Medya Afrin
Dîroka gelê Kurdistanê bi dewlemendiya çand, bi hêjahiya mirovên wê û bi xwezayîbûna jiyana civakî tê nasîn. Bêguman pir nirx û rêgezan tevna jiyanê diristin û hevgirtineke xurt di nava her êl û eşîrê de ava dikirin. Yek ji taybetiya jiyana xwezayî ya Kurdan ku bûye mijara pirtûkan û pir kesên ku li ser welêt lêkolîn kirine, bêyî ku îşare bi vê taybetiyê bikin derbas nebûne; mêvanperveriya gelê Kurd e. Lê belê civak bixwe di pir aliyan de bêyî ku rêgez û qayîdeyke nivîskî hebe û ji aliya hin saziyan ve bê kontrolkirin pîvanên xwe dida diyarkirin.
Di roja îro de bi bandora çandên biyanî û elimînên pergalê tevna civakî heya radeyekê derbe xwariye. Hewce dike bi çavdêriyeke hîna kûrtir em li dahatûya xwe vegerin û bibînin ku pirsgirêk ji ku derketiye. Di nava civaka Kurdan de kar û nêzîkatiyên derveyî exlaqê û yên ku nerast têne zanîn nedihatin pejirandin. Weke mînak derewkirin û dizî, destgirtîbûn, alîkarînekirina rencber, hejar û kesên temen mezin şermekî pir mezin bû. Ji bo miroveke feqîr û bêderfet komkirina alîkarî kareke bi rûmet bû. Sozek ku dihate dayîn dibû soz û pêkanîn divêt. Di nava civakê de lihevpirsîn, giftûgokirin li ser pirsgirêkên civakê, biryargirtina hevbeş, çareserkirin, serdana nexweş û êxsîran, parvekirina êş û kêfxweşiyan, alîkarîkirina hevdu çanda jiyanêbû û ev hemû xusus dewlemendiya çanda gelê Kurd pêkdianî. Lewma jî Kurd dikaribûn li hemberî ewqas zilm û zordarî, li beramberî şer û çewisandin li ser lingan bimîne.
Xelk, li nav gundan û taxan, bi taybetî di rojên zivistanê de dihatin ba hev. Şahî çêdikirin. Behsa nuçe û qewimînên dawî dikirin û di dawiya reşe şevên tîr û dirêj de destan û çîrokên bav û kalan ji hevre vedigotin. Dema rewşekî xaternak derdikete holê, xelk kom dibû, rewş nirxand, bi lêpirsîn liçareyekê digeriyan û ji bo derbaskirina xeteriyê hemû bi hev re bi tevger dibûn. Tirsa tenê mayînê tinebû ji ber ku her takekes ji bo hemûyan û hemû jî ji ber takekes ve xwe berpirsyar didîtin. Tişta ku zirar bida civakê weke xerab dihate nirxandin, tiştek ku ji bo civaka giştî sûdwer bû weke tişteke pîroz dihate dîtin. Tenê li berjewendiya xwe fikirîn, mijareke şermê bû. Başî û xirabî wek destûrên exlaqî di civakê de dihatin pejirandin û kirineke tawan li hember van pîvanên exlaqî bê bertek û siza nedihate hiştin. Têkîliyên dinavbera mirovan de germ û ji dil bû. Ji bo parastina civakê her kes amade bû. Tiştek bihata serê yekî/ê hemû ji bo alîkarî û heke hewce bikira ji bo tolhildanê diketin rê. Ji bo tendurûstiya xwe jî diçûn ji xwere giya kom dikirin. Xwe li hemberî nexweşiyan wiha diparastin. Di rewşa nexweşiye de mirovan ji hevre çareserî vedigotin. Çi hebûya cîran bi ciranên xwe re, bi nasên xwe an jî bi feqîran re parvedikir. Di cewhera gelê Kurd de jiyaneke wiha heye.
Di salên dawî de di nav cîvakê de mirov dikare guhertinan bibîne. Di roja îro de çi diyar dibe? Di nava gundan de bermahiyên çanda kevnkêm bibe jî lê hîna diyarin. Li gundan jî guhertinên xerab hebe. Lê li derên ku mirovan xwe wek “pêşketî, medenî, şehrî” dibînin, jiyan pir cudaye. Wek mînak; di dema bihorî de, wexta tiştek bihata firotin, a herî baş dihate bazarê. Lê îro hema bêje di her malê ku tê bazarê de hîle, teşqele û qelp in. Bo nimûne av dixin li ser neft an jî benzînê ji bo bikaribin çend qurûşan zêde bistînin. Di firoşgehande tiştên xerab, kevin û teqlîd weke malê herî nû, orijînal û bi qelîte tê danasîn. Ma wîjdan li ku maye? Lê ewqet xem nakin, tenê li berjewendiyên xwe difikirin.
