Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Rayagiştî Re
Em pêşenga xeta azadiya jinê rêheval Viyan Soran, di 17’emîn salvegera şehadetê de û di şexsê wê de tevahî şehîdên li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bibîrtînin. 24 sale tekoşîna azadiyê ya li dijî komplo li ser hîmê bawerî, girêdan û xeta van şehîdên fedaî tê meşandin. Bi berxwedaneke dîrokî hesap ji hêzên komploger tê pirsîn.
Di 15’ Sibata 1999’an de Rêbertiya me bi komployekî navnetewî dîl hate girtin. Li hemberî vê komplo û bêbextiya mezin ya sedsalê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me pêkanîn bi sedan rêhevalên me bi rûhê fedaî û bi çalakiyên canbexşane bersivekî tûnd dan hêzên komploger. Heval Viyan Soran, bi seknekî bibiryar, bi helwest û berpirsyariya xwe ya demê di sala 2006’an de, li hemberî nûjenkirina komplo û êrîşên topyekûn yên li dijî tevgera me bi çalakiya xwe bersiv da hêzên komploger. Weke milîtaneke jin ya pêşeng, fermandar û rêveberiya partiya me pêvajo û xeteriyên li ser jiyana Rêber Apo di fikir û dilê xwe de ji kûr de hîs kir. Ji ber ku heval Viyan, di her kêliya jiyanê de bi Rêbertiyê re dijiya. Weke jineke Kurd ya ji Başûrê Kurdistanê evîna jiyaneke azad di xeta azadiya jinê ya Rêbertiyê de dît. Bi vê berpirsyariya dîrokî li dijî komplogeran sekinî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêbertiyê re nîşan da.
Komploya li dijî Rêbertiya me bi tecrîdekî giran a mutlaq re berdewam dike. Li hemberî plangeriyên nû yên siyaseta komplo û tecrîdê tevgera azadiya jin û gelê me bi pêşengtiya gerîla şerê azadiyê didin meşandin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînekî dijwar pêşdixînin. Li hemberî hemû êrîşan berxwedaniyekî bêhempa bi dayîna berdêlên giran berdewam dike. Tekoşîna azadiyê ya li dijî komplo bi rûhê Viyanan û bi sedan rêhevalên ku bi agirê bedena xwe li dora Rêbertiya me bûn xeleka ji agir di roja îro de li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê berdewam dike. Eger di roja îro de mirovahiya pêşverû û jinên cîhanê xwedî li Rêbertiya me derdikevin, ji bo azadiya wî tekoşînê didin meşandin ev bi saya nirxên şehîdên me ye. Bi saya paradîgma û xeta azadiya jinê ya Rêbertiya me ye. Rêheval Viyan Soran li ser vê xetê, bû milîtana pêşeng ya partiya me û paradîgma Rêbertiyê. Bi nêrîn, bi zeka û heskirina xwe ya jinê li ser paradîgma Rêber Apo kûr bû. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tekoşîna xwe ya azadiyê hûnand. Rêheval Viyan bi sekna xwe ya li hemberî komplogeran di dîroka tekoşîna azadiya jinê de bû pîvana girêdan û parastina xeta Rêber Apo.
Sekna rêheval Viyan, li hemberî hevkarî û xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşînê, xeta berxwedanê ye. Îro ev xet di serî de di jinên Başûrê Kurdistanê, ciwanên Başûr û tevahî Kurdistanê de bûye îradeya azad. Tekoşîna kadroya pêşeng a xeta azadiya jinê ya rêheval Viyan, îro li Başûr û li her derê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye berdewam dike. Sekna Berfînan, Delalan û Helmetan yên ku li ser xeta Viyanan berê xwe dan çiyayên Azad û li dijî dagirkeriya deweleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê, sekna bi rûmet ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Îsrara di nasname û hebûna azad di şexsê van gerîlayên qehreman de gihîştiye lûtkeyê.
Li ser vî esasî wê tekoşîna jin, ciwan û gelê me ya li dijî komplo, li dijî dagirkerî û hevkariyê di sala 25’emîn ya komployê de, bi rûhê Viyanan û bi hezaran şehîdên me yên bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê mîsoger bibe werê meşandin. Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê em ê li dijî komplo bi helwest û girêdana bi rêheval Viyan re tekoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî bîranîna şehîdên me, em carekî din bejna xwe ditewînin û soza me da ye şehîdan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê mîsoger bikin dubare dikin. Em wekî milîtanên Rêber Apo û rêhevalên Viyanan vê erkê ji bo xwe wekî erkekî dîrokî û deynê şehîdên xwe dibînin ku bînin cîh.
Koordinasyona PAJK