Dibêjin kawayê hesinkar kesekî ewqas dilrehm bûye ku nikarîbûye moriyek bêsedem bikuje û gihayek jî bêsedem pêlê bike, biperçiqîne. Ev taybetmendiyên wî jî ji civaka wî hatine. Jiber ku civaka wî civakeke ku koka xwe ARÎ bûne. Yanî ew civaka agir bûye. Bêguman agir germ dike, ronî dike lê dema ku cihê wê hat jî dişewitîne. Jiber wê jî dema kawa dibîhîze ku zalimek, xwînxwarek heye, her roj mêjiyê ciwanek ji civaka wî dixwe, radibe û bi rihê ARÎyan dibe agir û bi zalim dehaq dikeve, herkesê ji zilma wî rizgar dike.
Ev belkî wek çîrokek be lê çîroka rastiyê ye. Ango pir caran rastî bûne çîrok û çîrok jî bûne dîrok. Ev çîrok hat gihîşt Mazlûmê ku bi sê kîbrîtan, di nav hucra nîv metreyî de Newroza xwe pîroz kir. Mazlûm bû newroz û newroz bû mazlûm. Ameda rengîn cara yekem bû ku bi agirê herî biçûk, newroza xwe ya herî mezin û bi heybet pîroz dikir. Amed yanî A’MEDan bû û agirê newrozê jî yê Kawayê Medî bû… belê dirokê xwe di nav diwarên zîndana amedê de dûbare dikir lê ma ji vê watedartir dirokê di çi demî de xwe bi ewqas xweşikîyên ku tevlî xwe kiriye, ewqas nûbûnên di xwe de çêkiriye, dûbare kiriye. Erê dîrok ji tekerruran ne îbarete û erê her dûbarebûn bi hinek guhertinên li xwe barkirî pêk tê lê ma bi ewqas nirxan barkirî dûbarebûn li kuderê qewimîye.
Lê bisekinin û li dîroka dayîka axê gohdarî bikin, xelas nebû. Hûn dizanin ku ev dîrok çendîn caran xwe nû kir? Dema ku bû Sema êdî agirê newrozê ewqas xweşik bûbû ku kesî dil nedida lê mêze bike. Rojek Sema jî wek warê xwe Agirî, bi heybet û serhildêrî sozek da û dest bi çalakiyê kir. Fîstanê xwe yê kesk û sor û zer li xwe kir û bi agir xemiland. Dizanîbû heta ku xwe neke xwelî û xwe ji wê xweliyê ji nûve neafirîne, nikare bigîhîje jina azad ya ku yekane armanca wê ye. Û dizanîbû ku divê ew ji bo hemû jinên azadixwaz bibe pirek ji ji agir ya 8’ê Adarê xwe digihine 21’ê Adarê. Ew wê bibûna pira azadiyê ku berxwedaniya jinê bigihanda lûtkeyê. Wê Sema bibûna agirê newrozê û xelekek ji agir li bejna xwe bipêça. Ma ne ew xelek û agir bû ku wê Fikri Baygeldiyan jî bikişanda nava xwe û bi vî awayî wê newroz bibûna agirê azadiya jin û mêrê kurd, yên ku bi fikra mirovê AZAD xwe ava kiribûn.
Belê newroz berxwedaniye, newroz bihare, newroz axe-gule-roje, newroz ew roje ku hemû xweşikiyên vê cihanê tîne gel hevdû. Newroz coşe, kelecane, morale, manewîyate. Newroz azadiye, Newroz Amede, Kobanêye, Hewlêre û Mahabade, Newroz Kurdistane û NEWROZ kêliya azadiyê, kêlîya xwe ava kirinê û bi gotina mirovê AZAD kêliya bi sihir ya SOSYOLOJİYA AZADİYÊ ye ku tenê jê re fêm kirin û hîs kirin dive…
Eylem Tolhildan