Zinarîn Amûdê
Vaye erd dîsa gera xwe ya li derdora rojê li gel meha Hezîranê dide sekinandin û her çar demsalên ku hatine gel hev, xêrhatina wan ji mirovatiyê re silav dikin. Wek germahiya Hezîranê, ev her çar demsal jî bi dilên xwe yên germ rojê û zarokên welatê xwe silav dikin. Her çar demsalên evîndar berê xwe dane rojê û careke din qala evîna xwe dikin. Her kes li gel ku pir bi vê evînê bihîstiye, lê wekî ku cara yekem dibihîzin bi mereq guhdar dikin. Ji ber ku ev evîn her roj xwe jinûve dixemilîne di hişê mirovatiyê de. Evîneke zelal, lê kûr e, lewma her roj ji bo têgihîştina wetaya wê pirs û lêpirsa bi wetakirina vê evînê, xwe di serê mirovan de dide ponijandin.
Herçar evîndarên ku di wetaya evîna rast de jiyan dane pênasekirin; evîna ku mirovan xweşik dike, bi qasî ku xewşik dike mezin dike. Evîna ku cih ji dudilî û gumanan re nahêle û ji bo parastina wê bêhesab tevgerbûnê hîn dike. Ji cihên cuda hatin, lê li yek cihê li hev kombûn, di demên cuda de rêwîtiya ber bi evînê destpê kirin, lê di heman mehê de gihîştin rojê, di bedenên cuda de dilê wan lê dida, lê di yek evînê de hevdu hembêz kirin.
Axa ku bi evîna evîndaran hatiye pîrozkirin, berê xwe daye şînahiya ezman, bi hevre pêşwaziya her çar demsalan dike. Mîna ku govendekê li derdora wan digerînin, bi mizgîniya roja nû wan dikişîne nava guvendê. Govend bi strana li ser navê her çar demsalan tê gerandin. Stran bi dengê dengbêjan wiha kilamê dibêje:
Zîlan; liDêrsîmê bû dengê îsyanê ku bi dawî nebibû.Lihemberî neyarên serxweş, bi hestyariya evîndariya jiyana bi rojê re, di guhên wan ên ker de qîrkir. Parçakirina bedena xwe jî kêm didît di rêya evînê de. Ji bo wê hîn jî dengê zîlan bi gotina ku “Xwezîka ji canê min bêtir jî tişek hebûya ku min di rêya evîna xwe ya ji rojê re pêşkêş bikira” lîlan vedide. Evîna rojê di dilê Zîlan de gelek mezin e. Ji bo vê evîna ku bûye destan, hîn jî mirov tên gel hevdu û qala wê ji hev re dikin, li ser diponijin û dibin şopdarê Zîlan di rêya evînê de.
Sema; jina ku bi êşên xwe re êşa hemû jinan di dilê xwe de hîskir, lewma ewqes mezin dibû dilê keça evîndar. Bi agirê evîna xwe bedena xwe ya ku kir xwelî, ji wê xweliyê jî her roj xwe nûkir di dilê hemû jinên êşkişandî de. Xwe kire dermanê van êşan û nehişt ku xefikên neyar û xayînan agirê evîna wê vemirînin. Ruxmî wan, evîna xwe mezin û ji xefikan rizgar kir. Ewrên xapînok ên ku xwestin têkevin navbera wê û rojê, bi rûmeta jina ku teslîm nabe parçekir û ew jî weke demsala bihara ku çiqas rojên ewrî û baranî hebe jî, dê xwe bigihîne rûyê rojê, xwe bi roja pîroz re kire yek.
Gulan; mîna çiyayên welatê xwe, serê xwe danedixist li hemberî neyar û xayînan. Bi wêrekî dihizirî û bi hizra xwe jî tevdigeriya, ew her demê parêzvana ronahiya rojê bû. Mîna havîna ku her roj germahiya rojê di esmanê xwe de hembêz dike, di evîna xwe de bawermend û îsrar bû. Wêrekî dida derdora xwe û di evîna xwe de teng nebû, ew bi her kesekê/î re parvedikir û herkes dikişande vê evîna xweşik. Lewma xayîn bi tirs li ser keça berxwedêr diponijîn û xefikên xwe yên veşartî li hember wê çêdikirin, lê wan nedizanî ku ti xefik nikare rêhevala Gulan di dil û mejiyê hevalên xwe de tine bike. Her demsalek çiqas xwedî taybetmendiyên xwe yên cuda be jî, lê em mêze bikin ti demsal bê rojê derbas nabe. Rêhevala Gulan jî yek ji wan demsalan e, ku herdem hevala rojê bûye.
Zîlan Pepûle; demsala ciwan, ciwana ku di temenekî zû, dilê xwe bi evîna rojê şuştibû, lewma rûyê wê jî mîna dilê wê bi germahî dikeniya û hîn jî dengê kena wê tê guhê mirovan. Ciwan jiya, ciwan evîndar bû û bi ciwanî jî berê baskên xwe yên biçûk da rêya rojê. Lewma di bîra her kesekê de jî bi wêneyên xwe yên ku hîna ciwane maye. Temenê wê yê ciwan û dilê wê yê piçûk di bin bargiraniya evîneke mezin de jiya. Bi lez xwe gihand demsalên ku di heyva Hezîranê de destên xwe dabûn hev û bi wan re hevdîtineke bêdawî bi rojê re çêkir.
Kilama dengbêjan, li ser her çar demsalan dirêj e, gotinên wan pir in û bê dawî ne. Ji xwe hemû çîrokên evînî wiha dirêjin û dawiya wan bi êş e, lê çîroka vê evînê cudahiya xwe ew e ku her çendî êşên xwe hebe jî, di nava şahî û hêviyên jiyaneke nû de hatiye strandin. Lewma dema ku tê guhdarkirin mirov tenê xemgînî najî, di heman demê de mirov dixe nava hizrên dewlemend. Dilên mirov bi evîneke xweşik hestyar dike. Mirov dixe nava lêgera jiyaneke wetadar a mîna her çar evîndaran. Ji ber vê êdî çîroka evînê bi êş bidawî nabe, êdî çîroka evînê bi dualiyeke gerdûnî ku hîna zêdetir fêrkere didome.
Êdî li ser vê axa pîroz, wan ji zarokên nû re mînaka evîniya rast ku bixwe afirandin, nîşandan. Lewma di roja me ya îro de ciwanên Kurd, jinên Kurd, zarokên Kurd berê xwe didin tekoşînê, şoreşê li dar dixînin û bi xeyalên azadiyê tevdigerin. Ev tev rastiya evînên serkeftî nîşan didin, rastiya evîndarên nûjen dide ber çavan.
Her demsalek bi cudahiya xwe, bi neqş û xemlên xwe, bi xweşikbûna xwe ya xweser, bi şêwazên xwe yên fêrker ji mirovan re bi mizgîniya roja îro tîlîliyan dikêşin. Ew ticar di paşerojê de neman, her di roja nû de jî xwe bişkovandin. Ew ne tenê hefizeya zarokên welatê xwe ne, ew zanabûna nû ne, ya ku di hizra mirovatiya hemdem de pêşdikeve. Lewma her bîranîna wan dibe ronahiya rêya têkoşeran.