‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’

0Shares

Têkoşîna Azadiya Kurd û Kurdistanê ku gihiştiye nîv esrê, ji destpêka avabûnê heyanî roja me ya îro ji gelek pêvajoyên zehmet derbas bû. Di van pêvajoyên herî zehmet de jî gelek qehremanên azadiyê ku laşê xwe li hemberî dagirkeriyê kirin mertal, bi berxwedaniyên xwe û bi seknên xwe yê dîrokî xwedî cihên pir girîng in. Bi têkoşîn û berxwedaniya wan qehremanên giranbûha gelek caran pêvajoyên nû ji têkoşîna azadiyê re hat vekirin. Ev berxwedana bê hempa ya meşa 43 salan e berdewam dike û bi biryardariyeke pir mezin diherike gihişt roja me ya îro.

Rastî ew e ku, faşîzm dikare di warê fîzîkî de beden qir bike, dîl bigre. Bi şêweyên cûr be cûr weke ku di dîrokê de jî xuya dike vê qirkirinê li ser gelê Kurd jî pêkanîn. Lê divê tu caran neyê jibîrkirin ku rih, dil û mêjiyê ku bi biryardarî û hêviyên gihiştina azadiyê diperpite tu caran nikare were qirkirin û dîlgirtin. Têkoşîna azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber APO destpêkiriye, ew rih, dil û mêjiyê ku bi biryardarî û hêviyên gihiştina azadiyê ji bo gelê Kurd ji nû de zindî kiriye. Ew rihê ku digotin miriye, êdî mîna darekî pûç nikare zindî bibe zindî bû û bi birdoziya Rêber APO ku xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di nav têkoşîn û berxwedana bê hempa de ye.

Lewra weke pêşengê xeta azadiyê komplo û pêvajoya qirkirin û tunekirinê ya ku di şexsê Rêber APO de li ser gelê Kurd dihat ferzkirin di dîroka 9’ê Cotmeha 1998’an bi awayekî hîn şênbertir rû da. Lê weke ku her kes dizanî, ew rihê ku bi pêşengtiya Rêber APO di civaka Kurd de bilind dibû û radibû serhildanê, wê tu hêz nikaribûya bisekinîne. Li hemberî vê pêvajoya qirkirin û tunekirinê li Kurdistan û gelek deverên cîhanê çalakiyên cûr be cûr pêşketin. Gelê Kurd bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li derdora Rêber APO bûn xelekek ji agir. Bi vê awayê xwestin di şexsê Rêber APO de têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê û destkeftiyên ku hatiye bidestxistin biparêzin.

Agirê destpêkê yê ku bi dirûşmeya Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin hat pêxistin li girtîgeha Mereşê bilind bû. M. Halît Oral di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi îradeyek mezin a ku mirov nikare pênaseya wê bike laşê xwe da ber agir, qîr kir û got ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’.

Di pêyama xwe ya li pişt xwe hişt de wiha got; ‘Bê guman ev çalakî wê neke ku dewleta Tirk gav paş de bavêje, lê ewê vê yekê baş bibînin ku ger hûn zirarek biçûk jî bibînin, wê gelê me tevahî dinê li serê wan hilweşîne. Ji ber ku ger îro cîhan behsa me dike, ev bi giştî encamên ked û hewildanên we ye’.

Dengê agirê laşê M. Halît Oral li her derê bilind bû. Çalakiyên bi dirûşmeya Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin li gelek zindanên din jî berdewam kir. Di 18’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Bartinê bi Murat Kaya, di 19’ê Cotmeha 1998’an de li zindana Amasya bi Mehmet Gul berdewam kir û heyanî 24’ê Kanûna 1998’an di serî de li zindanan, li Kurdistan, Tirkiye, Rusya, Kibris, Elmanya, Îtalya û heyanî Sûrî li her cihê ku Kurd lê dijîn ji 60’an zêdetir kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê did laşê xwe dan ber agir û xwedî li rêberê gelan Rêber APO derketin.

Yên ku li derdora Rêber APO bûn xelekek ji agir ne tenê kadroyên PKK’ê PAJK’ê bûn. Ji ciwanan heyanî kal û pîran hemu kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide tevlî çalakiyan bûn, bi agirê laşên xwe bersiva herî mezin û bi wate mîna pepûleya çaremîn dan dost û dijminên xwe. Bi vê awayê çalakiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin bi civakbûnê re hemû beşên civakê girt nav xwe. Di 13’ê Mijdara 1998’an de Cemîl Ateş ji bo Rêber APO agir berda laşê xwe, Mîrza Çubukçu yê emrê wî ji 60 salî zêdetir bû bedena xwe ji bo rojiya mirinê da razandin.

