Giringiya Komê
Ez bawerim yên Dev-Yolê di derbarê min de hîna wiha dibêjin: “berxwedanî ji me dizî.” Ne dizî, me li hember xwediyê ev nêzîkatiyên xayîn mîrata şoreşgeriyê parast. Hêrsa mezin a Dev-Yolê li hember min ji ber vê sedemê ye û ev yek tê fêmkirin. Yên din wisa ne, ji perînçek bigrin û wêde, beşeke mezin ji wan wisa ye. Pir kêm rewşenbîrên rast ên ku bi me şanaz in hene. Yên bi me ve girêdayî jî hebûn, lê gelek ji wan heyf dikirin ku, “çima faşîzmê ev nepelixandin, çima 12 Rezberê (îlon) ev nepelixandin.” Hêrsa wan ji ber eşkerebûyîna rûyê wan ê rast e.
Bandora kemalîzmê ya çepgiriyê, dewleteke veşartî bû. Weke 1920’an destpêkê dikuje, piştre mîrata mayî jî bi dewletê ve girê dide. 1970’an de jî dikuje, piştre mîrata mayî bi dewletê ve tê girêdan. Ez li dij vê hêrsdar bûm.
Di bûyera Kurdeyetiyê de jî ev rewş hene. Hindek milîtanên ku bi navê Dev-Gencê tevdigerin tên pelixandin. Ji aliyê deniz wan ve tê xwastin ku li Kurdeyetiyê xwedî derbikevin. Lê tên bi darvekirin. PDK (partiya demokrata Kurdistan) ya bi dewletê re di nava hevkariyê de ye, dixwaze li vê mîratê xwedî derbikeve. Ez li dij vê jî dibin derketin.
Dema em berbi 1975’an ve tên, li derûdora tezên me him nîqaşeke mezin hebû, him jî kombûyîn didomiya. Lê dewletê hîna baş ez pênase nekiribûm. Hîna lêkolîna, “çawaniya şêwaza Kurdeyetî û çawaniya şêwaza şoreşgeriyê?” heye. Gelek xalên pirsê hene, lê hîna bi tevahî nebersivandibûn. Ez bawerim di vê çerçoveyê de hêdî hêdî siya dewletê bi ser me de dihat. Em hêdî hêdî bi ser dewletê ve diçin, hêdî hêdî dewlet jî bi ser me de tê. Ev aliyekî yê kar e.
Piştî mala biniya anitkabîrê maleke ez tê de rûniştibûm hebû. Bi taybet maleke ku zêdetir têkîliya Pîlot (necatiyê agirî) bû. Hindek jin hatibûn wê derê jî. Ez bawerim 1975 bû dibe ku 1976 be jî. Wê demê jî misoger min guhê xwe nedayê. Yanî min nedixwast ez fêm jî bikim. Di wan salan de jina bûrjuva çi ye, têkîlî çi ye nizanim. Heke hêza te nîne tuyê nekevî têkîlî û tekoşînê. Hêza min jî ya naskirina jina bûrjuvayê tûne bû. Di dibistanê de jinek hebû, weke ku min gotiye min ji axaftinê jî şerm dikir. Hîna di bîra min de ye, gelekî zehmet dihat. Di salên zanîngehê de jî wisa bû. Bi taybet di mijara jinê de salên gelekî zehmet bûn ji bo min. Ez gelekî baldar nêz dibim. Hêza min a bandorkirinê jî hêdî hêdî bi pêş dikeve. Lê, bi ser de çûyîna min a ji têkîliyeke bûrjuva, ji xwe avêtina hendefê jî zortir bû.
Lê ya balkêş, di vê demê de girtina me ya jineke nava komê gelekî girîng e. Dema koma me pêk dihat Pîlot jî bi wê re têkîldar bibû. Di ADYOD tê de hev naskiri bûn.
