Ji Bo Jiyaneke Bi Jina Azad Re Hîn Zêde Têkoşîn

0Shares

Zelal EDESSA

Em cardin ketin rojeke din ê 8’ê Adarê, ev roj ji bo jinan xwedî wateyeke girîng e, lê belê em dibînîn ku bi rojekê tenê jiyan bi gîştî rizgar nabe. Dema ku em li pirsgirêkên ku jin bi awayekî giştî jiyandikin mêze dikin, em vê rastiyê êdî baştir dibînin. Li cihê ku jin tê de her roj rû bi rû yî kuştin, tacîz, tecawiz û tundiyê be, gelo mirov dikare bêje ku jiyan li wir heye? Wê demê him jin, him jî zilam pêwîste çi bikin? Bi taybet jî ew zilamê ku ji rewşa ku îro jin tê de ye berpirsiyare, êdî pêwîste ji bo ev rewş bê guhertin hinek tiştan bike û bikeve nava lêgerînan. Ji bo bi jinê re jiyaneke azad û bi wate bê jiyîn çi pêwîste bê kirin? Jiyanek wiha wê di jîyana civakê de çawa pêşbikeve? Em çawa vê pirsgirêkê bigrin dest? Pêwîste bersivên van pirsan werin dayîn.

Ji rewşa heyî tê fêmkirin ku ji pirsgirêkê re nêzîkatiyeke seqet heye, ji ber ku em dibînin pirsgirêk her ku diçe rewşeke kur û daîmî digire. Sedema herî bingêhîn ya pirsgirêkê ewe ku dîyardeya jin ne fêmkirin e, di  nav jiyanê de nirxê wê nezanîn û mafên wê nedayîn e.

Dema îro em li jiyana civakê dinêrin tiştê ku tê li pêşberî me karekterê modernîteya desthilatdar a paşverû ye. Moderîntêya Kapîtalîst jiyan bi gîştî kiriye bin bandora xwe, yanî ev pergal ji bo çanda xwe bi bandor bike her di nava hevildanekê de ye. Jiyana bi wate ku bi jinê re berê dihat jiyîn ji rê derxistiye, aniye astekî herî ketî, herî bê wate û rewşeke ne li gorî nirxên civakê yê exlaqî çêbûye.  Ev rewş bi taybet di bajarên mezin û yên tên naskirin de hîne kurtir tê jiyan kirin. Li wan deran bandora pençeşêrê ya bajarvanîtiyê (kanseroljî) li ser têkîliyê civakê gihîştiye asta herî bilind û xwe bera nava hemû şaneyên wê dayî. Sedema vê moderniteya ku hemû nirxên civakê yê exlaqî binpêkiriye û tunekiriye, û pirojeyên despot ku di vê çarçoveyê de li pêşxistiye. Her wiha misyona ku fereseta despot ya bazirgan, diz û yekdest ji jinê re dayî ye. Ji ber ku di tu demên dîrokê de, jin evqas ji her alî ve ji ling heta serî nehatiye metakirin. Bi vê ecêbê çi di asta herî biçûk de (malbet) çi di asta herî mezin de bi gîştî di dewletê de, weke koleyekî pergalê yê erzan, weke makîneyeke zarokanînê, weke metayeke seksê nehatiye bikaranîn û dîtin. Bi tunebûna jinê re civakê jî tînin asta tunebûnê.  Jiyaneke bê jin naye hizirîn, lê belê jiyana ku bi kuştina her jinekê re tê kuştin jî mirov naxwaze bibîne. Her roja ku diçe windabûna wate û qirbûna civakê de kêlî bi kêlî di kesayeta jinên ku tên kuştin û qirkirin de tê jiyîn û hîne kûrtir dibe. Pergal, zayendparêziya civakî bi zanebûn pêşdixe. Di serî de çapemenî bi riya bernameyên zewacê, bi riya rêzefîlman, kilîpan…hwd re vê yekê kûr dike û qirkirinê bi zanebûn pêşdixe. Pergal bi vê riyê dixwaze berteka jinê û hestên wê yên têkoşînê lewaz bike û têk bibe û bi qasî wê jî hewl dide ku zilamtiyê gur û har bike. Ji bo vê yekê pergalên desthiladar ji dîrokê û heta roja me ya îro her dem feraseta kuştina jinên ku têkoşîna bîrdozî û siyasî li beramberî qerekterê wan ê destpot dimeşînin li gel wan di meriyetê de ye û herdemî ye. Bi taybet jî, pergal  jinên şoreşger ên ku azadiya tevahiya jinan ji bo xwe esas digirin û têkoşîna îdeolojîk dimeşînin ji bo xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Polîtikaya pergalê yê bingehîn ku li beramberî jinên ku têkoşîna wekheviyê di her firsendeke siyasî, civakî de dimeşînin, bêtehemûlî û bi komplo kuştin e. Roza Luxsemburg, Olmpe De Gues, û hevala Sakîne Cansiz(Sara), Fîdan, Leyla yên ku -tevî ku di dem û mekanên cuda û ji gelên cuda ne- lê ji bo heman armancê ji bo têkoşîna rizgarkirina jinê misyonên dîrokî dane ser milên xwe, çima hatin qetilkirin. Ev ji bilî feraseta pênc hezar salî ya zilamtî tu tiştek din nîşan nade, heman zihniyet li ku dibe bila bibe bi tu awayî qet firsendê nade pêşketina azadiya jinê. Ji ber ku pergal bi tu awayî jina ku serî radike qebûlnake. Siyaseta pergalê ya ku hewil dide jina ku bi pergalê re bûye yek û entegreyî pergalê bûye avabike ji bo vê yekê ye.

