Evîn Zîlan
Hilbijartin û bijartin du peyvin ku hewce dike jê tehlîlên rast û di cih de were kirin. Ger fêmkirina wan a rast çê nebe, dikare bi hêsane heya temenekî dirêj rêgeha jiyana me biguherîne. Pêwîst dike em her tim li ber çav bigrin ku hedefa me ji bijartinê çiye.
Ev bijartin çi di qada siyasî de be an jî di qada civakî, çandî û hwd. be. Ya girîng ew e ku mirov bikaribe bibe xwedî bijartineke rast û li ser bingehek zanistî, ramanekî serbixwe û siyasî. Pêwîst e bijartin ji civak û takekes re sûd bigihîne.Li Rojhilatatê Kurdistanê nirxên netewî yên gelê Kurd ji pêdiviyên bingehîn in.Her bijartin mohra xwe li pêşerojê dide û dibe nîşaneya pejirandinê.Lewma jî girîng e ku her takekes bibe xwedî têgihîştina siyasî û civakî ya kûr. Bi taybet ji bo jinên ku demekî dirêj di nav koletiyê de jiyane, her bijartin ji bo wan an tê wateya kûrbûna bêtir a koletiyê û şikestina vîna azad, an jî bi bijartineke rast û zihniyetekî serbixwe pêşeroja xwe dixîne ewlehiyê. Ruxmî ku em baş dizanin qanûna komara Îslamî ya Îranê di encama fedakarî, xebat, cangorîtî û bijartina jina Îranî gihîşte encamê, îro jî li ser bingeha xapandin û pergala zilamsalar bûye qanûna dij-jinê ku ne tenê di qada siyaset, bijartin û hilbijartinê, her wiha di hemû qadên civakî de ji bo jinê cihek nehiştiye. Bi taybet ya herî xirab ji bo jinê qada rêveberiya komarê wek ciheke qedexe hatiye sînorkirin. Li vir e ku mirov hîna baştir bi gotina “Şoreş zarokên xwe diqurtîne.” têdigihîje. Jinê xebateke bêhempa meşand, li ber xwe da, hate piçûk xistin, kete girtîgehan, îşkence lê hate kirin lê di encam de bû takekes û beşa ku destpêkê mafê wê hate binpê kirin. Li vire ku pêwîst dike bi taybet jin û hemû beşên civakê bi awayek pir baş vê hilbijartina li Îranê baş tehlîl bikin û pêngavên rast biavêjin. Ji ber ku îro li Îranê hilbijartin bûye mijareke hesas û çarenûsaz. Ger gelê Kurd û jin nikaribin bijartineke rast bikin, an jî pir seranser li vê mijarê binêrein, bi awayeke xwezayî dê di vê valatiyê de hin kes hebin ku bi şûna me biryar bigrin û hilbijêrin. Wiha jî wê çarenûsa me bêku ti rola me dê te hebe, ji derve diyar bibe.