Wê demê li gor min lêgerîneke min a sosyalîzmê hebû û ez bi pirsgirêka netewî re mijûl dibûm. Derveyî wê min bi tu kesî re nedikarî bibêjim merheba jî. Belkî jî ez balkêş didîtim. Ji ber ku hemû deman peyva Kurd ji devê min derdiket, ji min re çepik lê didan. Hîna tê bîra min û hemû jî nîv bi nîv zarokên bûrjuva bûn. Pir awarte piştgiriya min dikirin. Lê rexmî vê jî min bi yek peyvê negot “tu çawayî?”. Dîsa jî eleqeyên wan hebûn. Lê merhebeyeke erzan, têkîliyeke bi keçeke bûrjuva re tu caran nebû. Rexmî ku min gelekî xweşîk didît jî min nedigot “tu çawayî?”.
Piştre pir baş tê fêmkirin ku, heke di wan salan de kêmaniyekê bikim, encama wê îmha ye.
Eladîn kapanek hebû. Piştre provakator derket. Potîn kiribûn lingên xwe û hetanî hundirê siyasalê hatibû. Diviya ku ew jî bûyereke dewlete bû. Bi navê THKO yê xwe dida nasîn. Yanî hêdî hêdî dewlet dixwaze bi ser me de were. Hindek rêkên cewaz ên bandorkirinê ezmûne dike. Li gor min ev bi zanebûn rêkên bandorkirinê bûn û li dij derketina me ya dewletê hêdî hêdî bersiv bi pêş diketin.
Lê ez, di holê de qels û di rewşeke bêxeterî de me. Ewqas e ku dibêjin, “welatekî wisa heye, gelekî te yê wisa heye, hindekî jî ramana xwe li ser van mijaran pêş bixe”. Wê demê ji bo bi destxistina mirov ez çawa dikevim nava kar, hewlên min ên ji tunebûnê afirandin, diyarî hemû fermandarên wenda dikin dikim. Di bêderfetiya wê demê de ez van dikim. Û yek jî diviya ku min hêvî bidaya dewletê. Divê ez him rejîmê bihêvî bikim him jî bixwapînim. Wê demê nakokiya min a herî mezin ev e. Di aliyekî de ji bo ku ez rastiyê bidim hevalên xwe serî li tiştên herî zehmet didim. Ji ber ku ev ciwanên di bin bandora pergalê de ne, bi xwezayî dê ji van gelek bi bayê pergalê bikevin. Lê ji aliyê dîtirê ve pergal ketiye dewrê. Weke ku dê piştre gelekî vekirî derbikeve holê, kesayetên herî bibandor ên pergalê ketine dewrê û dixwazin min di bin darezîna “ji mirinê mirinan biecibîne” de biqedînin. Û weke din derfeta tu hêzî nîne. Zilamên pergalê jî dibêjin, “kuştina ev parçeyê gundî, ev xizanî ji her tiştî bêpemenî li zerara me ye”. Û didomînin: “em vî wisa amade bikin ku, bila di dîroka me de bibe hevkarê me yê herî baş”. Belkî jî hindekî planên wan ev bûn. Jixwe zilam paşê gotibû: “em bi girêdana malbatê ve wî bikin zilamê herî baş ê dewletê”. Erê ev plana dewletê bû. Weke ku min gotiye, mirina min ji bo wan zerar bû. Ji bo bike “kerêkî” herî baş qaşo planan pêş dixe. Ev nêzîkatî bi rastî jî, ji mirinê xetertir e. Tu mirov carekê bikujî xelas dibe. Ev yek tê wateya her roj kuştina min û li gor xwe dayîna meşandin e. Ev hestek û pêngaveke hêsan nîne. Giyan, panîk, şayiş, destdayîn, destnedayîn û sebra min a wê demê çi ye?
Ji bo ku ev lîstok di vê xalê de were fêmkirin, sûdwere ku mirov hindekî din mijarê vebike. Di ketina sosyalîteya bûrjuvayê de ez gelekî zehmetiyan dikişînim. Ne ez dikarime bikevin nav, ne jî ew dikare min bikşîne. Ez dikevim sosyalîteya koma şoreşgeran. Ev şêwazeke ketinê ya balkêş e, pir têkoşînêr e. Lê ez li Enqereyê me û di ev hawirdora xeter de min feodalîzm û malbata feodalî misoger nêzî giyana xwe nekiriye. Civaka bajêr jî wisa.
