Bi nêzbûna salvegera komploya 15’î Sibatê dûh li dû cihan Meşên Dirêj, li Amedê mîtîngek girseyî, li bajarê Kiel yê Elmanya meşa protestoyî hebû. Di vê navberê de Meşa Dirêj ya li Elmanya jî sibê destpêdike.
Li Amedê mîtînga ji Rêber Apo re azadî pêkhat
Dûh mîtîngek li Amedê di bin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” pêkhat. Mîtîng bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Qada Îstasyonê bi navê “Ji bo aştiyê azadî” hate pêkanîn. Bi hezaran welatî li deverên cuda li hev civiyan û bi dirûşme û pankartên cuda heta qada mîtîngê meşiyan. Ji gelek bajarên Kurdistanê bi sedan welatî ji bo tevlî mîtîngê bibin berê xwe dabûn Amedê.
Li qada mîtîngê dirûşmeyên “Ji bo siberojeke azad çareseriya demokratîk”, “Rêya çareseriya demokratîk azadî ye”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Wêrekiya çareseriyê, ked ji bo azadiyê” û “Berxwedana jinê azadî ye” hatin daliqandin.
Heman demî di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de saziyên zimanê Kurdî û Dayikên Aştiyê bi kortejeke cuda ketin qadê mîtîngê û pankartên “Bila zimane Kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” û “Her dem Kurdkî her ca de Kurdkî” hilgirtin hewa. Girseya gel bi stranên Arbane û Kurdî meşiya û dirûşma “Be ziman jiyan nabe” berz kir.
Polîsan ji bo pankart nekevin qada mîtîngê gelek astengî derxistin lê ruxmê hemû astengiyan jî mîtîng bi pankartên xwe re bi awayek coş hate pêkanîn. Axaftvanan peyama “Em azadiya civakê û jinan di azadiya Abdullah Ocalan de dibînin” Dan.
Meşa Dirêj li Fransa îro 20 rojiya xwe de ye
Meşa Dirêş ya li Fransa jî îro di roja xwe ya 20’emîn de bi coşek mezin berdewam dike. Çalakvan meşa xwe îro li bajarê Reîms yê Fransayê berdewam dikin.
Dûh jî meşvanên Meşa Dirêj ku li bajarê Chaunyê pêkhat de banga tevlîbûna meş û mîtînga mezin a Strasbourgê kirin û gotin, “Werin em bi hev re 15’ê Sibatê veguherînin roja azadiyê.”
Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de dest pê kir, dûh li pêşiya şaredariya bajarê Chaunyê bi tevlîbûna malbatên Kurdistaniyan bi tevî zarokên xwe re bi coşeke mezin berdewam kir.
Çalakvanên ku pankarta “Ji Rêber Apo re Azadî” vekirin, bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana Tişrînê” meşiyan.
Meşa Dirêj li Elmanya Sibê destpê dike
Di vê navberê de Meşa Dirêj ya li Elmanya ber bi Strasbourg re destpêdike re tinê çend siet mane. Sibê Meş ji Heilbronnê destpê dike.
Komîteya Amadekar ya Meşa Dirêj îro bi daxwuyaniyekê agahî di derheqê çalakiyê de dan û bang li ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyê bibin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj ji bo çalakiya ku wê di çarçoveya “Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” di navbera 10-14’ê Sibatê de ji Heilbronn heta Strasbourgê bê lidarxistin bang kir. Di daxwuyaniyê de wiha hate gotin; “Têkoşîna li ser bingeha Pêngava Azadiyê hate meşandin bi pêşengiya ciwanan encamên gelekî cidî bi dest xist û gihîşt wê astê ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê bişikîne. Bêguman armanca esasî ya ciwanan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ê bi meşa azadiyê ya Rêber Apo re bibin yek û vê çalakiya xwe bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re bikin yek. Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an bi berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber Apo re pûç bû. Rêber Apo veguherî sembola hêviyên azadiyê. Em ciwan zanin ku azadiya Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo dibe. Em ê bi rastiya Rêbertî re bibin yek, bi ruhê gihandina li Kurdistana azad çalakiya xwe pêk bînin.”
Li gora agahiyên Komîteya Amadekar parvekiriye îro kombûna çalakvanan temam dibe û meş sibê li bajarê Heilbronnê li ber îstasyona navendî ya trenê destpêdike. Çalakî ji bajarê Ludwigsburg, Stuttgart, Offenburg û Freiburg derbas dibe. Ev çalakvan jî yê 15’î Sibatê çalakiya xwe li Strasbourgê bi encam bikin.
Meşa Dirêj li Bremen bo dû rojan pêkhat
Meşa dirêj ya bo 2 rojan li Elmanya pêkhat. Meşa Dirêj ji aliyê meclîsên Gel a Kurd ên Bremen û Oldenburgê li dijî Komploya Navneteweyî hatibû lidarxistin. Meclîsan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li dijî Komploya Navneteweyî meşa dirêj a ji bo du rojan pêkanîn. Meşê 7’ê Sibatê li Hudê Bahnhofê destpêkir û dûh bi encam bû. Meşvanên ku ji bo bîranîna şehîdên ku li dijî komployê bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” bedena xwe dan ber agir, deqîqeyek rêz girtin pankarta “Ji Rêber Apo re Azadî” vekirin. Meşvanan bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana QSD”, “Bijî Berxwedana Tişrînê” heta Delmenhorst Bahnhofê meşiyan.
Meşvan dûh di roja duyemîn ya çalakiya xwe de piştî ji Delmenhorstê heta Hauptbahnhofê meşiyan daxwuyaniyek dan. Çalakvanan binxêz kirin ku dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye û divê bê pêkanîn.
Li dijî komplo li Kielê meşa şermezarkirinê pêkhat
Bi wesîleya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li bajarê Elmanya Kielê dûh meşek hate lidarxistin. Di meşê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û daxuyaniyên piştgiriyê ya ji bo pêvajoya Rêber Apo pêş xistiye, hatin dayîn. Meş bi pêşengiya Defend Kurdistan, Meclîsa Jiyan a Jin û Meclîsa Gel a Kurd a Kielê hate lidarxistin.
Girse li Ettenhof Kauflandê li hev civiyan û piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest bi meşa xwe kirin. Çalakvanan di dema meşê de daxuyanî dan û diyarkirin ku ew dixwazin 15’ê Sibatê ku ji bo Kurdan rojeke reş e, bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re tacîdar bikin û wiha pêde çûn: “Ji ber ku azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Pêvajoya ku Rêbertiya me pêş xistiye, ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn hêvî ye. Ji ber vê yekê divê em hemû piştgiriya pêvajoya ku Rêbertiya me pêş xistiye bikin û ji bo bigihije serkeftinê her tiştê bikin.”
Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.
Meşa protestoyî nêzîkî 7 kîlometre dewam kir û bi daxwuyaniyên ku li Hauptbahnhofê hatin dayîn bi dawî bû.
Çavkanî: ANF