Ji Raya Giştî Ya Demokratîk Re

0Shares

PAJK Koordinasyonu

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê -PAJK, di pêvajoyeke krîtîk ku pêşketinên dîrokî têne jiyankirin de bi civata delegeyên hejmarê têr ku ji Kurdistan û derveyî welêt civiyan Kongreya xwe a 9. bi serkeftî pêk aniye. Kongreya me, di serî de Kobanê, Rojava, Şengal li hemberî êrîşên serdest û vahşetên serdest yê zilamê faşîst-paşverû bêyî ku paş ve gav bavêje, bûye Kongreya di azadiyê de biryarbûyîn û kesinkirina zaferê. Di şexsê rêhevala Arîn Mîrkan ku mohra ruhê berxwedanê li Kongreya me daye, weke ku Kobanê bi rastiya gelê şerker mayîn, di bingeha xêza Rêbertiya Kurdistana Azad a Demokratîk de, di Rojhilata Navîn de esasên stratejîk û taktîkên şoreşa azadiya jinê pêkanînê diyar kiriye. Rojevên çareseriya pirsgirêkên azadiya jinan, avakirin û parastina netewa demokratîk bi nirxandinên berfirehî di aliyê têkoşîna azadiya jin û gel de bûye Kongreya biryarbûneke mezin.

Encamên Kongreya me di serî de li Rêberê me, li hemû jinan, li gelên Kurd ku li ber xwe didin û ji gelên Rojhilata Navîn re pîroz be. Em Kongreya PAJK a 9. diyariyê Rojava, Şengal, Mexmûr û şehîdên Kurdistana Başûr dikin. Di êrîşên şût (namussuz) de jin, zilam, zarok, ciwan, pîr, hemû gelên xwe yê Şengalî ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bibîr tînin, aliyên ku hovîtiyê belav dikin lenet dikin. Li Kobanê, li Şengalê, li Sûrûcê, li Silopiyê, li Sineyê, li Mahabadê, li Îranê, li Kolombîayê, li Afganîstnaê, li Nîjeryayê, li ku derê cîhanê dibe bila bibe em berxwedayînê weke rûmetekî dibînin û hemû jin, keçên ciwan û dayikên dilawêr ku çekên têkoşînê rakirine em bi coşa têkoşîna xwe silav dikin.

Em berxwedana şervanên azadiyê a jin YJA Star, YPJ; YBŞ û HPJ’î ku parastina jin û hemû gelên Rojhilata Navîn li Rojava, li Şengalê, li Kurdistana Başûr, li Kurdistana Bakûr û Rojhilat dikin pîroz dikin. Û şehîdên me yê bilind ku pêşengên têkoşîn û çavkaniya jiyana me ya bingehîn in ku di vê rêyê de şehîd ketine di şexsê Arîn Mîrkan, Zozan Kobanî, Denîz Firat û Evîn Dêrik de bi mineteke mezin bibîr tînin, wek pêwîstiya girêdayîbûna bîranînên wan, em di Rojhilata Navîn de soza şoreşa azadiya jinê pêkanînê didin.

Kongreya me, azadiya Rêbertiya me weke rojeveke bingehîn bi girtina dest re, di vê çarçovê de pirsgirêkên azadî û demokrasiya jinan, gelê Kurd û Rojhilata Navîn nîqaş kirin. Kongreya me ku heqîqeta azadiya Rêber APO azadiya jinan e esas girtiye, girêdayî rastiya ji kaos, krîz û şerên hundirîn yê di Rojhilata Navîn derketin tenê bi rêya jiyanîkirina paradîgmaya Rêbertî û sîstema zilmê yê Îmrali serûbin kirinê ve dibe, polîtîkayên çareseriyê pirsgirêka azadiya jin û pirsgirêkê Kurd diyar kiriye. Di Rojhilata Navîn de bi hêz tesîskirina jiyaneke azad, demokratîk û azadîxwaz tenê di bingehê azadiya Rêber APO û nexşeya rê ku pêşwazî kiriye de bi sîstemê konfederala demokratîk gengaz e. Ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me ku mîmarê projeya jiyana civakî demokratîk û vê paradîgmayê ye girtina ewlehiyê, di heman demî de çareserî û azadiya pirsgirêka Kurd ku di Rojhilata Navîn de xwedî roleke nifteyê de ye jî. Bi vê ve girêdayî Kongreya me navenda hemû xebat, têkoşîn û berpirsiyariyên me yê demê azadiya Rêbertiya me girtiye. Di esasê bi Rêbertî re 24 seat jiyankirin de biryarbûna bilindkirina têkoşîna partîbûyînê û îdîaya serxistina têkoşînê daniye holê. Têkbirina hêzên komploger yê navnetewî 15’ê Sibatê dê bi pêşxistina têkoşîna jinê bibe. Di 15’ê Sibatê de di serî de ji jin û ciwan, ji hemû gelên xwe re bangewaziya naletkirina komplo û dawî anîna sîstemê Îmralî kiriye.