Di ev serdema 1970’an de ez xwe weke rûpeleke spî didim koma şoreşgeran. Destpêkirineke pir taze ye.
Ji bo kesên din rêxistin hebûn. Ên ku diketin nava tekoşînê, hîna bêyî ku bibin sempatîzan, di nava rêxistinê de dihatin dîtin. Dewlet jî bi ser wan de diçû. Fêmkirina min a ji kîjan rêxistinê çîrokek bû. Divê ku ev taybetmendiyeke diyar be. Ji bo şop neyê hêlan an jî nebe nirxandineke weke“ev ew e” ez rewşekî pir têkilhev derdixim holê. Tiştê ku tê nîqaşkirin ev e. Ev jî çepên Kurdan e? Yan ji çepên Tirkan e? THKO yî ye yan jî THKP-C ye, ji artêşa Kurdan e, polîs wisa salekê diduyan di nava du diliyê de bûn. Vaca polîs li gor min hetanî niha jî ew tam derbas nekirine. Û dibe ku niha jî hewl bidin ji bo ku vê yekê derbas bikin. Niha ji têkîliya jinê ya wê demê re divê bal were kişandin, xwedî girîngiyeke girîng e. Lewra dewlet 1974-‘75’an de bi hişmendî hat ku me dorpêç bike. Ji nava rêxistinên din dihat. Kontrola Dev-Yolê ne rasterast be jî ya dewletê bû. Di komên din de, jêr û jor di heman taybetmendiyê de bûn. PDKê dixwast Kurdiyetiyê bikşîne, ew jî kontrola dewletê bû. Jixwe wê demê ev yek pir vekirîbû. PDK bi tevahî ketibû destên MÎTê. Lê hîna em reng nadin. Û hîna rêxistineke çawa ye, nayê zanîn û navê wê jî tuneye. Zarok hatiye temenê heftan û bênav e. Hetanî ku taybetmendiyên wî yên bingehîn jî ne diyar in. Wê çawa pêşbikeve, ne diyar e. Min pêvajo şipandibû xwe. Jixwe ez dê bibim zilamekî çawa, demek dirêj tu kesî wate nedayê. Di gund de jî û di malbatê de jî wisa bû. Gundiyan dua dikirin û digotin xwedê tu kesî neke koma wî. Her kes ji ber ku kurê wan ne weke min bû pê şad dibûn.
Ezê wan bavan bibînim û hesabên kurên wan ji wan bixwazim. Erê digotin ev serberdayî ye. Ji ber ku nedişipiyan min pesnên zarokên xwe didan. Hevalekî min ê dibistana seretayî hebû, ji bo min, ji rêkirina silavekê yan jî ji hatina gel min ditirsiya. Lê diviya ku netirsiya, bi taybet jî bavê wî digot kurê min çiqasî bi aqil e. Niha jî li cihekî fermanber e. Ji bo kişandina wî min gelekî hewl da, lê belê min bi ser nexist. Zêde ne girîng e. Fermanbarekî baş ê dewletê ye.
Erê dewletê jî di vê pêvajoyê de zêde bawer nedikir ku emê bibin mirov û teşhîs nedikir. Ji vê û wêdetir jî zêde em rişt nedigirtin. Gelo dewletê ew digot, “di van de jîn tuneye, yan jî nikarin tiştekî bikin”. Tiştekî diyar tuneye yan jî tevgereke mezin a veşartî ye.
Ez pir vekirî bûm, lê belê her demê ne vekirîbûm.
