Her Roj Kirina 8’ê Adarê Sirra ‘Xwebûnê’ Ye
Di her kêliya jiyanê de, sirek ya xwebûnê heye. Ev sira xwebûnê, di hemû zindiyên ku bi hebûn û heyîna xwe jiyanê cihreng û bedew dikin de heye. Di xwezayê de, bi aheng û melodiyeke newaze ev sira xwebûnê kamil dibe. Li gel mirovan jî sira herî mezin ya xwebûnê di jiyana li derdora jinê hatiye hûnandin de xwe dide der. Civaka mirovan, li ser hîmê jin, jiyan û xwebûnê afrîneriya xwe domdar kiriye. Ev rastiya mezin hebûn bi jiyanê, jiyan li gel hêza maneyê û afrînera xwebûnê jinê bi heqîqet kiriye. Afrînerî, xisleteke ya berdewamiya jiyanê ye. Her ku jinê, afrîneriya efsanewî ya jiyanê bê dawî kir, rastî jiyaneke dûrî hebûn û cewherê xwe hat. Jiyana ku dûrî hebûn û heyîna jinê, di dirêjahiya dîrokê de hêlîna xwe di mêjî û hestên mêrê ku hesûdê jiyana jinê ye de çêkiribû. Êdî ew roj bûn para jiyana jinê û roj bi roj, kêlî bi kêlî jiyan ji jinê û jin ji jiyanê biyanî bûbû. Ew biyanîbûn bi qasî dûrbûna erd û ezman ji hev dûr bûbû. Her ku dîroka mirovahiyê xwe di nava avabûna mekan û demê de ava kir, cihana mêr ya ku xwe serdest kiribû, di peyî hewesa bi destxistina tevahî nirxên civakê yê di kesayeta jinê de hatine sembolkirin bû. Bi vê ji hevxistin, ketin û îxaneta mezin ya mêr li jiyanê kir re êdî sira jiyan û xwebûnê bi xistina jinê re di mertebeya herî jor de veguherî pirsgirêkeke herî kûr ya tevahî civakê. Ev pirsgirêka kûr ya civakê bi hezaran sale nehatî çareserkirin û hîna jî li benda çareseriyê ye.
Rêber APO, ji bo vê pirsgirêka kûr û herî mezin ya civakê wisa dibêje; ‘heya ku jin azad nebe civak azad nabe. Bê jin jiyan nabe lê bi jina heyî re jiyan nabe. Dîroka jinê ya koletiyê nehatiye nivîsandin û ya azadiyê jî li benda nivîsandinê ye.’ Ev nêrînên Rêbertî yên ku li ser bingehê felsefîk, bîrdozî, dîrokî û civakî pêşxistine, rastiya paşeroj û pêşeroja me pir ji kûr de radixe ber çavan. Rastiya 129 jinên ku li hemberî bê mafiya li ser jinê tê kirin serî rakirin û bûne qûrbanên agirê dûjehî yê mêr çavkaniya heman paşerojê ye.
122 sal beriya niha dengê qêrîna wan 129 jinan, weke qêrîna jinên êzîdî di sala 2014’an de bilind bûbû xwe gîhandibû cihana ku di dorpêça hişmendiya mêr de dijî. Dem, cih û dîrok gelek ji hev dûr xûya bikin jî, lê hişmendiya li ser kar heman hişmendiye. Hişmendiya mêr û ya pergala wî dewletê ye. Şewitandina 129 jinan, bi hewl û armanca şewitandina tevahî jinan û civakê hatiye kirin. Pergala ku xwe li ser bê kokbûnê saz bike, ji dest tê her cûre mirin, kuştin û komkujiyan pêk bîne. Pergala mêr ji ber li ser bê kokbûnê hatiye sazkirin, di dîroka mirovahiyê de bi hezaran bûyerên bi êş û giran bi jinan, xweza û mirovahiyê dane jiyan kirin. Roja 8’ê Adarê jî bi êşekî mezin hate avakirin. Roja 8’ê Adarê tenê yek ji wan rojane ku di encama ked, fedekarî, berdêl û berxwedanekî mezin ya pêşengên jin de li cîhanê hatiye pejirandin. Ev pejirandin jî pir bi hêsanî nehatiye pêşxistin. Heta salên dirêj weke rojekî sembolik ya jinan hate pêşwazî kirin. Di rastiya roja îro de ev roj ji rewşekî sembolik derketiye û xwe gîhandiya wateya xwe ya rastîn. Ev jî bi saya tekoşîn û ezmekî mezin ya jinan ji jiyanê re pêşket. Rêbertî, ev roj weke mîrateya mezin ya dîroka jinê ye nirxand û wateya wê ya dîrokî çiye bi pêşxistina gelek dahûrînan re maneya wê ya mezin di hiş û hestên me de ava kir. Wateya wê ya mezin jî ewe em her yek di hiş, bîr û hestên xwe de tevahî rojên salê veguherînin rojên jinê. Ji bo em her yek viya di kesayeta xwe de bi ser bixînin jî, di serî de kedekî mezin dayîn pêwîst dike. Ev ked jî bi xwe gîhandina xwebûnê pêkan dibe. Xwe gîhandina xwebûnê jî di xwendin û pêkanîna fikrên Rêbertiyê re derbas dibe.
Mirov ji xwe re nebêje me ji ku dest pê kir û em niha li kune, nikare bikeve kûrahiya rastiya dîroka hatiye jiyîn. Ji bo xwe gîhandina kûrahiya dîrokê, roja 8’ê Adarê û tevahî rojên din yên ku şahidî ji hezaran bûyerî re kiriye ne ji bîrkirine. Em her ku weke jin nêzî bîra xwe ya dîrok û civakî dibin, em ewqas nêzî xwebûna xwe dibin. Ger her jinek ya lêgerînvana azadiyê bi barkirina maneyekî wisa mezin ve nêzî roja 8’ê Adarê bibe wê tekoşîna me bi serbikeve. Rêber APO, tovên vê serkeftina mezin di bihar angu 8’ê Adara sala 1998’an de bi ragihandina bîrdoziya rizgariya jinê re çand. Ev bersiva herî radîkal ji pergala serdest a mêr re bû. Û diyariya herî mezin ya Rêber APO di sedsala 21’emîn de pêşkêşî jinan kirî ye. Di roja îro de ji me tê xwestin em vê diyariyê weke çavê xwe biparêzin, xwedî lêderkevin û pêwîst bike di oxira wê de canê xwe bikin gorî. Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî ya ev 23 sale di bin şert û mercên herî giran yê tecrîdê de ji bo mezinkirin û pêşxistina tekoşîna jinê şoreşa zihnî pêk anî. Di serî de ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin pêwîste em bîrdoziya rizgariya jinê darivînin nav her şaneyên bedena xwe.
Tekoşîn û hevdîtina jinan ya ku her roja diçe weke pêleke mezin dibe li tevahî cîhanê xwe belav dike, vê hêvî û baweriyê dide wê jin vê sedsalê veguherînin sedsala jinan û mirovahiyê. Awaza jinan a ku di nava sê peyvan de sira jiyan û xwebûnê vejîn dike jin jiyan azadî êdî li cîhanê bilind dibe. Melodiya vê awaza manîdar, ji înana dest pê kir, heta Roza, Clara û Sarayan bê navber hate vegotin û hîna jî bi berdewamî tê vegotin û wê her tim werê vegotin…
Şaristan Nûrhak