Ji Pênûsa Ş. Helîn Murad

0Shares

Dema tê gotin meha Gulanê, Denîzan tê bîra mirov… Şoreşgerên qehreman ên nemir ên salên 1970’an. Yek ji wan 24, yek 23 û yek jî 22 salî sê ciwan… Piştî mirina wan a pir trajîk 35 sal derbas bû… Ger îro jiyan kiribana wê bi Rêbertiya me re di heman emrê de ban. Rûxmê ewqas salên ku di navberê de derbas bûye, bîranînên wan hîn ciwan e. Ew rihê ku ew dabûn avakirin ewqas bihêz bû ku tunekirina wê ne gengaz bû. Ji bo fêmkirina Denîzan, divê salên 70’an pir baş were tehlîlkirin û divê ew coş û dilê ciwanên wê demê ku ji bo sosyalîzmê dişewitî ji kûr ve were hîskirin.
Dem bihara 1972’an… Faşîzma 12’ê Adarê her derê di ser hev de derbas dike û li dijî herikandin eşqa civakê ya ji bo şoreşê û coşa ciwanên wê demê ku nayê jibîrkirin pir bi hêrs e. Li kolanan de yekser şoreşger tên qetilkirin. Faşîzm hêrsa xwe ya mezin, bi nêzîkatiyên xwe yê tezeq tunekirina derketina Denîzan, Mahîran û Kaypakkaya nîşan dide. Tenê ne ew, hema hema li dijî hemu beşên demokrat-şoreşger xwîn vedireşe. Terorekî wisa tê pêkanîn ku, her der di nav toz û telaz e. Dema ku Denîzan birin ber bi dara darezê ve birin, hîn ji ser qetilkirina Mahîran ê li Kizildere hatibû pêkanîn tenê hêyvekî derbas bûbû. Ji xwe qetilkirina wan ê kes ne li bendê bû herkesî şaş kiribû, dil bi êşan ve tijî ye. Ji aliyê din ve qehremanê din Îbrahîm Kaypakkaya ku serî da lê sir neda jî, li zindana Amed’ê bi îşkenceyan di nav xwînê de ye. Derketina şoreşgerî ya bi vê şiklê, tê xwestin ku li çar aliyan ve were tasfiyekirin. Vayê di rewşekî bi vê rengê de dîsa di rojekî biharê de, di cejna pîroz ya Hidielez de, Denîz, Mahîr û Yusuf hat darvekirin. Rojekî biharê û mirin… Dû têgînên çiqas ji hev dûr e… Lê bihar, her tim ji nû ve zayîn, bereket û jiyanê tîne bîra mirov. Lê mixabin di rojekî biharê de dezgeha mirinê hat avakirin. Mirov ji şev pêkanîna vê dezgehê re çi bêje? Mirov dê ji wê mirina ku di herî tarîtiya şevê ku beriya berbangê hat pêkanîn re çi bêje? Hemu tarîtî, karên qirêj şev tên pêkanîn. Dema ku roj ronahiya xwe ya destpêkê dirêj dikir ewê rojê carekê din nedîtiban. Û ew roj, ango roja 6’ê Gulan’ê, wek mînakê bêwijdaniyekê mezin di dîrokê de cihê xwe girt.
Denîzan, mirinê bi coşekî mezin pêşwazî kirin. Ev taybetmendiyekî pir kêm kesan dibe xwedî ye. Heman demê ev teqez rastiyekî girêdayî dazwaza wan a jiyana azad û bilind e. Lê ruxmê her tiştî bi lez û bez û hîn di bihara emrê xwe de ji nav me qûtbûna wan hezimkirin hîna jî zehmet e. Dema mirov wan difikre her dibêje ‘xwezî’… Xwezî di nav me de ban. Bi însanên xweşik ên bi vê rengê re heman hewayê helikîn dê çi şanaziyek mezin ba?
