Ji Bo Raya Demokratîk Û Çapemeniyê

0Shares

Rêhevalên me yên ku di oxira azadiya jin û gelê me de bedelên mezin dane û di têkoşîna me ya bêhempa de hertim di pêşde bûne, bi fedaiyane tevlê bûne, li hember êrişên mêtîngerê faşîst heya dawî bi berxwedanî, şer kirine û riya zaferê ronî kirine.

Endama Meclîsa PAJK’ê rêhevala me Zîlan ev ala têkoşînê ya bi rûmet rakiriye, di 17’e Hezîranê de dema li ser erka xwe bû li qadên Parastina Medya di encamê êrişên hewayî yên dewleta Tirk ya faşîst de şehîd ketiye. Em di şexsê rêhevala xwe Zîlan de û tevahî rêhevalên me yên ku di şerê qirkirinê de binketinên mezin li artêşa Tirk dane jiyan kirin û şehîd ketine bi minnet û rêzdarî bibîrtînin. Em sersaxî ji malbata xwe ya hêja Hezer, gelê xwe û tevahî rêhevalên xwe re dixwazin.

Weke Tevgera Azadiya Jina Kurd em dibêjin, emê teqez ji dewleta Tirk ya faşîst a qirker û nûker-ajanên ku di vê êrişê de rol leystine hesap bixwazin, tola rêhevala xwe rabikin. Wê dîrok her tim şahidiyê ji têkoşîna mirovên ku di oxira jiyanek bi rûmet de berxwe didin û şer dikin bike. Jinên ku vê têkoşînê di lûtkeyê de di meşînin, şoreşgerên bi rûmet yên mezin ên ku di oxira azadiya gelan de şer dikin, wê hertim bibin îradeya me ya ku rêya jiyana azad ronî dikin, wê berdewama hişê me, hişmendiyê me û wîjdanê me bin.

Rêhevala me Bêrîvan Zîlan, di têkoşîna demdirêj yê şoreşgertiyê de, tevahî kêliyên wê nefes nefes jiyan kiriye, zehmetiyên wê yên mezin bi serbilindî derbas kiriye, yekem heycan û xweşikbûyîna gerîllatiya jin û partîbûyîna jin jiyan kiriye, di pêşketina Tevgera Azadiya Jin de rola pêşengtiyê leystiye û bûye xwedî tevlêbûyînekê millîtan. Weke rêveberiya Tevgera me ya jin serkeftinê di tevahî erkên xwe yên şoreşgerî de bicîh kiriye û ji bo vê kedekê bêeman daye. Bi girêdanbûyînek kûr yê bi Rêber APO re her tim berê xwe da qadên herê çetîn. Li hember desthilatdariya zilam, paşverûtiyê bûye aqlê jina azad. Bi eşq PAJK bûyîn û PKK bûyînê hemêz kiriye. Bi xeta milîtantiya partî, di têkoşîna gerîllatî de fermandar, di têkoşîna civakî de pêşeng û çalakvan bû.

Rêheval Bêrîvan di sala 1976’an de li navçeya bajarê Wanê Ercîşê dayîk dibe. Di malbatekê welatparêz yê ku komkujiya Geliyê Zîlan jiyan kiriye û vê yekê qet jibîr ne kiriye, rûye dewleta Tirk ya kujer naskiriye û di hefizeya xwe de bicîh kiriye û wisa mezin bûye. Rêheval Bêrîvan ji zarokatiya xwe de bi çîrokên komkujiya Geliyê Zîlan mezin bûye, weke tevahî zarokên Kurdistanê di temenekê biçûk de êşên ku li tevahî welatê wê cîh bûye nas dike û di temenek biçûk de di bije. Zanistiya kur ya welatparêztiyê bi nasnameya azadiya jinê re bitûnî dike di jiyana têkoşîna azadiya gelê Kurd de hertim bûye xwedî seknekê yê bibiryar.

