Ji Raya Giştî Û Gelê Me Re
“PKK’ê Partiya Şehîdan E, Vejîna Jinê Û Gelên Bindest E”
Roja 27’ê Mijdarê salvegera 45’an a PKK’ê, vejîna netewî, roja afirandina nasnameya jina azad, roja jinûve nirxên mirovahiyê bi wate bûn, di serî de li rêhevalê jinan û gelên azadîxwez Rêber Apo pîroz dikin. Li jinên tekoşînvan, ciwanên şoreşger, gelê me yê welatparêz, dostên gelê me û hêzên demokratîk pîroz dikin. Şehîdên me yên bi ked, îrade, bawerî, hêvî û tekoşîna azadiyê di her kêliya berxwedana 44 salan de bûn hîmê bingehîn ên afirandina jiyana nû, rê li ber şoreşa zihnî vekirin û bi partîbûna jin şoreşa mirovahiyê mîsoger kirin bi heskirin, rêz û minetdarî bibîrtînin.
Felsefeya jiyana azad ya PKK’ê, bi rêhevaltiya dîrokî ya Heqî Karar, Sara û bi hezaran şehîdan di xeta Rêbertiyê de bi jiyanî bû. Em bi vê bîr, bawerî û heqîqeta mezin a şehîdan dikevin sala 45’emîn ya partiyê PKK’ê. Em bi bilindkirina têkoşîna jin û mezinkirina partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, damezrandina PKK’ê pîroz dikin.
Beriya niha bi 44 salan li Kurdistanê, li ser navê nasnameya Kurd, îradeya jina azad, ziman û nasnameya gelekî ku di dîroka mirovahiyê de nirxên mezin afirandiye nîşaneyên wê nemabûn. Li şûna bîra mirovê azad, hişmendiya dewletê ya mêtîngeh û qirker xwe serwer kiribû. Di rastiya jin de civak û di rastiya civakê de jin bi zihniyet û bîrdoziya dewlet-netewe ji aliyê ruh û fikir de hatibû parçe parçekirin. Li şûna jiyanekî azad-wekhev hişmendiya zayendperest û olperest xwe di hemû şaneyên jiyanê de belav kiribû. Vê hişmendiyê, bi rola kujer radibû. Civakekî li ber qirkirina çandî û fîzîkî dida jiyîn. Ji dervayî wateya jiyanekî ku tenê roja xwe xilaskirinê, wateyekî din nedihat behskirin. Çawa ku cîhana mêr xwe li tevahî dinyayê berbelav û serwer kiribû li Kurdistanê jî, heman rewş bi awayekî girantir û paşverû di şexsê jin û civakê de dihate jiyankirin.
Rêber Apo di demekî wiha yê jin-civak ber bi serberjêriyê ve diçû derket. Bi avakirina PKK’ê re hemû rastiyên di zihniyeta civakê de hatibûn çêkirin serû binî kirin. PKK’ê beriya her tiştî bi felsefeya jiyana nû jina kole, zilamê desthilatdar û civaka bê tekoşîn da kuştin. PKK’ê rêhevaltiya mezin û dîrokî di navbera jin û mêr de afirand. PKK’ê şîfreya malbat û civaka ku jin û zilamê wê kole bûyî ji hev derxistin, bi dahûrandin û hesap pirsînekî dîrokî ya ji pergala serdest, civakbûyîn ber bi derketinekî mezin ve bir. Bi derketina PKK’ê re jin bû jiyan û jiyan bû tekoşîn.
Felsefeya “Jin, Jiyan Azadî” li ser vê heqîqeta PKK’ê şênber bû. Di tekoşîna 44 salan ya kêlî bi kêlî li ser vê felsefeyê hate afirandin de jinên Kurd, pêkhateyên ji ol, bawerî û çandên gelên din li Kurdistanê jiyan dikirin derketina PKK’ê ji bo xwe xilasiya ji zilmê û pergalên serdest dîtin. Vê rastiyê PKK’ê însanî di PKK’ê de karekterê, sosyalîst, demokratîk û gerdûnîbûnê pêşxist. Li ser vî esasî PKK’ê ji temsîlkirina îradeya gelekî wêdatir bû partiya jiyana nû ji tevahî jinan û gelan re.
