Şandeya Îmraliyê li Başurê welêt hevdîtinên xwe bi rayedarên Herêma Federe ya Kurdistanê re berdewam dike.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn bi serdanên dikin peyam û bangawaziyên Rêber Apo radigihînin. Bi wê boneyê hevdîtina destpêkê dûh li Hewlerê bi Serokê PDK’ê Mesut Barzanî û îro jî bi bi Serokê Herêma Federe Nêçîrvan Barzanî re pêk anîn.
Şandeyê îro daxwuyaniyek da û van agahiyan da; “Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja Kurdan, wê ji bo pêşeroja miletên Rojhilata Navîn jî li ser bingeha aştî û demokrasiyê pêş bikeve. Em dixwazin vê jî ji gelê xwe re ragihînin. Hêviya gelê me ewe ku ev mesele li ser bingeha aştî û wekheviyê çareser bibe. Hemû aktorên Kurdan û hizbên Kurdî xwedî helwestek neteweyîne û piştevaniya vê pêvajoyê dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe li Hewlêrê dawî dike û emê derbasî Silêmaniyê bibin. Emê li wir bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî û cîgirê serokê Hikumeta Herêmê Qubat Talebanî re bicivin. Şandeya me piştî vegeriya Tirkiyeyê, wê derbarê encamên hevdîtinan de daxuyaniyek nivîskî bide.”
Tê payîn ku şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê jî bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re jî bicive.
Di hemû hevdîtinên şandeyê de hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê têne parvekirin, nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê têne girtin. Encamên van hevdîtinan tê payîn ku rojên li pêşiya me bi Rêber Apo re ji aliyê şandeyê ve were parvekirin.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di hevdîtinan de cihê xwe digirin.