Hiqûq Bandorker e, Exlaq Diyarker e
Jiyan Mêrdîn
Derketina huqûq bi pêşketina têkîliyên bazirganî û bazara ku di navbera bajaran de pêşdiket re derketiye holê. Ev saziyeke xwe ferz dike ye. Dema ku huqûq dikeve dewrê di civakê de ew prensîbên exlaqî êdî tên binpêkirin. Ango bi derketina pergala çînayetî re huqûq li şûna exlaq bi destê qismên serdest tê nivîsandin û diyarkirin.
Mirov dikare bibêje huqûqa heyî hem di wateya bi devkî hem jî bi nivîskî de bûye. Qismên desthilatdar bi navê huqûqê û edaletê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê rêziknameyên nivîskî yên nû derxistin.
Niha ferq û cudahiya di navbera huqûq û exlaq de çiye? Huqûq bi awayekî zordarî, bê edaletî û bi darê zorê li ser civakê û takekes tê ferz kirin. Huqûq heta dawiyê mêjiyê mirovan dide cemidandin. Li dewsa ku pirsgirêkên civakê çareser bike, pirsgirêkên civakê zêde kiriye. Exlaq jî, irf û edetê civakê ye. Exlaq tiştekî wisa ye ku di ber xwe de ango bi awayeke xwezayî di nava civakê de pêşdikeve û mirov dikare bêje exlaq li gorî pêwîstiyên tevahî civakê pêşketiye. Beyî ku bispêre ti zilm û zordariyê xwe di nava civakê de bi awayekî xweser dide rûnişkandin. Gelek mînakên balkêş ên exlaqê hene. Di civaka dayîkselarî de asta coş, moral, wekhevî, heqîqet, azadî û aramiyê di asteke pir bilind de ye. Ev jî weke xelata dayîkê ye ji civakê re. Di civaka xwezayî de dayîka xwedewand Înana bi sed û çar Meyên (zagon) xwe tevahî civakê di hundirê hevsengî û aramiyekê de birêve dibe. Ji civaka Babîlan heta Roma huqûqên ku em ji jêre dibêjin zagon hatine birêxistinkirin.
Di roja me ya îro de her dewletek her pergaleke desthilatdar li gorî xwe û kedxwariya xwe zagonan diyar dike. Ji bo ku temenê xwe dirêj bikin, qismên desthilatdar di destpêka şaristani de jî civak li ser lîstok û xapandinan birêve dibirin. Her ku çû bê exlaqî û xapandin di nava civakê de kûrkirin. Wekî Rêber Apo dibêje, “dewlet kete şûna polîtîka û huqûq jî ketiye şûna exlaqê”. Ango civak ji reh û koka wê daye zûwakirin. Dewlet an jî qismên desthilatdar bi navê huqûq û edaletê ti têgîn nemane ku naveroka wan berevajî nekirine. Çi nirxa civakê ya pîroz heye pêdilîze û her wiha viya jî mafê xwe dibîne. Ango mirov dikare bêje dewleta xwe xistine şûna xwedayê ser rûyê erdê. Bi navê zagon û huqûq hemû paşverûtiya li ser civakê dixe fermiyetê.
Dewletên Ewrûpa jî bi navê mafê mirovan gelek sazî û zagon ava kirine, lê zagon û biryarên wan li ser kaxezan e. Heta niha ti mafê civakê û takekes di van zagonan de nehatine parastin. Ji ber ku mînaka herî balkêş rewşa Rêber APO ye. Ewrûpayê huqûqa xwe pir bilêv dikir, lê ji bo berjewendiyên xwe yên navnetewî tevahî huqûq û prensîbên xwe binpêkirin. Dewletên Ewrûpî berjewendiyên xwe dan pêşiya edalet û exlaqa heyî. Mirov dikare bêje dewletên Ewrûpî hem bêbextî hem jî durûtiyeke herî mezin li hember dîrokê û mirovahiyê kirine. Dîsa mînaka rojane wekî dewleta Tirk zagonên ku di sala 1961 û 1982 an de derxistine holê heta niha jî ew zagon di fermiyetê de ne. Pergala desthilatdar pala xwe dide wan zagonên xwe û ti vîna civakê nasnake. Her roj jin, zarok, ciwan û kal li rastî tacîz, tecawîz û êrîşên derveyî exlaqî tên. Yên ku maf didin van êrîşan jî zîhniyeta baviksalarî ya paşverû ya pênc hezar sal in. Ango huqûq û exlaq di bin tekelê siyaseta sexte de ne. Li gor berjewendiyên serdestan hemû tişt hatiye birêxistinkirin. Gava ku takekesek an jî saziyek ne li gor siyaset û zagonên desthilataran bin, dikarin wê saziyê ji holê rakin. Wî/wê takekesî bi salan di girtîgehan de bihêlin û birizînin. Gava ku ev rewşana tev li holê hebin, mirov nikare qala exlaqekî civakî û edalekete rast bike.
Ji ber ku çeka civakê ya herî bingehîn û girîng irf, edet û exlaqa wî ye. Ew jî ji dest hatiye girtin. Mirov dikare bêje çîna serdest bi zihniyeteke analîtîk û bêexlaqiyeke pir kûr ev qirêjî tev li hember mirovahiyê birêxistin kirine. Heta niha dewlet û pergalên desthilatdar ên heyî tevahî pirsgirêkên gelan di berçavka xwe re temaşe dikirin û hîna jî hinek dixwazin bi wî awayî temaşe bikin. Lê ji niha û pêve ti kes nikare li gor kêf û daxwaza xwe di şibaka xwe re li pirsgirêkên civakê temaşe bike.
Piştî vê asta zanebûnê ya ku civak gihiştiyê ti kes nikare civakê li gor huqûq û zagonên xwe birêve bibe. Têkoşîna gelan û berxwedaniya wan vê ferz dike ku herkes bi berçavka heqîqat û edaletê li pirsgirêkên wan temaşe bikin. Ger ku huqûq, siyaseteke nêr, dewlet û desthilatdarî li cîhanê bi bandorker be, pêwîste di pergala konfederalîzma demokratîk de exlaq, polîtîka, edalet û heqîqet diyarker be. Em heta dawiyê bi vê pergalê û heqîqetê bawer in.
Pêwîste herî kêm huqûq û siyaseta heyî were demokratîkirin û dewlet jî li hember mafên demokratîk were hişyarkirin. Pêwîste mafê tevahî civak û takekes weke zagoneke xwezayî bê parastin. Ew têkîliyên exlaq, huqûq û heqîqetê yên ku hatine berovajîkirin, bên sererastkirin. Xala herî girîng jî zekaya hestî û analîtîk ji bo ku berjewendiyên tevahî civakê bi awayekî baş û di tewazinekê de be, divê were avakirin. Civak jinûve vegere li cewherê xwe yê civaka exlaqî û polîtîk, li ser bingeha pergala Netewa Demokratîk xwe birêxistin bike. Ji bo ku mafê xwe û azadiya xwe bidest bixe, pêwîstî bi tekoşîneke bêdawî heye. Bi taybet ew erka dikeve ser milê mirovên huqûqnas, nivîskar û yên demokratîk ango her beşên azadîxwaz; ji bo ku civak bigihêje azadiya xwe tekoşîn kirin e. Wekî ku Rêber APO dibêje, “Ti civak bê exlaq û polîtîka nîne. Exlaq çîmentoya civakî ye, civak bi exlaq û azadiya xwe tê naskirin.