleksa parastinê ji destên wî hatibû stendin, li her tiştî hatibû elimandin, kiryarên dihatin pêkanîn normal dikir, bi qasî normaldikir jî wek berxikê qurbanê stûyê xwe li bin kêrê dirêj dikir… wiha bû! Ew armancên ku pergala desthilatdar a zilam dixwest bigihîjê, êdî civak hatibû halê ku bixwe pêk bîne. Bibû amûrek ku xwe bixwe dimehand, bêbandor dikir, dirizand û besît dikir. Wek evîndarê celadê xwe, celadê xwe teqlîd dikir, li kujerê xwe dihewesî.
Diviya hinek derketana û ji vê boçûnê re bigotana bisekine! Ev destbelayiya (hovardalik) pergalê tarûmar bikira, civak careke din bi cewhera wê ve bikira yek, ji hêzeke wiha re pêdivî hebû. Hêzek ku bibiryar, têkoşîna yên beriya xwe jî bigirta nava xwe, bigihîşiba zanebûna cewhera xwe, li ser bingeha vê têgihîştê jî hêza wateyê di xwe de pêk bianiya… Hêzek ku jîna azad bikira navenda têkoşîna xwe, ji bo jîna azad jî her cure fedakarî ber çav bigirta, yek kêliyê jî dudili nejiyaba, gihîştiba xweşikiya meşandina rêya armancên xwe…
Demekê, demeke ne zêde mêjve bû. Têkoşînek derkete ser sehnê ku yên beriya xwe jî girte nava xwe, roja îro rast tehlîl kir û li ser vê bingehê nêzîkê siberojan bû. Warîsê pir bizavên ku ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîn meşandibûn, bû. Di nava xwe de ji hemûyan perçeyek hildigirt. Dizanîbû; ji ber heqîqet bitûnî ye. Û diviya têkoşîn di nava bitûniyê de bihata meşandin. Bi duh, îro û sibê re. Yên duha xwe nizanin, di ferqa paşerojê de nebin, wê nikaribin ji jîna rojaneyî xilas bibin. Yê/ya rojaneyê dijî û li ser vê bingehê hewl dide tê bikoşe, gihîştina siberojên azad û bextewer jî wê tenê jê re bibe xeyal. Heke li beramberî pergala desthilatdar a zilam ku her kêlî xwe nû dike û li ser vê bingehê jî herî hovane bi ser civakê êrîş dike, bixwaze bibe bersiv, pêwîstî heye kêlî bi kêlî guhertin û werguhertinê pêk bîne. Ev jî encex bi têgihîştineke rast, rêxistinbûyîneke saxlem û çalekgeriya di cih û dem de, dikare pêk bê. PKK biserxistina vê ye.
PKK ji xweliyên paşerojekê vejiyaye. Bi xwe re, ji vejîna gelekê re bûye wesîle. PKK’ê di kesayeta gelekê ku maf û azadiya wê hatibû desteserkirin de, ji bo mirovahî careke din bixwe re hevdîtin çêbike, zemîn pêşkêş kiriye. Ji bo mirovahî vegere cewhera xwe ya rast, PKK’ê têkoşîna azadiyê meşandiye.
Rastiya têkoşîna ku bi felsefeya Rêber APO ya jiyanê, her roj mezin bû, pergal bi awayeke cidî tengav kir. Lewma jî bû navenda her cure êrîşên pergalê. Herî zêde jî di mijara nêzîkatiya ji jinê re pergal tengav kir. Pergalê ji xwe re nedipejirand, çawa dibû ew pergala ku bi hezar salan heya hemû ziraviyên wê raçandibû, wiha zerer lê diket. Lewma jî pergal ji PKK’ê bihêrs bû. Berê xwe dane Rêbertî, xwest her cure destkeftiya ku bidest xistî, ji bo berjeweniya xwe bikar bîne. Mekanîzmeya zorê ji her carê dijwartir bikar anî. Wek Prometousê ku ji destên xwedayan agir stend û da destên mirovan, Rêber APO jî vîna azad ji destên hemû xwedayên bi maske û bêmaske stend û gihande destên mirovahiyê. Lewma jî Rêber APO, mehkûmê tehtên Îmraliyê hate kirin. Pergal bihêrs bû, dixwest wiha tola xwe hilîne ji Rêber APO. Lê li beramberî vê, Rêber APO jî berxwedan û jîna birûmet hilbijart. Têkoşîna rûmetê hîna xurtir kir.
Pergal herî zêde jî ji ber jin ji kontrola wî derket û bi cewhera xwe re bû yek, aciz bû. Ji ber dizanî; jina ji kontrola wî derketî û gihîştî azadiya xwe; tê wateya civaka azad. Rêber APO û PKK jî dizanin û pêbawer in ku; heya jin azad nebe, bi xwe re hevdîtin çêneke, careke din pêşengtiya civakî negire destên xwe, ti beşên civakê nikarin azad bibin. Xala kilît jin e û bi her awayekê be divê jin azad bibe. Lewma jî Rêber APO, bîrdoziya azadiya jinê xiste navenda têkoşîna xwe. Mîsyona ku ji jinê re destnîşan kiriye jî pîroz e. Jina pîroz, tê wateya xwezaya pîroz. Wek xwezaya duyemîn însan ku gihîştiye ferqa xwe û jîna azad pîroz in. Ev pîrozî jî dikare bi jina azad re were parastin û siberojan pêk bîne.
Li lûtkeyên çiyayên Kurdistanê, gêrîla wek hêza parastina jîna azad di rêya ku mirovahî bi xwe re hevdîtin çêbike, her roja ku dibore destkeftiyên mezintir bidest dixîne. Bi taybet jî bi têkoşîna azadiya jinê re mîsyona jinê gihîştiye kûrahiya wateyê. PKK’ê bi arteşbûyîna jinê re pir sînor tarûmar kir, pir ramanên ku bibûn tabû û ji rastiyê bêpar bûn, hilweşand. Jina Apoyî û PKK’yî dikare bi kûrahî azadiyê bijî. Çiyayên Kurdistanê ji vê têkoşînê re derguşiyê dike. Her diçe ev jî mezin dibe, belav dibe. Ji çiya ber bi gund û bajêran ve di nava her beşa civakî de belav dibe. Ji ber dizanin! Jina azad tê wateya civaka azad û encex jiyan dikare bi jina ku gihîştiye azadiyê bê parastin, siberoj dikarin pêk bên.