Ji bo mirov vê rastiyê bibîne û bikeve ferqa wê na de temaşekirina nûçeyên di derbarê jinan de bes e. Weke qirkirina civakî, bi şêwazekî din li ser netewa jinê tê pêkanîn. Ji ber wê jî her roj di qanalên TV de em rastî komkûjiyên jinan tên. Çapemeniyê jî dikin hevkarê wê komkujiye. Şêwazê nûçedana bûyeran ango zimanê wê zimanekî têşvîqkarê heman tiştiye. Weke ku ji zilaman re vê peyamê bide “binêrin ye ku di hundirê wî de meylê kuştînê heye ne tenê hûn in, her kes jina xwe, evîndara xwe, keça xwe dikuje, bi gûrkirina meyla şidetê ya di hûndirê zilaman de pêşwaziyê ji wehşetên nû re amede dikin. Ji ber ku her roj bi dehan jin tên qetilkirin û qatîlên wan an serbest tên berdan an jî ji wan re cezayeke kêm tê dayîn.  Rewşa ku jin jiyan dike bi gîştî di tevahiya cîhanê de bi vî rengiye. Kuştina jinan, tacîz, tecavuz û tundiya ku li dijî jinan tê kirin asayî tê dîtin.

Ev nêrîna Rêber APO rewşa îro jin jiyan dikin îfade dike “Vaye li ser jinan qirkirineke çandî tê meşandin. Jin tenê weke amûreke cinseltiyê û berdewamkirina zuriyetê tê dîtin, her wiha nirxê we tenê weke artêşa karkerên bi nûçeyên erzan hene. Ji hêza xwe ya cewherî ku pê bikaribe xwe di warê fîzîkî, exlaqî û wate de biparêze mehrûm hatiye hiştin.” Ji bo vê yekê her roj jinên ku ji ber hovîtî û çewisandina zilaman direvin ji aliyê bav,bira, mêr û evîndarê xwe… di encam de ji aliyê zilamekî ve li ber deriyê malê, di nava kolanan de, di malê de bi kêran û guleyan tê kuştin. Di dinyaya zilaman de wateya jiyanê ji bo jinê ev e. Her roj mirin, komkujî, tundî, tecawiz, tacîz û zilim e. Cînayetên ku li dijî jinan tên kirin li ser hev bi dehan caran di sergoterê nûçeyan de tên dayîn. Cinayetên bi tirs ên ku em di fîlman de temaşe dikin di jiyana civakê de pêk tên û dizîvirin rastiyê. Yê ku dibe bi serê ew jinên ku hêza wan nîne ku xwe ji pença mirinê xelas bikin de dibe. Di aliyê din de reklama ku çapemenî dike jî di çarçoveya jin çawa weke mal tê firotin û çawa şerefa wê bi erdê re dibe yek de ye. Mediya bi riya dayîna encamên anketa ku dide xuyakirin ka bê çend hezar jin xwestine di malên giştî de bi sîgorta kar bikin, hewil dide vê bêşerefiyê bi civakê bidin qebûlkirin. Qaşo gava dixwazê bide nişandan bê çiqas bi pirsgirêkên jinan re eleqeder dibin û çareser dikin, lê belê ev bê exlaqtiye û civakê pê dixapînin. Ev pirsgirêk ji alîyê dewletê ve bi zanebûn bê bersiv tê hîştin. Ev rewşeke ku bi zanebûn tê pêşxistine. Ji ber ku ji bo sistemê xwîna taze kûrkirina zayendparêziya civakiye û qirkirina jinê ye.

