Ji Koletiyê Çûyîna Azadiyê

0Shares

Li hemberî jinê bi dest û eqlê zilam bi hezaran sal in ku tundî, mijokatî û şîdet tê bikaranîn, li ser jinê ku hatiye kolekirin re sîstemê serdest yê zilam sazkirin di aliyê hemû sîstemên îqtidarê de rastiyeke raydar e. Jinê ku hatiye kolekirin, destpêk û çavkaniya însaniyetiya ku hatiye kolekirinê pêk tîne. Kirdeya jiyana civakî, her jin ku nîşan û çavkaniya azadiyê ye tê kolekirin, însaniyetî di çarçoveya berjewendiyên kulmek zorbaz de tê bikaranîn û ji azadiya xwe têne xizan girtin.

Di cewherê nêzîkatiya jinê de cudabûna kirde-bireser heye. Kirde faktora derbasdar ku ya herî meşrû aklê analîtîk e –kî ev zilam e- bireser jî madeya endama/ê ku li ser wê/wî her cure spekulasyon dikare were kirin e û ev jî jin e. Feraseta civakî ya giştî hindama ilmî û felsefî di vî alî de ye. Di nav herikîna dîrokî de di çaxê koletî, feodaltî û kapîtalîst de dîtina jin çawa ji jintiyê tê derxistin gengaz e. Sinca avaniya van çaxan dema were lêkolînkirin netenê jin, şîfreyên kolebûna zilam xwendin jî gengaz e. Lê belê li hemberî sîstemê zilamê ku bûye tukes, hemû hêrsa xwe ji jin û zarokan derdixe. Ji ber vê koleyê koletiyê an jî koletiya ku hatiye kûrkirin ji bo jinê biwêjeke guncaw e. Di aliyê rojevî de cinsiyetîtî ji faktorên bîrdozîk a sereke yê modernîteya kapîtalîst e. Li rojava feraseta azadiya çewt, li rojhilat jî bi temamî rastiya jineke ku  notirvanê wê yê namûsê heye, ji jiyana civakî hatiye îzolekirin, li malê hatiye girtin heye. Şîroveyê skolastîk yê Xiristiyantiyê, dogmatîzma hişk ya Îslamê netenê jinê ji jiyana civakî veder dike, di heman demî de di aliyê hest, raman û maneviyê de jî ji rastiya xwe dûr xistiye. Dibe sincê gerdûnî yê olan dibe xirabiya feraset ku bîrdozî afirandine û dibe jî tehakumên navêndên îqtidar ji hemû civakê re belavkirin û bi psîkolojiya kerî ve di mijara pêkanîna tevgerê xwe de qada ku herî zêde yonelimê dikin û hebûna xwe bi bandorkirina wan pêk tînin jin e. Di aliyekî de asta ketina jinê û asta teslîm girtina civakê hatiye birêjekirin. Bi jina ku hatiye ketin civaka wê jî hatiye ketin. Koletiyeke jinê di vê zolaka dîrokê de hatiye kûrkirin û hatiye belavkirin. Ev pir vekirî ye. Tevgera Azad a Kurd bi hezaran salan e figura jin ku eqlê serdest afirandiye şikenandiye, jinê ji nû ve di aliyê teorîk, pratîk, fizîkî, wate, fikirandin û têkoşînê de bi hêz kiriye, aniye rewşeke kirde ya jiyana civakî. Jina ku zanistiya azad a jinê ser xistiye bihêz, biwate û binirx e. Hêza xwe, potansiyeta xwe jina ku ne di ferqa zanistiya cins de ye jî jina ku ji jintiyê hatiye derxistinbûyî jî bênîqaş e.

Ji Pênûsa Gêrîla

Attachment