Bi awayekî baş lêkolînkirina Denîzan û encamên pir xurt derxistin ji bo her şoreşgerekî pir girîng e. Ew sê kesên ku xwedî jiyanek ku fedaî kirine bûn. Sê ciwanên ku ji dil de bi baweriya xwe re girêdayî, hezkiriyê azadiyê bûn. Dema mirov pêyamên Denîzan dixwîne ne gengaze ku mirov axîniyek ji kûr nekişîne. Çawa destê mirov biçe însanên bi vê rengê? Ji nivîsên wan tê fêmkirin ku ji zanist, çand û wêjeyê çiqas hezdikin. Hezkirina xwe ya li hemberî Beethoven tîne ser ziman, di wê pêyamê de. Lê mixabin bêyî ku têra xwe guhdar bikin çûn…
Çima Denîzan bi lez û bez hatin darvekirin? Bê guman dê ev pirs her tim were pirsîn? Dîrok bi êrişên bi vê rengê ku pêşeng pê re rû bi rû dimînin re tijî ye. Nêzîkatiyên kevneşop yên desthilatdaran ku tê zanîn dîsa di bin vê de heye. Ji bo wan pêwistiya qûrbaniyan hebû. Ji bo bê îradekirin, qutifandin û tirsandina gel vêya pêkanîn. Bi kûrtasî xwestin îbret bibe. Berdelê rabûna ji bo azadiyê, xwestin bi awayekî herî bê rehm bidin kişandin. Mesele ewqas zelal e.
Piştî Denîzan gelek nifş hatin. Û her nifşekî ya beriya wê di anî bîra mirov. Piştî wan naveroka nirxên şoreşgerî ewqas hat berovajîkirin ku… yên gotin em şopdarê wan in, ger kêmekî hêza rast nêzbûna vê mîrateyê nîşan daban bê guman îro civaka li Tirkiye, di serî de ciwan di rewşekî wisa ku dilê mirov teng dike de nebûna. Ji aliyê din ve jî, ji hêla hêzên dewletê ve ji bo pêşî girtina daxwazên jiyana serbixwe, azad û wekhev a gelên me yê ku di encamê ceribandinên her cûre êrişê de derketiye holê, rastiyekî tê zanîn e. Çawa hîn di destpêkê de ji bo bê bandorkirina ev derketina şoreşgerî ya ku Denîzan avakir, destpêkê bi darvekirina Denîzan gavê herî girîng avêtin, piştî vê jî bi awayekî şikandina îradeyê jî xwestin di 12’ê Îlonê de bi encam bikin. Bi 12’ê Îlonê ve êdî jiyanekî bê hiş, bê îrade, takekesî, mêzekeran, bi ajo û rojane li ser civaka li Tirkiye hat ferzkirin. Mixabin êdî ji Denîzan ewqas dûrbû çêbû ku…
Lê ruxmê her tiştî, mîrateya Denîzan ji derketina Rêber APO heya roja me rastiyeke mezin a xwedî lê derketiye ye. Her çiqasî ji hêla kesên ku digotin em şopdarê Denîzan in mîrateya wan hatibe reformîzekirin jî Rêber APO destur neda vê. Ger dahûrandinên Rêbertî yên salên 70’an bi baldar were lêkolînkirin ev rewş wê pir zelal were dîtin. Di derketina Rêbertî de bê guman daxwaza xwedî derketina mîrateya Denîzan heye. Di her firsendê de ev gelek caran hatiye ser ziman, têkoşîna wê bi awayekî pir zelal hatiye meşandin û girêdanbûna bi bîranînên wan, bi rengêkî bêqisur pêkhatiye. Ji ber vê rihê Denîzan, di têkoşîna me de pir bi hêz tê jiyankirin.
Dema ku ez Denîzan difikrim her tim Rêbertî tê bîra min. Bi Rêbertî re jiman nifşê bûyîna wan û di heman zindanê de mayîna wan, rê vedike ku bandorekî wisa bi xwezaî bi min re bide avakirin. Ji ber wê her ku difikrim dibêjim ‘ger ew jiyan kiriban, wê bi Rêbertî re di heman emrê de ban’. Ji ber ku Denîz, Mahîr û Hiseyn li ger Rêbertî dibin dara darvekirinê, ji vê bûyerê pir bandor dibe. Dema qala wan pêvajoyan dike, darvekirina Denîzan bi wê re çawa rê dide lêhurbûnek kûr û encamên dîrokî gelek caran tîne ser ziman. Piştî wê demê, wek pêdiviya encamê bûyîna kesayetek bi rûmet, difikre ku divê tiştek were kirin. Zindana Mamak ji bo Rêbertî wek dibistanekî dibe cihê lêhûrbûnê. Ji wê zindanê ji bo tijîkirina valatiyên wan biryara bê hempa meşandina têkoşînê derdikeve. Dîsa li wê zindanê, soza dûbare nekirina ecemîtî û nebesiyên wan tê dayîn. Li wê zindanê soza çi dibe bila bibe berxwedanî, xeyal û coşên wan yên şoreşgerî dayîna jiyankirin tê dayîn. Di kêliyên xwe yên dawiyê de jî biratiya gelên Kurd û Tirk bilevkirina Denîzan milê ku herî zêde Rêbertî bandor dike ye. Ev di şexsê wan de, berîkirina mezin ya li hemberî bi awayekî wekhev û azad jiyankirina gelan nîşan dide. Dîsa ev gotinên dawiyê, bê guman ji bo kesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im, demokrat im, sosyalîst im wesiyetek bû. Ji bo gelên me tiştê herî bingeh bi awayekî wekhev jiyankirin e. Di vê xalê de Denîzan bi gotinên xwe yên dawiyê, lîstokên dijmin xirab kirine û di vê mijarê de xet û nirxê ku divê her tim bi wê re girêdanbûn hebe nîşan dane. Ew wek pêdîviyek girêdanbûna welatparêziyê, nîşandan ku ew heya mirinê bi armancên xwe re girêday in. Careke din divê em ji bîranînên wan pêyama berdewamkirina rastiya ‘an jiyanek azad, an mirin’ baş bixwînin.
