Ji Keştiya Jiyanê Nemînin
Ji keşme keşana jiyanê bi ewle
Ya dayika xwedawend
Li evînê kom bibin.
Me bi keşme keşana yek xwedayî
Ne jî bi keşme keşana kapîtalîzmê
Ya bi her awayî
Rê dide tarîtiya jiyanê
Weke Zîlan
Ya ku bi herdû destan
Evîn hembêz kiriye
Got “ez evîndarê jiyanê me”
Ya ku ji bo kêliyekî bijî
Bedena xwe dawerivîne hinavê jiyanê
Dengê xwe da
Cîhana xwedavenda
Evîna jiyanê
Weke Bêrîtana serî hildayî
Ji bo jiyanê
Serî netewand
Dest neda dagirkerên jiyanê
Li ser qirêjiya feodalîzmê bariya
Tarîtiya ku jiyanê bin pê dike
Weke Sara;
Şerkera pêşveçûna jiyanê
Xwe bi evîna xwedavenda
Li bilindbûnê girt
Bû sembola evîndara jiyanê…
Evîndar Denîz