Ji Hêla Her Gelî ve Newroz; Serînetewandin li Pêşberî Zilma Zaliman e

0Shares

21’ê Adarê Newroz li Rojhilata Navîn û Asya Navîn ji hêla pir gelan ve wek yekemîn roja salê, hatina biharê, rizgarî ji tarîtî û hatina rojên ron, vejîn û sembola hevparî, hevaltî, hezkirin û hemû xweşikiyan tê pîrozkirin.

 

Mirovahiyê di dîroka xwe de têkîliya bi xwezayê re girîng û taybet bidest girtiye. Ev têkîlî jî bi şeklê merasîman hatiye bidestgirtin û pîrozkirin. Tiştên xweşik, qenc û nû bi tiştên jê hez dike re eynî kiriye. Rizgarî ji hewaya dijwar û bêliv a zivistanê, dikare dest bi behredayînê bike, axê biçîne, yanî destpêka bereketê ye Newroz.

Newroz di zimanê Kurdî û Farsî de ji peyva (new- roz) ango roja nû tê. Di hin zimanên Asya navîn de jî jê re (Norûz, Noroz, Naras hwd.) dibêjin. Newroz, yekemîn roja biharê ku şev û roj wekhev dibin (ekînoks), 21’ê Adarê ye. Di demên berê de di nav pir çandan de 21’ê Adarê sersal dihate hesab. Wek mînak cejna Babîliyan a Akîtû, festîvala Hîtîtiyan Pûrûliyas bi awayekê merasîmên Newrozê ne. Di sedsalên nêz bi taybet di nav civatên çandiniyê de destpêka ‘sala nû’ye. Îro li Îran, Efxanîstan, Azerbaycan û pir welatên Asya Navîn sersal ji 21’ê Adarê destpê dike. Di nav baweriyên wek Zerdeştî, Elewî û Bahayî Neworz roja pîroz e. Lê belê hin civat Newrozê di 12’ê Adarê, an jî 20’ê Nîsanê pîroz dikin. Di nav hin çandan de jî destpêka biharê 21’ê Adarê û 23’ê Êlûnê roja dawiya payîzê cih guhertine. Ji 2010’ê pêve ji hêla Yekîtiya Netewî ve Newroz wek cejna cîhanî di teqwîmê de cihê xwe girt.

Destana Navdar a Kurdan: Newroz

Qiralê zalim Dehak qiral Cemşîd bin dixîne û dikeve şûna wî. Şeytan ji milên Dehak radimûse. Li ser milên wî du mar dertên. Her ku Dehak maran dibire, yên nû dertên û dibêjin ku ji mêjiyên însan xweyî dibin. Nexwe wê mêjiyê Dehak bixwen. Lewma jî her roj mêjiyê du ciwanan didin maran. Aşpêjên qral bi navê Armaîl û Karmaîl dilê wan bi ciwanan dişewite. Ji deriyê derve yê qesrê wan ciwanan dişînin çiya û bi şûna wan mêjiyê du mihan didin marên Dehak. Bi qasî 30 salan ev rewş didome. Aramîl û Karmaîl dimirin. Êdî Dehak mêjiyên însanan dide marên xwe. Kawayê Hesinkar xwedî 12 kuran e. 11 kurên xwe dide marên Dehak. Dema tên ku kurê wî yê dawî jî bibin, dibêje ku dixwaze bi destên xwe kurê xwe bide qiral. Kawa bi wezîrê Dehak Ferîdûn re ku zilamekî adil e, hevkariyê dike. Ji ciwanên çiya re agahî dişîne. Bi rehetî dikevin qesrê. Kawa gurzê xwe yê hesin li serê Dehak dixîne û wî dikuje. Ew roj 21’ê Adara sala BZ 612’an e. Kawa bi şuna Dehak Ferîdûn tîne ser text. Gel li çiya û deştan wê rojê bi vêxistina agir pîroz dikin. Rojeke nû destpê kiriye. Li gor baweriya Zerdeştiyan jî agir pîroz e. Teqwîma Kurdan ji wê demê destpê dike û îsal jî sala 2712’an e.   

