Heqîqeta Şoreşê
Rêber APO
Di şaristaniyan de hêza sîstemekê bi çareseriya wê ya bi kok ji pirsigrêkên civakî re tê pîvan. Serdema neolîtîkê bi şoreşa cotkariyê hewl da ji pirsgirêkên mirovatiyê yên di nava şert û mercên hov ên hezarê salan de bibe bersiv. Qlanên nebat berhev dikirin û yên gerok û nêçîrvan bi şoreşa gund-cotkariyê, ev şert û merc hinekî nerm kirin, qabîliyetên xwe yên civakbûnê pêşdebirin û bi vî awayî li çareseriyê geriyan. Bêguman, ev li ser navê mirovatiyê pêngaveke manedar a gelekî pêşketî bû. Dema behsa wê tê kirin bi jiyaneke hezarê salan di wijdan û zêhnê kolektîf ê mirovatiyê de şopên kûr hiştin. Civaka mirov hinekî jî rastiyek e ku di vê demê de pêk hatiye. Civaka îro jî xwe dispêre wê civakê. Eger mirov bipirse û bibêje; mirov vê civakê ji binî ve vekişîne wê li paşê çi bimîne. Pirsek bi vî rengî têra xwe mirov difikirîne. Eger hînê em xwediyê xeyalên mîna qûtsiyet, xwedayetî, mûcîze û cennetê bin, divê em ji bîr nekin ku ev ji heybeta vê civakê mane.
Şoreş bi pirranî berevajî armancên xwe dikevin; ji ber ku pirsgirêka hiyarerşî, desthilatdarî û dewletê rast ji hev dernaxînin. Di vê mijarê de jî dîrok bi enqaz û xirbeyên gelek şoreşên berevajî armancên xwe ketine tijî ye. Ji Şoreşa Îslamê ya herî zêde bi îdeaya xwedatiyê rabû heta bi Şoreşa Fransî ya xwe şoreşa rohnîbûnê ya sedsala 18. hesiband, dîsa heta bi Şoreşa Bolşevîk a Rûs a sosyalîzma zanistî bi dehan mînakên bi heman rengî, nikarîbûn ku di dema kin de berevajiyê armancên xwe nekevin. Sedema bingehîn a vê diyardeyê jî ew e, di ‘dema kin’ de têkbirina dewletekê yan jî hêzeke desthilatdariyê ya hiyarerşîk nayê maneya têkbirina şaristanî û modernîteya çand û saziya ‘dema dirêj’ e. Eger dewleta têkçûyî di nava sîstema şaristanî an jî modernîteya heyî de bûbe asteng û kelemek, bi şoreşê re ya wê bi hêztir bibe û karektera xwe bide tevahiya wê dem û dewletan wê şaristanî û modernîte bin. Têkbirina dewletê nayê maneya têkbirina desthilatdarî û modernîteyê. Di binê pirranî caran bi hêzbûna desthilatdariyê de ev rastiya bingehîn heye.
Ji bo şoreş karibin manedar bibin û bi armancên xwe re nekevin paradoksê, divê piştî şoreşê bi nexweşiya desthilatdariyê nekevin û neyên lîstika dewletparêziyê. Şoreşê tavilê dibin desthilatdarî û dewlet bi tenê qediyayî nayên hesibandin; bi îdealên xwe yên wekhevî, azadî û demokrasiyê re îxanetkirî têne qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de dîroka şoreşan xwedî trajediya dîroka îxanetê ye. Ji vî awirî ve Şoreşên Franse, Rûs û Îslamê bi dersan tijî ne. Ango li şûna şoreş tavilê bi şertê desthilatdarî û dewletê ve were girêdan, ji bo dema dirêj bi nirxên civaka exlaqî û polîtîk ve bêne girêdan gelekî girîng e.
