Endamên Kampanyaya Peace in Kurdistan a li Îngilistanê, ji bo azadiya Rêber Apo ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) Xavier Bettel re name nivîsandin. Ji Îngilistan û deverên cuda yên cîhanê 66 kesên ku ji akademîsyen, parlamenter, hiqûqnas, nivîskar, aktîvîstên mafên mirovan, karmend, dijberên şer, sendîkavan û endamên Kamaraya Lordan pêk tên, di nameyê de civîna Komîteya Wezîran a di 17-19’ê Îlonê de bi bîr xistin.
Di nameyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve, di bin tecrîdê de tê ragirtin û wiha hate gotin: “15’ê Sibata 2025’an wê bibe salvegera 26’an a revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji wê demê ve li girtîgeha li Girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê ragirtin. Serdanên ji aliyê malbat û parêzerên wî ve hatine kirin, bi temamî girêdayî polîtîkayên keyfî yên hikûmeta Tirk pêk hatin.”
Di nameyê de biryara DMME’yê ya 2024’an a têkildarî Rêber Apo û biryara Komîteya Wezîran a di civîna 17-19’ê Îlona 2024’an de, hate bibîrxistin û wiha hate gotin:
“Di sala 2024’an de DMME’yê biryar da ku cezayê muebeda girankirî ya li Birêz Ocalan hatî birîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike. Dadgehê pêşniyar kir ku Tirkiye qanûnên xwe biguherîne û bike ku mehkûm zanibin ku dawiya dawî dikarin bêne berdan û ev yek jî weke Mafê Hêviyê tê pênasekirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 17-19’ê Îlonê de zext li Tirkiyeyê kir ku li gorî qurala 2014’an a PMME’yê gavên lezgîn bavêje. Komîteyê hişyarî da ku eger heta 20’ê Îlonê ti pêşketin çênebe, wê amadekirina pêşnûme biryara navberê binirxîne.”
Di nameyê de îşaret bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk ne tenê li Bakur, li Başûr û Rojava jî êrîşan pêk tîne, van deveran îstila û dagir dike û ev yek jî pirsgirêka Kurd navneteweyî dike.
Di nameyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Ji 10’ê Cotmeha 2023’yan û vir ve, li Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê bi milyonan kes ji bo bal bikişînin ser rewşa Birêz Ocalan û rêya ji bo aştiyê, beşdarî kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bûn. Nabe ku mirov girîngiya siyasî ya Birêz Ocalan a ji bo şerê Tirk-Kurd, ji nedîtî ve were. Artêşa Tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê dike, van deran îstila û dagir dike. Lewma çareseriya şerê Tirk-Kurd dibe ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn. Ku vî şerî sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye.
Ji xeynî 69 xelatgirên Nobelê, li seranserî cîhanê 1.500 parêzer, sendîka, tevgerên civakî, partiyên siyasî, rayedarên hilbijartî, hunermend, rewşenbîr, aktîvîst û bi milyonan Kurd û piştevanên wan, ji gelek civakên din mirovan ji bo bi dawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan û azadiya wî, bang li Konseya Ewropayê û Serokkomarê Tirkiyeyê kirin. Her wiha ji bo berdana wî, gelek torên navneteweyî hatin avakirin û ev hewldan îro jî dewam dikin.”
‘Komîteya Wezîran, Divê Helwesta Proaktîf Raber Bike’
Di dewama nameya ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Xavier Bettel re hatî nivîsandin de, ev tişt hatin diyarkirin: “Ji ber zexta Konseya Ewropa û rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî yên gerdûnî, şandeyên siyasî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana Birêz Ocalan kirin. Dibe ku ev pêşketineke erênî be. Lê belê hîna hin qanûn û peymanên mafên mirovan tên binpêkirin û Birêz Ocalan girtiyekî siyasî ye. Rewşa ku rêvediçe nîşan dide ku rêveberî û hikûmeta Tirk çiqas kêm li aşitiyê bawer dikin; gotina Nelson Mandela ya ‘tenê mirovek azad dikare muzakere bike’ jî di vê çarçoveyê de dikarin bigirin dest. Êdî dem hatiye ku komîteya wezîran di çarçoveya pêşketinên heyî de ji bo çareseriya vê pirsgirêkê helwestekê bi çalak raber bike. Birêz Ocalan, tevî ku derfetên wekhev nînin jî, anî ziman ku ew aştiyê dixwaz e. Divê destûr were dayîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re bikare hevdîtîn bike. Di encamê de divê ji bo ji pirsgirêka Kurd a ku dehan sal in didome, çareseriyek demokratîk pêş bixe û di vê de rol bilîze serbest were berdan.
Êdî wezîfeya Komîteya Wezîran e ku pirsgirêka Kurd bi aştiyane çareser bike û ji bo berdana Birêz Ocalan gavên hiqûqî yên şênber, dîplomatîk û siyasî bavêje.”
