• TÜRKÇE
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Perspektifên Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
No Result
View All Result
Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê
No Result
View All Result

Heqîqet Azadî Ye

February 4, 2025
in Ji pênûsa Gerîla
A A
Heqîqet Azadî Ye
Share on FacebookShare on TwitterwhatsappTelegramEmailQR Code

Bi çend hevokan bi pênûsa gerîla Arîn, Zozan, Çîçek, Vejîn û Avend wateya Heqîqetê:

Dema ku ez dibêjim azadî hîna jî têde zehmetî dikşînim ku baş tarîfa wê bikim û behsa azadî û heqîqetê bikim. Ji ber ku rastiyeke heye ku em hêjan negihiştine Heqîqet û Azadiyê. Ez di vê lêgerîna  xwe de li pey şopa Heqîqetê me. Da ku bigihêjim azadiyê. Jinên ku bedena  xwe dane ber agir, ji bo ku xwe bigihînin azadiyê, ji ber ku hebuna xwe di azadiyê de didîtin wê fedekariyê dikirin. Ji bo ku ez bêjim ez gihêştim heqîqetê divê di çavên xwe de teyisandina heqîqet û azadiyê bibînim, divê têkoşînek rast bimeşînim. Ji xwe Roja me bi van gotinan bal dikşîne ser zor û zehmetiyên têkoşînê û dibêje: “Ger azadî hêsan bûya yê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana.” Despêkê mirov di dil, mejî û rih de azad dibe. Rêber Apo bal dikşîne ser wê rastiyê. Ji xwe armanca gerdunê lêgerîna Azadiyê ye. Em jî parçeyek ji wê lêgerînê ne û emê teqez serbikevin.
(Arîn Ekîn)

 
Guftogoyek li ser Rastiya Heqîqetê

Em çawa dikarin jiyanê tarîf bikin?
Mirov çi wate bar bike ew e
Hebuna her mirov rastiya wê wate ye
Yanî xwebun e
Erê xwe zanîn, ketina ferqa xwe ye.
Heger mirov xwe nizane yê çawa tiştekê cuda bizane?
Xwe zanebun zehmete heval, ji ber ku mirov ji rastiya xwe pir dûr hatine xistin. Ji bo xwe bibîne te çikir?
Min despêkê xwest insan nas bikim , qasî min karî serketim jî lê li aliyekê jî min nekarî hemû rastiya wan jî fam bikim. Piştî min xwest ez xwe nas bikim, rêya zehmet derket pêşiya min û min her li ser wê reyê baz da, xwest xwe bigihînim. Berê dema rastiya min ji min re dihate gotin, dengek hûndirê min de her ji min re digot „ev ne rastiya te ye, ji te vedişêrin“ û min pir guh nedida. Wî dengî re min yên ku rastiya min li min da nasîn naskir û ketim ser reya heqîqetê. Û dema tu rastiya xwe bibînî, xwe nasbikî gelo ew te ber bi azadiyê ve nabe?
Erê wisa ye
Wê demê çima hinek jî jê direvî?
Dema azadî tê gotin xweş e, lê xwe gihandina heqîqetê berdêl dixwaze.
Rastiya heqîqetê jî ji xwe ev e. Bi eşq biçî ser û bi heqîqetê re bibî xelekeke ji agir e.
(Zozan û Çîçek)

 
Heqîqet Ronahî ye

Ez Ronahîme di nava civaka xwezayî de.
Şewqa azadiya wekhevim.
Şaristaniyê ez reşkirim, tarîkirim û veşartim. Lê
Tûne nebum di nav rupelên dîrokê de. Min şer kir, li berxweda
Bume destan di nava mîtolojiyê de
Bi demê re ji erdê hatim rakirin li asîmanan bume navnîşana xeyala Heqîqetê
Germahiya agirê rastiyê de bûm lê ez neşewitîm.
Xwestin min ji bo xwe parçe çarçe bikin lê winda nebum.
Bume Tovek hatim çandin di çarê Nîsanê de
Şînbum bi tîrêjên ronahiya roja pîroz
Hatim avdan bi xwîna Şehîdan
Bume dara heqîqetê
Bume Ronahiya azadiya Mirovahiyê, ez Ronahî me
(Vejîn Nuhat)

Rayî Heqîqeto (zazakî)

Rayî manu Heqîqeto
Ay waxte haq nemando
Aya rayzî esqa çae vezono
Tî nezan, la ne kewto, neşirk vane
Venga Edule a ameya çaya ma di vano:
Nika her waxt raya heqîqetdeyo
(Avend Tolvan)

ShareTweetSendShareSendScan

Herî Dawî

Li Ser Rêwitiya Lingan
Ji pênûsa Gerîla

Li Ser Rêwitiya Lingan

May 8, 2025

Read moreDetails
Jİ NEWALA AZADİYÊ RE
Bîranînên Gerîla

Jİ NEWALA AZADİYÊ RE

May 6, 2025

Read moreDetails
KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE
Perspektifên Rêber Apo

KESÊ HERÎ BI BANDOR YÊ TIŞTEKÊ DIDE HER KESÎ YE

May 5, 2025

Read moreDetails
RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE
Şehîdên Azadiyê

RUHÊ BERXWEDÊR, SERKEFTINA TARZÊ FEDAYÎ YÊN APOYÎ BIXWE YE

May 3, 2025

Read moreDetails
  • Destpêk
  • Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
  • Lêkolîn
  • Galerî

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk

No Result
View All Result
  • Destpêk
  • Rêber Apo
    • Kêliyên Bi Rêber Apo Re
    • Perspektifên Rêber Apo
  • Şehîdên Azadiyê
  • Daxuyanî
  • Nirxandin
  • Gerîla
    • Bîranînên Gerîla
    • Ji pênûsa Gerîla
    • Amargi
    • Zeynep Kinaci
  • Lêkolîn
  • Galerî
    • Wêne
  • TÜRKÇE

©2020 PAJK Hemû mafên wê parastîne - Ji aliyê Pajk