Sendîkayên li Spanya, Galicia, Asturias, Pais Vasco, Katalonya, Valencia, Giravên Kanaryayê, Giravên Balearê, herêmên Aragon û Endulusê daxuyaniyeke hevpar dan û destnîşan kirin ku azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk diyarker e.
Belavok bi sernavê “Ber bi çareseriya siyasî û demokratîk a li Kurdistanê ve: Azadî ji Abdullah Ocalan re” hate weşandin. Di belavokê de hate ser ziman ku di têkoşîna diyarkirina çarenûsê û mafên gelê Kurd de Rêber Apo hêza esasî ye û işaret bi zext û zordariya siyasî ya li Tirkiyeyê hate kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate bibîrxistin ku ji sala 1999’an û vir ve Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û hate destnîşankirin ku ji bo naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd û pêkhatina aştiyê li Tirkiyeyê berdana Rêber Apo wê bibe gaveke krîtîk. Her wiha hate bibîrxistin ku Rêber Apo salên derbasbûyî pêşengî ji pêvajoya danûstandinan û aştiyê ya bi dewleta Tirk re kir û hate bilêvkirin ku piştî ku danûstandinên sala 2015’an ji aliyê hikumeta Erdogan ve hatin bidawîkirin, hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi zextan hatine astengkirin.
“Ji bo pêvajoya aştiyê divê gav bêne avêtin”
Di belavokê de hate destnîşankirin ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ne tenê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, di heman demê de li dijî destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd e jî. Sendîkayan diyar kirin ku hevdîtina 28’ê Kanûnê ya Heyeta DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re gaveke erênî bû, lê belê pêvajoya nû ya aştiyê tenê di nava şert û mercên wekhev û zelal de dikare bêne meşandin.
Di belavokê de wiha hate gotin, “Her tim dijminên xurt ên aştiyê hebin jî çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd wê bi hemû aliyan bide qezençkirin” û ev bang li civaka navneteweyî hate kirin: “Nabe ku civaka navneteweyî vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Divê ji bo pêkhatina aştiyeke wekhev a li Kurdistanê mekanîzmayên siyasî bikevin dewrê. Ji ber ku ev ne tenê ji bo herêmê ye, her wiha wê ji bo tevahiya cîhanê encamên erênî bi xwe re bîne.”
Piştevaniya navneteweyî ya tevgera sendîkayî
Sendîkayên li Spanyayê diyar kirin ku modela Konfederalîzma Demokratîk a ku Rêber Apo pêşniyar kiriye, li Kurdistanê pêvajoya veguherîna civakî daye destpêkirin û pîvanên demokrasiya yekser, civaka ekolojîk û azadiya jinê ji gelek tevgerên civakî re bûne çavkaniya sûdwergirtinê.
Di dawiya belavokê de hate destnîşankirin ku sendîkayên mohra xwe danîne binê belavokê wê têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dewam bikin û li pişt daxwaza ji bo berdana Rêber Apo bisekinin.
Sendîkayên mohra xwe danîne binê belavokê:
CCOO, CGT, CIG, Confederación Intersindical, Sindicat COS, CSI Asturies, CUT Aragón, CUT Galiza, ELA Sindikatua, ESK Sindikatua, IAC Catalunya, Intersindical Catalana, Intersindical Valenciana, LAB Sindikatua, MTC Canarias, OSTA, SAT Andalucía, Solidaridad Obrera, STEI Balears, STEILAS Sindikatua, UGT.