Rêber Abdullah Ocalan ku bi şandeya DEM Partî re hevdîtin pêk anî, got: “Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî înîsiyatîf bigirin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîk bikin.”
Endamên şandeya DEM Partî Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder ku duh çûbûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, derbarê hevdîtinê da daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Me 28’ê Kanûna 2024’an li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfireh pêk anî.
Rewşa wî ya tendûristî baş e, morala wî pir bilind bû.
Nirxandinên ku derbarê peydakirina çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd de kirin, di asta jiyanî de bûn.
Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Di hevdîtinê de Birêz Ocalan li hemberî senaryoyên pêşerojek tarî yên tên ferzkirin, pêşniyarên pozîtîf pêşkêş kirine.
Çarçoveya raman û nêzîkahiyên wî bi giştî wekî ku li jêr hatiye nivîsandin e:
– Ji nûve bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan berpirsyariyek dîrokî û qasî wê ji bo tevahiya gelan jî girîngî û aciliyet diyarker qezenç kiriye.
– Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî, înîsiyatîf bigirin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîv bikin.
. Yek ji zemînên herî girîng ên vê tevkariyê bêguman Parlamentoya Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ye.
– Bûyerên li Xeza û Suriyeyê nîşan daye ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi ferzkirinên ji derve re hewl tê dayîn bibe kangren (xirab bûn, mirin), êdî hatiye rewşeke ku nayê taloqkirin. Bi vê cidiyetê, ji bo ku xebateke rast û hevseng bigihînin serkeftinê, tevkarî û pêşniyarên muxalefetê jî girîng in.
– Ez jî xwediyê wê hêz û biryardariyê me ku tevkariyek girîng a pozîtîf bidim paradigmaya nû ya ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan hêz daye.
– Şande wê vê nêzîkahiya min wê hem bi dewletê re hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di çarçoveya vana de, ez amade me ku gavên pêwîst ên pozîtîf bavêjim û banga bikim.
– Ev hewldanên me hemû, wê welat bigihîne asta ku heq dike û di heman demê de wê ji bo veguhertineke demokratîk bibe rênîşanek gelekî giranbûha.
– Ev dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”