Dîroka şaristaniya nêr ya pênc hezar salî bi aliyên bîrdozîk, felsefîk, sosyolojîk, aborî, siyasî, çandî ve nirxandinê re, parastina pênc cîld ya Rêber Abdûlah Ocalan ku paradîgmaya şaristaniya demokratîk ku her dîroka însaniyetiyê de hebû, di wateya rast de ji nû ve dîroka jinê nivîsandin û ronakkirin e. Di vê wateyê de kongreya me, gorevên demê ya PAJK ku berpirsyarê jiyanîkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin e şênber kiriye.

Paradîgmaya modernîteya kapîtalîst ku îflas kiriye bi hemû avaniyên xwe re hildiweşe, ji aliyê din bi hemû aliyên paradîgmaya modernîteya demokratîk ve derfetên gewre ji bo derbaskirina jiyanê pêşwazî dike. Hêzên ku ji azadiya jinan û gelan ditirsin, bi kûrkirina aloziyê ve şerê bi rêbazên dijmirovatiyê hov hewl didin pêkbînin, car din dixwazin vîna azadiya jin û civakê bişkînin, berxwedana wan bêbandor bikin. Ev şer di navbera hêzên şaristaniya serdestê zilam yê pênc hezar sal û hêzên modernîteya demokratîk ku jin, gel, hemû dînamîkên civakî ku bi êrîşan re rûbirû dimînin, li ber xwe didin her diçe dijwartir dibe. Wek rojane Kurdistan ev pevçûnên giran ku têne jiyankirin, di heman demî de çareseriyên ku werin pêşketin jî hatiye rewşeke navendî. Ji derketina aloziya Rojhilata Navîn hêza ku şensê wê yê serketinê herî bilind e, Hêzên civaka demokratîk ku Rêbertî weke Hêzên Modernîteya Demokratîk daye xuyakirin e. Di vê wateyê de sedsala 21. dê bibe sedsala azadiya jin û gelan. Ji bo vê Kongreya me, li gorî dema şaristaniya demokratîk dem û şoreşa şaristaniya jin bi hêz lêpirsîna milîtana pêşeng kirinê bi rexne û rexnedayînê bûye Kongreya xwe nûkirinê. Bûye Kongreya hemû milîtan û şervanên azadiyê ku bi serxistina gorevên demê berpirsiyarin bi rastiya Rêbertî re yekbûyîn û biryarbûna ji nû ve tevlî xetê bûyîn.

Kongreya me, şîdeta li ser jinê, polîtîka û pêkhateyên zayendperest yê sosyal-aborî-çandî, polîtîkayên qira jin yê netew-dewletan û faşîzma reş ku weke tevgera DAÎŞ ketiye tevgerê hatiye nirxandin. Bi felsefeya APO’yî nasnameya jina Kurd ku ruh, zanist û vînê dest xistiye, di Rojhilata Navîn de guheriye çîçekbûna azadiyê, ji hemû cîhanê re bûye çavkaniya sirûşê (ilham). Îro bi DAÎŞ’ê êrîşên komkujî, tecawiz, cariyekirin, kolekirina li ser jin, li Îranê darvekirinên jinan, weke êrîşên tolhilgirtina bîrdozîk, sîstematîk hemberî azadiya jin hatiye nirxandin. Kongreya 9. ya PAJK’ê, ji hemû jinan re bangewaziya aktîf tevlîbûna têkoşînê kiriye, li hemberî hovîtiya zilam û êrîşên nijadkujiya çandî û fizîkî biryara têkoşîna bîrdozîk bilindkirin, têkoşîna siyasî serxistin, rêxistinbûyînê kûrkirin, parastina cewherî bihêzkirin girtiye.