Hilbijartin piranî di zemîneke azad û bi demokrasiyê re pêk tên.Herwiha hilbijartin tê wateya esasgirtina vîna gelên civakê.Ev di rewşekê de ye ku li Îranê hilbijartin tam berovajî vê vegotinê ye.Ne tenê demokrasî di holê de nîne, herwiha bi tevahî hilbijartin navendî ye û ji jor ve pêk tê. Ango tenê saziya Vîlayetê Feqîh hildibijêre û gel jî dikişin ber sendoqên hilbijartinê ji bo ku xwe li ber çavên rayagiştî rewa nîşan bidin. Bêguman ev nêzîkatî tişek ji bilî nêzîkatiyeke demagojîk nîne. Di Îranê de ticar hilbijartin di wateya rastîn de pêk nehatiye, tenê bûye amûrek ji bo hîna bêtir li ser gel û girseyên civakê serweriya xwe pêk bînin. Hilbijartina azad jî mijareke ku gelên Îranî bi salane jê biyanî ne. Ev mijar li gor nêrîna komara Îslamî ya Îranê mijareke bêaqilane û nedicih de tê hesab. Pirî caran di çapemeniya hudir û derve de behsa demokasî û azadiya raman dikin, lê belê ev ji bilî kulmek gotinên pûç û vala ne tiştek in. Wiha jî qaşo dixwazin ku civakê bixapînin. Ruxmî ku haya wan tine ye ew wek ew qralê tazî û bêcil in ku nizane tezîbûna wî tê dîtin. Wê kêliyê zarokek ji dayîka xwe re dibêje “Mêzîne dayê, qral tezî ye”.Ev jî di aliyekê de nîşan dide ku civak çendî hatiye bêvînkirin ku heta nikare ew rastiya berçav jî bîne ser ziman. Ruxmî ku hertişt li ber çavan e. Elbet wê ev rewş hema bi vî halî berdewam neke. Ji ber ku bixwaze yan nexwaze dê diyalektîkguhertinê ferz bike. Hilbijratin jî di asta serok-komarî, an jî parlementoyê dê di salên pêş de îsbat bibe ku wek hewce dikir nekarîn hundirê wê tejî bikin. Di van 35 salên ku Komara Îslamî ya Îranê saz bûye heya niha wek ku di destûrnameya bingehîn de hatiye diyarkirin ticar nekarîn hilbijartinê ji formalîtebûnê derxin û birastî jî wê bi demokrasiya ji hêla gel ve were pejirandin pêk bînin.
Di vir de mijara girîng ew e ku hilbijartin hertim li ser binkeya tevlîbûna azad û bijartina serbixwe û ya herî girîng jî bi zanebûn û zanista siyasî pêk tê. Lê tişta balkêş ruxmî ku hilbijartin gotûbêjeke siyasî û civakî ye û di vê çarçoveyê de tevlîbûna gel çêdibe, lê belê siyaset bixwe ji bo beşên civakê yên derveyî dewletê bûye mijara herî hesas û tewana mezin di vî welatî de. Rexnekirina siyaseta Îranê bi tevahî mijareke qedexe, heta guneha mezin e ku bi sizayê îdamê re jî tê darizandin. Dîsa jî hewce dike ku hilbijartin were kirin û ji bo vîna xwe ya siyasî bibin xwedî biryar.Ev jî bi tevahî bi cewhera demokrasî û civaka demokratîk re di nav paradoksê de ye.Di esil de ev hilbijartin fermaneke ku çand salan carekê, tenê ji bo kontrolkirina hêz û potansiyela civakê, pêkanîna kiryar û siyasetên xwe ku ti têkîliya wê bi pêdivî û telebên gelê Îranê re tine yepêk tê. Wiha jî mohra pejirandinê lê dixin û bêtir gel dixapînin. Ji bo wan ya girîng ew e ku kerê wan pirê derbas bike. Xatemî, Ehmedî Nêjad û emsalên wan jibîr kirinku qaşo ji bo gel û civakê hatine pişt kursiya siyasetê û bûne deshilatî. Lê di heman demê de ev jî ji bîr birine ku ev kursî ewqas neqahîm û temenê wan nedirêj e. Gel dikarin wan zaliman ber bi jêr ve jî daxin erdê. Temenê dîktatoriyê çendî zalim û bêrihm jî bin, zêde nedirêj e, dawî lê tê.
Îro Îran jî di qonaxeke dîrokî ya hesas de ye.Di rewşekê de ku hemû herêm di nav guhertin û werguherînê de ye, Îran dê bibe mifte an jî helqeya zincîra esasî di guhertinên nû yên Rojhilata Navîn de. Hêzên cîhanî yên projeya Rojhilata Navîn a mezin dane pêşiya xwe û hêzên hûndirîn ku ketine nav qeyraneke kûr, nema tehemula rewşa heyî ya Îranê dikin û pê re lihev tên. Ji milê din ve jî ambargoya aborî li ser ku her diçe beşên civakî zêdetir bandor dike, wê bibe zemîne ji bo derxistina acizî û nerazîbûnê di Îranê de. Di nav hemû beşên civakî çi ciwan, çi pîr, zarok û jin sebra her kesê/î bidawî hatiye. Li derfeteke herî piçûk digerin ku dest bi serhildan û şoreşeke mezin bikin. Ji ber ku rewşa niha ya Îranê ji bo gelên Îranî bi taybet jî jinan pir xirab e.