Li ser kulan û kûçeyan kesên xazoktiyê dikin, hindek ji wan seqetin, dest an lingê wan tin ye, hindek ji wan nexweşin. Kes xwe ji ber wan ve berpirsyar nabîne, wan dewet nake ji bo xwarineke germ. Ji bo avakirina jiyaneke birûmet alîkarya wan nake. Kanê wîjdan û exlaq?
Îro em dibînin ku mirovên temen mezin, li malên xwe bitenê dijîn, ji bo kirina karên rojane êdî hêza wan têrê nake. Mala wan qirêj e, an ew nexweş dikevin, nikarin rabin ser xwe, bi rojan tî, birçî û di nava êş û derdan de dinalin.Keç û kurên wan pir in, lê yek ji wan li gel dayîk û bavê xwe namîne, ji wan re xizmet nake, ji wan re alîkarî nake. Cîran jî nema weke berê ne, bi hinceta ku bi zarokên xwe re mijûl dibin, wazîfeya xwe ya insanî pêknayînin. Çi bê wijdanin. Şerme!
Ciwanan fêrî dizî, betalî, bê rezî û bikaranîna madeyên hoşbir kirine. Pergalê Ciwanan 24 saetên rojê bi computer, qumar, atarî, spor, diskotek û hwd. re mijûl dike. Bi guhdarkirina MP’yan ciwan ji derdora xwe qut dibe, dengê kesî/ê naçe wî/wê.Ciwanan di nava çandên biyanî de dihelînin, êdî ciwan çanda xwe, welatê xwe û xelkê xwe piçûk û kêm dibîne. Xeyala çûyîna derveyî welat pêş dikeve. Lê divê ciwan nirxa welat, ziman, çand, gel û nirxên gelê xwe baş bizanibe û ji bo axa xwe, pêşketina çand û parastina nirxên civaka xwe bifikire, zindî û çalak be.
Jin bi zorî têne zewicandin, bi dext û zoriyan re rû bi rû dimînin, Nêrîna wê nayê pirsîn û girîngiya daxwaziyên wê nayê dîtin. Jin tê firotin, destavêtin û kuştin. Nirxa karê jinê û kesayeta wê nayê hesabkirin. Mafê jinê ji bo biryardayîn derbarê jiyana xwe de tine ye. Mafên weke bêhnvedan, xwe perwerdekirin, ji malê derketin, xwe pêşxistin, axaftin di inîsiyatîfa zilamde maye û ev rewş weke qederê pê dane pejirandin.
Êdî her kes tenê xwe difikire. Ber bi pûl û pereyan ve weke dînan direvin. Ji bo pere, baş an xirab, her tiştî dikin. Hemû rojan ewqas mirov ji bo maleke mezintir, teknîke nû, çûna seyranê, modela nû ya telefon, televîzyon, computer, erebe, cilê modeya dawî, hemû cure xwarin, (pêwîste be an na qet ferq nake) rojê 24 saetan kar dikin. Çav têr nabe… Çawa daxwaziya xwe pêkanî tiştên din dike armanç. Ji bo vê jî diçe deyn dike, xwe diwestîne, ji hal dikeve. Nikare wan deynan sererast bike. Dixebite, kar dike lê bi tiştekê razî jî nabe. Dîsa tiştek esas ji bo civakê nakin, tenê ji bo pere, ji bo berjewendiya xwe an malbata xwe kar dikin. Xizmet ji bo gelê xwe, bo welatê xwe weke ehmeqtî dibîne.
Lê ew ne ti jiyan e. Esil nezanî jiyana bi vî rengî ye. Jiyanek wiha mirov ji civaka xwe, ji cewhera xwe, ji rêzdarî, parvekirin, xweşbînî û hezkirinê dûr dike. Jiyaneke wiha pir bêwate ye. Pir tişt hene, ji pere gelekî xweştir, bi nirxtir û bi pere qet nayê kirîn. Bo nimûne; Azadî, Hêvî, Hezkirina Gelekî nayê kirîn. Ez azadiya xwe xizmetkirin, pêşxistin û azadkirina xwe û gelê Kurd dibînim.