Firdûsî û Şahname

Yek ji metnên herî girîng ku behsa Newrozê dike esera helbestvanê Îranî Firdûsî ya bi navê Şahnameyê ye (1020). Ev esera ku ji 60 hezar beytan pêk tê, ji yekemîn însan heya pêvajoya III. Yezgêrd (Bz. 651) dîroka Îranê bi çîrokan vedibêje. Di vê pirtûka giranbuha de wiha tê: Cemşîd bi qasî heftsed salan li ser hukim dimîne. Roja ku Cemşîd hate ser hukim û şûrê wî wek tavê biriqî Newroz tê navkirin.

“Cemşîd ji gelê xwe re pir başiyan dike, lê piştî xwe bi xweda re qiyas dike, rewş diqulipe. Xweda ji bo bibe bela serê Cemşîd Zehak (Dehak, Dehaq) dişîne. (Di pirtûka pîroz a Zerdeştî Avestayê de jî behsa hebûnekî şeytanî bi navê Azhî Dehak tê kirin.) Zehak kesekî pir zalim e. Li ser milên Zehak du mar hene. Ew hem maran dipereste hem jî xelkê mecbûr dike zarokên xwe yên piçûk qurbanî wî bikin. Iblîs di bedena wî de şênber bûye. Di dawiyê de Kawayê (Kave, Kava, Gave) Hesinkar wî bin dixîne û li çiyayekî nêzîk Têhranê Çiyayê Demavendê heps dike. Kurê Cemşîd Ferîdûn tê ser text. Bûyera ku Ferîdûn dibe şah jî wek Cejna Mihrigan pîroz dikin.”

Cejna Mihrigan li gor teqwîma rojê ya Îranê dikeve 16-21’ê (23-Êlûn-22 Cotmehê) meha Mêhr a payîzê. Yanî çawa ku Newroz destpêka biharê be, Mihrigan jî destpêka payîzê ye.

Şerefxan û Şerefname

Ger di çanda Kurdan de li şopa nivîskî ya Newrozê bigerin, Şerefname derdikeve pêşberî mirov. Li Îranê ji hêla Tahmasp û li qesra wî mezin dibe Bitlîsî Şeref Xan. Tahmasp ji wî re navnasê ‘Mîrê Kurdan’ dide. Piştî ku dewleta navendî di sala 1597’an de Kurdan neçar dike li cihekê sabît bimînin, esera xwe ya bi navê Şerefnameyê ji Kurd, Kurdistan û Zehak behs dike. Şeref Xan wiha dibêje: di derbarê esil û civatên cihêreng ên Kurdan pir gotin û rîvayet hene. Yek ji rîvayetên ku îdea tê kirin wiha ye: “Kurd ji nifşê wan kesan tên ku ji zilma Dehak (Bivrasb) ku mêjiyan wan digre û li ser kinora ku li ser milê xwe şîn bûye dihisû, ji bo bikaribin ji mirin, serjêkirinê birevin berê xwe didin çiya û cihên asê.” Şeref Xan li gor çîrokeke din jî dibêje ku ji bo Kurdan dibêjin “Kurd civateke ku ji ruhên şeytanî pêk hatine.” Herwiha di ciheke din de jî dibêjin “civatekî pir wêrek, netirs in”. Di dawiyê de jî wiha li ser zêde dike: “Kîjan rîvayet rast e, xweda dizane…”

Ehmedê Xanî û Mem û Zîn

Ehmedê Xanî ku wek mîmarê wêjeya nivîskî ya Kurdî tê zanîn di sala 1690’an de esera Mem û Zîn dinivîse. Di vê eserê de di sala 1450’an pêvajoya Zeydan mîrê Cizîrê digre dest.

Di vê eserê de behsa Newrozê tê kirin.

