15’ê Tebaxê ji bo pêkanîna jiyana azad a gelê Kurdistan û daxwazên wan, têkoşînekî şoreşgerî ye. Fîşeka yekem a bi Fermandariya hevrê Egîd a 15’ê Tebaxê hate avêtin, fîşekeke îdolojîk a di aliyê dîroka sermayedaran de hatiye avêtin ku nikarin daxwazên xwe pêk bînin. Gavekî ku aîdê xwe û bi biryar e.
Sala 1980’ê li Rojhilata Navîn pêvajoyeke welê bû ku mudaxeleyî gelek rejîman hate kirin. Modernîteya kapitalîst di rewşa heyî de kes tayînî rêveberên netew-dewletan kirin, di pêvajoyeke welê de ku waliyên mêtînger hatin erkdarkirin ku vîna gel teslîm bigirin, Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Rêber Apo bi avêtina gavên mezin, hem desthilata navendî û hem jî dîsa bi mudaxleyên li ser hêzên ku bi wan re bikeve nava hevkariyê da bawerkirin ku dîrok dikare bê guherandin. Rêber Apo û koma ciwanan a li dora wî hatî rêxistinkirin ku meşa Azadiyê ya mezin a li Kurdistanê dayî destpêkirin, di aliyê serweran de, bi direwên ku çend ciwanin ji bo wan 72 saet hatibûn diyarkirin. Bi guleyên ku li Şemzînan û Dihê hatin teqandin, di aliyê gelê Kurdistanê de serîrakirineke mezin a destpêka daxwazan bû. Li dijî şerê tinekirin û helandinê yê dewleta Tirk ku bi hevkariya navendîbûna hegomoniyayê, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê dayî destpêkirin, îro li kolanên Rojhilata Navîn belavî her derê cîhanêbûye. Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û fîşeka yekem a 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurdistanê bû wesîleya jiyaneke nû. Şerê heyî ya Rêbertiya me, ne tenê weke şerekî berxwedanê ya bi çek, vê gihande astekî hê zêdetir, li dijî hegonomiya navendî li ser rastiyeke îdeolojîk a nû pêşxistiye. Bi îdeolojiya jina azad, ekolojîk û demokratîk, ji bo gelê ku dixwazin teslîm bigirin, da nîşandan ku rêyeke din heye ku jin û civak xwe bi rêxistin bikin. Niha ev rêya azadiyê, ne tenê pirsa hebûnê ya ji bo Kurdan, heman demê çareseriya azadiyê ji bo şerê mezhebî, ol, zayendî û miletgerî ya rojane şerê hev dikin jî peyda kiriye.
Aktorê mezin ê bi pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket û di şerê parastinê de pêşketin anî gerîla ye. Di dîrokê de gelek hêzên gerîla hatin avakirin, hê hinek negihiştin armancên xwe hatin tesfiyekirin. Hinek hêz jî gihiştin armancên xwe û piştre hatin guhertin. Têkoşîna azadiyê ya gerîlayên Azadiya Kurd bi rê ve dibin, ji nava guherînên mezin ên civakî derket holê. Di serî de îdeolojiya Azadiya Jinê tê. Bi vê îdeolojiyê jiyana jinê ji lepên mêrê zordar derxist, jin kiriye xwedî vîn, jin kiriye ya xwe. Belkî serketina herî mezin a civakî ya Kurdistanê ku gerîlayên PKK/PAJK’ê bidest xistî, rêya serketina vîna azadiyê ya jinê nîşandabe ye.
Em Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK) şehîdên berxwedana 15’ê Tebaxê ya bi pêngava 15’ê Tebaxê avakirin û heta roja îro domandin, dîsa şehîdên demên cihê, Erdal Sîncar, Zekî Şengalî, Atakan Marhîr, ên di 15’ê Tebaxê de şehîd bûbûn, her wiha Besê Anuş, Azîme Demîrtaş, Sûltan Yavûz, Hanim Yaver Kaya, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Nûda Karker, Şîlan Kobanê, Viyan Soran, Çîçek Kiçî, Delal Amed, Sorxwîn Dersim, Çîçek Kûrtalan, Şevîn Bîngol, Zîn Avesta û bi hezaran hevrêyên xwe yên ji pêngava 15’ê Tebaxê heta îro di nava şerê xweparastinê de cih girtin û şehîd bûne bi rêzdarî û minet bibîr tînin.
Di şexsê hevrêyên xwe Esmer, Nûcan û Rustem ên li Heftanînê li dijî dijminê ku dixwaze vîna jiyana azad a gelê me bişkînin berxwedanekî mezin kirin de, gerîlayên Kurdistanê yên leheng silav dikin. Em ê ala berxwedana di şexsê Egîd (Mahsûm Korkmaz) de li Dihê-Şemzînan pêş ketî û li hemû çiyayên Kurdistanê li ba dibe, li Heftanînê jî tevî hemû êrîşên dijmin jî hê bi coştir li ba bikin.
KOORDÎNASYONA PAJK’Ê