Hêviya Wendakirî

0Shares

Bûme hêsîr ji bo naskirna te

Bûme deyndar ji bo jiyana te

Bûme hesret ji bo evîna te

Bûme rêwî ji nama dilê xwe re

Dil dagirtîbû ji evîn û hêviyê

Çavên dagirtî ji hest û rastiya jiyanê

Lêvên têrbûyî ji hevalaitya birûmet

Kenê dagirtî ji axîn û keseran

Dê bese bêbext dinya

Ma nebese ji bo te

Gund kirin goristan

Rê bi xwînê sorkirin

Perperikan çar dorpêçkirin ji bo te

Dê bese çavên birondik û stêrkên li ezman rijiyayî

Destên ji bona evînê bûne qefes

Wê çawa bifirin di singa asîmanan de

Dê bese ew diranên tûjkirî û bêhna gurê dev bi xwîn

Ma hîna tu çi dixwazî?

Te dilê mirovan vala kiriye ji hestan û

dagirtiye ji êş û axînan

Dê bese biyanî, koçberî û

dûrbûyîna ji hevaltiyê, ji mirovahiyê

Dara qaçê ye

Lê belê em ê navê te bikolin li ser dara qaçê

Binêre te çi kiriye ji van!

Firatê dilgeş

Serdarê birûmet

Hekariyê dil bi êş

Mahîrê dilşewat

Zozana dil bihêvî

Bûye hêviya li bin dara qaçê

Hêvî ye an evîndar e

Rêwî ye an rûmet e

Heskirine an mirin e

Sebr e an jiyan e

Metîna ye an Dersim e

Rêwiyê bin dara qaçê hevalê Firat e

Qêrîna evîn û azadiyê ye

Firat e, qêrîna azadiyê ye

Qêrîna azadiyê ye…

Diljîn Botan

Attachment