Şerqiyatgerên Rojavayî û Eyda Kurdî

Şerqiyatçî û zimanzan Ely Bannîster Soane ku di salên 1907-1909’an de coxrafya Kurdistanê ziyaret dike behsê hebûnekî şeytanî bi navê Zohak dike. James J. Morîer dîplomat-seyahê Ingilîs ku Îran û welatê Osmaniyan digere, di bîranînên xwe yên Îranê de dibêje li Demavendê di 31’ê Tebaxê Eyda Kurdî tê pîrozkirin. Di vê cejnê de kuştina Dehak ji hêla Kawayê Hesinkar tê cejngirtin. Lê ev cejn ne di destpêka biharê, ne jî destpêka payîzê ye.

Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê û Jîn

Mijara ku Morîer behsa wê dike di weşana bi navê ‘Jîn’ ku ji hêla Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê (1918-1919) tê derxistin, tê weşandin. Di hejmara Adarê ya 1918’an de nivîskar dibêje: “wek her miletekî, rojên taybet ên milî, olî û civakî yên Kurdan jî hene. Rojên milî yên Kurdan 31’ê Tebaxê roja Kawe Dehak bin xistiye, herwiha roja jidayîkbûna Silhedîn Eyûbî û roja diçe ser text (dîroka van rojan nayê dayîn) e.” Nivîskar wiha berdewamî bi nivîsa xwe tîne: “Rojên me yên olî jixwe tên zanîn. Sersala Kurdan jî heye; 9’ê roja Adara Rûmî (li gor teqwîma Mîladî 21’ê Adarê) ye. Kurd vê rojê wek cejn pîroz dikin. Wek destpêka jîneke nû dihesibînin; hevdu ziyaret dikin, cejnê li hev pîroz dikin. Ji hev re diyarî dişînin…” di vir de tê gotin ku Kawayê Hesinkar kalikê Kurdan e, lê belê têkîliya roja milî bi Newrozê re nayê dayîn.

Ihsanê Nûrî û Vegotina Newrozê

Ihsanê Nûrî di salên 1926-1930’an de li çiyayê Agirî ji bo çêkirina ‘Komara Kurdan’ rêbertiyê dike. Piştî ku serhildana Agirî ji hêla Artêşa Tirk ve bi awayeke dijwar tê perçiqandin, diçe Îranê û li wir pirtûka bi navê Koka Kurdan dinivîse. Pirtûk di sala 1946’an di rojnameya ‘Kuhêstan’ de tê weşandin. Di sala 1955’an de jî werdigerînin Farisî.

Nivîskar piştî li ser mîtolojiyên Hind, Çîn, Cihû û Xirîstiyanan lêkolînan dike, dide diyarkirin ku efsaneya Kawayê Hesinkar ku di Şahnameyê de besh tê kirin, bi kokê Kurdan re pêwendîdar e. Kawa li gor teqwîma Îranê yekemîn roja meha Ferwerdînê (21’ê Adara BZ 612) Dehak bindixîne.  Di vê dîrokê de ango BZ 612’an de Med (ji nîjadê Arî) bajarê Nînovayê ku di destê Asûriyan de ye zeft dikin. Li gor Ihsanê Nûrî, ew cejna ku Morîer behsa wê dike ku li çiyayê Demavend tê pîrozkirin 20-22 roj beriya Newrozê ‘Cejna Tolhildanê’ ye.

Yekemîn Bilêvkirina Pîrozbahiyên Netewî

Di sala 1937’an de di herêma Dersimê ku baweriya Kizilbaş (Sersor) serwer e, Seyîd Riza bi hevalbendên xwe re pira Kahmûtê ku rûyê êrîşkar ê dewletê temsîl dikir di 21’ê Adarê de şewitandin. Newroz wek roja jidayîkbûna Elî pîroz dihate dîtin. Li gor Kurdolog Martîn Van Brûînessen ji bo cara yekem Neworz di sala 1950’an li başûrê Kurdistanê wek ‘cejna netewî’ hate pejirandin. Nacî Kutlay jî wek lêkolînerekî Kurd dide diyarkirin ku yekem car navê Newrozê ji xwendevanên ku ji Iraqê hatine Tirkiyê bihîstiye. Qedrî Cemal Paşa jî di esera xwe ya bi navê Doza Kurdistanê de (Yekemîn çapa wê di 1969’an li Beyrûdê) Kawayê Hesinkar wek Kurdekî ku gel ji zilma Dehak rizgar kiriye, pênase dike.

