
Hûn jî Tevlî Belgefîlma Hevala Sara Bibin…
Ekîba Belgefîlmê
Her gelek yan jî netewek ku qesta jiyaneke watedar û azad dike, di oxira van armancên xwe yên giranbuha de, bedelên giranbuha jî feda dike. Mirovên ku xwe dikin cangoriyê rêyên têkoşînên bi vî awayî, xwediyê lêgerînên bêhevta ne. Yên ku di wateya zihniyeteke gerdûnî de, derketibin meşekî dîrokî, bi îdea û xwestekeke mezin xwe dikin hêza çareserkirina pirsgirêkên jiyanî yê mirovatiyê. Gava em behsa mijar û rastiyên di vê astê de dikin, helbet yê ku bi van berpirsyariyana jî radibin kesayetên ne ji rêzê ne û di ferqa erkên xwe de tekoşîn dikin. Raman û vînên azad ku bi cewherê azadiyê hatibe hêwandin, bi ti hêzên desthilat, koledar û kedxwar re nabin yek. Berovajî wê bi biryar in ku, hêza têgîn û baweriya cîhaneke wekhev û adil bigihînin serketinê. Çawa ku di cîhanê bi giştî li hemberî zilm û zordestiyan, bizav û kesayetên bi vî rengî pir derketine û bûne mînakên demên xwe, mînakê vê yekê di rastiya dîroka gelê Kurd de jî ne hindike. Lê ev yek di têkoşîna azadiya gelê Kurd ku di bin rêvebiriya PKK’ê de, em dikarin bêjin ev qehremanî gihiştiye lûteka herî bilind.
Sal 1978’an Amed gundê Fîsê; komek şoreşgerên ku xwe bi navê Apoyiyan navkirine, bi armanca ku partiyekê bi navê azadiya gelê Kurd damezirînin li hev civiyane.Wê komê di wê sal û wê rojê de mohra xwe li bin navê Partiya Karkerê Kurdistan PKK’ê xistin.Di wê civînê de hevalên ku li ser bawerî û hezkirina dozeke mezin hatibûn cem hev, hejmara wan bi qasî tiliyên du destan bûn. Lê ew bi zihniyeteke nû li hemberî gerdûna ku ketiye destên hukûmdarên kapîtalîzmê -ku dikare hemû mirovahiyê bike qurbana berjewendî û qezenca xwe- rabûn û têkoşîna xwe wiha dane destpêkirin. Wextê biryar dan ku bi awayeke fermî tevgerê damezirînin û ji hemû cîhanê re eşkere bikin; bîst û du kesan kongreya yekemîn li dar xist. Ev kom ji hêla cîhanê ve wek kesên ku rêya xwe şaşkirine û ji rê derketine dihatin dîtin. Di nav wan ciwanan de jinek bi navê Sakîne Cansiz ango Rêhevala Sara jî hebû. Ev jina şoreşger ku di partiya PKK’ê de ku paşê dê di gerdûnê de ti kes nemîne ku dengê wê nebihîze, di nava refa wê de, ev jina şoreşger jî bû xwedî roleke pêşeng di her qonaxeke dîrokî de. Belê hevala Sara cihê xwe yê efsûnî di nava dilê gelê Kurd de ji salên despêkê girt. Li kêleka vê jî,hema bêje ti gêrîlayeke çiyayên Kurdistanê nîne ku ew nedîtibin.
Di serdemeke ku sosyalîzm ji cewherê xwe biyanî dibû û pergala kapîtalîst a desthilatdar xwe li her derê belav dikir, bi kirinên xwe koka mirovahiyê dikola, PKK’ê û tevgera Apoyî bi îdeaya rêxistineke nû derkete holê. Hevala Sara ku di wan deman de bi giştî rewşa Kurdistanê û bi taybet serpêhatî û komkujiya Dêrsîmê dizanî, ji ber ew bixwe jî keçeke Dêrsimî bû, vê yekê hişt ku hîn zêdetir xwe nêzîk komê bike û tevlî wan bibe. Ji bo li hember rastiya rêjîma faşîst a Tirk têbikoşe xebateke xurt bi rêve bir û ev bû sedema girtina wê. Di demeke dîrokî de, berxwedaneke dîrokî bi hevalên xwe yên li zîndana Amedê da meşandin. Hîna jî bingehê rêxistina PKK’ê ya xurt, xwe dispêre çanda wê berxwedanê. Hevalê Kemal Pîr, Xeyrî Dermûş, Mezlûm Dogan, Akîf Yilmaz, Elî Çîçek û hevala Sara li hemberî zilm, zext û îşkenceyên faşîzma Tirk, bi berxwedan û vîneke mezin berxwedaneke bê mînak pêkanîn. Meşa hevala Sara a ber bi azadiyê, li wir bidawî nebû. Bi hêza ku ji perwerde û ramanên Rêber Apo girt, hevala Sara di salên herî girîng li qadên dijwar ên çiya ma. Piştre bi her awayî di qadên siyasî, dîplomasî û civakî de xebat da meşandin. Hema bêje ji aliyê her gel û tevgerên azadîxwaz ve hate nasîn. Ango hevala Sara têkoşîn û hewldana xwe ku em behsa maratoneke sîhûpênc salî dikin,bê navber berdewam kir, karî dilê heval, gel û dostên xwe fetih bike.