Weke sembola berxwedana dîrokî ya jinan, ji bo ji niha ve berxwedana Kobanê ku malî dîrokê bûye di asta jor de xwedîderketin, mayîndekirina şoreşa Rojava, birînên gelê Şengalê pêçan û vegera welatê xwe ya gelê me yê Mexmûrê biryara bilindkirina têkoşîna siyasî, di pêvajoya ku bi Rêbertî re diyalog tê birêvebirin de şertên muzakereyê anîna cih girtiye. Di aliyê polîtîkayên xapandin, di endeksa hilbijartinê a hukumeta AKP’ê hate hişyarkirin. Bi armanca parastina jin, hemû gelên me û gelên pêwendarî bawerî û nasnameya etnîk yê din ve bi girtina biryara “Seferbertiya Netewî” têkoşîna berxwedana netewî di esasê yekbûna netew de ji bo ku bi giştî were birêvebirin, biryara lez û bez berpirsiyartiya pêşengîtiya PAJK’ê anîna cih girtiye.

Di qetilkirina rêhevala Sara (Sakîne Cansiz) ku nasnameya têkoşîna Tevgera Jinên Kurd, di sedsala 21. de pêşenga temsîlkirina sekna têkoşînê, ruhê piştevaniya enternasyonal a jin e de dewleta Tirkiye ku rola wî tê de heye, ji Fransayê, ji hêzên sîstema kapîtalîst ku çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin bi armanca hesab pirsînê, hemû jinan re bagewaziya di 9’ê Berfanbar’ê de tevlî qadan bûyîn, hesab pirsîn, tekoşînê radîkalkirin kiriye. Kongreya me, di serî de hukumeta Parîsê ku berpirsiyarê hê jî ronaknekirina komkujiya Parîsê ye şermezar kiriye.

Kongreya me, di pêvajoya serûbin bûna civakê de serî de jin, hemû aliyên bindest de ku pêl bi pêl serhildanên azadiyê mezin dibe re, lêgerînên çareseriyê re ji bo ku bibe bersiv, sîstema rêxistinbûna xwe ji nû ve berçavan derbaskirin, di hemû parçeyên Kurdistanê de, li derveyî welêt û di Rojhilata Navîn de biryara ji nû ve sazîbûnê girtiye. Ji bo vê jî xebatên jineolojiyê, di çareseriya hemû pirsgirêkên civakê ku têne jiyankirin de weke xebateke girîng a zanistî, çareserî diafirîne hate nirxandin. Rola jineolojiyê di raman, têkoşîn û projeyên kolektîf ya jinan derbaskirina jiyanê de hate nirxandin, biryara civakîbûn û lezahî destxistinê hate girtin. Çareseriya pirsgirêkên ku têne jiyankirin tenê bi afirandina civaka exlakî polîtîk ve gengaz e. Ji bo vê jî perwerdeyên akademiyê ku ji bo perwerdeya jin ku afirîner, kirde û pêşengê civakîbûnê ye û polîtîkaya perwerdeyê berçavan derbaskirinê ve biryarên girîng hatiye girtin. Bi vê re ji bo çareseriya pirsgirêkên aborî û ekolojîk polîtîka hatine diyarkirin.