Kurdên Çepgir û Efsaneya Kawa

Di nîviya duyemîn a sala 1970’an de Kurd û Tirkên di rêxistina ciwanên Marksîst- Lenînîst cih digirtin mijara ‘Roja Netewî’ bala wan nakêşe. Ji bo wan cejna herî rewa 1’ê Gulanê cejna Karkeran bû. Efsaneya Kawayê Hesinkar bêtir ji hêla Kurdên ku neketibûn pêvajoya çîna karker ve derkete pêş. Di rojnameya bi navê ‘Rêya Azadiyê di hejmara 1976’an de Newrozê wek Cejna Kurd pênase dikin. Meqale bi helbesta helbestvanê navdar ê Kurd Cigerxwîn ku li Rojavayê Kurdistanê dijiya, bi helbesta ‘kî me, ez’ temam dibû:

Kawey hesinker bav û kalê min

Perçiqand serê Zehakê dijmin

Ji gerdena kurd

Wî şikand zencîr

Ji bîrîn û şûr

Roja hat kuştin xwînmêjê dilsoz

Goya dibêjin:-Ew ro lê nûroz

Zivistan diçî

Ew rojên nexweş

Parêz dibî kurd

Ji dêwê zergeş

Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan

Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan

Kî me ez?

Di weşana din a bi navê Rizgarî de di hejmara 1976’an 21’ê Adarê Newroz wek cejna Îranî, Efxan, Belûçî û Kurdan tê pênasekirin. Di nivîsê de bal tê kişandin ku di hemû efsaneyên di derbarê Neworzê de îşare bi serîrakirina li dijî xirabî, tîranî û mêtingeriyê tê kirin.

Di hejmara 1’ê Çileya 1978’an de jî ji bo Kawa Hesinkar tê gotin “Ew qehremenekî antî-emperyalîst e ku li beramberî Dehakên serdema me serî rakiriye.” Di hejmara 1’ê Çileya 1979’an jî Kawa wek Spartakûsê Kurdistanê pênase dibe. Li ser bangewaziya kovarê li Stenbolê 1500 Kurd ‘efsaneya berxwedana ku beriya 2589 salan qewimî’ cejn girtin. Di şahiyê de bi zimanê Kurdî û Tirkî helbest tê xwendin.

Elewî û Newroz

Elewî Newrozê hem wek sala nû û destpêka biharê hem jî roja jidayîkbûna Hz. Elî, roja zewaca bi Fatimeyê ango roja ku hezkirin û bextewerî geş bûye, pîroz dikin. Elewî her Newrozê serlêdana hev dikin. Êvarê jî ‘Cema Newrozê’ dikin.

Ji bo Newrozê wiha tê gotin: Tu bixêr hatî Newroza Siltan. Xonçe axê diqelişîne, şadî, hezkirin dibişkuve. Tu bixêr hatî Newroz. Bi hêviya ku Newroz bibe bereket, jibîrkirina kîn û nexweşiyan.

Newroz çawa jî were bidestgirtin û şîrovekirin di esas de serî netewandin li pêşberî zilma zaliman e.

Bi baweriya Elewiyan taybetiyên Newrozê wiha ne:

Çêkirina cîhanê vê rojê bidawî dibe. Xwedê cîhanê di şeva 21-22’ê Adarê roja ku şev û roj wekhev dibe, çêkiriye. Heriya Hz. Adem di Newrozê straye. Keştiya Hz. Nûh ji çiyayê Agirî dadikeve û roja Newroz li deşta Îdirê disekine. Roja jidayîkbûn, zewac, xelîfebûn û mirina Hz. Elî ye.

