Gotinên Zêrîn

0Shares

*Hûn soza bibiryarbûyînê didin, lê divê ev soze ji gotinê wêdetir, veguhere rastiyê bixwe.

*Divê rastiya Rêbertî di van aliyan de bê nirxandin; jiyana me pir aliyan de bibînin û binirxînin. Heya dawiyê şiyarbûyîn heye, heta gotineke şaş, pêngaveke ne di cih de tineye. Em sihêm difikirin ku di qadên herî teng de jî çawa divê biser bixînin.

*Dema perwerde kêm be, rêxistinkirin kêm be, çalakî kêm be û derbaskirina kêmasiyan jî di asta asgarî de be, kesayeta we ji binkeftinê nikare rizgar bibe, nikare bibe kesayeteke rêzdar. Dema rastî û kesayeta Rêbertiya Partiyê bê lêkolîn kirin, hûnê bibînin ez çawa bi xwe re şer dikim.

*Di qada ku ez lê dimînim, paşveçûn nab e. Ya rastî hûn paşde dibin. Navê we PKK’yî ye lê beşeke zêde ya piratîka we paşde dikişîne.

*Bawerî bi PKK’ê, bawerî bi Rêbertî; bi bingeh girtina terz û sitîla Rêbertî dib e. Baweriyeke bilî vê kêr pênç quruşan jî nayê.

*Şoreşger mirina erzan qebûl nake. Mezin difikire, berxwe dide û zû jî nabe alif (yem).

*Em mafdarin û ji bo serxistineke misoger em ketin rê.

*Em li vir bi hemû hêza xwe hewl didin, kesayeta netewî, çînî, fêmker (anlayişli), yekaheng, di eynî dem de bibiryar bi we bidin têgehandin. Hûn şoreşgerin, hûn biaqil in, şoreşger aqil dibin û divê hêzeke wan a têgehiştinê hebe.

*Em dikarin vê salê bi ser bixînin, lê ger bi terzê lêxistina armancan û xebatên ragedar (yetkin) bimeşin û ew ji kesên ku me paşda dihêle û dide wendakirin hesab bê xwestin, ne tenê ji xwe, beramberî kesên  kar texilîne (sekte), heta ger kontra jî derkevin, ger di dem de helwest bê dayîn, emê biser bikevin. 

*Yên li cem min serbazên weke jîletê ne. jin jî xurt jî, ger sihêm (muthiş) bebin, bi wan gavekê jî nadem avêtin. Zagona min wiha ye. ger min wiha nekiriba, ma wê ev partiye hatiba damezirandin? Ma ev gel wê wisa rabiba ser piyan?

*Heya kesayet û terzê jiyana rast nebe, hemleyên dîrokî nayê serxistin. Bi qasî av-nan pêdiviya me bi serkeftinê heye. serkeftin jî encex bi van taybetmendiyên erênî re dib e.

*Em we digihînin çiyayên azad, di destên we hemûyan de çekên azadiyê hene; şerker û rêhevalên ewledar bi we û di bin fermana we de ne. Me heya dawî bawerî da we, me nirx li ser nirxan pêşkêşî we kir, ya şunde jî êdî hûn bikin.

*Hûn ne di rêxistineke ji rêzê, di bin rêvebiriya Rêbertiya PKK’ê şer dikin û Rêbertiya PKK’ê rêbetiyeke ji rêzê nîne, rêbertiyeke ku dide biserxistin.

*Ger hûn weke terzê Rêbertî nêzîkî rastiya partî, enî û leşkerê nebin, heya wiha nêzîk jiyanê nebin, hûn nikarin biserbikevin. Sedema ku em ev çend li ser rastiya Rêbertî disekinin ji ber şertê bingehîn a biserxistinê ye.

Rêber APO