Pirsgirêkên civakê çawa yekpare ne, divê şoreş û şoreşger jî di tevahiya gotin û çalakiyên xwe de bernameya siyasî, plansaziya taktîk û stratejîk di zikhev de pêk bîne. Hînbûyîna jiyanê yekpare ye. Divê mirov yeqîn neke ku mirov kare qonaxan ji hev qut bijî. Eger hewce dike ku em ji hin mînakên dîrokî ders bigirin, mirov dikare têra xwe ji mînakên Zerdeşt, Mûsa, Îsa û Muhammed hîn bibe û dersan bigire. Mînakên em behsa wan dikin, ji bo şoreş û şoreşgerên civaka Rojhilat Navîn ji beriya hezar salan ve me hişyar dikin ku divê mirov çawa bi tevahî rahêje meseleyan, bi tempoyeke çawa bimeşe, çawa bi pratîk û pîvan be. Şoreşên Rojhilata Navîn ne li gorî qalibên modernîteya kapîtalîst, eger li gorî nirxên xwe yên dîrokî rabûn û bi zanista aktuel re bûn yek dikare şensê wan ê serketinê hebe.
Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike. Şoreşa jinê divê li dijî zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetê rojê li ser kar e, xurtkirina helwesta exlaqî û polîtîk weke şerekî ferz dike. Ji bo mehkûmkirina diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê, redê wê hewce dike. Divê mirov îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re bihêle. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîngtir jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ji vê rastir ji vê bê felsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê bi jinê re di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de ne, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne.
Wexta ku çanda Rojhilata Navîn xwe nû bike, divê zanibe ku rêya vê di şoreşa heqîqetê re derbas dibe. Şoreşa heqîqetê şoreşeke şêwazê zêhniyet û jiyanê ye. Şoreşa xwe rizgarkirina ji şêwazê jiyanê û hegemondariya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst e. Divê mirov bi dîndar û şovenîstên ezbetperest ên sexte yên xwe bi rêûresmê digirin nexape. Ew bi modernîteya kapîtalîst re şer nakin. Mîna kûçikê nobedar hinekî para xwe dixwazin. Ti car mirov nikare van kesan weke şervanên heqîqetê bifikire. Jixwe li hemberî modernîteyê ne bi tenê têkçûyî ne, di heman demê de şelaq in. Eger çepgirên kevin, femînîst, ekolojîst û tevgerên kulturalîst dixwazin antî-modernîstên gotin û gavên wan hevgirtî bin divê bizanibin şerê heqîqetê di nava yekparebûna xwe de pêk tê û divê wê di şêwazê jiyana xwe de jî bi cih bînin, bimeşînin.
– Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e. Di şoreşan de ne bi tenê du hêzên safî, lê du dinya têne beramberî hevdû. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike. Ya îdeolojiya PKK’ê mumkîn dike, ezmûna sosyalîzma pêkhatî ye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin. Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîne, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin.
Li Rojhilata Navîn şoreşeke zêhniyetê ya ji mezhebên lîberalîzmê yên hem navend û hem jî yên rastgir û çepgir rizgarbûyî û ji oryantalîzmê bihurî gelekî girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku şoreşa zêhniyetê pêk neyê, ti şoreşa civakî bi awayekî mayînde pêk nayê. divê destnîşan bikim ku pratîzekirin girîng e. Fikrên gelekî hêja, ango fikrên para wan a heqîqetê gelekî bi hêz jî dema neyên bicihanîn ti maneyê îfade nakin. Dinya alem hemû li ser şaşiyê yan jî li ser fikra para wê ya heqîqetê lawaz bi yek bin jî eger kesek bi tenê fikra para wê ya heqîqetê zêdetir temsîl bike, wê karibe li hemberî hemûyan bi awayekî serketî xwedî li wê fikrê derkeve û wê karibe wê fikrê bigihîne serketinê. Dîroka mirovatiyê bi mînakên vê yekê tijî ye. Ya rê li ber vê vedike, her tim hêza heqîqetan a serketinê ye. Fikrên heqîqetê îfade dikin pêkan e ku bêne tepisandin, bêne cezakirin, lê ti carî têk naçin.