Ji ber vê sedemê dikare zemanê niha baş bixin jêr tehlîlê û hilbijartina beşa yazdehan wek startekî ji bo derbaskirina vê qeyrana civakî bikar bînin. Ger komara Îslamî ya Îranê bixwaze ji bo înşakirina zemînê demokratîk ku hemû gelên Îranî bi taybet jî jin û gelê Kurd tê de cih bigrin, derfet heye û civak bixwe jî vê dixwaze. Nexwe dibe ku rewşekî ji ya Sûriyê û Iraqê kambaxtir pêşbikeve. Ev mûdaxele an wê bi destê hêzên derve û bi şîdet û xwînrijandinê pêk bê, an jî wê sîstemeke demokratîk û çaresaz bikaribe ji demê re bibe bersiv û Îran jî ji metirsiya hilweşînê rizgar bibe. Vê mijarê jî Îran dikare di dema hilbijartina yazdehemîn de îsbat bike. Ji ber ku gelên Îranê û gelên cîhanê êdî nema bi hilbijartinên qelp û guhertinên seranser ên Îranê dixapin. Êdî nema rejîma Îranê dikare bêyî berçavgirtina vîna siyasî ya gel bigihîje serkeftinê. Bi taybet jî di derbarê jinê di Îranê de ev mijar hîna bêtir hesas dibe.
Di civaka Îranê de hejmara jinan nîviya civakê pêk tîne, lê belê di qada siyasetê de eserek ji wê nayê dîtin. Bi her denga ku jin didin vê rejîmê, rojane li ser hejmara xweşewitandin, perçiqandin, şîdet, cînayetên di bin navê namûsê û hwd. zêde dibe. Di Îranê de jin xwedî mafê dengdayînê ye. Lê belê mafê hilbijirînê tine ye.Ev mijara jî heya dawî dij-jinê ye.Wê demê divê ev were pirsîn ku çima jin li ser dîroka koletiya xwe mohra xwe lê bide û wê mayînde bike? Yên ku bi gotina reform û guhertinê derketin ser dika siyaseta Îranê jî nekarin qet guhertineke piçûk jî çêbikin.Bi dewsa ku bibin alîgirê gel û civakê, hewl dan ku mêzîna di navbera xwe û Vîlayetê Feqîh xira nekin.Ango ne sîx bişewite, ne jî kebab. Ruxmî ku dîrok şahidî ji pir mînakan re kiriye ku yên ku her dayîm çareserî li cem dewlet û hêzê dîtine û hêza bingehîn ku civak bixwe ye piştçav kirine, ji sedî sed bi binkeftin û hilweşînê re rûbirû mane. Rayedarên dewleta Îranê ti elaqe nîşanî pêdivî û telebên civaka Îranê nadin. Hemû lêhûrbûna wan li ser wê ye ku bi ti awayî Wîleyetê Feqîh ji wan aciz nebe. Ev jî wek gurzekê bi ser serê ciwan û jinan tê xarê. Ciwan û jin ji guhertin û werguherîna rejîmê bi qeyrana ruhî, kesayetî, çandî, civakî, siyasî û hwd. par digrin. Ji ber vê ye ku hewce dike ji hilbijartinan re bi nêrîneke cuda temaşe bikin.hewce dike jin di Îranê de ne tenê ji bo ku deng bidin, bi zanistekî rewşenbîrî û siyasî di vê rêyê de gav biavêjin. Pêdivî heye her dengdan ji bo redkirina zihniyeta zilamsalar, dij-jin û ji bo têkuzbûna azadiya jinê be. Herwiha bendewariya ku zihniyeta zilamsalar maf bide jî ne di cih de ye. Bi salan e ku dengê jinan ji hêla komara Îslamî ya Îranê ve tê dizîn. Her dengdayîna jinê jî berovajî diqulipe û qanûnên hîna paşketîtir li dijî jinê tên.Wiha bûye ku di Îranê de jin û ciwan nema dikarin nefes bistînin. Dewlet bixwe bûye sî li jor serê civakê bi taybet jî jinan. Wê demê li vir mirov dikare tenê bigihîje yek encamê; ew jî hemû dengdayînên