Partîbûna jinên Kurd, artêşbûn û miltîtaniya jin a şoreşgerî PKK’ê de li ser hîmê kerektera jina serhildêr û berxwedanvan Sarayê xwe bi ruh û beden kir. Tekoşîna 44 salan a PKK’ê, milîtanî û şoreşgeriya jin çanda tekoşînê, şerê xwe parastina cewherî û çanda berxwedanê di civaka Kurd de afirand. Rêber Apo bi derxistina hêz, îrade, cesaret û baweriya jinê rêxistinbûna xweser li ser hîmê bîrdoziya rizgariya jinê pêşxist. Di her salekî tekoşîna PKK’ê de jinê, gavekî pêştir, derketinekî nû ji bo siberoja xwe ya azad û mirovahiyê avêt. Meşa azadiyê ya ku li hemberî tevahî êrîşan sekinî, şoreşgera mezin rêheval Sara di pirtûka xwe de nav lê kir “Jiyana Min Her Şer Bû” ev bi temamî rastî û heqîqeta tekoşîna jina Kurd îfade dikir. Rêbertiya me ji bo meşa azadiyê ya heval Sara got‘Jiyana Sara Tekoşîna Jinê Ye.’ Heval Sara bi sekna radîkal, di azadiyê de bi îsrar, bi hêvî û xeyalên xwe ve girêdayî ji bo jinên Kurd, Rojhilata Navîn û Cîhanê rolekî pêşengiyê lîst. Bi pêşengiya xwe ji bo tevgera azadiya jinê destkeftiyên dîrokî derxistin holê.
Mezinbûna rêheval Sara, ji xwe razandina xeta partiyê, girêdana Rêbertiyê û pêkanîna hêvî û erkên şehîdan bingeha xwe digirt. Di roja îro de li ser xeta Sarayan, jinên Kurd bi bilindkirina pîvanên milîtanî û şoreşgeriya jinê li her çar parçê Kurdistanê, xwe bi rêxistin kiriye. Milîtanên xeta Sara bi gerîlatiya serdemê, îro bi ruhê fedaî û biryardariya berxwedana 44’an ya PKK’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê, li hemberî desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û li hemberî îxaneta PDK’ê şerê azadiyê didin.
Rêber Apo bi avakirina PKK’ê re jina azad a bi hêza xwe, bi rêxistin û partîbûna xwe tolê ji pergala serdest ya mêr-dewletê hilîne afirand. Hêzên serdest û pergala kapîtalîst li dijî vê heqîqeta mezin a Rêber Apo sekinînin. Komplo li ser Rêbertiya me pêşxistin. Xwestin bi komployê di şexsê Rêbertiyê de, tolê ji jin û civaka ber bi azadiya xwe ve ketiye rê bistînin. PKK’ê di 44 salan a derketinê de ji ber tekoşîna xwe ya ji bo azadiya jin û civakê her tim bi êrîşên dagirkerî û planên qirker re rû berû ma ye. Di bingeha van êrîşên pêşdikevin de timî Rêbertiya me, xeta azadiya jinê û tekoşîna wê hatiye hedef kirin. Pergala îşkenceyê ya li ÎMRALÎ pêşxistin û tecrîda girankirî ya ku ev 25 sale li dijî Rêber Apo didomînin ji hêrs û qehra wan tê. Wekî jinên Kurd, tekoşîna me ya ku bi taybet 25 sale li dijî Komplogeran tê meşandin, rêbaza mezinkirina tekoşînê û bilindkirina berxwedanê, xwe dispêre ruhê tekoşîna 44 salan ya şehîdên me, tekoşîna Sarayan û berxwedana Rêber Apo ya 50 salî.