Di 13’ê Kanûna 1998’an de Hatîce Falat ji bo dengdayîna çalakiyan bedenê xwe da ber agir. Hatîce Falay a 60 salî ku gûndên wan ê li Elihê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû şewitandin, yek ji dayîkên aşitiyê ya destpêkê bû. Dema ku li ser televîzyonê dibîne ku Rêber APO ji aliyê dijminê mirovahiyê ve dîl hatiye girtin bi gotina ‘Cîhana me tarî kirin’, li Gungoren a girêdayî Stenbolê laşê xwe da ber agir.

Ji şoreşgerên Tirkiye Serpîl polat jî dema ku dibîne ji aliyê hêzên navnetewî ve komployek hevpar tê pêkanîn, berteka xwe ya li hemberî komployê bi tevlîbûna çalakiyan nîşan dide. Serpîl Polat a nûnerê rûmetê ya Yekîtiya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst di 17’ê Sibata 1999’an de li girtîgeha Sakarya laşê xwe da ber agir. Serpîl Polat Di pêyama xwe de wiha got; “Ez êrişên emperyalîzm, olîgarşiyê ku di şexsê Rêber Abdullah Ocelan de bi taybetî li hemberî gelê Kurd, bi giştî li hemberî gelan  tê meşandin şermezar dikim. Bi diyarkirina ku wê Rêber Abdullah Ocalan neyê dadgehkirin, xwe amade dikim ku bi mezinahiya agirê bedena xwe hêrsa xwe ya mezin li ser dijmin vedirêjim. Ez dibêjim ku ev ne qûtbûnek e, berovajî hevdîtinek e”.

Serdar Ari li Girtîgeha Tîpa F ya li Buca ya girêdayî Îzmîrê di 25’ê Cotmeha 2005’an de tevlî çalalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bû. Ari di nameya xwe de cih da van gotinan; “Bi tecrîda tunekirinê ya ku li ser we tê meşandin ve tê xwestin ku gelê me, gelan ji nû de were kolekirin. Ewqas nirxên ku we ava kiriye tê xwestin di carekê de were tûnekirin. Lê ne gengaz e ku em vê yekê qebûl bikin û bedela wê çi dibe bila be emê qebûl nekin. Nêzî 21 hefteyan e em ji we agahî nagrin. Ev me dixe nav fikaran û bi hêrs dike. Em dizanin ku azadiya gelê Kurd tenê û tenê di azadiya Rêber APO re derbas dibe. Ji ber vê jî weke ku di demên derbasbûyî de, îro jî erkên ku dikeve ser milê xwe pêk tîne”.

Aynur Yaşli di 30’ê Adara 2006’an de bedena xwe da ber agir. Ji bo protestokirina 14 gerîlayên ku li Muş’ê hat qetilkirin û piştra terora dewletê ku li hemberî serhilanên Amed, Elih û Mêrdînê destpêkir hat pêkanîn, çalakiya xwe pêk anî.

Veysî Kaya ya ji gelê Ereb, di 28’ê Sibata 2006’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber APO bedenê xwe da ber agir.

Hukmiye Seyhan, di Kanûna 1999’an de bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe de ji bo gelê Kurd cih da van gotinan; “Bi salan e we ê û azarên mezin jiyan kir. Hûn bi dagirkeriyek dijwar re rû bi rû man. Êşên bê welatî, tûnebûn, koçberiyê we jiyan kir. Li Kurdistana dergûşa mirovahiyê we singa xwe ji zehmetiyên herî bê eman ê dîrokê re vekir. Û bi komploya ku li hemberî Rêber APO yê hûn cara destpêkê dibin xwediyê rêberek wisa hat pêkanîn, hat xwestin ku hûn bê Rêber bimînin. Derdorên emperyalîst û paşverû yên bi komploya navnetewî Rêbertiya me, Rêber APO ku li dijî jiyana kevin a koletiya Kurdan derket û rê nîşan da, teslîmî Tirkiye kirin; rûxmê ku di dîrokê de cara ewilî rêya me ronî bû, xwestin di şexsê Rêber APO de pêşeroja me tarî bikin. Ew Roja me ye”.