Di heman demî de Kongreya me, di cihên cûr bi cûr yên cîhanê de di serî de jinên Kurd ku têkoşînê didin û hemû jinên berxwedêr bi hestên piştgirî silav kiriye. Ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya jin ku ji hemû pirsgirêka girantir e, di pratîk û zihniyetê de bi derbaskirina hemû sazî, çand û sînorên netew, siyasî, olî û mezhebî ku sîstema zilam xêz kiriye ve, bi jîriya jinê a yekirin, xweşikirin, azadkirin, afirandin, parastin, azadîxwaz re biryara stratejiya têkoşîna hevpar pêkanîn û derbasî jiyanê kirin hatiye girtin. Eqlê nêr ku çavkaniya pirsgirêkan e, vê carê dinyayê dişewitîne re bi eqlê jin tam dema gotina bisekine ye. Ji ber vê sedemê Kongreya me ji hemû rêxistin û jinan re; ji bo ji nû ve bi hezkirin, xweşdîtin, feraseta jiyana pir reng, bi rengbûyîna jinan jiyan were afirandin bangewaziya rêxistinbûyîna hevpar û têkoşîna bibandor kirinê kiriye.

Kongreya me, polîtîkayên qirê a li ser civanan ku sîstema modernîteya kapîtalîst dike berfirehî nirxandiye. Ciwanên ku pêşeroj û hêza pêşeng yê civakê ye, di têkoşîna azadiya gelê Kurd û jin de tevlîbûna fedaiyane, keda wan yê bêhempa bênîqaş e. Kongreya me, sekna pêşeng û têkoşîna ciwanan silav kiriye. Ji bo ciwanên ku dînamîka guhertina civakê ne, di derheqê polîtîkayên sîstema modernîteya kapîtalîst vala derxistin, utopyaya azadiyê ku bi hêviyan ve tijî pîr û pak e pêkanînê de baweriya xwe nû kiriye, li her qadî bi jinê re hevpar tevlî têkoşînê bûyînê re dawet kiriye. Ciwanan dawetî bilindkirina têkoşîna bîrdozîk û polîtîk, berfirehkirina rêxistinbûyîna xwe, goreva xwe ya parastina cewherî di her çar perçê Kurdistanê de bandortir bicih anînê kiriye.

Partiya me PAJK ku ji çil salî zêdetir e xwe rêxistin dike û weke profesyonel ji bîst û pênc salî zêdetir e di Kurdistanê de xwe rêxistin dike û xwedî mîrateyeke girîng e, bi Kongreya 9. ve peymana bi hêz di hemû civakê de çizgiya Zîlan û Sarayan rêxistinkirinê jiyan kiriye. Rêgezên bîrdoziya rizgariya jin, di hemû kêliyên jiyanê de esas girtin, li hemberî her cure paşverûtî, sazî, feraset, avaniyên zilam têkoşîn kirinê, bi tu astengiyan nasnekirinê, dê bi bawerî, vîn û evîneke bilind ve pêk bîne. Têkoşîna me, di Kurdistanê de rastiya jin-jiyan-azadî şênberkirinê ve bizîvire serkeftinê. Bi pêşengîtiya PAJK’ê re ji bo parastina nirxên komunal demokratîk, bi sîstemkirina konfederalîzma jinê ve biqasî avakirina netewa demokratîk, yek kêlî jî ji rastiya gelê şer dike neqerînê, stratejiya parastina rewa bi serkeftî pêkanîn dê esas bibe. Di pêvajoyeke krîtîk a dîrokî de ku em derbas dibin, di zanistiya berpirsiyariyên xwe yên dîrokî de bûyînû, salvegera mezringeha (kuruluş) partiya me PKK ku partiya jin e bi îdîaya Kongreya 9. ya PAJK’ê pîroz dikin. Ji nû ve serxistina xwe, jiyana xwe, civaka xwe û dîroka xwe û ji bo vê îdîa û kelecana berxwedayîn, têkoşînkirinê jiyan dikin. Di vê wateyê de têkoşîna partiyê ya di eksena Bîrdoziya Rizgariya Jin de ye, di çîzgiya Sara de bilindkirin, milîtantiya pêşeng ya sosyalîzma demokratîk, ji bo heqîqeta Kurdîtiya ku kesin bûye û jiyana azad heta hilma xwe ya dawî emê pê re bimînin û têkoşîn bikin. Em dibêjin soza me dê bibe pratîka me.