Zaxo Zagros
Ger civakek wateya xwe, zihniyet û bedewebûna xwe wenda bike, ev tê wateya ku kesên di vê civakê de dijîn mîna çûkên serjêkirî ne. Di heman demê de mîna laşekî ji bo perçekirin û rizandinê amade ne. Mixabin em wekî gel vê rastiyê bi rengê herî balkêş rojane dijîn. Em mirovên civakekê ne, ku her roj mêjî û dilê wê tê xwarin û bi awayeke hevbeş ji bo ji cewhera xwe dûr bikeve, her kêlî bi şerekî dijwar re rû bi rû dimîne. Civaka me ji çanda xwe, zimanê xwe her ku tê qutkirin ewqas ji zihniyet, raman, hest û exlaqê xwe dûr dikeve.
Dijminê me ji bo polîtîkayên asîmîlasyon, qirkirin û perçekirinê bimeşîne serî li hemû rêbazên xirab dide. Hin kes birçî hiştine, hin kes tirsandine, hin kes kirîne, hin kes xapandine, hin kes dane revandin û her wiha ji bo wan teslîm wergirin hemû rê bi kar anîne. Her wiha rêya rizgariyê jî wek ‘reva ji rastiya xwe û civaka xwe’ dane nîşandan. Bi qasî mirovê Kurd ji civaka xwe, ji nirxên xwe dûr bikeve, wê ewqas bikaribe bijî. Di encama van polîtîkayan de hin kesan berê xwe dane metrepolan, hinekan jî berê xwe dane Ewrûpayê. Bi vî rengî ji bo Kurdan jiyan tenê wek xwarin û vexwarin ango jiyaneke fîzîkî hatiye diyarkirin. Asîmîlasyona duyemîn jî bi vî rengê destpê dike. Di hundirê rastiyeke wiha de yan wê takekes ji nû ve hîmên civaka xwe ya nû ava bike û dest bi berxwedaniyê bike, an jî wê bê kok, bê reh û mîna serseriyan bijî. Kesên bi nirxên civaka xwe ve girêdayî û xwedî rûmet biryara têkoşînê didin û dikevin nava şerê civakbûna nû. Lê kesên ezezîtiyê dijîn û bi bermayiyên pergala heyî re jiyana xwe têr dikin, ew neçarin ku hemû gemarî û qirêjiya pergalê bipejirin.
Rêhevala Rûken ji nava rastiyeke wiha derket. Di encama zilm û zoriyê û xizaniyê malbata wê jî berê xwe didin kolanên Ewrûpayê yên sar û tevizî. Ji ber ku hevala Rûken keça malbateke welatparêz û serhildêr e, di demeke kin de di nava refên ciwanan de cih digre û bi taybet tevlî xebatên çand û hunerê dibe. Ne dansên Ewrûpayî, ne jî hunera wan bala rêhevala Rûken nakişîne û her roj bi dîlan û govendên welatê xwe re hest û ruhê xwe û kesayeta xwe ji nû ve divehone. Tevî hemû hewldanên pegala kapîtalîst jî, wê herdem di dil û hişmendiya xwe de hezkirina ax û welat xwedî kir. Çiqas ezezitiya Ewrûpayê bi hêz û dijwar bû, çiqas sir û seqema wê tûj bû, nekarî civakbûna hevala Rûken û germahiya dilê wê teslîm wergire. Ew mîna bircekê li hemberî hemû zorî û zehmetiyan li ber xwe da û mîna berfînên welatê xwe herdem serhildêr û bedew ma. Wê ticar pişta xwe neda welat, herdem û her carê berê wê û çavên wê li Kurdistanê bû. Bi van hest û biryardariya mezin piştî komployê berê xwe da derguşa xwedawend û warê dayîka xwe.
Dijmin wer dihesiband ku wê Rûken here Ewrûpayê û nema careke din dizivire welat. Lê belê ne pişaftina Ewrûpayê, ne jî ezezîtî û polîtîkayên qirkirinê, demarê wê qut nekirin ji civak, çand, nasname û xwebûna wê ku wenda kiribû. Hat li wê derê peyda bike. Wê baş dizanî ku tişta lêdigere ne li Elmanya ye, ne li kolanên biyaniyan e. Dizanî ‘dar divê li ser koka xwe şîn were’, rêhevala Rûken jî şanaziya jiyanê di vegera li welatê xwe de dît.