Nesrîn Teke ya di 1981’an de li Amed’ê jidayîkbû, nûnerê buroya kovara Ozgur Halk a Amedê bû. Nesrî Teke bi tevlîbûna çalakiya Hûn Nikarin Roja Me tarî Bikin, di 9’ê Tirmeha 2000’an de şehîd bû. Dema ku li ber çavên dayîka xwe çalakiya xwe pêk anî, ji dayîka xwe re gotibû ‘tuyê piştre wateya çalakiya min fêm bikî’.

Esen Aslan a xebatkarê kovara Ozgur Halk, li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO hat pêkanîn û polîtîqayên tunekirinê yên li ser gelê Kurd tê ferzkirin di 3’ê Tebaxa 2000’an de bedena xwe da ber agir.

Rêheval Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) di 1’ê Sibata 2006’an de li hemberî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Rêber APO hat pêkanîn û bi vê awayê hat xwestin li ser gelê Kurd polîtîqayên qirkirinê were ferzkirin, bedena xwe da ber agir. Rêheval Viyan a Endamê Meclîsa HPG û YJA-Star’ê di nameya xwe de cih da van gotinan; “Dibe ku hûn bi gotina ‘te çima çalakiyek wisa pêk anî’ min rexne bikin, an jî dibe ku Rêber APO çalakiyek bi vê rengê qebûl neke… Di her şeva 15’ê Sibatê de, dilê rêheval Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran şehîdan bi min re lê dide. Diruşmeya wan a ‘Bijî Serok APO’ her tim di dilê min de lê dide. Dibe ku hûn çalakiya min rexne bikin û qebûl nekin. Lê em ji we fêrbûn ku, bêyî bedel were dayîn azadî nayê bidesxistin”.

Elefterya Fortulakî, di 24’ê Adara 2006’an de li Atîna ya paytexta Yewnanîstanê bedena xwe da ber agir. Elefteriya di nameya xwe bal kişand ku yek ji perpirsiyarên komployê dewleta Yewnan e cih da van gotinan; “Ez vê salê Newrozê pîroz dikim, lê hinek dereng. Weke Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel û gelek kesên din ên çalakiyên mezin pêk anîn. Biryardariya wan, gelê Kurd û Kurdistanê bilind kir. Dîroka Kurdan bilind kir. Li hemberî we û kesên ku ji Kurdistanê têkoşîn dikin rêza min heye. Kesek nikare Roja me tarî bike! Azadiya Rêber APO û gelê Kurd, azadiya tevahî gelên cîhanê ye! Bijî biratiya gelan!”

Selamet Menteş û Aynur Artan di şeva 23’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Mîdyadê bi koloyayê bedena xwe dan ber agir. Selamet Menteş li girtîgehê, Aynûr Artan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Rêheval Selamet û Aynur di pêyama xwe de wiha gotibûn; “Parastina Rêber APO; bi rêya xwe derbaskirin û fêmkirinê re gengaz e. Parastina Rêbertî bi bûyîna yek deng, yek bedenê ve gengaz e. Parastina Rêber APO bi gihiştina alevên ku azad dibe gengaz e”.

Meral Kaşoturacak di 20’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Çanakkale, Cennet Guneş di 24’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Entebê, Aysel Ceylan di 24’ê Cotmeha 1998’an de li Girtîgeha Sakarya, Azîme Înan di 16’ê Mijdara 1998’an de li Girtîgeha Elihê, Remziye Zengîn di 16’ê Mijdara 1998’an de li girtîgeha Elihê, Gulîstan Taş di 16’ê Kanûna 1998’an de li girtîgeha Elihê, Zehra Rizgar di 27’ê Mijdara 1998’an de li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşmeya Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin bedena xwe dan ber agir.

Mehmet Aydin ku di 13’ê Mijdara 1998’an de li zindana Çanakkale bedena xwe da ber agir di pêyama xwe de wisa nivîsandibû; “Ji 9’ê Cotmehê şûnde ez fikirîm ku deqeyek bê APO ji bo PKK’ê, ji bo me tê çi wateyê. Encamên ku ez gihiştimê pir hêwilnak in. Ji ber ku hêzên tarî vêya pir baş dizanin di nvaneda êrişên wan de hûn hene. Hûn yekîtiya me, sedemê hebûna me, binasiya hebûna me ne. Cewhera hemu êrişan ev e”.