Bi girêdanbûyîna xwe ya bi gelê xwe re, ax û dîroka xwe re li hember dijmin hestên tolgirtin û hirsa xwe veguherand têkoşînek bê navber. Dizanî ku li hember zilmê serî tewandin bê nasnamebûyîne û bê rûmetbûyîne. Dizanî ku pêwîst bi vê dijminê re rûberî hevbên, hesap were xwastin û bi vê awayî dîroka mêtîngerî were mehkûm kirin. Bi vê zanistî û hêstan re di temenek ciwantî de berê xwe da çiyayên Serhet yên berxwedêr, asî pêşengtî ji gelek raperîn û îsyanan re kiriye û di sala 1991’an de tevlê têkoşîna azadiyê yê ku wê tevahî emrê xwe di navde derbas kiriba bû.

Ji dijmin re înat bû gerîllayek ku temsîltiya îrade û rûmetê dike û tolgirtinê vedigûhere zanebûyînê. Ew dixwast bibe kesekê çêker yê ku dîroka komkujiyê vediguherîne û dîroka Kurdistanê yê azad û rûmetbûyînê. Bi vê îdeayê beşdarî tevahî qadên têkoşînê bû. Qandî heycana avakirina dîroka azadiyê, bi zanistiya berpirsiyartiya radike û tevahî kêliyan bi têkoşînekê mezin pêşwazî kir. Tevlêbûyîna pêşengtiya millîtantiyê ya dayî raber kirin hişt ku di nava hevalên wê de bal were kêşandin. Di qada Rêber APO de perwerde ji Rêber APO dît, zanistiya xwe, îradeya xwe û kesayetiya xwe kir mîna pola. Ji felsefeya jiyana azad a Rêber APO, perspektîfa şoreşê û pêşxistina nasnameya jina azad pir bawer kir û bi hezkirineke mezin têkoşiya.

Di salên xwe yên ku nava şoreşê de derbas kir li hemû qadan şer kir, têkoşîn û pêşengtî kir. Pêvajoyên pêşketina tekoşîna azadiya jin yekser jiyan kir, ruh, hişmendî û keda xwe li vê dîroka agir zêde kir. Ji Serhedê heta Zagrosan, li herçar parçeyên Kurdistanê û li Ermenîstanê ku gelê me yê ku rastî qirkirin û sirgûnê hatiye di gelek qadan de, li ser bingeha xeta Partiyê têkoşîn meşandiye. Weke milîtaneke jin di her qadê ku tê de cîh digirt rola xwe ya pêşengtiyê leystiye. Ji bo pêkanîna xeta PKK’ê û PAJK’ê û ji bo pêkanîna jiyanek bi rûmet û azad her kêliya xwe diyarî têkoşînê kir. Rêheval Bêrîvan Zîlan her tim têkoşereke bi biryar, çalakvan û jineke şoreşger bû ku her tim dizanîbû di refên herî pêş de cih bigire. Hestê berpirsiyartiya wê pir bilind bû, bi tevahî hebûna xwe parastina xeta APOYÎ û xwe di serkeftina pêywîrên şoreşgertî de asî kiribû. Di çiyayên azad de bû fermandara jin a bi hêz, di nava gel de bû nûnera bîrdoziya azadiya jinê û pêşenga gelan. Di dilê rêhevalên xwe û yê gel de cihekî xwe yê nayê jibîrkirin girtiye.

