Gotina Yekem

0Shares

Jiyana ku ez tînim li ser ziman, kesên ku weke strana azadiyê fêm bikin weke şervanên semyan dikarin bersiv bidin. Evdal jî, di bin lingan de tên cûyîn û diçin. Lê her kes fîgureke vê pirtûkê temsîl dike. Li vê derê tu kes li derve nemaye. Bila dilê me şad be ku, me cihekî wisa daye hêzên dijberî xwe ku bêhn bi bêhn e. Li gor vê pirtûkê, çar gaviya hêzên dijber peroşmend e. Ji devên paşeyên olîgarşîk agir difire. Ev jî pêşketineke baş e. Yên ku di bin lingan de diçin hene. Ev jî, rastiya pirtûkê ye.

Oblomov hene, evdal hene, cihê wan jî di vê pirtûkê de heye. Azar, êş, jandarî ev jixwe pêwîstiyên jêneger ên pirtûka me ne. Hezkirinên pirtûkê jî pêş dikeve. Divê ev jî hebe. Bi qandî dînemêr û şêtan; hişê mezin û vac di nava hev de ye.

Heke hun baldar bin, li Tirkiyê û Kurdistanê hema herkes vê yekê dijî. Di vê wateyê de hema herkes bi hilke hilk vê dilêyîze. Di berfê de di qiyametê de leşker çawa dilêyîze? Kuştinên kujyar nediyar çawa tirsnak pêk tên? Bêşên Randxwerên şer çawa li dûv planên xayîn in, dişewitînin û dişehitînin? Di zindanan de çawa deh hezaran dixin bin îşkenceyan? Şervanên li çiyê çawa jiyaneke ku nedihiziriyan bi azweriyeke mezin, him jî bi teşeyeke jandar dijîn?

Jiyanek vê derdixe holê. Yê ku vê dide jiyîn ez im. Yê me romanek e, tê jiyîn lê hîna nehatiye nivisîn. Yê xwedî hîş di vê derê de cihê xwe baştir diyar dike. Tê jiyandin. Hemû tedbîrên me girtine, bi qandî hêza vac, hêza viyanê ye jî. Di wê astê de ye ku dikare bi herkesî rol bide lêyistin.

Bingehê vê romanê di 1970’an de hate avêtin. Destpêk bû. Xwedî pêvajoyên jandar û jiyanîger bû. Lê dema em li nîva 1990’an dinêrin, roman bûye malê hemû rastiya civakan û rastiya olîgarşîk. Herkes bi hilkehilk biriye rastiya jiyankirinê û niha jî em berbi encamê ve diçin.

Hun hemû kes dizanin ku hun xwe ji vê rizgar nakin. Tedbîrên ku min girtine, ne olîgarşî ne jî dostan rihet berdidin. Dînemêrî, ji bo hindekan qedînêr e. Ji bo hindekan dînoker e. Hindekan ji êşan berbi êşan, hindekan jî dibe dawiyeke jandar. Hindekan jî radike coşeke mezin û tolê dide hilgirtin.

Ya girîng ew e ku mirov vê pêvajoyê bi her kesî bide jiyandin.

Ev hêza viyanê, hêza anîna rê ye.

Heke em bijîn, em dê raberî we hemûyan bikin ku çawa em didin jiyandin.

Hindek Serok hene, xeta siyasî diyar dikin. Li gor xwe pêvajoya tekoşîneke xeta siyasî heye. Ya me tenê wisa nîne: xet heye, lê xeta me ya siyasî-pratîk, weke ya gelek partiyan xeteke pêkanînê ne, dişipe planeke romanê. Ewqas di nav yekbûyîna jiyanê de, bi jiyana paşverû û xeta pêşvebirinê re ketine zikhev û tehrîk dike.

Her kes radibe ji piyan.

Ya rast, şêwaz û uslubê me êdî ev yek girtiye.

Ji ber vê yekê, tiştê hun dijîn divê hun bi vî alî jî bi dest bigrin.

Paşeyên binkeya olîgarşîk ên ku agir ji devê wan dibariya çawa ketin rewşê? Pirêjineke bûrjuva dema li dijberî me bû serokwezîr çima rabû çar gavan? Tu kes nikare bigre. Her weke di nava romana me de xistin nava rewşekê. Ji beriya wê tu şarezayî û taybetmendiya wê tûne bû. Çima bi me re dikeve şer? Wisa her alî bi carekê ve radibe ji piyan. Malên gelê me bi ser serî de hatin hilweşandin, bi hezaran gund hatin şewitandin. Çima?