Navê Kesên Îmzeya Xwe Li Nameyê Xistine Wiha Ne:
John Austin (parlamenterê berê)
Mike Arnott (Serokê Komîteya Yekitiya Bazirganiya Îskoç (STUC)
Starch Green’den Christine Blower, Kamarayê Lordan a berê, GS NUT
Prof Bill Bowring, Birkbeck College, Zanîngeha Londonê, Komaleya Hiqûqnasên Sosyalîst a Haldane
Jonathan Bloch (Karmend û nivîskar)
Mickey Brady (Parlamenterê Sinn Fein)
Noam Chomsky (Zimanzan, dîroknas, filozof)
Maggie Cook (Çalakgera Jin a UNISON’ê)
Dr. Mary Davis, Royal Holloway, Li zanîngeha Londonê Profesorê Mêvan û Nivîskar
Lord Dholakia OBE DL, Kamarayê Lordan a Îngilîstanê
Liz Davies KC, Parêzer, Nivîskar û Çalakger
Penelope Dimond (Aktor û Nivîskar)
Simon Dubbins (Dîrektorê Navnetewî ya UNITE)
Dr. Radha D’Souza (Nivîskar, Profesora Xebatên Pevçûnê, Zanîngeha Westminsterê)
Desmond Fernandes (Nivîskar)
Russell Fraser (Parêzer, Garden Court Chambers, London)
Lindsey German (Avakarê Koalîsyona Sekinandina Şer (STWC)
Dr. Michael Gunter (Sekreterê Giştî, Komîsyona Sîvîl a Tirkiyê û YE (EUTCC)
Dr. Arsalan Ghani (Lêkolînêr, Hilbirîna Navnetewî, Beşa Endezyarî, (IFM) Cambridge Üniversitesi)
Rahila Gupta (Rojnamevan û Nivîskar)
Chris Hazzard (Parlamenterê Sinn Fein’ê)
Nick Hildyard (Nivîskar, Şewirmendê Polîtîkayê)
Dafydd Iwan (Serokê berê ya Plaid Cymru)
George Katsiaficas (Nivîskar û Dîrokzanê Yewnan û Emerikî)
Ögmundur Jónasson (Sendîkavan û Siyasetmedara Îzlandî)
James Kelman (Nivîskarê Romanê Xwediyê Xelata Bookerê, Îskoçya)
Barones Helena Kennedy KC (Kamarayê Lordan)
Jean Lambert (Parlamenterê berê ya AP)
Dr. Jennifer Langer (Dîrektor, Company Nivîskarên Sirgun)
Alexandra Lort Phillips (Çêker, Yard Heads Company)
Nasrin Parvaz (Helbestvan û Nivîskar Îranî)
Dr. Les Levidow (Open University UK û çalakgerê siyasî)
Gawain Little (Sekreterê Giştî ya GFTU)
Elfyn Llwyd (Galli Parêzer û Siyasetmedar)
John McDonnell (Parlamenter)
Chris Law (Parlamenterê Îskoçî SNP Dundee West)
Alastair Lyon (Parêzer BernbergPierceSolicitors)
Mike Mansfield KC (Parêzer)
David Morgan (Rojnamevan, Nivîskar û Komaleya Dîroka Sosyalîst)
Conor Murphy (Parlamenterê Sinn Fein)
Dr. Thomas Jeffrey Miley (Li Zanîngeha Cambridge Erkdarê Fêrkirinê ya Civaknasiyê)
Dr. Jessica Ayesha (Li Zanîngeha Northey Coventry Profesora Lêkolînê)
Richard Norton-Taylor (Dahûrinêrê Ewlekarî û Parastinê)
Kate Osamor (Parlamenter)
Margaret Owen OBE (Avakar û Rêveberiya bi Riya Demokrasiyê ji bo Aşitiyê Dullarê)
Ali Gûl Ozbek (Endamê berê ya Meclîsê û Şaredarê Haringeyê, London)
Gareth Peirce (Parêzer, BirnbergPierceSolicitors)
Dr. Felix Padel (antropolog, Nivîskar)
Maxine Peake (aktor, nivîskar, çalakger)
Dr. Thomas Phillips (Zanîngeha Liverpool John Moores)
Mahmoud Patel (Li Afrîkayê Başûr Serokê Koma Çalakiyê ya Mafê Mirovan a Kurd (KHRAG), Hiqûqnas û Akademîsyên)
Louise Regan (Berpirsê Rêveberiya Netewî ya Sendîkayê Netewî ya Perwerdeyê (NEU)
Dr. Thomas Schmidt (ELDH Ewrûpa)
Bert Schouwenburg (Şewîrmendê Sendîkayên Navnetewî)
Roza Salih (Siyasetmedara Îskoçî)
Tony Simpson (Vakfê Aşitiyê ya Bertrand Russell)
Stephen Smellie (UNISON, Rayedarê Yekitiyê Sendîkayên Îskoçî)
Erkdarê Îrtîbatê Li Kurdistanê Sendîkayê Aşitiyê;
Jonathan Steele (Rojnamevan)
Chris Stephens (Parlamenterê SNP a Îskoçî)
Gianni Tognoni (Sekreterê Dadgeha Gel a Daîmî, Îtalya)
Dr Federico Venturini (Lêkolînerê Alîkar, Zanîngeha Udine, Îtalya)
Dr. Tom Wakeford (Xwendekarê Zanista Civakî, Navenda Arkeolojî, û Avê, Zanîngeha Coventry)
Dr. Derek Wall (Goldsmith Smith College, Zanîngeha Londonê û Nivîskar)
Julie Ward (Parlamentera berê ya AP)
Frances Webber (Nivîskar, Parêzer û Alîkara Berê Enstituya Tekiliyên Irkî)
Hywel Williams (Parlamenter û Siyasetmederê Gallî)
Çavkanî; ANF