Propaganda wek peyv cara yekemîn ji alî kîliseya katolîk ve hatiye bikar anîn. Bi sedsalan kîlîsê xwestiye ku li Brîtanya xrîstiyantiyê pêş bixe. Lê nekariye bike. Herî dawî wek çareserî navendên perwerdê yên bi navê “kolejên perwerdeyê yên jibo pêşxistina baweriya rast” tên ava kirin. Heta sedsala 18. jî ev peyv tenê di çarçoveya kilîsê de maye. Piştre wek giştî belav bûye. Bêguman amûrek ji bo bandor kirina mirovan her tim wek çekek hatiye bikar anîne. Hetta li gelek welatan ev bi taybet hatiye rêxistin kirin. Mînak di Elmanyaya Nazi de Hitler propagandayê bi destê “Wezareta Propagandayê” birêve birîye. Disa piştî Şoreşa Fransayê cara yekemîn propagandaya polîtîk hatiye kirin. di sala 1793 yan de yekîneyên bi navê “Propaganda” hatine ava kirin û fikrên xwe yên şoreşgerî bi vî awayî belav kirine.
Propaganda bi awayekî bernamerêzî berbelav kirina fikrekî be, ajîtasyon jî di belav kirina wê fikrê de ji bo îqna kirin kes anjî girseyaan xitab kirina hestane. Ango ji bo mirov bikaribe kes an jî girseyan bi fikrekî bide bawer kirin bi qasî gotînên ku tên gotin, şêwazê wan ya anîna ser ziman jî girînge ku esas asta bandor kirinê hinek jî bi vê ve girêdayî ye. Hemû dewlet û tevger bi qasî ku karibûne di vê mijarê de pispor û bibandor bin, bi qasî ku karîbûne gel bixwe û fikrê xwe bidin bawer kirin ewqas karîbûne palpiştiya girseyan qezenc bikin. Ji bo wê Napolyon dibêje “ji bo mirov mafdar tenê rastiya kirin têrê nake. Divê kesên ku tên birêve birin jî bi van bawer bin. Hêz, xwe dispêre raya giştî. Tişta em dibêjin hukûmet çiye? Eger nekariye raya giştî bikşîne gel xwe, ne tişteke.” Esas bi van gotinan riya bibandorbûna rêberan û kesan anîye ser ziman.
Mirovek dema ku ji bo xwe hinek tiştan bêje û timî dûbare dike edî bê îradeya xwe bixwe jî ji vê tiştê bawer dikin û ev dibe rêbazek ku pir zêde tê bikar anîn. Ev ji bo girseyan jî wisa ye. Dema ku dewlet û tevger dixwazin girseyan bi fikrên xwe bidin bawer kirin hertim heman tiştan bi şêwazên cûda cûda ji wan re dibêjin ku êdî ew girse bixwe jî bawer dike. Ev hem ji bo tevgerên şoreşger ku dixwazin rastiyan nîşanê gel bidin wisa ye hem jî ji bo dewletan ku dema dixwazin gel li hember dîktatorî û desthilatiya xwe bidin iqna kirinê wisa ye. ji bo vê ye ku Hitler dibêje: “divê propaganda bi kêm fikran sînordar were hiştin û vana bêwestandin bi sedan caran werin dûbare kirin. Girse fikrên herî hêsan jî encax dema ku ji wan re bi sedan caran ji wan re werin dûbare kirin dikarin di bîra xwede bihêlin. Guhertinên ku werin kirin divê ticar di cewhera fikran de nebe, tenê di guhertina şikilde bimîne.” Bi vî awayî esas cewherê mijarê datîne holê.
Çawa ku di nava hemû dewlet û welatan de wisa bûye, bi taybet ji bo tevgerên şoreşger ku xwe bi temamî dispêrin hêza gel, cihekî pir cuda yê propaganda û ajîtasyonê heye. Û çawa ku di hemû tevgerên şoreşger de wisa bûye di Tekoşîna azadiyê ya PKK de jî bi heman awayî bûye. Ango bi derketina xwe re ku ewqas di nav bêderfetiyan de derketiye, bi tenê çeka di dest de bêguman bikaranîna zimanê xwe bi awayekî bibandor bûye.
