Em kêliyên dîrokî jiyan dikin. Li çar aliyê welat, li her derê ku gelê me û dostên xwe lê hene guh û çavên xwe vegerandine girava Îmraliyê û bi kelecanî van kêliyên bi dîrokî dişopînin. Ev kêliyên dîrokî ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo û naskirina hebûna Kurd dike navenda armanca xwe kêlî bi kêlî bi têkoşînek bêhempa tê hûnandin û her roja tê bi xwe re pêşketinên dîrokî tîne. Îro hevdîtina seyemîn ya Heyeta Îmrali bi Rêber Apo û girtiyên li giravê pêk tê. Di kêleka siyaseta înkar û îmhayê ku tê domandin têkoşîna bo çareserî û derbaskirina siyaseta ku Kurd înkar dike û bi vê re jî pirsgirêkên giran afirandiye bi coş û enerjiyek muazzam berdewam dike. Rêber Apo bo çareseriya van pirsgirêkan bi israr e û ber bi serkeftina têkoşîna gelan ve gavên dîrokî diavêje.
Ji sietên sibehê ve Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku vê carê ji 7 kesan pêk tê gihêşte Girava Îmraliyê û dest bi hevdîtinan kiriye. Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê îro ji Ahmet Turk, Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tên.
Gel û dostên me li benda peyamê ne
Dûh heyeta Îmraliyê eşkere kiribû ku yê di demjimêr pêncan de peyama Rêber Apo bi awayek fermî ragihînin. Bi hêvî û daxwaza ku ev peyam bi awayek dîmenkî û yekser ji aliyê Rêber Apo ve were kirin berê gelê me li wan kêliyan e. Bi bêrî kirin, hesretekî mezin amadekariyên çalakiyên girseyî yê kombûn û bi hevre şopandina van kêliyên dîrokî li çar aliyê welat û li derveyî welat têne kirin. Mirov dikare pir rihet bibîne ku dilê milyonan bo Rêber Apo lê dide û her kêliya derbas dibe lêdana dil bi kelecan û coşek tamxweş mezin û geştir dibe.
Li gora agahiyên dawî yên heyeta Îmraliyê dûh dayî yê peyam li ser ekrana mezin yêkser ji aliyê Rêber Apo bi xwe ve were parve kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev demek e rayedarên dewleta Tirk bo asteng kirina peyama dîmenkî rojevê digûhertin lê belê ne têkoşîna azadiyê, ne gel û dostan vê nêzîkatiyê qebûl nekirin û yêkser ji Rêber Apo bi dîmenkî peyam girtinê de israr kirin û têkoşîna xwe xurtir kirin. Hêjan hinek derdor agahiyên ku yê peyam dîmenkî nebe belav bikin jî şertê tevgera azadiyê, gel û dostan nebe nabe ye.
Di van kêliyan ji Amedê heya Silêmaniyê, ji Şengal heya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, Ji Pêncewîn heya Qamişlo û bi sedan bajar û bajarokan ber bi cihên diyarkirî gel diherike û kom dibin.
Tê payîn ku daxwuyanî îro li Stenbolê di demjimêr 17:00’de pêkbîne û ev kêlî yê bi milyonan li ber ekranên televîzyonan bê şopandin.