Ji bo vê yekê têkoşîna rizgariyê ji bo jin û civakê pir girînge. Di hemû jinan de lêgera azadiyê û bertek li beramberî pergala zilam pêşketiye. Lê belê ev têkoşîna jinan ya li hemberî pergalê ji hevdû qut e, yanî yekîtiyeke têkoşînê hê jî bi awayekî giştî çênebûye. Li hemberî sîstema zilama desthilatdar rexistineke ku jinan bi hêz bike û keda wan bike yek pêwîste pêşbikeve. Ji dîrokê heta roja me ya îro pergalê beriya her tiştî jin ji aliyê mejî û ruh ve dîl girtiye û pişt re li dijî wê komkujî û qirkirina fîzîkî pêkaniye. Ji ber wê jî pêwîste jin di serî de di aliyê hizirî de xwe li pêşbixe û li beramberî zihniyeta zilamê despot têkoşîna xwe ya bîrdozî, rêxistinî mezinbike. Pirojeya Rêber APO ya ji bo azadiya jinê û azadiya civakê gerdûniye, Ji ber wê jî girîng e. Bîrdoziya Rizgariya Jinê ji bo gîştî jinan hatiye pêşxistin. Ji bo jina Kurd bûye şanseke mezin, ji bo jinên cîhanê jî deriyê hêviyeke mezin ya azadiyê vekiriye. Jinên Kurd bi rêxistinên xwe yên cewherî ku di aliyê bîrdozî, siyasî, lêşkergerî, civakî de li pêşxistine, ji bo Kurdan deriyê ji bo bi jinan re jiyaneke bi wate û azad bijîn vekirine.

Îro şoreşa Kurdan a azadî û rizgariyê bi pêşengîtiya jinan mezin bûye. Ji ber wê Rêber APO lêgerînên feraseta xwe ya jiyana bi jina azad re daîmî kiriye. Herî dawî di Manifestoya Civaka Demokratîk de ji bo azadiya jinê projeyên nû pêşxistiye. Li şûna “femînîzmê” têgeha “jineolojî” (zanista jinê) baştir armanca me îfade û pêşwazî dike. Rastiyên ku jineolojî derxîne holê; bawer dikim wê ne kêmî teolojiyê, askatolojiyê, polîtîkalojiyê, pedegojiyê… û gelek beşên din ê sosyolojiyê bin. Bê guman jin, di xwezaya civakî de him di aliyê fîzîk de, him jî di aliyê wate de beşa herî berfireh pêk tîne. Wê demê ev beşa girîng ya “xwezaya civakî” çima nabe mijara zanistê?

Rêber APO bi wê xebata xwe dixwaze ji pirsgirêka jin û civakê re ya ku her roj kûr dibe re çareserî bîne. Girînge ku hemû jinên ku daxwaza wan a azadiyê û rizgariyê heye li ser bingehê vê felsefê bikevin rê û têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe pêşbixin. Heger jin di dirêjahiya demên şaristaniya dewletî de di têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî pergalê de bi serneketine, sedema wê rast netehlîlkirina wan ya pirsgirêkê ji aliyê zihniyetê de ye.  Ji ber wê jî felsefa Rêber APO ya azadiya ji bo giştî jinên cîhanê nirxekî dîrokî ye.

Ji bo jinan qezençkirina rojekî bi bedelên mezin bûye. Ev rastî aşkereye ku azadî ji bo jinê ne hêsane û hêsan jî nabe. Ji dîrokê jî em derdixin ku azadî bi tekoşînê hatiye qezençkirin. Tu serdestî heta niha azadî diyarî koleyekî nekiriye. Pêwîste tevahî jin bi vê zanebûnê tekoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku tu tiştê ku jin bi bilindkirina têkoşîna xwe ya azadiyê windabike nîne. Encamê ku jin ji têkoşîna xwe ya li beramberî qirkirina fîzîkî, rûhî û zihnî qezencbike azadiye. Jin pêwîstiya azadiyê ji kûrahiya dilê xwe his dikin. Ji ber wê jî li hemberî pergalê di asta cîhanê de bertekên wan pir xurt e. Lê bele mirov dikare bêje ku ji hemû deman zêdetir pêdivî bi têkoşîn û rêxistinbûyîna jinê di asta gerdûnî de heye. Divê hemû jin bi vê rastiyê bang û qîr bikin û têkoşîneke xurt raber bikin.

Jina ku xwe zane, birêxistin û têkoşîn dike jina bi hêz e, jina nêzîkî azadîyê ye.

Jiyana Azad bi Jina Azad re Gengaze!