Bihizirin, dewletê hîna di sala 1975’an de bihîstiye ku me artêşa Kurdan ava kiriye yan jî bi şêwaza xwedî nêzîkatî ye. Heke di salên 1975 û 1976’an de di vê mijarê de dewletê bêbandor nehêlim, bi kîjan çalakiyê ve ez dê komê derxim derveyî Enqereyê? Rêberên ciwanan ên weke Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş jî encax mehekê bi çalakiyan jiyîn. Mahîr rêxistin damezrand, du mehan nejiya. Vayê TÎKKO saz bû, heman tişt. Rêxistina herî bihêz a îhtîlalê jî temenê xwe çend meh in. Tiştê ku ez jî bi navê artêşa Kurd bikim, hefteyekê jî najî. Partiyên veşartî tên sazkirin, bi rastî hemû encax piştî çend heyvan eşkere dibin. Mustafa suphî partî saz kir, hat di nîva rê de xistin bin avê. Partiya çayanan bi deh kesan ve li kizildereyê çû. Denîz wan bêyî ku bibin artêş çûn benê dardekirinê. Kaypakkaya jixwe li Dêrsimê hate çalakiya yekem û wisa çû. Dîsa li dijî dewletê yek mînakeke serkeftî jî nîne. Hun li serhildanên Kurdan dinêrin, Şêx seîd hîna ji beriya rabe serhildanê xistibûn bin kontrolê. Dîsa seyît riza bi xapandinê birin benê darvekirinê. Bi van tu kesan jî gav nedane avêtin. Rewşenbîrên Kurdan derdikevin hîna bêyî ku peyveke Kurdan bikin bêbandor tên hiştin.
Ev hemû rast in. PDK tê damezrandin, bêyî ku deh roj derbas bibin, bi bûyereke weke şerê êşîrtiyê ve faîk bûcak tê îmhakirin. PDK ji sala 1970’an bi şûn ve weke rêxistina ajanî tê rawestan û piştî em derketin holê bi şûn ve bi teşeyê KUK (rizgargerên netewa Kurdistan) li ser me hate sepandin. Çepa Tirkan piştre dibe sosyal-şoven û lewma di eletewşkirina pirsgirêka Kurdan de misoger tê bikaranîn. Ji TKPê bigrin hetanî her kesê ku dibêje ez çepgir im, wisa tê bikaranîn. Li gor dewletê di nava çepgiriyê de ev yek kiriye, li cihên din çima dê neke? Em jenderme, polîs û îstixbarata wî li aliyekî bihêlin, çizirîneke (sızma) herî biçuk jî rêxistinekê diqedîne. Ev yek misoger wisa ye û bi vê şêwazê bi ser me de jî tê.
Her wiha xwe diçizirîne nava me. Yek jin yek jî zilam e. Kesîre Yildirim (fatma) û necatiyê agirî (Pîlot).
Jin ji Dev-Yolê tê. Ya ku carna rola diyarker dilêyîze, rola têkîliya bi Pîlot re, ya têkîliya komê giştî û bi taybet rola têkîliya bi jinê re ye. Artîsta esas ev jin e. Pir balkêş e. Heke bal were kişandin, di vê çerçoveyê de nêzîkbûyîna ji çepgiriyê re, yan jî heke koma me mijara gotinê be, nêzîkbûna kesên bi pirsgirêka Kurdî re pêwendîdar tê hêvîkirin. Di vê qonaxê de derketina kesayeteke wisa, bi mirov aliyê civakî-hestyarî dide hizirîn. Di aliyê civakî de malbatê û sekna wan a di serhildana Kurdan de divê mirov pêş çav bigre. Jin eleqeyê raberî çepgiriyê dike û tê Kurdeyetî yê.
Pir vekiriye ku ji bala kesekî weke min nareve. Him jin e, him xwe weke sosyalîstan dide raberkirin û li dijî serhildana ne. Ji malbateke wisa tê ku di serhildana Dêrsimê de neyinî, lê gelekî çalak û roleke weke hevkar-ajan lêyîstiye. Weke kesayet jî xwedî taybetmendiyên gelekî balkêş e. Qaşo di nava tevgera şoreşgerî de cihê wê heye. Dev-yolî pir taybet pê re têkildar dibin. Misoger di wê astê de ye ku dikare rêberên piştî 12 adarê bandor bike û bikaribe di nava komên nû de bibe endamekî bihêz. Lê çiqas ji bo dewletê ye, çiqas ji bo sosyal şovenîzmê ye ew mijara dîtir e. Ji bo me ewqas zêde girîng nîne. Ya ji bo me girîng, dîtina vê yekê û bi komê re çêkirina têkîliyê ye.
