Wateya ku pêwîste ji taybetmendiya şoreşekê were derxistin, ‘ew şoreş di çarçoveyeke dîrokî ya çawa de çêdibe û wê kîjan pirsgirêkên esasî çareser bike’ ye.
Şoreşa Kurdistanê, şoreşa welatekî wiha ye ku; zilm û zora neteweyî ti car nehatiye çareserkirin lê timî hatiye pêşxistin û ji ber zilm û zorê, tarîtiya Serdema Navîn hebûna xwe timî domandiye. Ev taybetmendiya şoreşa Kurdistanê, di pêvajoyeke dîrokî ya dûr û dirêj de çêbûye. Zilm û zora milî ku di dîrokê de timî bihêz bûye û di roja me ya îro de wekî mêtingeriya kapîtalîst aTirk de ber bi çav bûye, nîşan dide ku merhaleya destpêkê ya şoreşa Kurdistanê wê di aliyê neteweyî de pêş bikeve. Bêyî ku zilm û zora milî were çareserkirin, nikare ti pirsgirêkên welêt were çareserkirin. Nakokiya sereke ya li welêt xwediyê taybetmendiyeke milî ye û çareserkirina hem û pirsgirkên din jî, girêdayî bi çareseriya vê pirsgirêkê ve ye. Ji pêş neketina hêzên hilberînê yên li welêt û ji pêş nekitina dîrok, ziman û çanda milî, ji berdewamkirina tarîtiya Serdema Navîn ev nakokî berpirsiyar e. Hem û nêrînên ku li ser Kurdistanê, nakokiya milî wekî nakokiya sereke dest nîşan nakinxizmeta mêtingerî û paşverûtiyê dikin.
Girêdayî bi nakokiya milî ve nakokiyeke ku bi wê re were çaserkirin jî, nakokiya di navbera gel û feodal-kompradoran de ye. Taybetmendiyeke din a şoreşa Kurdistanê jî ev e. Çawa ku bi qewisandina di ser re mêtingerî û nakokiya milî nayê çareserkirin, bêyî ku têkoşîna li dijî mêtingeriyê pêş bikeve jî, ev nakokî nayê çareserkirin. Çareseriya vê nakokiyê, balê dikişîne ser aliyê demokratîk ê şoreşê.
Ji ber şert û mercên ber bi çav ên dîrokî yên Kurdistanê zilm û zora milî û feodal ewqas ketiye zikhev ku ev ji hev derxistin û mesafe xistin naveberê ne mumkîn e. Beşeke mezin a feodal-kompradoran bûne ajan û ji berdevkên herî har ên metingeran ti ferqa wan nemaye. Ji ber wê yekê, mesafe xistin navbera aliyên milî û demokratîk ên şoreşa Kurdistanê, çareseriya aliyên milî û demokratîk li demên cuda cuda dabeş kirin şaş e. Ji ber ketina zikhev a zilm û zora neteweyî û çînî, şoreş jî têkoşîna li dijî zilm û zora milî û çînî li gel hevdu bigire dest. Bi taybet têkoşîna li dijî kesên bûne ajan, erka herî acîl û sereke ya ku pêwîst e were kirine û ev, taybetmendiyeke karekterîstîk a şoreşa Kurdistanê ye.Şoreşa Kurdistanê bi van taybetmendiyên xwe, şoreşeke demokratîk a milî ye.
Ji şoreşên bi vî şiklî re, di demên ku burjuwazî li beranberê feodalîzmê xurt bû de şoreşên demokratîk ên burjuwa dihat gotin. Ji Şoreşa Cotmehê şun de, wexta ku dema şoreşên demokratîk ên burjuwazî xelas bû û dema şoreşên proletaryayê dest pê kir, ji şoreşên demokratîk ên burjuwa ku girêdayî bi şoreşên proletaryayê ve pêş diketin re hat gotin şoreşên demokratîk ên burjuwa yên bi şiklê nû, “şoreşên demokratîk ên nû” an jî bi kurtasî hat gotin “şoreşên demokratîk ên milî”. Ji şoreşa demokratîk a milî bi şun de bêyî ku qutbûn bikevê, tê derbasbûn şoreşa sosyalîst. Lê, bêyî ku bi têkoşîneke demdirêj şoreşa demokratîk a milî were lidarxistin, berê têkoşîna welatekî nayê dayin şoreşa sosyalîst.