Şoreşa Kurdistanê dikare şoreşa xwe ya zêhniyet, etîk û estetîkê gelekî kûr bike û bike malê ferd û bi vî awayî li nava gelên Rojhilata Navîn belav bike. Dikare bi şoreşa xwe alîkariyeke girîng bi çanda dîrokî ya Rojhilata Navîn re bike ku her tim xwe bi yekparetî û gerdûnîtî nîşan daye. Ji bo vê mirov dikare jiyanê bi xwe û her qada wê weke dibistanekê binirxîne. Ferd û gelên her tiştê xwe ji dest dane şensekî wan bi awayekî erênî jî ew e, nirxên şoreşî bi awayekî bi azadî, etîk û wekhevî barkirî dibînin, mîna bêhn li wan çikiya be hilmê dikişînin nava xwe û qebûl dikin. Bihêlin bila verşiya modernîteya kapîtalîst bi me nebe. Gelekî baş e ku bi me nebûye, yan jî pirr kêm bi me bûye. Ya herî bi heybet jî ew e, em li gorî xwezaya xwe ya civakî û bandora xwe ya ferdî, nirxên modernîteya demokratîk, neteweya wî ya demokratîk, şêwazê wê yê ekonomiya kominal û jiyana ekolojîk, zanista wê, felsefeya wê û hunerê wê bi awayekî azad, wekhev û demokratîk parve bikin û bikin malê civakê.
Şoreşa Kurdistanê ya bi teorî û têgînên modernîteya demokratîk ji nû ve hatiye hûnandin, eger bi awayekî hêja pêşketina xwe ya pratîk dewam bike, wê ne bi tenê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bîne; çareseriya xwecihî ya şoreşê wê di heman demê de bibe yekpare çareseriya herî tekûz a gerdûnî. Her şoreş di heman demê de xulaseya bi tevahî şoreşên rabihuriyê ye û tê wê maneyê ji wan bihuriye. Li gorî potansiyela xwe û hêzên li dijî wan têdikoşe divê Şoreşa Kurdistanê hem ji dîrokê hem jî ji modernîteyê hesab bipirse. Eger di vê çarçoveyê de hesabpirsînê bi awayekî serketî bike, wê alîkariya herî girîng bi gerdûnîtiyê re bike. Li ser riya gerdûnîbûnê Rojhilata Navîn rawestgeheke stratejîk e. Eger di roja me ya îro de wê şoreşeke cîhanê bibe, nîşane hemû didin xuyakirin ev ê di çarçoveya çanda Rojhilata navîn de bibe.
Her ku çû min dît, zanistên civakî yên modernîte ferz dike, ne zanist in, mîtolojiyên hemdem in, û vê jî bîrbirina min a dîrok û civakê bi hêz kir. Di têgihiştina min a heqîqetê de tam şoreşek çêbû. Her ku min dogma ji hev parçe kirin, min dîrok û civak bêhtir bi xweşî û heqîqetbarkirî nas kirin. Di vê demê de navê min li xwe kiribû li gorî vê yekê bû ango min ji xwe re digot ‘Nêçîrvanê Heqîqetê’. Gotina jiberkirî ya modernîteya kapîtalîst ‘kîvroşk bireve, tajî bigire’, min bi awayê xwe berevajî kiribû û weha digot “nêçîra modernîteya kapîtalîst bike.” Kengî têgihiştina li heqîqetê bi temamî bi pêş ket, hingê em der barê kîjan qada civakî de heta der barê qadên biyolojîk û fizîkî de bifikirin, bi awayekî em bi demên berê re nikaribin li ber hev bigirin, serdestiya maneyê xuya kir. Di şert û mercên zindanê de bi qasî ku min dixwest, min karîbû şoreşên heqîqetê yên rojane bikirana. Hewce nake ku ez bibêjim, hêza berxwedanê ya ku ev yek dide ti tişta din nikare bide.