Di destpêkê de, ji bo girtin an jî negirtinê du dilî heye. 1974-1975 wisa derbas dibe. Beramber pêvajoya hev ezmûnandinê ye. Ez him fedok him jî du dilî me. Hawirdora Dev-Yolê ya ku jê hatiye, di aliyê me de wesfa xwe ya sosyal-şovenî her ku çû derket holê. Ji ber ku, piştre di sala 1976’an de dema Hakî bi xwe çû civîna damezrandina wan, bi tenê ma û avêtin. Hakî jî bi tena serê xwe tekoşîn kir. Bala min dikişîne, jinê disepînin ciwanên Kurd û dixwazim koma me jî bêhêz bikin. Bikaranîna vê ya Dev-Yolê yan jî bi hev re wisa xistina me ya tengezariyê tê çi wateyê? Dixwaze yekser dixwaz e, ne yekser dibe ku ji nû ve bibe amraza êrîşê ya kemalîzmê.
Ya herî girîng jî, di wateya pêşdîtina me de nepejirandina Dev-Yolê (riya şoreşger) ya pirsgirêka netewî ye; bi teşeyê ku şoreşgeriya Tirkiyê ya Hakî û kemal beşdarbûne nepejrîne, aliyê wan ê sosyal-şoven û niyetên wan ên xirab her ku çû xwe eşkere kir. Ev jin jî, ji bo wan xwedî roleke sereke ye, heke em baldar nebin, rola ku malbata wê di serhildana Dêrsimê de lêyîstiye, wê di kesayeta me de li dij tevgera rizgariya netewî ya nûjen bilêyîze.
Ez çerçoveya giştî ya eleqeya me didim diyarkirin. Ez di wê hişyariyê de me ku bavê wê li dijî serhildana Dêrsimê roleke xirab lêyîstiye. Ji nû ve serhildan hatiye kirin û keça wî jî li ser tevgera me di nava destwerdanekê de ye. Tam di nav de nîne, lê li derve jî nîne. Dev-Yol bi wesfa xwe ya kemalîst her ku diçe dixwaze pêşiya tevgera me bigre û ev kes dibe ku amrazek be, lewra dikare ajanek be jî. Gelekî pirsnîşan hene.
Gelo min qet pêwendî ava nekiriba, diviya ku ji aliyê taktîkî ve baştir bûya? Keç e, keçeke Kurd e û sosyalîst e, em xwedî komeke sosyalîst a Kurdan in. Ya xwezayî hatin û tevlîbûna wê ye. Berovajiyê vê divê ku em wê weke dijmin bi nav bikin.
Erê rêgeza azadiyê: heke me qebûl nekiriba, di aliyê azadiya jinê de jî me dê ji rêgez tawîz bidaba. Ez bawerim yek jî kirûya (olgu) zanistê hebû û bi hêsanî dikarîbû bi rê ve bibe. Heke em vê yekê bi pêş çav negrin, em dê ji rêgeza besbûnê jî tawîz bidin. Em wisa ji têperîna rêgez re razîbûnê nîşan bidin jî, wê demê di pîvanên me yên şoreşgerî de hilnedihat. Dîsa rêgeza hest û hişyariyê jî, diviya ku yekî weke min nîşan dabûya. Rêgeza Moral: keçeke Kurd, malbata wê çil salan ajantî kiriye, ev jî dixwaze bibe rizgargera netewa Kurd û sosyalîst. Weke keçekê dixwaze ciwaniya xwe jî wisa pêşkeş bike. Bêguman di vê derê de şiyarbûna aliyê hestyarî nayê hizirandin. Heke xayin e, ajan e divê em li gor wê hesta hêrsê, kînê pêşbixînin. Na heke dixwaze xwe ji xiyanetê û di dirokê de ji sekna malbatê ya neyînî, bêyom û bilenet rizgar bike, divê em çi bikin? Divê hestyar bin, a xwezayî ev e. Dibe ku tu hindekî xemdar bî. Lê bila ev yek ne bi bingehê redkirina wê, bila di aliyê pejirandinê de pêşbikeve. Em dikarin vê xilas bikin, rexmî malbata wê di nav rizgariya netewî de dikarin perwerde bikin û bihelînin, em dikarin bixin rewşeke pejirînê.