Em di sala 50’emîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo dikevin sala 45’an ya PKK’ê. Sala 44’an bi berxwedanekî destanî û dîrokî ya di pêşengiya gerîla de, bi tekoşîna jin, ciwan, gelê me û dostên gelê me ve li her çar parçeyê Kurdistanê û dervayî welat bû yek ji salên herî dijwar yên tekoşînê. Bi vê berxwedanê carekî din derket holê, dewleta Tirk a qirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest çi êrîş, plangerî pêşbixînin bila pêşbixin wê li hemberî îradeya PKK’ê di jina Kurd û gelê Kurd de pêşxistiye nikaribin bişkînin. Li pêşiya pêşketin û destkeftiyên ava kirine bi dek û dolabên xwe bi sernekevin. PKK’ê di cewherê xwe de ruhê jin-civaka azad temsîl dike. Em bi vê ruh, bîr û baweriyê dikevin sala 45’emîn ya ku wê bi tekoşînekî mezin û berxwedanekî dîrokî derbas bibe.
Di rasthatina salvegera 44’an ya PKK’ê de dewleta Tirk a qirker, êrîşekî nû ya tasfiyekirinê li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Ev êrîş bi hemû hovîtî û rêbazên kirêt berdewam dike. Şoreşa Rojava, şoreşa jin û mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava bi keda Rêber Apo ya 20 salan û paradîgma wî ya Netewa Demokratîk, bi ruhê tekoşîn û berxwedana PKK’ê ya 44 salan karîbû li ber hemû êrîşan rabe û destkeftiyên xwe biparêze. Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi hevkariya hêzên serdest di serî de Rusya-Emerîqa, bi van êrîşên xweyî nû dixweze şoreşa jin û gelan tine bike. Destkeftiyên şoreşê bi xwîna hezaran şehîdan hatin bi dest xistin. Gelê me yê welatparêz berdêlên giran da û hîna jî dide. Wê gelê yê bi çanda berxwedanê têkoşiya dev ji axa xwe bernedê. Di serî de divê jin û ciwanên Kurd, gelê me û hemû aliyên dilsozên şoreşê ne bi ruhê seferberiyê, bi tekoşîna li ser xeta Rêber Apo bi tundî li dijî van êrîşên qirker bisekinin, rêxistiniya xwe xurt bikin û berxwedanê mezin bikin.
Bîrdoziya PKK’ê azadiya mirovahiyê ye. Tekoşîna PKK’ê li hemberî kapîtalîzmê xeta berxwedanê ye. Xeta PKK’ê sazkirina pêşeroja azadî û demokrasiya gelên Rojhilata Navîn e. Hebûna PKK’ê ruhê yekîtiya Netewa Kurd e û di Rojhilata Navîn de hêza çareseriyê ye.
Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê, em ê di sala 45’emîn de bi ruhê tekoşîn û berxwedana 44 salan bi ser erk û berpirsyarên xwe yên dîrokî ên li hemberî Rêbertiya azad, xeta şehîdan, jinên tekoşînvan û gelê me yê berxwedêr de biçin. Wê jin, ciwan û gelê me wekî di tekoşîna 44 salan de hemû plan û siyaseta qirker ya hikûmetên dewleta Tirk ya faşîst têk birine, di roja îro de jî bi tekoşîna sala 45’emîn a PKK’ê bi heman, biryardarî, îrade û îsrarê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Apoyî têbikoşin û li ber xwe bidin. Pîvana PKK’e bûyînê, rêbaza wê ya tekoşînê û berxwedana ev e. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê wê siberoja azad, bi pêşengiya jinê û li ser hîmê pêşxistina jiyana azad teqez werê mîsoger kirin.
Koordinasyona PAJK’ê