Bi çend hevokan bi pênûsa gerîla Arîn, Zozan, Çîçek, Vejîn û Avend wateya Heqîqetê:
Dema ku ez dibêjim azadî hîna jî têde zehmetî dikşînim ku baş tarîfa wê bikim û behsa azadî û heqîqetê bikim. Ji ber ku rastiyeke heye ku em hêjan negihiştine Heqîqet û Azadiyê. Ez di vê lêgerîna xwe de li pey şopa Heqîqetê me. Da ku bigihêjim azadiyê. Jinên ku bedena xwe dane ber agir, ji bo ku xwe bigihînin azadiyê, ji ber ku hebuna xwe di azadiyê de didîtin wê fedekariyê dikirin. Ji bo ku ez bêjim ez gihêştim heqîqetê divê di çavên xwe de teyisandina heqîqet û azadiyê bibînim, divê têkoşînek rast bimeşînim. Ji xwe Roja me bi van gotinan bal dikşîne ser zor û zehmetiyên têkoşînê û dibêje: “Ger azadî hêsan bûya yê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana.” Despêkê mirov di dil, mejî û rih de azad dibe. Rêber Apo bal dikşîne ser wê rastiyê. Ji xwe armanca gerdunê lêgerîna Azadiyê ye. Em jî parçeyek ji wê lêgerînê ne û emê teqez serbikevin.
(Arîn Ekîn)
Guftogoyek li ser Rastiya Heqîqetê
Em çawa dikarin jiyanê tarîf bikin?
Mirov çi wate bar bike ew e
Hebuna her mirov rastiya wê wate ye
Yanî xwebun e
Erê xwe zanîn, ketina ferqa xwe ye.
Heger mirov xwe nizane yê çawa tiştekê cuda bizane?
Xwe zanebun zehmete heval, ji ber ku mirov ji rastiya xwe pir dûr hatine xistin. Ji bo xwe bibîne te çikir?
Min despêkê xwest insan nas bikim , qasî min karî serketim jî lê li aliyekê jî min nekarî hemû rastiya wan jî fam bikim. Piştî min xwest ez xwe nas bikim, rêya zehmet derket pêşiya min û min her li ser wê reyê baz da, xwest xwe bigihînim. Berê dema rastiya min ji min re dihate gotin, dengek hûndirê min de her ji min re digot „ev ne rastiya te ye, ji te vedişêrin“ û min pir guh nedida. Wî dengî re min yên ku rastiya min li min da nasîn naskir û ketim ser reya heqîqetê. Û dema tu rastiya xwe bibînî, xwe nasbikî gelo ew te ber bi azadiyê ve nabe?
Erê wisa ye
Wê demê çima hinek jî jê direvî?
Dema azadî tê gotin xweş e, lê xwe gihandina heqîqetê berdêl dixwaze.
Rastiya heqîqetê jî ji xwe ev e. Bi eşq biçî ser û bi heqîqetê re bibî xelekeke ji agir e.
(Zozan û Çîçek)
Heqîqet Ronahî ye
Ez Ronahîme di nava civaka xwezayî de.
Şewqa azadiya wekhevim.
Şaristaniyê ez reşkirim, tarîkirim û veşartim. Lê
Tûne nebum di nav rupelên dîrokê de. Min şer kir, li berxweda
Bume destan di nava mîtolojiyê de
Bi demê re ji erdê hatim rakirin li asîmanan bume navnîşana xeyala Heqîqetê
Germahiya agirê rastiyê de bûm lê ez neşewitîm.
Xwestin min ji bo xwe parçe çarçe bikin lê winda nebum.
Bume Tovek hatim çandin di çarê Nîsanê de
Şînbum bi tîrêjên ronahiya roja pîroz
Hatim avdan bi xwîna Şehîdan
Bume dara heqîqetê
Bume Ronahiya azadiya Mirovahiyê, ez Ronahî me
(Vejîn Nuhat)
Rayî Heqîqeto (zazakî)
Rayî manu Heqîqeto
Ay waxte haq nemando
Aya rayzî esqa çae vezono
Tî nezan, la ne kewto, neşirk vane
Venga Edule a ameya çaya ma di vano:
Nika her waxt raya heqîqetdeyo
(Avend Tolvan)