Di vê derê de li dij mêtîngeriyê û hevkariyê nêzîkatiyeke balkêş heye. Esas bi qandî ku em bibêjin, “ji ku derkete pêşberî me?” em xwe bêşens dibînin, lê ji aliyê din ve pirsnîşaneke weke “temam em dikarin ji vê hesab bipirsin” heye. Sê salan ez li ser vê yekê hiziriyam, ponijiyam.
Ev nêzîkatî gelekî xwedî wate ye û piştre hindek encamên vê yekê derketin holê. Hema nêzîkatiyeke ku min di gelek têkîliyan de ezmûne dikir, min di vê derê de jî ceriband. Awarte bûn, têkîliyeke ku rê li pêşiya encamên girîng vebike saz kirin. Yanî têkîliya stratejî, tekîliya krîtîk. Hetanî zehmetiyên têkîliya encamgir, hetanî pirsgirêkên wê; bi aliyê dahûrînî esas girtin, bi aliyê tekoşînî esas girtin di min de bûye weke fêrbûyînekê. Ev astên têkîliyan pêtir bala min dikişînin. Ez zêde ji yên fêrbûyiyane, statukoyî û yek astî bi bandor nabim, vala naçe. Ya zêdetir meraqê dikişîne, ya ku bikaribe encaman serûbin bike, ya ku pêtir bibe mijara tekoşîneke girîng min dikişîne nava xwe. Ji bo têgihiştina şêwaza min, fêmkirina vê yekê gelekî girîng e.
Nêzîkatiya min a ji bûyer û pêvajoyan re her dem xeternak, lê di cihê herî encamgir de dibe. Tişta ku ji aliyê her kesî ve were bi serxistin tercîha min nîne. Tiştên ku zû bi zû nayê hişên mirovan û yên herî zehmet ji xwe re dikim mesele. Gelek kes ji bo fêmkirina ev aliyên min xwedî hewl in, lê min ev yek evqas eşkere neanîbû ser ziman. Di polîtîkayê de û bi giştî di tekoşînê de, ne min xwe ji bûyîna kesekî pêvajoya vê diyalektîkê rizgar kir ne jî min tu ferasetên din ecibandin. Yanî ji ber ku ez hişmend an jî dahî bûm, weke şêwazekê min xwast ev yek wisa be. Yan jî ez neçarî vê yekê mam. Yê xwedî asoya fireh û xwedî serpêhatî min tercîh kir. Lê ez gelekî jî rasteqînêr bûm.
Divê şaş neyê fêmkirin; derfeta serkeftinê pir lewaz e, lê bêîmkan nîne û ez wê tercîh dikim. Ez xwendevanekî ji rêzê me. Esas ez di waneyên xwe de gelekî jîr im û di nava sînorên pergalê de ez dikarim bibim yekî rewneq. Lê ev yek qet min eleqeder nake û ez dihizirim, “ma şoreşek pêwîst nake?” Di civakê de hema di her têkîliyê de dema têkîliyeke ketûber mijara gotinê be, ez dikarim bibêjim ku şensê min baş e. Yan jî heke ez nûbûyînekê bigrim ez di vê yekê de xwedî israrbim (ez xwedî israrim, taybetmendiyeke min ê wisa heye) ez dikarim di wê de encamê bigrim. Nêzîkatiyên wisa weke fêrbûyînên mezin xwe disepînin û diçin.
