Ji Çapemenî Û Raya Giştî Ya Demokratîk Re

0Shares

Hevrê Leyla Sorxwîn bi sekna xwe nûneriya xeta serkeftinê kir

Şehadeta Endama me ya Meclîsa PAJK’ê, endama Konseya Fermandariya YJA Star-HPG hevrê Leyla Sorxwîn-Hamiyet Yalçinkaya Partiya me û gelê me gelek bandor kiriye. Di şexsê hevala Leyla de em şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji Partiya xwe, ji malbata wê û ji gelê xwe re dixwazin. Hevrê Leyla di Çileya 2023’an de li Bestayê li dijî operasyonên dijmin bi ruhê fedayî şer kir û şehîd bû. Jiyana wê ya gerîlatiyê ya 30 salan hunera ku jinek bi îrade û keda xwe, xwe ji nû ve ava bike. Ji Amedê di temenek pir ciwan berê xwe da çiyayên azad û ew bû qada wê ya ji nû ve jidayikbûnê. Em weke şopdarên fermandara me hevrê Leyla ku heskiriya azadiyê ye û ji bo hemû jinên têkoşer û ji bo me fêrker e, soz didin ku em ê layiqê bîranîna wê bin.

Hevrê Leyla di cewherî de dîtina Rêbertî weke tarzê jiyana îdeolojîk diyar kiribû û ev tişt hatin diyarkirin: Bû xwedî kesayetek ku bi tevlîbûna xwe ya cewherî ya dide dijîn û nirxan dijî. Bi sekna xwe ya fermandar û pêşeng nûneriya xeta serkeftinê kir. Bi zanista xwe, bi tena serê akademiya îdelojîk û leşkerî bû. Bi hêmanên azadiya jinê û bi bêhempabûna xwe ji nû ve avakirinê, li ser hemû hevrêyên xwe xwedî bandorek mezin, hezkirin û nirxan bû. Di têkoşîna me ya azadiyê de ji hêzên parastina gel re ku wezîfeyek jiyanî pêk tîne, fermandarî kir û wezîfeyên xwe yên demê bi serkeftî anî cih. Wezîfeyên navendî yê PAJK’ê hem di navenda Partiyê de û hem jî hemû qadên wezîfeyê yên ku berê xwe dayê, bi berpirsyariyek mezin anî cih û rastiya Rêbertî bi rengekî heqîqî jiya.

Bi hevrêyên xwe yên jin û mêr re ku weke mîlîtanên azadiyê sozdarê serkeftina her roja jiyana partiyê, kelecana tevlîbûnê, germahiya çalakiya destpêkê ne, zimanê veşartî yê hevdû naskirinê her tim jiya. Ji bo jiyana azad çi pêwîst bûya, ya herî baş kir. Heskiriya Botanê bû. Li ser parçeyekî xaka Botanê ku di têkoşîna gerîla de xwedî girîngiyek stratejîk e, azadî pêk anî. Weke fermandarek jin ku bi çanda Botanê re bûye yek, bi taybetmendiyên xwe yên gel û bi edalet di dilê gel de cihê xwe ava kir. Evîna têkoşînkirinê derbasî jinan kir. Weke Fermandara Qadê ya Botanê li dijî operasyonên cerdevan, sîxûr, tora mûhbîr û artêşa faşîst, bi pêngav û çalakiyên xwe li Kurdistanê faşîzm paş de bir. Bû zimanê rêxistinkirî yê civakê, bû îfadeya şênber a xeta rizgariyê. Heskirina wê ya ji jiyanê re û dilsozbûna wê ya bi azadiya jinê, hevrê Leyla di di têkoşîna gerîla sih û yek salan de kir xwedî jiyana mezin û çalakiyê. Bi taybetmendiyên xwe yên ku bi berxwedan, ked, fermandarî, biryardarî û baweriyê hatî avakirin Tevgera me ya Azadiyê ya Jinê û Kurdistanê her tim gihand nûbûnan. Bi xeta ku nûneriya îradeya azadiyê ya bi pêşengbûnê dibe fermandar û bi şerkirinê bedew dibe, Tevgera me ya Azadiyê ya Jin û Kurdistanê û têkoşîna me pir xurt kir. Rûmeta herî mezin e ku em hevrêyên kesayetên nirxên dîrokî ku şoreşa me ya jinê afirandiye ne û di bin fermandariya wan de têkoşîn kirin. Hingî ku pêşengên me yên jin ên bi heybet ku serê wan digihije stêrkan hebin, wê têkoşîna me ya li dijî faşîzmê, mejiyê mêr, desthilatdariyê, zayendparziyê mezin bibe û bidome. Her şehadetek soza me ya azadiyê ye.

Koordînasyona PAJK’ê

Attachment