Ji Bo Raya Giştî Û Gelê Me

0Shares

Şoreşger, Qehreman û Fedaiyên serdemê yên Şerê Gel ê Şoreşgerî, milîtanên Apo’yî, gerîlayên PKK’yî û PAJK’ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst û qirker şerê rûmeta mirovahiyê, şerê mîsogerkirina serkeftina gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşînin. Em di şexsê 17 hevrê, milîtan û berxwedêrên çiyayên serhildêr yên Zap, Avaşîn û Metînayê de tevahî şehîdên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê ku bi vînekî ji polayê li ber xwe didin, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînin. Em bi hêrs û tola her fedaiyekî Apo’yî yên di çeperên berxwedanê de li pêşiya celadên gelê Kurd bedena xwe dikin mertal û rê nadin dagikeran, hêrsa xwe li hemberî faşîzma dewleta Tirk ya qirker carekî din tînin ziman. Soza bilindkirina tekoşînê û pêkanîna xeyalên şehîdên azadiyê nû dikin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker di şerê ku şeş mehe didomê de tu rêzik û zagonên şer nas nake. Rêbazên herî qirêj yên şerê taybet, kiryarên dermirovî û bê exlaqî di şexsê gerîla de li hemberî jinên Kurd, gel, ciwan û tevgera me bi giştî di şerê dijwar ya şeş mehan de xistiye meriyetê. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya qirker û artêşa wê ya çetewarî ev du sale bi fermana Erdoganê Kîmyesal li hemberî gerîlayên azadiyê çekên Kîmyesal û textîk nûkler bi kartîne. Bi ragihandina şehadeta 17 rêhevalên me yên ji ber çekên kîmyewî şehîd bûne re êdî rûpoşa rûyê qirêj yê deweleta Tirk a kujer, qirker û hevkarên wê hatiye xwarê. Desthilata AKP-MHP’ê li hemberî gerîlayên ku li ser Apo’yî li ber xwe didin, li hemberî Zîlanên serdemê Sara û Rukenan êdî heta qirika xwe ketiye nava çiravê. Li hemberî vîna gerîlayan, îradeya wan şikestiye ji ber wê bi êrîşên herî hovane ser gerîla de diçe. Bikaranîna çekên kîmyewî û textîk nûkler êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst êdî rûyê wê yê herî eşkere ye.

Li hemberî sucên dewleta Tirk yên ku li dijî ewladên gelê Kurd, di serî de hikûmeta faşîst ya AKP-MHP’ê, hevkarê wê yê nûker PDK’ê û hêzên NATO berpirsyar in. Saziyên Navnetewî bi bê helwestiya xwe şirîkahiya dewleta Tirk dikin. Di şerê şeş mehan de gelek caran bikaranîna çekên kîmyawî û textîk nûkler bi belgeyan ji raya giştî re hate ragihandin. Bang li saziyên navnetewî hate kirin ku van sûcên şer yên dewleta Tirk lêkolîn bikin. Hin hewldan pêşketibin jî, lê heya niha bi tu awayî li hemberî sûcên dewleta Tirk helwestekî zelal ya saziyên navnetewî ku qaşo mafê mirovan diparêzin pêşneketiye. Ev hem cesaret da dewleta Tirk û hem jî tê maneya li hemberî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî û textîk nûkler rewa dîtinê.

PDK’ê bi hevkariya xwe bi her awayî rê ji dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker re vedike. Ji pêkanîna pêdiviyên lojîstîkê bigre heta çêkirina çeper û rêyan hevkariya xwe eşkere kiriye. Bi asteng kirina maskeyên li dijî Kîmyesalê bi awayekî vekirî rê li ber şehadeta gelek gerîlayan vekiriye. Rayedarên dewleta Tirk ji vê hevkariya PDK’ê cesaretê digrin û li navenda Hewlêrê fermana kuştin û cinayetên Kurdan didin. Divê gelê Kurd PDK’ê wekî “Partiya Ku Nayê Xwestin” di nav netewa Kurd de îlan bike û ji bo wê çalakiyên protestoyî û helwestekî tundtir li hemberî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk pêşbixîne.

Di dîroka şerê azadiyê yê li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker de di tu demê de çekên kîmyewî ewqasî bi awayekî pergalî nehatine bikaranîn. Lê di demên borî de jî dewleta Tirk a qirker gelek caran çekên qedexekirî bikaranîn. Ji ber ku dîroka dewleta Tirk, bi temamî dîrokekî ya sûcên şer, kuştin û qirkeriyê ye. Di vê şerê şeş mehan de ku bê navber berdewame carekî din rûreşiya dewleta Tirk û dijminahiya wê ya li hemberî gelê Kurd û tevahî gelên herêmê hatiye eşkerekirin.

Dewleta Tirk bi van kiryarên xweyî dermirovî dixweze vîna jin, ciwan û gelê Kurd bişkîne. Îradeya tekoşînê, hêza Bawerî, moral, û helwesta tolhildanê di gelê me de bişkîne. Lê ciwan, jin û gelê me siyaseta qirker ya dewleta Tirk û kiryarên wê baş dizanin. Di şoreşa azadiya Kurdistanê de rastiya her şehîdekî veguheriye bilindkirina tekoşînê û pêşxistina berxwedanê. Heqîqeta Fermandarên demê Helbest Koçerîn, Baz Mordem û 15 lehengên azadiyê ji bo milîtanên Apo’yî, jin, ciwan û gelê me fermana bilindkirina tekoşîn û pêşxistina berxwedanê ye.

Li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a qirker û faşîst wateya gotinê nemaye. Divê tevahî sazî û rêxsitinên Kurd daxûyanî û bertekên heyî têrker nebînin. Hemû hêza xwe ji bo çalakiyên aktîv seferber bikin. Bi çekên kîmyewî û textîk nûkler ne tenê gerîlayên azadiyê hatine şehrîkirin, di şexsê wan de wîjdan, exlaq, siyaset û jiyan hatiye jehrîkirin. Divê gelê me yê li Başûr, Bakûr û dervayî welat bi hemû hebûna xwe rabe ser piyan. Di serî de jin û ciwanên Başûrê Kurdistanê bi îrade û helwesta Delal Şoreş (Peyam Abdullah) li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr bibin xwedî helwestekî şoreşgerane û çalakiyan li darbixin. Divê heta ku ji xwînxaran hesap werê xwestin gelê me, jin û ciwanên Kurd bi helwestekî tund, li gorî rûhê demê û pêvajoya awerte her derê veguherînin qadên çalakiyan. Bi biryardariya rûhê Egîd û Zîlanên serdemê helwesta xwe li dijî vê hovîtiya ku di tu dema dîrokê de nehatiye jiyan kirin raber bikin. bi pêşxistina çalakiyên bi bandor bersivekî tund û dersekî dîrokî bidin dewleta Tirk ya faşîst, qirker û hevkarên wê.

Li ser vî bingehî em carekî din bi heskirin, bi rêz û minetdarî 17 hevrê û tekoşînvanên di şerê serkeftinê de heta hinaseya xwe ya dawî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê bibîrtînin. Biryardariya xwe ya mezinkirina tekoşînê û mîsogeriya şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li hemberî rastiya şehîdan tînin ziman. Em dibêjin wê bi berxwedana gerîla, serkeftin û bi tekoşîna jin, ciwan û gelê me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez mîsoger bibe.

 Koordînasyona PAJK’ê