Ez bawerim ji ber bandora ku tevgera me di Kurdistanê de rê li ber vekiriye, rojekê ji nişkave malbata jinê barî Enqereyê kir. Semteke ku malên MÎT’iyan lê hebûn, ez bawerim barî etlîkê kirin. Ez misoger ajan îlan nakim, lê misoger dixwastin di bin hîmayeya CHP (partiya gelê komarê)-Ecevît de bijîn. Di warekî wisa de bi cihbûn. Ev ji bo min zêdetir hizrînêr hat. Çima bi lez û bez mala xwe digrin. Me dikarî em vê malbatê di bingeha Kurdistanê de jî, hîna bisudwertir bikin. Lê hatina wan, guman didane çêkirinê, weke ku ji navendê û xwe dispart biryargeha rejîmê. Ji bo me di her aliyekî de bi wate bû û diviya ku em bi ser ve biçin. Him ev taybetmendiya malbatê û him jî ev taybetmendiya jinê, pirsgirikeke ku kor bûye û her ku diçu rihetî çêdikir, çareserî ferz dikir. Malbat rêgezeke feodal, rêgezeke hevkar, jin weke zayend jî xwedî giringiyekê ye ku çareseriya xwe ferz dikir. Yek jî ji bo serokatiyê dilêyîst. Li kêleka vê jî, serokatiya me ya ku dixwaze derhatinê bide çêkirin heye. Û li der û dora wê rewşeke astengiyê pêk tîne. Bi vî rengî yan jî bi wî rengî gelekî nîşanan û bi şopandinî derbas dibe.
Ji bo min serdeçûyîna herî zor bû. Rexmî ku min xwe dida paş, lê ji nişkave min li derî da û ez ketim nava vê malê.
Li gor pîvanên Kurdistanê, cihekî ku xwe pir baş bi rêxistin kiriye û gelekî lihevhatî û xwediyê rêkûpêkiyeke di asta sosyeteyê de ye. Heta wê demê avabûna malbata bûrjuvaya biçuk a ku min zêde çavdêrî nekiribû, mijara gotinê ye û ez vê yekê dibînim. Lê pergaleke wisa bilind rabûya nîne. Ez bawerim, di pêvajoya desthilatiya çil salan a rejîmê de asta herî bilind hindekî dîtiye, ew jî dixwaze li gorî Kurdistanê hindekî lihev bîne. Malbateke wisa ye. Jiyanê bi tekîliyên hevkariyê ve têkilhev dike û li gor xwe teşeyekê pêk tîne. Jiyaneke pir pêşveçûyî, livînên lihevkirî û tenik hatiye rûniştîn. Xwedî jiyaneke aram bûn. Ya min jî berovajiyê vê, tam çil salan weke yekî ku di çiyan de mayî û dişipe ketina nava malbeteke ku pêvajoyeke çil salî li dûv xwe hiştî.
Niha ji derî ve ketina min a hundir dişipe çi? Di dîmen de ez li hevala xwe ya hezkirî digerim, gelek diyarde jî wisa ne û malbat bi xwe jî wisa pêşwazî dike. Ez pirsên fediyokî dipirsim. “keça we li ku re? Hevala min e” lê hetanî dawiyê şêwazeke ketinê ya balkêş bû. Her çiqasî pir bi nakokî be jî hevalek e. Çi dibe jî, li ser sosyalizm û Kurdeyetiyê radiweste. Bi carekê ve, ez helwesta xwe ne ji aliyê netewî û ne jî ji aliyê çînî ve nikarim eşkere danim holê.
Yanî şêwaz bi teşeyekî serdegirtinê ve dibe. Malbat bi guman e.
Di nava komê de jî guftugo zêde bûn. Ji bo ku em zêdetir nêz nebin, em dê eleqeder bibim û emê biçewisînin. Ji derî ve ketina min a hundir dişipe girtina min a wê bertîlê. Di dîtinê de diviya ku min qet tiştekî wisa nekiriba, ez bi barê hestan diçim. Yek ji endamên koma me, malbateke ku herî zêde rola hevkariyê lêyîstiye, di Kurdistanê de malbateke wisa ye. Ez wê ji komê dizanim û ev jî di cihekî de tê wateya lihevkirina bi dewletê re. Weke CHP ya kemalîst. Her çiqas ew bi xwe bibêje, ez çepgirim jî bila bibêje, dema ku mirov bi rasteqînî lê temaşe dike cihê wê yê di tevgera rizgariya Kurd de diyar e. Cihê wê yê çînî diyar e. Em komekî tevgera herî radîkal a sosyalîst in. Ketina wê demê dibe hesab xwastinek.
