Ji Gelê Me Yê Welatparêz Û Raya Giştî A Demokratîk Re

0Shares

Em 74’emîn roja mîladî, rojbûna Rêberê me li jin, ciwan, gelê Kurd û mirovahiya azadîxwaz pîroz dikin. Di şexsê dayîka serhildêr a ku berhema çanda dayîka xwedawend bû, dayîka Uveyş de li tevahî dayîkên welatparêz û kedkar pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, ji bo jin û mirovahiyê dîrok, niha û pêşeroj e. Xwedî liderketina Rêbertiyê, xwedî derketina li dîrok, niha û pêşerojê ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vê berpirsyariyê di vê pêvajoyê de li jinan û tevahiya mirovahiyê, ji her demê zêdetir xwe ferz dike. Rojbûna Rêber Apo niha ye, niha jî teqez di azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re derbas dibe.

Rojbûna Rêberê me, di rûpelên dîroka mirovahiyê de destpêk û pêşveçûnekî nû ye. Ji bo tekoşîna azadiya jinê zayînekî vejînî ye. Ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest hêviya azadî û mîsogeriya serkeftinê ye. Paradîgma û xeta azadiya jinê tewriya vê projeyê ye. Pergala Modernîteya Demokratîk û konfederalîzma jinê şêwayê wê yê jiyanî ye. Rojbûna Rêber Apo ji bo jin, ciwan û gelan di vê girîngiya dîrokî û wateya mezin de ye.

Rêberê me ji bo nirxên mirovahiyê û dîroka wê ya berxwedanê, li ser xaka ku xwediyê para mezin ya vê çandê ye dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Rêber Apo, di her gavekî meşa azadiyê de gelekî, ji zanebûn û felsefeya hebûna xwe dûr ketiye rizgar kir. Li hemberî serdem û pergala Modernîteya Kapîtalîst derketina Rêber Apo, ji bo jinê, gelê Kurd û mirovahiyê derketinekî dîrokî bû. Li hemberî zihniyet û çanda mêrsalar, derketinekî zanistî, civakî, felsefîk û dayîktiye. Rêberê me, esasê fikra azad, jin û civaka azad li ser berhemên nirx û çanda dayîka bi bereket ava kir. Ji bo wê tekoşîna mezin pêşxist. Bingeha şoreşa mirovahiyê, tevgera sosyalîst û şoreşgerî bi pêşengiya jinê pêşî li Kurdistanê avêt. Lê îro, paradîgma jiyana azad û wekhev li ser xeta tekoşîna azadiya jinê, bîrdoziya rizgariyê û jineolojiyê li cîhanê ji bo jinan û mirovahiyê bûye çavkaniya hêvî û tekoşînê.

Rêber Apo bi kesayeta xwe ya dîrokî û Rêberane bi fedekariyekî mezin, bi sekna berxwedêr ya ku mînaka wê di dîrokê de çênebûye berpirsyariya tekoşîna azadiyê, li ser navê jin-civakê bi cih tîne. Rêberê me, bi vê berpirsyariyê li dijî hemû hêzên serdest ên cîhanî disekine. Hêzên hegemonîk ên cîhanî ev rastiya ku Rêbertiya me di kesayeta xwe de temsîl dike, li dijî berjewendiyên pergala serdest wekî xeterî dibînin. Ji ber vê tirsa xwe şerekî mezin li hemberî Rêbertiyê dimeşînin. Bi ketina 75’emîn a rojbûna Rêber Apo, ev şerê mezin bi awayekî herî dijwar li dijî Rêberê me berdewam dike. Di şexsê Rêbertiyê de jî li dijî jin û civakê bi awayekî faşîzane ev şer di asta lûtkeyê de didome.

Em wekî jin û gelê Kurd di sala 51’emîn a tekoşîna azadiyê de rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. Navenda tekoşîna me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ser vî esasî biryara me, girêdana me ya rast bi xeta Rêbertiyê re di serxistina tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re derbas dibe. Em bi van hestan û bi berpirsyariya dîrokî ya ku li pêşiya me jinê û gelan disekinê wateyê li rojbûna Rêber Apo bar dikin. Di serî de divê her jineke Kurd di vê demê de hemû hêza xwe û îradeya xwe ya tekoşînê seferberî vê berpisyariya dîrokî bike û ji bo azadiya Rêberê xwe em şev û roja xwe bidin tekoşînê. Em bi vê biryardariyê coşa rojbûna Rêberê xwe jiyan dikin. Em bi vê girêdanê û hevaltiya kûr a jinê bi Rêbertiyê re carekî din Rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û soza bilindkirina tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin.

Koordinasyona PAJK

Attachment