Heta Ku Şêweya Çalakiya Demokrasiyan Neyê Fêmkirin, Pêkanîna Xebatbariyê Zor e.

0Shares

Rêber APO

Demokrasiya bê çalakî weke mirovê bê deng e, Çalakî zimanê demokrasiyê ye. Her tevgera gel, her hewldana rêxistinan çalakiyek e. Ji hêsanî ber bi tevlîheviyê ve, xwepêşandan, civîn, meş, hilbijartin, mitîng, protesto, grev, dema ku mercên wê derkevin hole berxwedana zagonî û heta bi serhildanan ku di dem û cihên wan de neyên pêkanîn, demorasî nayên meşandin. Bi taybetî dema ku daxwazên gel ên bingehîn li ber çavan neyên girtin, dema ku gelek armanc, rêzik û rêxistinên demokrasiyê werin xirakirin, çalakî dibin amûrên çareseriyê yên mecbûrî. Gel û rêxistineke ku di lidarxistina çalakiyan de bi sernekeve, demokratîk nabe. Gel û rêxistineke ku behreya çalakiyê nîşan nede, mirî ye. Çalakî bi rêxistinan gengaz in. Çalakiyên bê rêxistin, dê vala û sernekeftî bin.

 

Gel çiqas bi rêxistin bin ê hewqasî jî çalak bin. Pêwîste çalakî timî ne wek protesto û berxwedan werin dîtin. Çalakiyên civakên sivîl herî bêhtir avaker in. Têgihîna çalakiyên erênî bingeh e. Serhildanên gelan û şerên wan kengî dikarin bibin rojev? Bersivdayîna rast a merc û şêweyên van çalakiyên bingehîn ku gelekî tên şixûlandin û li dij gelan tên bikaranîn, bi derbaskirina astengiyên di dîroka gelan de ê gengaz be. Serhildan û şer, dema ku hemû çalakiyên din tiştekî bidest nexin, bi wate dibin. Bi taybetî  dema ku hêzên şerker ên desthilatiyê ji bilî zorê, vebijarka (alternative) çareseriyê nehêlin, pêwîste gel ji dêvla ku di bandore rajêriya koletiyê de bijîn, ji bo berjewendiyên xwe yên jiyanî serhildan û şer bêxe rojeva xwe. Dema ku zagon bi wekhevî neyên sepandin, dema ku têkilî bi rola çareseriya demokrasiyê neyê nîşandan, dema ku hemû çalakiyên aştiyane vala werin derxistin, rawestîna li ser serhildan û şerê gel bi awayek cidî jênerev dibe. Ev herdu xal bersiva pêdivî dikarin bidin: Pêwîste dewlet çareseriya demokratîk fêm bike, heger bi awayek hestyar şens nede vê yekê û pê re têkildar nebe, di destê gel de jî ti hêmanên ku zorê li wan bike nemînin, wê demê weke ku di nava gelek gelan de tê dîtin, serhildanên gel û şer dikevin rojevê.

 

Armanca her şer û serhildanê ne qutbûn e. Berevajî vê yekê rêvekirina li ber tevayiya demokratîk e. Dema serhildan û şerên ji bo damezrandina dewletan ên mîna kevin derbas bûne. Serhildan û rizgariya neteweyî yên bi armanca dewletbûyînê, di encamê de dê bibe pîneyekî piçûk ê bi dewleta kapîtalîst ve. Ev yek li qasî ku çareseriyekê ji pirsgirêkên gelan re nayînê dê wan girantir jî bike. 22 dewletên gelê Ereb, pirsgirêkên gel kêm nekirine, zêdetir kirine. Her wiha serhildanên gel û şerên wan ên dema nû, dikare weke ne bi armanca dewletbûyînê lê bi armanca xebatbariya demokrasiyeke tememî were terîfkirin. Rolên wan ên bingehîn dikarin wiha werin danîn. Cudahî dema ku jênerev bibe, dê watedar be. Pêwîste tercîha gelan timî ji bo tevayiya demokratîk be. Çiqas ku neteweperestên herdu aliyan cudabûn û şidetê ferz bikin jî, pêwîste tercîha gelan şideta herî hindik û tevayîya demokratîk be. Çiqas ku şer û serhildanên bê dem xeter in, hewqasî jî dema ku rêyeke din nemîne û serî li şer û serhildanan nexin, mirin û rajêriye. Ji bo demokrasiyan pirsgirêkeke din a çalakiyeke girîng jî ev e ku di rewşa parastina rewa de, helwesteke çawa dê were nîşandan. Parastina rewa encex di mercên dagirkirinê de watedar dibe. Dema ku sîstemeke dagirker, mêtinger an jî çewsîner li ser gelekî were damezrandin, ev tê wê wateyê ku dagirkerî heye. Digel ku ev dagirkerî ji aliyê hêzeke biyanî ve dikare were kirin, dikarê bi hevkariya hinekan ji wî gelî jî were pêkanîn. Di vê rewşê de, peywira parastinê derdikeve holê. Armanc dibe rakirina dagirkeriyê û damezrandina demokrasiyê. Lêbelê ji ber ku hebûna biyanî di dewrê deye, bi navkirina parastinê ya weke parastina rewa ya neteweyî û demokratîk, ê rastir be. Di van mercan de, dîse mercên şer derdikevin holê. Dîsa jî şerê klasîk ê rizgariya neteweyî bingeh nayê girtin. Her çiqas û aliyên neteweyî hebin jî ji ber pêwîstiyên demê, şerê parastinê yê ji bo tevayiyên demoratîk, ê rastir be. Şer û serhildanên bi vî rengî, li bajar û qadên gundewariyê bi tenê yan jî bi tevayî pêktên. Li gelek derên Afrîka, Emerîka û Asyayê hemû şêweyên vî şerî hatine ceribandin. Ji dêvla dewletbûnê bi armanca tevayiya demokratîk, ji bo rastiya çareseriya rojane dê baştir be. Her çiqas ku bi awayek neteweyî jî be, li hember dagirkeran û hevkarên wan, şerê gelan ê ji bo tevayiya demokratîk ê herî rast e. Di van rewşan de, pêwîste hemû çalakiyên din ên aştiyane jî werin sepandin. Pêwîste parastina rewa ji bo destekkirin, pêşêxistin û parastina  demokratîkbûna gel were birêxistinkirin û meşandin.