Wek ku tê zanîn rûyê emperyalîzmê yê reş û hevkarên wê xwe li vê rastiya ku hevala Sara di oxirê wê de têdikoşiya ranegirt û bi komployeke berfireh ku destên gelek dagirker û desthilatdaran tê de heye,bi her du hevalên xwe Fîdan doxan û Leyla Şaylmez re bi awayekî hovane hate qetilkirin. Ev zihniyeta rûreş, dîsa dixwest di şexsê van hevalan de qirkirina Dêrsim, Koçkirî, Geliyê Zîlan û Agiriyeke nû bi me bide jiyandin. Lê em ji dijminên mirovahiyê û yên ku dixwazin li ser can û xwîna mirovên xweşik û dilketiyên azadiyê, siyasetên qirêj dimeşînin re dibêjin ku ev dem û çerx ne ya berêye û emê nehêlin ku çerx li gor dilê we bizîvire. Bê guman ev tiştên ku me bi xetên qalind bi lêv kirin, hûn jî jê ne biyanî ne. Ev ne cara yekê ye ku hûn dibihîzin. Zaroktiya her gêrîlayekê bi xwendina destana rêhevalên li girtîgehê destpê kiriye û em bi xwendina van qehremanan mezinbûn, tevlî jiyana PKK’ê bûn. Me jî kêlî bi kêlî dîrok bi wan re jiya. Em vê dizanin ku bersiva têkoşîna duh îro baştir tê dayîn û tê dîtin, dê îro jî bersiva xwe di sibê de bibîne. Yên ku ji dîrokê dûr bijîn, ticarî wê nêzîk sibe jî nebin. Wê ji hilatina ronahiya rojê ya li ser dil û ramanên xwe mehrûm bimînin. Jiyana wan di nava zeman de nayê hesibandin.
Hevalên hêja,li Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê, ji bo ku em karibin jiyana hevala Sara di nava rûpela dîroka PKK’ê de mayînde bikin, biryara çêkirina belgefîlma hevala Sara hatiye wergirtin.Ji bo vê xebatê ekîbek hatiye amedekirin. Di serî de, me xwest em vê mizgîniyê bidin we û vê hesta bicoş bi we re parvebikin. Wek endam û xebatkarên vê belgefîlmê, em dixwazin vê xebatê bi awayeke komîn, ango bi hevre, bi we re birêve bibin. Em wisa bawer dikin ku her hevalek pir tiştna ji hevala Sara fêr bûne. Hevala Sara her ku bihata çiya, dida diyarkirin hevalek bi tenê jî li çiyayeke herî bilind be jî, ez ê biçim û wî/wê bibîn û ziyaret bikim. Em jî wisa bawerin wan rêhevalên ku hevala Sara nedîtin, her li bendê bûn ku rojekê di rê de rêhevala Sara derkeve pêşiya wan, were ziyareta wan. Êşa vê jî dikişînin. Wê pir rêgezên şoreşgerî fêrî me kir. Ji ber vê yekê ye ku em dibêjin, hewce dike em bi hevre rêhevala Sara vebêjin. Em bi hev re mohra xwe li bin xebata belgefîlma wê bidin. Li ser vê bingehê em ji we dixwazin bi bîranînên xwe di derbarê heval Sara tevlî vê xebatê bibin. An jî heke di derbarê wê de, di rûpelên rojnivîsên xwe de jêre nivîsîbe, wan bi me re parve bikin. Ger li ba we helbest, wêne an jî dîmenên wê hebin jî hûn dikarin ji me re rêbikin. Qe nebe bi pêşniyar û nerînên xwe yên ku bi çi awayî em vê xebatê hîn baştir dikarin bimeşînin, alîkarî bidin. Em dixwazin ku hûn bi me nêrînên xwe parvekin. Em jî ji îro û pêve li bendê ne ku tiştek ji dilê we bipişkive û bigihîje me. Em di wê baweriyê de ne, ku bi tevlîbûna her heval û her gêrilayekê/î, dê xebata heyî hîna xweştir bibe, dê layîqê têkoşîna hevala Sara, rastiya PKK’ê û hevaltiya wê be. Ji niha ve em heyecan û enerjiya dilê we hîs dikin.