Ji Bo Afirînerên Jiyanê
Bihar bû, dema ku we hêviyên xwe dihûnandin û hûn diketin fikaran û we digot; em ê nehêlin ev bihar bê reng û bê bêhn bibore û em ê hêviyên zarok û dayîkan lê biçînin û em ê nehêlin ewrên tarî li ser welatê me de bibarin û em ê ti caran cih nedin qijikên bêbext ku li warê me konê xwe vedin. Em ê bikin ku keziyên bêrîvanan xwe berdin ser milan û li ber bayê awazan em ê li dahola xwe bixin. Em ê nehêlin dêwên du serî û mar li eywanên xwedawendan rondikan bi ser çavên ferîşteyan de bibarînin û em ê wan rondikan hişk bikin û nahêlin çarmix li ser welatê me weke bablîsokan bizivirin. Wê li ber deriyê dilên şikestî û çavên melûl kêliyekê ranewestin. Em ê ayeta ku nehatî nivîsandin û nameya ku nehatî xwendin jê re bi nameyekî hatî neqişandin, bi pênûseke ku ava jiyanê lê neçikiyayî û ji bayê azadiyê têr nebûyî lorikan û keserên dilên tijî axîn binivîsînin.
Her wiha soza tirêjekî nû, biharekî nû û wêneyekî nû ji hemû rengan xemilandî… Taca ku ji asoyan çirûsk vedida bilind dibû ezmanê welatê navîn. Bihara rengîn bi brûskên tûj di nava ewrên tarî de xwe berdidan jêr û ew komên ku lihev civiyabûn jihev belav dikirin. Bi qêrînên bilind dayîkên bê zarok ber bi nava kolanan ve dibeziyan bê deng, bê ziman. Hestiyên bê goşt komdikirin ji singên diwaran… Çûkên bê bal û bask difiriyan di nava agirê kor de, dîn bibû, har bibû wêran dikir sembolên qehremantî û bîranînên di boxçeyên dayîkan de veşartî bûn. Ew hêviyên qîz û xortên ku xwe di konên şermê de pêçandibûn û ew landikên ku dayîkan bi ser de dilorandin… Di nava dengê hewaran de ku kesê li kesê venedigeran de her kes di nava hewaran de bû. Wê demê hûn di nava gotina dawî de bûn û we her tişt bi jiyanê re parve dikir û hûn ketin ser rêya ku her awirek li ser we bû. Çavên we, dengên we û navên we weke şitlên şikestî wê ji nû ve xwe cebar bikin û serê xwe hilbidin. Wê ji nû ve kenên ser lêvên zarokan bê tirs li ezmanan belav bibin û nema şivan û berîvan bi tirs biçin zozanan. Nema rastî wê di devê konan de bimîne, nema wê hest bê rastî bimîne û azadî bimîne sêwî. Ew soza we ya dawiyê bû, hûn çûn wê rêka ku her kes we tê de dike ewliya, her kes dibe şahîd ku hûn bûn jiyana bê dawî, hûn bûn henaseya jiyanê, hûn bûn ronahiya rojê, hûn bûn ew nav û dengê ku her kes lê diçû tiwafê. Serê xwe rakin û binêrin, ma qey bilindahiya bejna Cudî, Herekol, govenda Dîcle û Firat’ê li dora we ne weke tiwafekê ye ji tiwafa Meke û Medîne’yê. Ew stêrkên neqişandî, ew rêka ku hûn ê barê xwe lê danên binêrin, li dora we bi hezaran kûlîlk ji navên we sorxîn bûne û li kêleka bejn û bala wan dengê tolhildanê bilind dibe û di deryayên çavên wan de pêlên jiyanê û hêviyên azadiyê çirûskan diafirînin. Lê binêrin; keske sor difirin û xwe berdidin nav keziyên ku dibin mertalên zindî.
Di nava dengê bilind dibû de du refên balindeyên ku koçî ezmanan dikirin; lê wê ev koç bibûya koça dawî. Wê êdî Îzraîl sînorên welatê me nebezîne û derbas neke û wê nema êdî tûfan govendan bigirin li ber xûnavên çavên Zerya’yan. Wê êdî reşahî li nava kolanên me û li ezmanan ji xwe şerm bike, xwe binax bike û wê agir hemû axînên bêdeng daqurtîne. Êşên bi jan, rondikên kor û lal wê bi rêya we re bihara nazik û rengîn bîne. Gulên xemgîn û stûxwar û çavên qoqilandî diqêrînin û hawar dikin û dibêjin, neçin! Lê we soza xwe dabû. We got em ê vê sozê bi roja dayîkê re, ez ê bi roja jidayîkbûna xwe re weke du cejnan ez ê wê rojê bibim mêvanê Mazluman, Cesûran, Xabûran û Silavan. Ez ê ala serkeftin û mizgîniya azadiyê ji wan re bikim diyarî û ez ê bêjim xweş razên hevalên hêja, xweş razê Hogirê min, Berfîna min, Metînê min, Zinarê min. Bila rûyê we yê xweşik her tim biken bin, bila çavên we ronî bin. Li ezmanên welatê rojê navên we di destan û dîrokê de hat neqişandin. Di dilê keç û xortan de hat kolandin. Di rondikên zarokan de, di keserên dayîk û bavan de, di dengê şahlûl û bilbilan de, di xûnava nêrgiz û berfînan de govenda leşkerî digirin; govenda Egîd û Zeriyan. We ji govendê gelek hezdikir, lê govenda azadî û serkeftinê li dora we tê gerandin. Dê oxir be ji we re hevalên hêja! Oxir be hevalên hêja!
Şîlan Zagros