Tevgera Apoyî jî di serê wan tevgeran de tê ku ji despêkê ve bi ti awayî xwe bi ti hêz û dewletî ve girênedaye û bi temamî spartiye gel. Bêguman ev jî dide diyar kirin ku ji derveyî ku ideolojîya xwe bi gotin û tevgerên xwe bi gel bide zanîn ti çekek wan ya dîtir nebû. Ji bo vê bi tena çeka di dest de prapagandayekî bi gotinî bû. Lê bi demê re li gor pêwîstiyan ev bi şêwaz guherînên gelek mezin re rubirû man. Ango piştre yekineyên propaganda û perwerdeyê tên ava kirin. Piştre dema ku derfetê propagandayê hat tengav kirin vê carê jî yekineyên propagandaya çekdarî dikevin dewrê. Heta piştre saziyên çapemenî û ragihandina azad hatin ava kirin. Bêguman her demek li gor pêwistiyên xwe şêwazê xwe jî dide diyar kirin û ferz kirin. Di PKK de jî bi demê re bi guhertina şêwazan her ku çûye zemîn xurttir bûye encamên girîng hatine girtin.
Propaganda ew çeke ku ti carî grîngiya wê kêm nebûye û her ku çûye zêdetir bûye. Her ku çûye rê û rêbazên wê dewlemendtir bûne û dibin. Ji ber ku armanca hemû hêz, dewlet, rêxistin, tevger û bi kurtî hemû pêkhatin xwe bi kes, girse û cihanê dana nasîn û dana qebûl kirine. Rêbazê wê çi dibe bila bibe hemû faaliyetên bi vê armancê navê wan dibe propaganda û jibo ku ev propaganda bi awayê herî bihêz encam bigrin li gor zeman û mekan wê bi reng kirin û şêwe dayîn jî dibe ajîtasyon.
Jiber van rastiyan her alîgir, sempatîzan û kadroyek PKK bi qasî ku bikarin bi awayekî xurt van faalîyetan bi rêve bibin, dikarin bi bandor bin. Dîsa wek tevgerek ku hemû cîhana kapîtalîst li hember wê di nav hewildanên komplo û tinekirinê de ne, riya herî encamgir ya li hember êrîşan, li dijî anti-propagandayan bûyîna hêza vala derxistina wan e. Tişta ku Rêbertî ewqas bi bandor kiriye jî bêguman şêwazê wî yê propagandayê bûye ku tam îfade û mînaka rastin ya propagandavan û ajîtatoreke. Jiber ku di serî de her gotinek ku dike bi hemû aliyan ve dikare piştrast bike û mafdariya xwe îspat bike. Ango zanistî diaxive. Ya dîtir jî li gor cih, dem û kesan nêz dibe ku çawa dikare encama herî xurt bigire wisa nêz dibe. Ango hema tenê nirxandin nake. Hemû tevger û hîsên xwe bi vê re dike yek ku yên li hember bi van bandor dibin. Ango di alî fikir-zikir-çalakî de yekbûna wî, wî ewqas dide gohdar kirin. Gelek caran kesan yan jî civatan ne bi axaftinên xwe bi mîmîk û tevgerên xwe daye iqna kirin. Ev jî nîşan dide ku bi tenê tevgerên wî jî çiqas girêdana wî ya bi armanca xwe ve û hewildanên wî yên ji bo dana fêm kirinê nîşan didin. Propagandavanên herî xurt di esas de kesên herî îdeolojîkin jî.
Wek encam, ya yekemîn bi awayekî herî xurt propaganda kirin û ya dûyemîn anti-propagandayên di çarçoveya şerê taybet de tên meşandin vala derxistin û pûç kirin, wê bibin dû rêyên sereke ku meşa ber bi serkeftinê ve bi lez dikin.
H.Dilan- H.Rozerin- H.Jindar