Em Endama xwe meclîsa PAJK’ê, desteya rêveberî a KJK’ê rêheval Delal Nurhak û hevrêya ciwan ya tevgera me Zîlan Qamişlo, di salvegera 3’emîn ya şehadetê de bi minet û rêzdarî bibîrtînin.
Di sala 1984’an de bi pêngava 15’ê Tebaxê ya partiya me re, li Ewrûpa tekoşîna gelê Kurd şaxên xwe berdan û bandorekî mezin ava kir û pêre her çû jin şiyar bûn. Heval Delal Nurhak li ser vê bingehê, di sala 1989’an de tevlî partiyê dibe. Meşa azadiyê ya destanî heta şehadeta xwe bê kêmanî da meşandin. Heval Delal Nurhak di 13 Îlona sala 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel milîtana ciwan ya xeta azadiyê Zîlan Qamişlo, di encama êrîşa hewayî de şehîd bûn.
Heval Delal Nurhak, bi keda 33 salan bû yek ji pêşenga pêşketinên azadiya jin, partiyê û tekoşîna azadiya gelê me. Bi girêdaniya xwe ya bi Rêber Apo û tevgera azadiyê her tim bû milîtaneke pêşeng, mînak ya lê bê gerandin. Weke jinek şoreşger û pêşeng her tim di çûna ser erkan de ji bo xwe pîvana serkeftinê esas girt. Li Ewrûpayê di rêxistinkirin û avakirina rêxistina Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdsitanê (YJWK) de ya ku di dîroka me de xwedî cîhekî girînge, cîhê xwe girt û ji xebatekî dîrokî re destpêkek ava kir û di her kêliya pêşketinê de rolekî bi bandor leyîst. Çawa ku li Ewrûpa di rêxistinkirina jinan û mezinkriina tekoşînê de rola pêşengiyê girt ser milê xwe, li her çar parçeyên Kurdistanê jî di rêxistiniya civakê de bi heman kelecaniya şoreşgerî cîhê xwe girt û ew moral û kelecan li her derê belav kir. Di zîndanên dewleta Tirk û Îranê de dîl hate girtin, Di şexsê xwe de nasnameya jina Apogerî temsîl kir û bû temsîlkara çanda Apogerî ya li Zîndanan. Li hemberî zext, zor û tûndiyê serê xwe netewand, bi rastiya jina ku xwe ji nûve diafirîne, bi nasnameya milîtana partîbûyî ye re rastiya dîlketinê hilweşand. Dema berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi rêhevalên xwe re hevdîtina herî mezin jiyan kir, tevgera azadiya jinê û tekoşîna wê bi fedekarî, ked û berxwedaniyeke bêhempa berbi pêşerojê ve bir. Weke fermandar, hevaleke ji dil û milîtanek ji her dem û pêvajoyan re bi evînî, bi kelecanî erkên şoreşgerî hembêz kir. Rêhevala hemû milîtanên partiyê bû, pêşeng bû, ji bo jinan û gelê me rênîşana bê emsal bû. Weke jineke pêşeng ya şoreşger ji aliyê gelê me yê welatparêz, jinan û kadroyên partiyê ve dihate naskirin û bi bawerî tekoşîn hembêz dikir. Têkiliya jin û axê, têkiliya axê û welatparêziyê di kesayeta xwe de veguherand nasnameya şoreşgerî û bi vê rastiya jinê ji dijmin bi serkeftî tol hilanî.
Rêheval Delal Nurhak, komkujiya li ser civaka me ya Alewî, polîtîkaya koçberiya ber bi Ewrûpa, koletiya jinê û rastiya qirkirinê ya li ser gelê Kurd di kesayeta xwe de bi derketinekî dîrokî serû bin kir. Li hemberî polîtîkaya tunekirin û qirkirinê rêheval Kasım Engînan, Engîn Sîncaran û Delal Nurhakan serê xwe netewandin, di rêya rizgariya gelê me û jinan de her yek ji wan bûn abîdeyên azadiyê. Li dijî asîmlasyonê, bê welat hêştina civaka me ya Alewî û dijî dûrketina ji nasnameya Kurdayetiyê, bi rûhê netewî ya jina Kurd li tevahî Kurdistanê xebat da meşandin. Bi sekna xwe bû pêşeng û şoreşgera gel. Li qadên xebat meşand, zanekirin û rêxistinkirina jinê ji bo xwe xekî erka serek esas girt, hevgirtin û hevaltiya jinê bi hestên herî xweşik pêş xist û bi vê sekna xwe bû lehanga gel.Wekî li hemû qadên din li Rojavayê Kurdistanê bi biryardarî tevlî pêvajoya şoreşê bû. Bi eşqekî mezin xebatê avakirin û înşaya civakê meşand, baweriya xwe ya bi jinê, heskirina xwe ya gel, girêdaniya xwe a bi gelan re bi zanebûna xwe re hûnand û di şoreşa jin a Rojava de nirxên giranbiha li peyî xwe hişt.