Yek ji sedemê bi hev re nirxandina Rêbertî û darvekirina Denîzan jî ji ber bûyera êrişa komploger ê ku di 6’ê Gulana 1996’an de li hemberî Rêbertiya me hat pêkanîn e. Bê guman di roja darvekirina Denîzan de pêkanîna komploya 6’ê Gulanê ne ne rasthatiniyek e. Di roja darvekirina Denîzan ku bandorekî wan a pir mezin li ser derketina Rêbertî hebû, pêkanîna êrişek bi vê rengê divê bi girîngiya dîrokî ya wê rojê were bidestgirtin. Çawa ku pêşengên ciwan ên Tirkiyê di 6’ê Gulanê de hatibin tunekirin, vê carê jî dibe roja daxwaza bê bandor kirina Rêber APO ku têkoşîna bi awayekî herî baş pêkanîna diruşmeya Denîzan a dibêje ‘wekhevî û serxwebûna gelên Kurd û Tirk’ da meşandin.
Ji ber vê yekê dema darvekirina Denîzan tê nirxandin, divê têkiliyê vê yê bi Rêber APO re bi vê şiklê teqez were avakirin. Nirxandinên berovajiyê vê, bê guman wê xapandinên mezin jî bihewîne. Bi awayekî zelal li holêye ku yê herî baş xwedî li gotinên Denîzan derdikeve Rêber APO ye. Ji ber yekê jî komploya 6’ê Gulanê di heman rojê de hat pêkanîn. Wek Denîzan tişta ku di şexsê Rêbertî de hatiye armanckirin jî hêrsa li dijî jiyanek azad, wekhev û bi rûmet e. Ev heman demê tê wateya daxwaza tunekirina meylên azadîxwaz ên gelê Kurd û Tirk jî.
Dîsa di van rojên ku pêngava dûyemîn a komploya navnetewî yê ku hêdî hêdî bê bandorkirina Rêbertî dike armanc, 6’ê Gulanê ji her demê zêdetir xemgîn û trajîk derbas dibe. Li hemberî Rêberê Gelan nêzîkatiyên dijwar ên hêzên dewletparêz jî careke din ji kûr ve nîşanî me dide. Hêzên hegemon ên cîhanê ji ber ku fikrên Rêbertî yên gelparêz, azadîxwaz ji bo pergalên xwe wek xeteriyeke mezin dibînin êrişekî bi vê rengê yê hovane û nehatiye dîtin plankirin. Ê ku bi komployê hatiye hedefgirtin, gelê Kurd û Tirk kişandina şerekî bê eman bû. Vê lîstokê xirabkirina Rêbertî, girêdanbûna herî mezin a bi Denîzan re nîne gelo? Vê salê hêrsa me ya li hemberî komploya 6’ê Gulanê û darvekirina Denîzan ji her demê zêdetir mezin e. Ji aliyê din ve di têkoşîna gelê Kurd de jiyankirina Denîzan, li hemberî darvekirina wan kêm be jî êşa me kêmtir dike. Denîzan, her tim wê di têkoşîna me de bijîn. Ewê her tim camêrtî, jiyana bi rûmet, bêrîkirinên xwe yên bi awayekî wekhev jiyankirina gelan a bi hev re di bîra me de bigrin. Însanên bi vê rengê yên qehreman mirov çiqas bîne ser ziman jî kêm e. Û çi kêfxweşiyeke mezin e ji bo me ku em xwedî Rêbertiyek mezin ku heya dawiyê bi van şehîdan re girêday e, parazvanê mezin ê nirxên bilind e û rêberê jiyanek azad û bi rûmet e.
Helîn Murad

Attachment