Jibo Raya Gîşti Ya Demokratîk Jin Û Çapemenî Re

0Shares

Dîroka me ya azadiyê bi berdêl û lehengiyên gelekî mezin li dîrokê tê neqişandin. Jin ên şoreşger-milîtan ku bi biryardarî û armanca guhertina sîstem, civak û jiyanê, bi armanca azadiyê bi rê ketine, bêyî dudilî ji bo gel û paşerojê ber bi şehadetê ve dimeşin. Ev milîtantî ev e ku mohra xwe  deme  xistiye  dengê mîrova azad e. Di tevahiya dîrokê de hewl dayîna  tepisandina çanda dengê jine ye. Ev milîtantî tunekirina heqîqeta mîrovahî ye de ser xeta PKK û PAJK de xwe anîna ser ziman ê.

Em hevrêya ku di sedsala 21’an de rastiya mîlîtaniyê temsîl dikir û di refên herî pêş de tekoşîn rêve dibir heval Raperîn Amed birêzdarî, bihez kirin û biminet bibîrtînin. Di serî de malbata wê ji hemû jin  û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Wê bîranîn, rastiya tekoşîna hevrêya me Raperîn; di hemû çiyayên Kurdistanê de û li her devera ku gelê me dimîne, jiyan bike.

Hevrê Raperîn ji sala 1992’an û pê ve bû yek ji milîtanên Apoyî yên mînak li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Welatparêzî û kûrahiya hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê ji xaka xwe, ji kevneşopiya malbatê wergirtibû. Hevrêyeke me bû ku dilsoza koka xwe bû, hişmendiya xwe ya dîrokê xurt, hezkirina xwe ya li gel jî kûr bû. Ji Amedê ku lê dest bi gerîlatiyê kir heta bi sala 1996’an derbasî qada Rêbertî bibe, milîtaniya demên zehmet bi serketî bi cih anî. Piştî ku derbasî qada Rêbertî bû, hişmendiya xwe ya îdeolojîk û rêxistinî kûrtir bû. Rêber Apo ji bo taybetmendiyên pêşengiyê yên hevrê Raperîn, aliyên wê yên xurt bi pêş bibe û bike yek ji kadroyên pêşeng ên vê tevgerê bi taybetî pê re mijûl bû. Hevrê Raperîn her tim li ser bingeha soza ku dabû Rêbertî jiya û têkoşîna xwe jî her tim di asta pêşengiyê de meşand. Ji wezîfe û berpirsyariyên xwe ti carî tawîz neda. Bi kûrahiya li feraset û çanda partiyê, bi feraseta xwe ya xizmetê ya mezin, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar cewhera nasnameya Apoyî temsîl kir. Hevala Raperîn xwedî ruhekî azad bû. Li her qada ku lê dima serketin diafirand, komî ser hev dikir, rê dida ber û têkoşîn geş dikir. Lewma ji bo hevrêyên xwe her tim bû sparteyek, bû cihê baweriyê û çavkaniya hêviyê. Ti carî tawîz neda feraset û nêzîkatiyên li derveyî xeta Rêbertî. Têkoşîna xwe her tim tûj, îdeolojîk, hevgirtî û bi pîvan meşand.

Hevrêya me Raperîn yek ji milîtanên cewherî, xurt, bi îdîa û pêşeng a tevgera me ya jinê bû. Di mijara azadiya jinê de bi îdîa bû, di pêşvebirina têkoşîna jinê de keda xwe gelekî mezin bû. Li hemberî bêîradebûn, lawazî û bêçareseriyê timî bi hêrs bû, ji bo îradeya jinê bi pêş ve biçe bi hemû hêza xwe têkoşiya. Bi vê sekna xwe, bi qasî karên jinê di têkoşîna me ya giştî de jî bi erk û berpirsyarî rabû, temsîliyeta jinê bi rengê herî xurt kir. Weke endama Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL salên dûr û dirêj pêşengî ji avabûna sîstema konfederal demokratîk re kir. Ji bo civak azad bibe û bibe xwedî sîstemeke demokratîk, yek ji wan hevrêyan bû ku gelekî ked da. Heta dema ku şehîd bikeve, ji bo vê wezîfeya xwe bi cih bîne li ser karê xwe bû. Sala 2022’an di encama êrîşên rejîma faşîst a Tirk ku dijminê gelê Kurd û jinê ye, şehîd bû. Partiya me ya azadiya jinê PAJK wê hevrê Raperîn ti carî ji bîr neke ku kesayeta şoreşger, kedkar, bi ruhê azad û esîl bû. Hevrêya me Raperîn wê ji bo me bibe hincet ku têkoşîna xwe geş bikin û hesab ji dijmin bipirsin.

Tevgera me biryareke însanî û exlaqî da û di demeke ewçend giran de ku felaketeke mezin a erdhejê bi serê gelên me ve hat, çalakî rawestand. Lê belê dewleta Tirk a qirker li her qadê êrîşan dewam dike, hîn jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Li her devera ku gelê me lê ye û têdikoşe komkujiyan dike. Êrîşên li ser Başûr, Şengalê û Rojava, tevî ku di bin enqazeke mezin de maye jî dewam dike, dixwaze biryara tevgera me ya rawestandina çalakiyan ji bo xwe bike firsendek.

Dewleta Tirk a faşîst beriya her tiştî êrîşî milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiya jinê dike, hewl dide ku bi rêbazên herî hovane û tirsnak şerê azadiyê yê jinê bitepisîne. Hêzên navneteweyî li şûna ku dewleta Tirk ji ber van êrîşan darizîne û mehkûm bikin, di mijara tasfiyekirina xeta me ya partiyê û îmhakirina şoreşgerên pêşeng de heta dawiyê piştgiriyê didin dewleta Tirk, rê li ber vedikin. Bi vî rengî dixwazin ku nehêlin ev serdem bibe serdema azadiyê ya jinê, nehêlin ku şoreşa bi pêşengiya jinê bi ser bikeve. Lê belê divê were zanîn ku jin wê ji têkoşînê venegerin. Li dijî şaristaniya serweriyê wê bi şoreşa jinê azadiyê afirîne. Weke PAJK’ê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, li hemberî sîstema kapîtalîst, desthilatdariya bi serweriya mêr û zilma mêr em ê têkoşînê dewam bikin. Em ê tola hevrê Raperîn û hemû hevrêyên şehîd bûne hilînin.

Heta ku jin azad bibin, serweriya mêr û her cûre rêxistiniyên wê yên faşîst hilweşin, ev têkoşîn wê dewam bike. Serketin a me ye. Em bang li jinan û gelê xwe dikin ku li ser rêya şehîdan têkoşîna jiyana azad xurt bikin, hesab ji faşîzmê bixwazin û têkoşîna azadiya jinê ya ber bi azadiyê ve dimeşe mezin bikin.

Koordinasyona PAJK’ê

Attachment