Jı Dîrokê Re Mîna Rojê Dıçırîsîne

0Shares

Nasnav: Ronahî Murat
Nav û Paşnav: Gülnaz Ekinci
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 12’ê Sibata 1984/Konya
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Cemil
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 2001/Konya
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13-15’ê Sibata 2012’an li Botan-Besta

Jı Bo Bîranîna Rêhevala Ronahî Murat (Gülnaz Ekinci)

Hevala Ronahî ya di sala 12’ê Sibata 1984’an de li Konyayê tê cîhanê, weke keça malbateke bi çar zarokan a welatparêz lêmezin dibe. Hevala Ronahî eslê xwe ji Mêrdînê ye û malbata wan ev nêzîkî nîv sedsale li Konyayê bicih bûne. Dema ku hevala Ronahî diçe gund, mîlîtanên PKK’ê dibîne, hîn di temenê xwe ya biçûk de ji gerîlayan bandor dibe. Hîn ji zarokatiya wê ve di nava têkiliyên xebatên welatparêzan de cih digire û di sala 2001’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe. Hevala Ronahî ku di demeke herî zor de tevlî nava refên PKK’ê dibe, bi rêzê ve li qadên mîna Xinêrê, Qendîl, Bendînan û Haftanînê xebatan dide meşandin. Herî dawiyê di sala 2008’an de derbasî herêma Botanê dibe û xebatên xwe li wir dide meşandin.

Hevalê Hakkâri di derbarê hevala Ronahî û Berfîna dibe keçmama wê ku piştre ew jî şehîd dikeve wiha dibêje; “Ji ber ku ez bi hevala Berfîn re mame, ez ê hevala Berfîn û hevala Ronahî bi hev re bigirim dest. Taybetmendiyên wan pir zêde ji hev ne dûr bûn. Mîna du aliyên sêvekê bûn. Di sekna wan a jiyanê de, tevlîbûn, daxwazên wan ên bi rengê jinê tevlî şoreşê kirin, vê yekê dida raberkirin. Hevala Berfîn li Zagrosê û hevala Ronahî jî li cihekî mîna Haftanînê mayîn jî vê yekê encama wan nedida guhertin. Ji ber xwendina li pergalê dayîne kirin, di mijarên fêmkirina Rêbertî û partiyê de li pêşiya pêşketina wan qet nebûbû asteng. Hewldanên wan ên di fêmkirin û derbaskirina jiyanê de pir li ber çavan bûn. A wan ne tevlîbûneke bi hestiyarî bû, bi zanistî bû. Di nava hewldanên şêwazê rêxistin dixwaze de bûn. Mîna hevala Bêrîtan, ji bona wan rêhevalên ku ji dîroka partiyê re bûyîne bingeh di wê astê de tevlî dibûn, wetaya hêza fêmkirinê esas digirtin. Bi qasî ku fêmdikirin, di asta herî jor de bi biryardarî pêkdianîn. Rexmê ku hevala Ronahî di destpêkê de baş Kurdî nedizanî, lê bi demê re hat wê asta ku wergerê jî bike xwe da pêşxistin. Em di sala 2008’an de, di heman grubê de derbasî qada Botanê bûn. Ew li gel rêveberiyê dima, xebata muhabereyê dikir. Ji ber ku ew li gel kesên herî bi erkdar bû, di qadê de kêm û kurtasiyên derdiketin holê, herî baş wê fêmdikir. Wê rewşê ji bona ku ew di demê pêş de bikaribe pêşengtiyê bike, avantajekî baş dida avakirin. Di rastiyê de hevala Ronahî di wateya jiyanî û rêxistinî de pêşentiyeke herî jor kiribû. Xwe gihandina di asta giyana gerîlatiya kevn a Botanê de, hevala Ronahî bû xwediya risteke girîng. Di vê wateyê de bandoreke mezin a Şehîd Nûda li ser wê hebû.

Di mercên zivistanê de kesek ji gel wan direve û bi wî awayî dijmin cihê wan nas dike. Ji ber ku derfetên wan ên guhertina cih çênabe, li cihên ku dimînin belav dibin û mewziyên xwe digirin. Di qadekî pir teng de, bi jimareke pir kêm ve li hember hezaran leşkerên dijmin dikevin nava şer. Li wêderê li hember dijmin di pêşengtiya hevala Ronahî de sekneke bêhempa tê raberkirin. Tevayî rêheval heta fîşeka xwe ya dawiyê şer dikin. Belgeyên rêxistinî ji bona ku nekevin di destên dijmin de dixin nava berfê de, da ku dema berf heliya hevalên wan werin û wan belgeyan bibînin. Ji bona ku ti tiştek nekeve di destên dijmin de ewlekariya xwe digirin. Heval, piştî ku îxanet çêbûye û pêde, di rastiyê de dihesibînin wê bûyereke wiha bê jiyankirin jî, ti tiştekî ku bikaribin bikin jî tine ye, li erdê bi metreyan berf heye, nikarin herin ti cihekî din. Heta kêliya herî dawiyê li ber xwe dayîn weke hilbijêrka herî dawiyê hildibijêrin. Bi rastî jî wan bi berxwedaniya xwe ve dîrok nivîsandin. Ew dîrokeke di bin pêşengtiya rêhavala Ronahî û rêhevalê Hamza de hatiye nivîsandin.”

Hevrêyên Wê Ya Têkoşînê

Attachment