Di salên têkoşîna dîrokî de ku di azadiya jinê de gavên mezin di hatin avêtin, di nava vê pratîkê de, nava şer û têkoşîna wê ya mezin de cihê xwe girt. Rêhevala ku di pêvajoyên pêşketina artêşa jin û xeta azadiya jinê de ked daye û li dijî desthilatdarî û paşverûtiya zilam têkoşîn meşandiye. Girêdana wê ya bi jinan re, hezkirina wê û keda wê ya ji bo azadiya jinê pir bû. Tevahî qadên ku lê bû, li dijî pergala zilam a serdest û rastiya wî bûye xwedî tekoşînek bi hêz û radîkal. Ew milîtanekî pêşeng bû ku bi cesaret û îradeya xwe, bi kesayeta xwe ya li hemberî dijwariyan, bi kesayeta xwe ya serhildêr û azad ji nû de nivîsandina dîroka azadiyê de roleke girîng leystiye û milîtanek pêşeng bû. Bi hişmendî û zanistiya ku, rêya milîtaniya azadiyê ya rast PAJK û partîbûna jinê ye, xwe fedayê azadî û rêxistinbûyîna jinê kiriye. Yek ji wan hevalan bû ku berdêla wê çi dibe bila bibe, nirx û xeta partiyê di parast, bê ku çavên xwe jêre bigre serde diçû, dudiliyek biçûk jî jiyan nedikir. Di xebatên PAJK yê perwerdeyî ya ji bo zanistî, azadî û pêşengtiya jin xebat dihat meşandin bi salan ked raber kir û rolek mezin leystiye. Bi berpirsiyartiyek mezin erkên girîng yên partiya me ya PAJK’ê, aniye cîh.

Rêheval Bêrîvan di salên têkoşînê yên dem dirêj û dijwar ên 31 salan de her roj bi biryardarî û hirsekê mezintir têkoşiya. Ji bo tola Geliyê Zîlan, Agirî, Dêrsim, Koçgirî, Şengal, Roboskî û Efrînê were hilanîn, li ser xeta Zîlanê gelek şer kir û têkoşîneke mezin da meşandin.

Dewleta Tirk a faşîst-qirker bi desteka hêzên NATO’yê û bi bikaranîna hêzên hevkar, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, jinan û Tevgera Azadiya Jinan ya ku ji vê re pêşengtiyê dike tasfiye bike, bi binpêkirina peymanên navneteweyî, bi rêbazên herî hovane ku çekên kîmyewî jî di nav de ye komkujiyan pêk tîne. Jinên şoreşger û şervanên azadiya Kurdistanê bi giştî dibin hedef û qirkirin li ser jinan û gelê Kurd tê ferzkirin.

Îro li Zap, Zagros, Metîna û li çiyayên Bakurê Kurdistanê bi şerê bêeman yê ku tê meşandin re û bi bedelên mezin komkujiyên ku ji gelê Kurd re rewa tê dîtin hesap jê tê xwastin, rejîma faşîst li Kurdistanê dikeve goristanê de. Divê were zanîn ku bi têkoşîna gelê Kurd a bi pêşengiya jinan wê xeta îxanetê ya PDK’ê têk biçe, dewleta dîktator Erdogan berdêla hemû sûcên xwe bide û rejîma faşîst a Tirk têkçûneke dîrokî bibîne. Têkoşîna me ya destanî wê bi zafera gelê me û bi azadiya jinan tacîdar bibe.

Em rêheval Bêrîvan Zîlan û şehîdên berxwedana xwe ya bêhempa ti carî ji bîr nakin. Ew ê her tim di têkoşîna me de bijîn. EW nirxên azadiyê yên ku bûne malê dîrok û mirovahiyê. EW banga serhildana li dijî zilmê, têkbirina xiyanet û şerê qirkirinê ne. Ew sonda me ya azadiyê ya bi Rêber APO re ne. Li ser şopa şehîdên xwe yên mezin em ê bi parastina nirxên afirandî û xeta fedayîtiyê têkoşîna xwe bilind bikin û ji rejîma faşîst a Tirk û hemû hevkarên wê hesab bipirsin. Serkeftin û azadî wê ya gelê me û jinan be.

Bijî Serok APO

Şehîd Namirin

Bijî Berxwedana Gerîlla

Koordînasyona PAJK’ê

Attachment