Rûken Mînaka Rêhevaltiyê Bû
Dema ku mirov hebûna xwe li ser lêgera heqîqetê ava bike, çiqas zorî û zehmetiyan bibîne jî ew ticar dev jê bernade. Rêhevala Rûken her dem dijberiya jiyaneke sivik ku li ser berjewendiyên besît xwe avadike dikir. Li ser bingeha bîrdoziya Rêber APO, her dem zihin û baweriya xwe diafirand. Ji bo ku cîhana zihniyeta xwe ji koletiyê rizgar bike û bi exlaqê azadiyê mezin bike, timî di nava hewldaneke bêdawî de bû. Wê ticar têkîliyên li ser bingeha madiyet û tiştên biçûk ava nedikir. Herdem ked dida ku bibe rêwiya heqîqetê û nûnertiya nasnama wê bike. Ew hertim di nava hewldana ku çawa bibe ziman û çalekiya rastiyê de bû. Lewma jî di warê bîrdozî de xwe perwerde dikir û bi kedekî bêhempa dixwest ramanên Rêber APO bixwîne û fêm bike. Biqasî hişyariya li pêşberî jiyanê, ewqas jî li ser hîmên bîrdozî yên ku divê jinek jiyana xwe li ser wê ava bike, radiwestiya. Lewma jî li ser rêgezên bîrdoziya Rizgariya Jinê bi awayeke baldar disekinî û xwe tê de kûr dikir. Ew xwedî hestên welatparêz ên kûr bû, herdem xwebûna xwe ya ramyarî diparast, bi tevgera azadiyê ve girêdayî bû û li hember hemû nêzîkatiyên ku rêxistinê lawaz dikin, xwedî helweste rêxistinî bû. Di têkoşînê de xwedî israreke mezin bû. Tevî hemû zorî û zehmetiyan wê ticar gav paşve nediavêt. Her wiha di jiyan û ruhê xwe de herdem bedewbûn bingeh digirt. Bi vî awayî ew herdem û di her şert û mercê de lêgervana heqîqetê bû. Pîvanên xwe yên rêhevaltiyê li ser rastiya dîrokî ya civakbûna nû ava dikir. Ji ber ev ferast di hemû jiyana xwe de serwer dikir, bi hevalên derdora xwe re di nav têkîliyeke avaker, xweliqkar û pir germ de bû.
Ew Bi Qasî Cîlo Serhildêr, Bi Qasî Çarçela Bedew, Wekî Avaşîn Saf Û Paqij Bû
Tevî ku hevala Rûken cara yekê derbasî qada leşkerî dibû û li ciheke dijwar mîna qada Zagrosê dima, lê belê di demeke kin de hêlîna xwe di dilê her hevalekê de çêkir. Ne li hemberî paşverûtiyên kesan, ne jî li hemberî zehmetiyên fîzîkî ticar xwe neda paş û herdem hêza têkoşînê nîşan da. Li gor wê ‘her hevalek gerdûneke serbixwe û taybet e’ ji bo her hevalekê xwedî vê nêzîkatiyê bû. Dilnizmiya wê û nirxa ku dida jiyanê, dihişt ku her hevalek pir rehet her mijarê pê re parve bike. Lewma ew biqasî ku fermandêr bû, ewqas jî mamoste û rêhevala wan bû. Mîna hunermendekê hevalên li dora xwe bi awayeke herî bedew perwerde dikir. Mîna hozanekê ji her hevalekê dixwest melodiyekê biafirîne. Herweha bi mirovan re elaqedarbûyîn, perwerdekirin, aliyên wan ên paşverû derbaskirin û hêza jiyanê avakirin xwesteka wê ya herî bi hêz bû.
Tevî ku hevala Rûken cara yekê dihate qada Parastina Rewa û cara yekê dihate qada pratîkê, lê ew di demeke kin de fêrî erdnîgariya wir bû, li Zagrosê xwe di mijara şer de kûr kir. Heyecana wê ya jiyanê, bi armanc tevlîbûna wê, ji bo ku tiştên nû fêr bibe biryar û israra wê, hişt ku di demeke kin de baweriya hevalên derdora xwe qezenc bike. Hezkirin û evîndariya wê ji axê re dihişt ku ji ti zorî û zehmetiyan re serî netewîne. Her çiqas hin nexweşiyên wê yên fîzîkî jî hebûn, lê ticar ev nekir mijar û herdem bi xwestekeke mezin tevlî dibû. Rêhevala Rûken çavkaniyên xwe yên moralê pir baş dabû diyarkirin. Ji bo wê Rêber APO û hevalên şehîd çavkaniya jiyanê û pîvana tevlîbûna rast bûn. Lewma jî tevlîbûna wê herdem bi xwestek û coş bû. Wê herdem dixwest fikir û ramanên Rêbertî bixwîne û xwe li ser ava bike. Ew jî yek ji wan hevalan bû ku di hesreta dîtina Rêbertî de bûn, lê wê herdem hewl dida ku Rêber APO di hiş û hestên xwe de biafirîne û di jiyana xwe de pêk bîne. Bi taybet xwe perwerde kirin, girêdana bi axê, xwe gihandina fikreke azad û serbixwe, rêxistin avakirin, di tekoşînê de israrkirin û bedewkirina ruh û ramanên xwe armancên wê yên bingehîn bûn. Li ser vê ferasetê wê herdem hewl dida ku yekîtiya fikir, zikir û çalekiyê çêbike. Tişta herî balkêş jî ew bû ku li hember ezezîtiya çanda Rojava ango Ewrûpayê, wê herdem civakbûyîn û jiyana kolektîf ava dikir. Heta dawiyê li hember jiyana madî û erzan di nava têkoşînê de bû.
Bi qasî jiyanê, rêhevala Rûken girîngî dida çalekiyê jî. Ji bo ku di çalekiyan de cih bigre xwedî israreke mezin bû. Ji bo fêr bibe jî hem dilnizim hem jî şagirteke baş bû. Di çalekiya Bêdewê de yek ji hevalên ku gurûba xwe parast û wendahî neda, ew bû . Heta dawiyê bi hişyarî û bi disîplînî tevgeriyabû.
Dema mirov jiyan û têkoşîna Rêhevala Rûken dide berçav, pir zelale ku ew herdem bû lêgervana heqîqetê. Wê heqîqet ne li kolanên Ewrûpayê, ne jî di jiyana erzan a ku pergal ji me re rewa dibîne de dît. Wê heqîqet di welatparêzî, lêgera azadiyê, hevaltî û şoreşgeriyê de dît.