Ji Derya Ya Dilê Me Re

0Shares

Em ji vê dûrketinê re ne amede bûn heval. Dil divê ku ji bo careke bi tenê be jî di kedraca wêneyên Xelîl Dag de careke dî tu li me bizîvirî û ew çavên te ji me re bêjin ku dîroka lehengiya vî welatî bi wêrekên mîna min hatiye heya roja îro.  Bêje; gava ku gundê min ji alî dagirkeran ve hat şewitandin û talankirin, hîna ez di nehsaliya xwe de li ser rêya koçberiyê di bin barê tûrikê doz û xeyalên xwe de rojek li vir û rojek li wir min buhurandibû.

Minê ti carî destûr nedabana ku ev çerx wiha bizîviriya û ya di dilê neyarên min de bi cî bihatiya. Bêje da ku gotin û kirinên te sîleykê şiyarbûna wijdanên kor be. Bêje ku hûn hêlîneke biçûk zêdeyî min dibînin, ez jî vê gerdûnê bi erd û asîmanê wê, ax, dar û lawirê wê bikim welatê evîna xwe. Bêje ku ti şewat, qirkirin û şerên we biqasî gotinên min bihêz nîn bûn û hemû fen, fût û derewên jiyana we biqasî dîmenên min rast nîn bûn. Bêje heval! Da ku bizanibin her beşişandineke te jî temînata aşîtiyê ye û ehda ku wê vê cîhana şer û mirinê bi aramiyê tacîdar bike. Bêje hêviya pêşeroja me. Bêje; we dît çawa we ez bi dergûşa min ve ji welatê min xirikandibû derxistin, lê dîsa jî ez bi dergûşa xwe li ser bi hezaran tiliyan û bi hezaran dila nêz li warê xwe vegeriyam. Bêje canê: çawa ku bi hezarê caran min meydan ji kêliyên mirinê re xwendiye, vê carê jî min mohra xwe li bin rastiya jiyanê da. De bese ji wer bê hişno … Yaku hûn jê bitirsin nexwerûbûna dilê minî zarokê û  çirûskên hêviyên di çavên min de ne. Ya ku hûn jê bitirsin hêviyên we yên kirêt û riziyayî ne û xeyalên we mîna tirbê tarî û mirî ne.

Hêdî hêdî tav ber û avabûnê diçû. Gelek dem derbas bû heya min cihekî ku sinyalê dikişîne dît. Çend caran min li telefona te xist bersiv nehat. Ne tenê bersiv nehat, girtiye jî. Gelo şer giran bûye ji ber wê çendê ti bersiv nadî. Ez di navbera xwe û nefsa xwe de hizirîm. Ez vê jî hizirîm ji bo niha ez li kêleka te bûma min çi û çi qurban nedikir li ser vê rê yê. Kurpe kurpa dilê min xurtir bû, ya rast min dît ez ji hevalê li kêleka te bipirsim bê ka çi heye û çima ti bersiva telefona min nadî. Di nava gotinên xwe yê destpêkê de min pirsa te kir. Gotin bi zorê ji devê hevalan derdiket û bi dudilî bersiva min didan, Denîz birîndare heval! Bi çi ya min re gotina ji bo her tiştî amade be dereng nema bû. Min ji ku dizanî ku di wê kêlîyê bi xwe de ti ber me ve ji zû de bi rê ketiye jî, ber çiyayê me, ber Qendîlê ve. Ber cihê ku pazdeh sala berî vê me hevdû li wir dîtibû, nas kiribû. Ew cihê ku cara yekê bi hev re me axa xwe ji xayînan paqij kiribû. Her û her mirov li destpêkên xwe vedigerin û kêliyên xwe yên berê bibîr tînin. Ji xwe ew kêlî ti carî li cem min kevin nebûbûn û wateya xwe winda nekiribûn. Berovajî ez xwe deyndarê naskirin û hevaltiya we ya wan rojan dibînim. Ne tenê deyndar, ez çi dilşadim ku ez bûm xwediyê rûmeta naskirina hevaleke mîna te.

Bi hev re yan jî dûrî hev li dû me pazdeh salê tijî ji temenê zarokatî û pijandinê maye. Destpêkê ji bîranîn, nivîs, wêne û dîmenê Xelîl Binefşa mezin. Ji heskirin û hesreta gêrîla û filmên Xelîl Sarya. Ji çûn û hatinê binefşa biçûk. Ji xwe Denîz me hev ji hev naskiribû. Her çar xuşk bi hev re li derûdora tekoşîna azadiya gelê Kurd civiyabûn. Her yek li cihên cuda û serpêhatiyên cewaz cih kirtibûn û canê xwe dabûn û bûbûn destaneke vejînê li çiyayên me. Denîza ku bi herdû xwîşkên xwe Binefşa mezin û Sarya re tevlî dibe, li çiya demekê li kêleka hevdû dimînin. Lê paşî dema ku ji hev vediqetin û Binefş û Sarya şehîd dikevin, veqetîneke wiha bi Denîz gelekî giran tê. Dibe ku heval û heskiriyên wê pir bûn, lê çawa ku ti hekirin û ti mirov şûna yên dî nagirin û ya her kesekî xwedî cihekî cuda û bi wate ye, heman tişt ji bo xwîşkên wê jî wiha bû. Dil dixwest ku xwîşkên xwe jî di nava rêza heskirî û hevalên xwe de bibîne. Ta ku Binefşa biçûk tevlî bû û kêm be jî û ne mîna cihên Binefşa mezin û Sarya be jî cihê xwe di nava rêza heskirina wê de girtibû. Û qey ne be hesretên wê pê sivik kiribûn .

Denîza ku êdî xeyalên wê di deryayekê de ne ma hildihatin li keştiya wê ber zeriyayên nû ve diherikî. Bi keştiya xeyalên xwe ve ber keşfariyên xetimî û nû Sarya bû. Temenê wê dîroka gelekî fêrî hinasa azadiyê bûye û beyî wê hedar nake. Denîz jî keça netew û welatekî wiha asîl bû. Lewra ked û fedekartî kiribû taca li ser serê jiyana xwe. Ji ber ku jiyan bi dayîna bedelên buha binirx e. Cihê jiyana dirêj û kin, yan jî temenê mezin û biçûk peyda nedibû. Lê belê cih dida nêzîkatiyên bi wate. Ketin û rabûnên wê, êş û şahiyên wê hostevantiyeke abidîn pêda bû qezenckirin. Lewra ti dilê ku fetih nekiribane bû û ti derdê ku çare nekiriba jî nebû. Ji xwe jiyan û hevaltî bi van rastiyan heye. Jiyana me jî bi heyîna hevalên mîna Denîz Firat heye.

Ne tenê pênûsa te, ne tenê kamêreya te û ne tenê tekoşîn û doza te, lê belê emê giyanê te jî mîna cêwiyê giyanê xwe di laşê xwe de bidin vejînkirin. Çawa ku  te bi dilşadî û dilmerdî tol ji êş û azara radikir, emê jî bi heman wateyê de tolê ji her tiştekî ku li hemberî xeyal û hêviyên te yên mirovan biderkevin rakin. Hêrsa veqetîna me ya ji te mezin e û êşa me kûr e, lê tola me wê bi qasî aşîtiyê xweşik û paqij be. Bi qasî bexçeyekî gula wê şîn û rengîn be. Bi qasî azadiyê jî wê birûmet û dijwar be.

Dersim Zêrevan