Wekî rêveberek partiyê, di her alî de tekoşîna bîrdozî bilind kir, zanebûna azadiyê pêşxist û bû çalakvana vê rastiyê. Ji bo berpirsyariyên navenda PAJK’ê bîne cîh her tim bi hesasyeteke mezin tevgeriya û li ser vî esasî xwedî li erkên xwe derket. Bi baweriya jina xwedî nasnameya PAJK û gîhaştiye asta partîbûyînê hêza nayê binxistine, pîvanên partîbûyînê her tima esas girt.
Her çiqasî em ji ber şehadeta rêhevala me ya bêhempa, milîtana pêşeng ya tekoşînê, berxwedêra doza gelê me û jinan rêheval Delal Nurhak xemgîniyek mezin jiyan dikin jî, lê em ê her tim xwedî li mîrasa wê ya tekoşînê derbikevein, wekî rihê şerê xwe û zanista vîna xwe bidin jiyîn.
Hevala me ciwan Zîlan Qamişlo di sala 2015’an de beşdarî refên azadiyê bûbû. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di nav refên YPJ’ê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê di eniya şerên herî dijwar de cîhê xwe girt û tekoşîn da meşandin. Bi vê zanebûnê li erkên xwe xwedî derket û bi xwestekekî mezin têkoşiya. Di temenê xwe yê biçûk de giradaniya gelê Rojava ya bi Rêber Apo re nas dike, di nav malbatekî welatparêz de mezin dibe, dighîje wateya hebûna xwe û bi tevgera PKK’ê re bi nasname dike. Hîna dema di zarokatiya wê de rozêta PKK’ê ya jêre diyarî kiribûn heta şehadetê li ser xwe rakiribû. Girêdaniya wê ya manewî bi xeta partî û pratîka wê ya tekoşînê re gelekî bihêz bû. Bi telîbûna xwe di demekî pir kin de ji bo hevalên xwe bû mînaka girêdan û telîbûna rast ya bi partiyê re. Di sala 2018’an dema hate çiyayên Kurdistanê, her kêfxweşiya gerîlatiyê jiyan kir û eşqa xwe ya pêşketinê berdewam kir. Em li ser vê bingehê carekî din hevala xwe Zîlan Qamişlo bibîrtînin û em ê tu caran kenê wê yê bi hêvî, dilpakî, kedkarî û zîrektiya wê, heskirina wê ya mirovan, çavên wê tije hêvî, eşqa wê ji Kurdistanê re, hestên wê yê tolhildanê kesayeta wê ya şerker ji bîr nekin. Tevî temenê xwe yê biçûk berpirsyariya doza Kurdistanê da ser milê xwe. Li hemberî vê rastiyê em soz didin doza tekoşîna azadiya jinê mezin bikin û hemû hêviyên wê bidin jiyan kirin.
Di pêşengiya gerîlayên YJA-Star de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakûrê Kurdistanê hemû hêzên me yên gerîla, li hemberî êrîşên qirker yê topyekûn berxwedaniyekî bêhempê pêşdixînin û dîrokê ji nûve dinivisînin. Şerê her gerîlayekî azadiyê dimeşîne tola şehîdên me rakirine. Îro îradeya tekoşîna Delalan û Zîlan Qamişloyan li her dera Kurdistanê di namluya çeka her gerîla de dibe hêrs û diteqe. Her milîtanek partiyê li ser xeta şehîdan bi fedaîyane beşdar dibe û xeta serkeftinê ji bo xwe esas digre. Di şexsê heval Delal Nurhak û Zîlan Qamişlo de em, carekî din şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin. Rastiya şehîdan, di serî de ji bo jinan, ciwanên Kurdsitanê û hemû gelê me banga ji bo hilweşandina rêjîma faşîst, paşverû, zayendperest ya şerê taybet a AKP-MHP’ê ye. Li ser vê bingehî em bawerin wê gelê me li her derê di xeta şehîdan de bersivekî mezin bide dagirkerî û dijminê xwînmij.
Koordinasyona PAJK’Ê