jinan di hilbijartinê de dikevin jêr xîzmeta zihniyeta zilamsalar û serdest ku ti hurmeta wan ji bo beşên cihê yên civakê, gelên Îran, ziman, ol, mezheb û baweriyên cuda re nîne. Pir namzetên hilbijartinê ji bo vê pêvajoyê ç xwedî projeyeke nû li ser bingeha demokartîzekirna Îranê nînin. Li hin deran îşare bi projeyên çandî û federalîzmê dikin, ruxmî ku di vî alî de heya niha ti pêngav nehatine avêtin. Ev proje ji gotin û derewan jî wêdetir naçin.Hîna jî di Îranê de çandên netewî bi êrîş û bêhurmetiyan re rûbirû tên.Ev rewş di Rojhilatê Kurdistanê de bêtir eşkere xuya dike. Wek mînak di meha dawî de li bajêrên Mêrîvanê cilên gelêrî li çend zilamên ku qaşo siza dabûnê kirin û li nav meydana bajêr gerandin, wiha jî li çanda gelê me bêhurmetî û heqaret kirin. Herî zêde jî jinên Kurd bi êrîşên çandî re merûz dimînin.Çanda her gelekî dîroka wî gelî îfade dike û bêhurmetî ji vê çandê re nayê pejirandin.
Wek ku em şahidiyê dikin Îran ketiye pêvajoyeke hesas.Baş jî dizane ku zincîra guhertinên li Rojhilata Navîn wê rojekê ji eteka Îranê jî bigre. Heke di vê pêvajoya hilbijartinê de bi proje û bernameyekî nû bi hemû gelên Îranî û di çarçoveya qanûnên ku mafê jinê jî esas digre pêwendîdar nebe û dîsa ji teorî û hin wede û derewan derbas neke, wê qeyarana heyî di Îranê de kûrtir bibe. Elbet divê mirov vê xalê jî bîne ser ziman ku jinên Kurd û hemû jinên Îranî bêyî ku li benda çareseriyê ji zihniyeta desthilatdar bimînin, pêwîste çarenûs û pêşeroja xwe nehêlin jêr însafa vê zihniyetê, bikaribin xwe bispêrin vîna azad û nasnameya xwe, wiha jî di pêvajoya hilbijartinê de bibin xwe rolekî werguherîner.
Rejîma Îranê çareya herî dawî di vê demê de dikare pêşbixîn û bê ku bikeve rewşa Sûriyê, dikare bi berçavgirtina demokrasiya gelan û bitaybet gelê Kurd, herwiha bi naskirina nansameya hemû gelan xîmê demokrasiyê di Îranê de ava bike. Di tevahiya dîrokê de ti siyasetekê bi piştçavkirin û înkara mafê siyasî ya gelan û nasnekirina vîna wan a azad, nekariye bigihîje serkeftina mayînde. Ji bo Îranê jî mijar bi vî rengî ye. Di rewşekê de ku rejîma Îranê hilbijratinên serokomariyê di çarçoveya xwestek û telebên gel nede ber çav, wê zemînê serhildanên dîrokî di hundirê Îranê û mudaxeleya derve çêbibe.Guhertinên heyî di herêmê de bi berfirehî Kurd girtine navenda xwe, bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd ji Îranê dixwaze ku guhertinekî cidî di siyasetên xwe de pêk bîne. Gelê Kurd di vê çavçoveyê de ji bo her curezemînê aştî û çareserî ji bo her gelekî amade ye. Jinên Kurd jî li ser vê bingehê hem bi parastina nasnameya xwe ya azad, dê xwe birêxistin bike, daxwazên xwe bîne ser ziman û li ser komara Îslamiya Îranê ferz bike.Jina Kurd ji hemû beşên civakê bêtir di dema têkoşîna Îran û Rojhilatatê Kurdistanê de zorî kêşan û bedelên giranbuha da. Lewma ji bo gihîştina çareseriya demokratîk jî di vê qonaxê de pêwîst dike rola pêşeng û vîndar bileyîze.