Çalakiyên ku piştî Rêber APO ji Sûrî derket destpêkir, li her cihê ku ew gav avêt berdewam kir. Dema ku Rêber APO li Roma ya paytaxta Îtalya bû welatparêzên Kurd ji bedenên xwe dîwar hûnandin û bi bûyîna topek agir xwedî li R3eber APO derketin.

Yek ji çalakiyên ku di raya giştî de dengek mezin veda piştî ku Rêber APO ji Rusya derket pêk hat. Rêheval Jêhat (Remzî Akkuş) û rêheval Tayhan (Ahmet Yildirim) di 17’ê Mijdara 1998’an de li Moskovayê li pêşiya parlementoyê, bedena xwe dan ber agir. Di nameya ku li pişt xwe hiştin wisa gotibûn; “Em talîmata Rêberê xwe yê netewî Rêber APO ku ji bo gelê me gotibû ‘hesasiyeta xwe û hestiyariya xwe zindî bigrin, lê çalakiyên xwekûjî pêknêynin’, weke talîmatekî ku bingeha xwe ji taybetmeniya însanî ya herî diyar a Rêber digre qebûl dikin. Em diyar dikin ku bi hemu talîmatên wî re heya mirinê girêdayî ne û bi xwe sipartine efukirina Rêber APO, bi qîrkirina ‘jiyanek bê Rêbertî û bê welat heram e’ çalakiya xwe pêk tînin”.

Rêheval Bulent Bayram di 22’ê Cotmeha 1998’an de li xindana Semsûrê bedena xwe da ber agir. Di nameya xwe ya li pişt xwe hiştibû de wiha digot; “Li şûna hilbijartina mirinek hêsan, ez dizanim ku bi çalakiyek bi vê rengê ezê ji eniya zindanan darbeyek mezin li dijmin bixim. Girêdanbûn û baweriya min, berê min dide vê çalakiyê. Berxwedêrên 14’ê Tirmehê, rêheval Zîlan, Sema, Fîkrî û Halît Oral vêya emir dikin. Ez dixwazim bi çalakiya xwe nîşan bidim ku ez şopdarekî wan im û girêdanbûna xwe ya li hemberî wan qîr bikim. Ez ê jî bi gihiştina xeta Rêbertî û rastiya şehîdan, bersiva êrişên tûnekirinê yên dijmin bidim. Bi qasî ku bersiva min li hemberî dagirkeriyê ye, li hemberî îxanetê ye jî”.

Çalakiyên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin, bi giştî di pêvajoya tecrîda Îmralî de berdewam kir. Di 18’ê Tirmeha 2011’an de Evrîm Demîr a 18 salî û di 15’ê Sibata 2018’an de li Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkut ji bo bersivdayîna komploya navnetewî bedena xwe dan ber agir.

Hêsan nîne ku mirov bikaribe laşê xwe di oxira tiştekî de bike topek agir. Lê dema ku mijar dibe azadî, dema ku mijar dibe hebûna gelekî, li hemberî Rêberê wî gelî êrişên giran ên faşîzmê hebe û ew Rêber di şert û mercên herî zehmet de ji bo azadiya gelekî têkoşînek bê eman dimeşîne wê demê di oxira jiyanek bi rûmet de mirov dikare her tiştî bike. Weke ku Rêber APO jî dibêje ‘Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Bêrîvan bedena xwe nedidan ber agir’. Ev gotinên Rêbertî rastiya bê eman a ku weke jin, gel û civak em di nav de dijîn ango êrişên qirkirinê yê li ser me tê ferzkirin bi awayekî eşkere radixîne holê. Lewra yên ku dilê wan bi qasî Ronahiyan, Bêrîvanan, Zîlanan û tevahî şehîdên azadî û rûmetê ku bedena xwe li hemberî dagirkeriyê kirine mertal ji bo azadiyê lê nede nikare vê îradeya mezin nîşan bide. Mîna pepûleya çaremîn ew gihiştin wateya heqîqetê û bi hebûna xwe, bi têkoşîna xwe ya ji me re hiştine, bi agirê azadiyê ku li ser bedenên xwe pêxistine rêya me ronî dikin û dibin pêşengê şoreşa me, pêşengê têkoşîna me. Em jî soz didin wan şehîdên xwe yên bedew ku ew meşaleya azadiyê emê bigihînin serkeftinê û bi azadiya fîzîkî yê Rêberê xwe Rêber APO û bi azadiya tevahî gelan ve tacîdar bikin.

 

Attachment