Mîtolojiyeke din a Newrozê

Padîşah Cem piştî hemû cîhanê digere, diçe Azerbaycanê û li wir textê xwe datîne. Ji cewahiran tac datîne serê xwe, cilên wî rengareng in. Her ku tîrejên rojê li wî dide bêtir dibiriqe. Ji wê rojê re dibêjin ‘Roja Nû’. Şîd ku di zimanê Pehlewî de tê wateya roniyê li ser navê Cem zêde dibe navê wî dibe Cemşîd.

Îcada Dewleta Tirk a Nevrûzê

Dewlet di sala 1985’an de li dijî Newrozê cejna Nevrûzê îlan kir. Tirkperwer Evdilqadir Çay di vê salê de di pirtûka bi navê Nevrûz/Cejna Ergenekonê, dibêje ku Nevrûz di bingeh de kevneşopiyeke Asya Navîn e. Bi nêrîna wî Tatar li dijî Moxolan dest bi şer dikin. Ji Moxolan hema bêje herkesî/ê dikujin. Tenê Kiyan û hevsera wî Nukuz direvin û diçin li cihekê ku dijmin wan nebîne xwe vedişêrin. Ji wir re jî Ergenekon dibêjin. Bi qasî 400 salan li wir dimînin, zêde dibin. Êdî cih teng dibe, neçarin rêyeke derketinê bibînin. Hemû Hesinkarên wan top dibin çiya kun dikin û derdikevin. Ew roj 21’ê Adarê ye. Agir vêdixin û wê rojê pîroz dikin.

Li gor tezên ku di pirtûkê de derbas dibe, dewleta Tirk a faşîst di sala 1991’an de giştînameyek belav kir. Li gor vê di hemû bajaran de ‘Nevrûz, Festîvala Ergenekona Tirk’ wê pîroz bibe. Piştre ‘Agirên fermî yên Nevrûzê’ hate vêxistin.  Bûrokratên sivîl û leşkerî agir pêxistin û xwe li ser avêtin. Evdilqadir Çay piştre efsaneya ‘Nevrûzê’ bi senteza Tirk-Îslamê ve zeliqand. Ji sala 1995’an pê ve ji hêla Serokatiya Karê Diyanetê li mizgeftan Xutbeya Nevrûzê hate xwendin. Li gor mentiqa dewleta Tirk Nevrûz tenê roja derketina ji Ergenekonê ye û wek cejna Tirkan tê bidestgirtin. Ew cejna ku beriya wê bi demekê bi tundî qedexe bû, bi yekcar bû cejna wan a milî.  

Newroza Azadiyê

Gelê Kurd û hemû gelên li herêmê, girêdayî jiyana xwe ya çandinî û heywandarî ku bi xwezayê re ji nêz ve têkil e, ji biharê re girîngiyeke taybet dane. Ji ber di wateyekê de piştî serma û seqema zivistanê, bihar geşî, livûtevger û coşê îfade dike. Lewma jî bihar û hatina biharê ango Newroz rojeke pîroz tê dîtin. Di kêleka vê de li beramberî zordestî û êrîşên ku bi ser gel de hatine kirin, hêzeke berxwedaniyê pêşketiye û Newroz di wateyekê de jî sembola berxwedan û têkoşanê ye. Çanda vejîn, berxwedan û azadiya gelê Kurd bi tevgera azadiya gelê Kurd re her ku çû geştir bû, bi awayê ku li hemû herêmê jî bandor kiriye. Di sala 1982’an li girtîgeha Amedê ji hêla Kawayê Hemdem Mezlûm Doxan ve agirê Newroza azadiyê hate vêxistin. Meşeleya wî hevala Zekiye, Bêrîvan-Ronahî, Rahşan û bi dehan lehengên din rakirin. Ji salên 1990’an pê ve jî Newroz wek roja serhildan û bilindkirina têkoşîna azadiyê heya roja îro tê pîrozkirin. Her sal gelê Kurd bêtir bi wate û naveroka vê rojê dihese û azweriya xwe ya jiyana wekhev, demokratîk û azad bi geşkirina agirê Newrozê berfirehtir dike.