Şoreşa Kurdistanê, wekî plansaziya herî destpêkê mêtingeriya Tirk di hedefa xwe de bi cih dike. Ya ku serxwebûna siyasî xesp kiriye, li ser ziman, dîrok û çanda Kurdî bi temamî kar û barê tinekirinê meşandiye û talan kiriye mêtingeriya Tirk e. Ji derve emperyalîst û ji hundir ve jî, feodal komprador alîkarî didin vê mêtingeriyê. Ev her sê hêzên ku bi girêdanên pir şidayî yên ekonomîk bi hevre têkîldar in, hedefên Şoreşe Kurdistanê ne. Tevgerek ku di serî de li dijî mêtingereya Tirk, li dijî alîkarên wî yên ji derve û hundir ve pêş nekeve li Kurdistanê nikarê navê şoreşgeriyê hilde. Her feraseta ku bi xwe spartina taybetmendiyeke emperyalîzman jî feodalîzmê, dixwaze hakîmiyeta Tirk a klasîk a li ser Kurdastanê bide paşguh kirin, paşverû ye û di xizmeta mêtingeriya Tirk de ye. Mêtingeriya Tirk ji emperyalîzm û feodalîzmê hêzê digire û berjewendiyên her duyan jî li gel e wê hene. Ji ber vê yekê, riya rast a yekane ya têkoşîna li dijî emperyalîzm û feodalîzmê, di şerkirina li dijî mêtingeriya Tirk re derbas dibe.
Erk û wezîfeyên Şoreşa Kurdistanê ku çavkaniya xwe ji taybetmendî û hedefên şoreşa Kurdistanê digirin, pêş dibînin ku Kurdistaneke serbixwe û demoratîk were afirandin.
Afirandina Kurdistaneke azad, bi tinekirina mêtingeriya ekonomîk ku li ser qada dewlemendiyên ser erd û bin erd, li ser ked, zîraet, malî û qada sanayiya Kurdistanê heye, bi tinekirina mêtingeriya çandî û siyasî ku pêşketina di qada ziman, dîrok, çand, civak û siyasî de asteng dike û bi tinekirina dagiriya leşkerî mumkun e. Pîştî ku di van qadan de mêtingerî tê tasfiyekirin, mumkun dibe da ku Kurdistan di aliyê siyasî, ekonomîk, çandî û civakî de bikeve ser riya bi şiklekî pêş ketineke serbixwe.
Kurdistaneke demokratîk afirandin jî, girêdayî bi tinebûna zilm û zora feodal-komprador ku li ser civaka Kurdistanê ye. Tinebûna zilm û zora û kedxwariya feodal-komprador ku ji aliyê çîna feodal-komprador ve tê pêkanîn, dihêle ku hem û beşên civakê, jin, gundî û kêmnetewe û kêmahiyên dînî azad bin. Di van her du qadên girêdayî hev in de erk û wezîfeya xwe ya li dijî zilm û zor û kedxwariyê bicih anîn, tenê bi rêxistineke polîtik ku sosyalîzma zanistî pêşengê wê ye, û bi eniyeke rizgariya neteweyî ku bi pêşengiya vê rêxistinê têkoşînê dimeşîne û rêxistinkirina arteşeke gel a bihêz ku şerker e û girêdayî vê eniyê ye dibe. Ji bo ku birêxistinbûnên partî, enî û artêşê bibin xwediyê naverokekê û pêş bikevin jî, pêwîst e rêxistinên girseyî (kitlesel) yên, karker, esnaf, ciwan û jinan were afirandin.
Li ser esasê ku hem û ev wezîfe werin pêkanîn û li ber ronahiya rêgeza giştî ya navendperestiya demokratîk, demokrasiya gel ku wêdi qada siyasî de bi şiklê komara gel pêş bikeve, di qada ekonomîk de rê dide ku sîstemeke ekonomîk a bi vî şiklî pêş bikeve; sîstemek ku tê de bi pêşengiya rêxistineke plansaziyê ya dewletê ku merkezîye û hakim e û derfetê dide dewletperestî, kooperatîfgerî û milkê taybet, di serî de sanayiya giran xwe dispêre, zîraet, sanayî û gêşedana (kalkınma) serbixwe û giştî (topyekun)… Serxwebûn û pêşketina di qadên siyasî û ekonomîk de, serxwebûn û pêşketina di qadên ziman, civak, çand û perwerdehiyê de li gel xwe tîne.. Tenê dema ku di qadên ekonomîk û siyasî de serxwebûn hat bidestxistin, wê demê dikare ziman, dîrok û hunera neteweyî were lêkolînkirin û were gihandin asteke bisazîbûyî û hem û gelê li welêt dijî di aliyê şikil û cewherê de bi çandeke demokratîk were gihandin, ji bo her kesî derfet peyda dibe ku li gorî şert û mercên xwe di perwerdeyeke meslekî, teknîkî û zanistî re derbas be.
Rêber Apo
Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”