Janên kesên ku gundên wan hatine şewitandin çine? Nifûsa Amedê ji beriya vê bi çend salan 300.000 bû, niha du mîlyonan derbas dike. Ev hêza mezin a pirtûka me nîşan dide. Ev yek ji rast bi bandora min derkete holê.

Gundiyên ku koçberî Amedê bûn niha êşên wan çine? Li Amedê birsîbûn, serma niha çi ji wan dike? Di menzelekê de çawa 30 kes diraze?

Zindan hatine dagirtin, bi heman teşeyê bi ser re difûrin.

Bi hezaran kujyar nediyar hene, komkujî hene û dîsan termên hatine parçekirin hene. Kesên ku bi îşkenceyên tirsnak hatine kuştin hene. Ev bi qandî ku di romanê de neyên jimartin zêde ne. Vaye, yê ku sermaya hewnak a çiyê dixwin hene, yên ku lingên xwe parçe parçe dikin, dîsa yên xwe bi mayinan parçe dikin hene.

Çima?

Vîn heye, vîna min heye.

Kî, çiqas, çawa tê qanehkirin? Yek jî heke hun bixwazin bi vî alî fêm bikin, gelek tişt hene. Mînak, çawa min dikarî ez wisa bibandor bikim? Ji zarokekî bêhêz ê gund çawa gihiştim kesayetê herî bandordar ê welat an jî yê welatan?

Em dê çawa bijîn?

Û ez hîna jî têr nebûme. Rexmî ku min ewqas serûbinê hev kiriye, tu tiştek ne weke daxwaza min e û li xweşiya min naçe. Ez nikarim têr bibim. Ma ez dînemêrek im, îlahek im, an jî maceraperestekî mezin im? Dehayekî mezin ê polîtîkayê me? Şervanê gel im?

Divê hun ji bo fêmkirinê hewl bidin. Me çêkir, çêbû. Min bi rêk û pêk kir, hindekî bi hilkehilk min pêk anî. Bi hindek xebat vaye ev pêşketin derdikevin holê. Berê tu kesî cidî nedigirt, lê niha tu kes ji bandora wê xelas nabe. Ne dijmin ne jî dost xelas dibe. Hemû bûne dînemêr. Ez dibînim, her roj derdikevin pêşberî min. Çavên wan beloq bûne, ez dê hîna jî ji hev vekim.

Ez di nava hewldana tolhildana mezin de me. Ji ber ku ji xirabiyê, ji kîretiyê tol girtin hevkomiya jîna min e. Li dij hemû paşverûtiyan ez tirsnak im. Divê mirov bizanibe encam derbixe. Ev tê çi wateyê? Hindekan ji ber jiyana wan a heyî ji hizirandinê pêtir divê mirov bi hezar caran bikuje. Pirseke ku ez her dem ji xwe dikim heye. Carna dema ez derdikevim nava gel ez dibêjim divê ez “nîvê van bi şûr bibirim. Bêguman wateya wê ev e: divê ez xirabiyên wan bibirim, kîretiyên wan bibirim, ketîbûna wan bibirim. Heke yê berxwe bide peyda be, divê ez laşê wî jî bibirim. Vayê hêrs û îdiaya mîlîtan…

Ez li zilamên weke pîrêjinan û jinokan dimêyzînim. Hezar caran bi ser de eciz dibim, lê lenet tînim. Ev di min de dibe hêrs, xwe diavêje mejiyê min û ji wir reng dide vîna min. Aliyên we yên wisa hene? Eşkereye, ez hemûyan pêk tînim. Ji kesayeteke herî bêhêz, herî qels û yê ku her kes laqirdiyên xwe pê dike, niha weke ku henekên xwe bi her kesî bike, jiyaneke romanî didime jiyandin.

Yê xwedî hêz kî ye? Û min hîna tola xwe hilnegirtiye, vaye min hindekî girtiye. Û divê ev yek bi bêzirav, pasîf û qediyên derveyî min re were pîvan. Di vê pirtûkê de ji wan re jî cih hatiye dayîn. Lê weke ku xwedê bela xwe dayî! Vekiriye. Xistina min a bin kontrolê ne gengaz e. Bêbandor hiştina min gengaz nîne. Ji ber ku, yê herî mezin bandor kir ez bûm. Xweziya ez hindekî weke yên din ciwan bûma û bi ser de biçûma… Gelê Kurd rabûye fedakariyeke mezin. Berê xwe ji ber alîkariyeke pênc qirûşan jî dida alî. Niha her tiştê xwe pêşkeş dike. Dîsa jî ez dibêjim pênc pêran nake. Divê hîna cuda û hîna cewaz bidin. Û ev dibe jî.

Rêber APO

Dahûrandina “Ziman û Çalakiya Rastiye”

Attachment