Ji Bo Tevahî Jinên Cîhanê û Raya Giştî Ya Demokratîk

0Shares

Em fermana 73’an şermezar dikin, ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de dest pê kir û li Şengalê bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin dîlgirtin, bi sedan mirov hatin qetilkirin, destavêtin, destdirêjî û êşkenceya bi rêbazên cuda li hezaran jinên Êzidî hate kirin. Di şexsê Zekî Şengalî, Şehîd Bêrîvan, Şehîd Zerdeşt û Şehîd Nûjiyan de ku cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girtin û şehîd bûn, şehîdên Şengalê hemûyan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li jinan hemûyan dikin, ku ji bo ev roja qirkirinê li qada navneteweyî weke ‘roja qirkirinê û qirkirina jinê’ ya li dijî Kurdên Êzidî û jinên Êzidî bê qebûlkirin, têkoşînê mezin bikin.

Ji aliyê hemû hêzan ve tê destnîşankirin ku Şengal li Rojhilata navîn xwedî girîngiyeke jeopolîtîk e. Li Başûrê Kurdistanê mîna deriyekî li Mûsil û Kerkûkê, her wiha ji Hesekê dest pê dike û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vedibe. Şengal xeteke derbasbûnê ya girîng e ku ji Sûriyeyê digihêje Iraqê û sînorê Tirkiyeyê. Hêzên ku xwestine li Kurdistanê serdest be ji demên berê heta niha her tim hewl dane li Şengalê serdest bin. Jİ ber vê yekê Şengal herêmeke welê ye ku Osmaniyan gelek caran ji bo qirkirinê êriş birine ser. Her wiha yek ji wan herêman e ku gotina ‘ji bilî çiyê, dostekî me nîne’ ya Kurdan lê bi wate dibe, şênber dibe.

Di bingeha fermana 73’an de jî ji bo avakirina dewleta Îslamê ya Iraq-Şam ku xeyala mezin a DAÎŞ’ê bû, daxwaza ji bo serweriya li vê xeta derbasbûnê hebû. Li gel vê girîngiya cografîk a Şengalê, sedema bingehîn a êrişê jî ew bû ku xwestin, têkoşîna azadiya civakî ya Kurdistanê û têkoşîna azadiya jinê ya bi şoreşa Rojava re li bajar, gund, kolan û malan sazûmankar bû, asteng bikin. Serdest, bi taybetî jî dewleta Tirk rêxistinbûna azad a jinan, mêr, zarok, extiyar û ciwanan tehemûl nakin. Ev sefera ku ji bo fetisandina şoreşa Rojava dan destpêkirin, bi destê lehengên ku ji îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo bawer dikin hate têkbirin.

Di hedefa DAÎŞ’ê de dagirkrina vî war û dema ku ji aliyê her kesî ve weke war û dema Kurdan û jinan pênase dike hebû. DAÎŞ ku li pêş çavên cîhanê êriş birin ser vê civaka qedîm a ku bêxwedî, bêhêz dihate dîtin, bi hezaran jin revandin û dest avêtin wan. Jinên ku dîl girtin li bazarên koleyan firotin. Ya ku li wan bazaran firotin çarenûsa mirovahiyê ya dinyayê bû. Ji bo hest û nêrînên mirovahiyê dagir bikin ev êriş kirin.
Şengal tevî ku di çarçoveya xala 140’î de ye ku Iraqê û hikumeta federe hîn li ser li hev nekirine, herêmeke welê bû ku ji aliyê PDK’ê ve dihate birêvebirin. Piştî ku DAÎŞ’ê êriş kir, PDK a ku digot li herêmê serwer e di nava çend saetan de herêm terikand û civaka Êzidî di nava lepên DAÎŞ’ê de hişt.

Ji bo pêşîgirtina li qirkirina Êzidiyan û ji bo parastina cografya Kurdistanê, şervanên YPG û YPJ’ê yekser dest li qirkirinê werdan. Piştre jî bi pêşengiya 12 gerîlayên HPG û YJA Starê, Derwêş û Edûlan ji bo astengkirina fermanê ji çiyayên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Dîrok wê van jin û mêr ên ciwan ên leheng ên Kurdistanê ji bîr neke, her wiha wê yên ku diviyabû biparastina lê belê terikandin jî wê ji bîr neke.
Êrîşa 3’yê Tebaxê nîşanî civaka Êzîdî, jinên Kurd, civaka Kurdistanê û bi gerdûnî nîşanî hemû jinên cîhanê daye, em li kîjan cografyayê bijîn jî, em ji kîjan dîn, mezhep, reng, bi kîjan zimanî jî bin heke xweberevanî nebe, tundiya mêran tê serê mirov. Ev rastî ji bo jinên Kurd bêhtir kujer e. Ji ber ku dewleta Tirk tacîz û tecawiza li ser jinan weke rêbazeke şerê taybet bi kar tîne. Ji bo ku nasnameya me, taybetmendiya me ya qedîn û domanîbûnê ya herêmê tine bike, giyan, raman û xaka me bi dagirkeriyê re dixe eynî mêzînê. Di serî de xwerêveberî, xweberevanî, temsîliyeta wekhev ya ku li Kurdistanê dest pê dike nirxandinên me yên li ser ekolojî, aborî, perwerdehî, hiqûq-adalet, etîk û estetîk hegemonyaya navendî aciz dike.

Qadên ku hegemonyaya navendî dagir kirî di serî de em jin û gelê Kurd hewl didin ku dîsa bi dest civakê ve bînin. Hegemonyaya navendî bi destê rejîma AKP-MHP’ê li hemû xakên ku Kurd lê hene êrîşê tîne ser, qadên ku xwerêveberî lê heye bi taybet dike hedef. Şengal ji ber vê sedemê di hedefa rejîma AKP-MHP’ê de ye. Piştî Fermana 73’an ku me nehiştî bi ser bikeve dewleta Tirk 5 caran êrîşa hewayî aniye û gelê Şengalê kiriye hedef. Dewleta Tirk tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike xwestiye ku bi destê MÎT’ê û nokerên xwecih bi cih bîne. Beriya salvegera 3’yê Tebaxê Qirkirina Jinan bi çend rojan mayî, li paytexta Tirkiyê du xwîşkên ku DAÎŞ’ê li Şengalê êsîr hatibûn girtin, bi hewldana malbatên wan hatine dîtin. Malbatê, ji DAÎŞ’iyên li paytexta Enqerê bi pereyan zarokên xwe standine. Li gel ku ev têciirya koleyan, sûcê qirkirinê ye jî dewleta Tirk ti ciwabê nade vê rewşê, DAÎŞ’iyan diparêze. Gelê Şengalê, jinên Şengalê li bara vê rastiyê divê zêdetir rêxistinî bin û xweberevaniyê xurtir bikin.

Em Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê bang li hemû jinên cîhanê dikin, ji bo ku jinên ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve ji xak, çand, civaka xwe hatine qutkirin û li bazara koleyan hatine firotin dîsa li çand, xaka xwe vegerin destekê bidin têkoşîna wan, em bang dikin ku ji bo ku 3’yê Tebaxê weke qirkirina Êzidiyan û qirkirina jinan were qebûlkirin têbikoşin.
Em ji hemû hêzan ku qirkirina Êzîdiyan û qirkirina jinan irine hesab dipirsin. Em têkoşîna azadiyê û xweseriyê ya civak û jinên Êzîdî slav dikin. Em hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê ya Şengalê de cih ggirtine careke dî bi hurmet û minet bi bîr tînin, em dubare dikin ku em dilsozê wan in.

KOORDÎNASYONA PAJK’Ê

Attachment