Xwezaya dilê min xwe ji hemû rengan xweşik û bedewtir kiriye. Ew çend rojin em ji kampê derketine. Her der şînatî bûye û bi xemla keskahiyê hatiye pêçan. Çawa derketim min dît ku tenê dora kampa me berf maye lê herder kesk û kulîlkan reng reng di ruyê mirovan de dikenin. Vesaziya rêheval Bermal çêbûye çend roj din jî wê gel me bimîne û biştre biçe Başûr. Ji tere serketin rêhevala min. Bihar hatiye êdî vesaziya hevalan çêdibe, emê derbasî pratîkek nû bibin. Zivistanê me perwerdeyên gelek bi hêz dît, nîqaşên me jî xurt pêşdiketin ji ber vê yekê ez di wê baweriyê de me ku wê ev pratîka min ji ya bar bihêztir derbas bibe. Tevlêbûyînekê hîn bi çalak wê ji hêla min vê çêbibe. Ezê di vê pratîkê de xeyalên hevalên xwe yên şehîd pêkbînim. Ezê her dem, her kêlî ji bona xwe nûbûyînê esas bigrim.
Zagros
Bi rêwîtiya riyên dijwar ve tu pîrozî rêheval
Şîveriya ku min rêgezên azadiyê bê dawî û bê sînorin, bi baskbûyîn bê dorvegerin di nava refên kevokan de. Ji ber ku şîverêya Azadiy heya di nava dilên te yên mîna pakbûna zarokane, xwe tê de bicîh dike. Êê mane ewe bê westandin bi heskirina riyên dur, te bernade heya tu xwe bigihînî li ber çiyayên herî bilind ên ku dora rojê tîrêjên xwe dide cîhanê.
Şîve rê diyardeyek wisaye ku bi rêhevalan re meşa azadiyê tê kirin û di nava demekê kin de mirov li pey şopa wan ve li pey bîranînan ve diçe. Lê belê di demekê kin de jî yên ku ruyên nû li ruyê cîhanê vedikin bi vê şopê mezin dibin û dibin şopdarên şîverê. Yê ku li ser ev şopa şîverêya azadiyê dimeşin jî mane yên berî me em û yên pişt me ne. ji ber bê dawiye, ti sînoran nasnake, te bi xwe re bi bask dike mirovên qet ne gihiştine hev digihijîne hevdû. Li asîmanan bi stêrkan re, bi rojê re…
Yek ji van stêrkan jî keça ji Muşê mîna navê xwe li xwe û cewherê xwe digeriya. Amargî ango vegera cewherê xwe. Belê rêheval Amargî tu dizanî ez nikarim gelek gotinan bi rêz bikim. Ez gotinên xwe û hestên xwe li hember te û hevaltiyê di hûndirê xwe de mezin û bi wate dikim. Rêheval Amargî em soz didin te ew jiyana pîroz ya ku te di oxira wê de canê xwe feda kiriye û mîrasek mezin ji me re hiştiye emê ev jiyan pîroz pêş bêxin, bi parêzin û xurt bikin. Ez dizanim hevala min ya delal, di hûndirê te de behra evîn û fikrên kur dagirtiye. Ev bedelê her tiştê ye ku tu heya dawiyê bi rêhevaltiyê ve girêdayî. Gelek taybetmendiyên xweş û hêja di kesayetiya te de hebû ev yek hemû ji bo min mînakin û esê vane ji xwe re esas bigrim.
Tu dizanî rêheval Amara gava cara yekem min te dît wê demê min ji xwe re got; “hevalên me çiqasî bedewin, qandî bedewiya xwe ewqasî jî hêjane.” Bi taybetî jî gava te rojnivîs dinivîsand gelek kêyfxweş dibûm. Gelek heval di saya te de heskirina wan ya li hember nivîs nivîsandinê pêşket bi taybetî jî bi dest nivîsandina rojnivîsa xwe kirin.
Rêhevala min tu jî vê yekê baş bizane ku tu bi mere jiyan dikî, yek gavê jî em bête û bê rêhevalên xwe yên şehîd navêjin.
Zagros
Şehîd Nûpelda Goyî