Ew ketineke pir gîring e. Dîsa dilê min tê ber devê min. Esas erzan e, “merhaba, tu çawayî?” dê ew jî silava te bigre ewqas e. Lê li gorî min rewşeke pir cuda ye. Bawerim ku dema ez ji derî ve ketim hundir her çiqas ne bi zanebûn be jî, qasî belaya ku min anî serê xwe, mezinahiya ku min avêtiye jî mijara gotinê ye.
Min dixwast ez Enqereyê dahurînim.
Hewl didim ku Enqereyê yan jî hevkariya Kurd a li dora binkeya olîgarşîk xwe rêxistin kiriye dahûrînim. Sê nakokiyên mezin! Îdeolojiya fermî di eniya pêş de cihî girtiye, hevkarî herî zêde xeter bûye, dîsa jin di rewşeke herî xeterde ye. Têkîliyeke ku sê nakokiyên mezin di asta herî bilind de temsîl dike. Li navenda Enqereyê qada ku MÎT tê de desthilat e. Kelhe ji hundir ve fetihkirinê bixetertir bi wêrekî û şêwaza fetihkirina kelhê ku şiyariyê pêwîst dike.
Min çawa kir?
Di wê demê de ew tê bîra min: livîneke cuda û lîvîneke bi xeter û livîneke ku rola jiyanî dilêyîze mijara gotinê ye. Ji bin derketin belkî jî gengaz nayê dîtin. Lê belê ji bo çareseriya Kurdan jî, li gorî min jî çareseriyeke dîtir tune ye. Çawa ku serhildana min a yekem li hember bavê min, pir girîng û damge li kesayeta min dabe. Ev têkîlî jî ji wê bi çil carî hîn girîngtir e û dê muhra xwe li dîroka ji vir û pê ve bide. Tenê ji bo min, ji bo tevahî Kurdan şênber e. Daîreya dewletê û têkîliyên dewletê pir baş hatine rêxistinkirin û bi şênberî keleyeke xwedî parastina tund e. Serdestiya wê di wateya civakî, siyasî, madî û hestyarî de tam e. Asta rêxistina min jî di hemû aliyan de ji serhildana min a yekem hîna lewaztir e. Rawestgeheke wisa ye afirandêriya me diyar dike. Teşwîk dike. Çarenûs tevnên xwe dihune û me dikişîne nava xwe? An jî tevgereyeke ya bi ser de girtinê bû? Yan jî taktîkeke siyasî ya mahîrane bû? Yan jî weke ku gelek kesan jiyaye, hestyarî û tevgera kesayeteke lewaz bû? Dibe ku hemû bin jî. Jixwe di wan rojan de ez gelekî westiyayî bûm, roj ewqas bi zehmetî derbas dibûn ku…
Di min de taybetmendiyek e, têkîliyên min ên civakî her bi vê teşeyê bû ne.
Ez li xwe diçim û têm xaleke wisa ku dibêjim, “an tûyê vê têkîliyê çareser bikî, yan jî tûyê nikaribî bijî”. Di aliyê siyasî de û ji aliyê îdeolojiya fermî ya sosyalîzmê ve bi hemû aliyên hestyarî ve, “yan tuyê têperî, yan jî tûyê tune bibî û biçî”. Bi van rastiyan ve her roj weke azaba dojehê derbas dibe.
Di vê xalê de bîranineke min a din heye.
Min xwast ez ji nava vê komê birevim. Ev yek tam rev nebû, em dikarin bibêjin xwe paş ve kişandin jî. Qasî panzdeh rojan min ji vê komê îstifa kir. Min digot ji ber vê kesayetê ezê “paş ve bikişim”. Hêza min têra nedikir, kesayeke pir bibandordar bû û ez reviyam. Gelek hevalên min qet bi vê yekê jî nehesiyan. Belkî hîna tê bîra wan, min digot “ez îstîfa dikim”. Ez bawerim vê yekê çend hefteyan berdewam kir, ji nû ve bi ser de hatim. Min dît ev karê ku ez karibim bikim, qebûlkirina têkçûyîneke wisa çiqas zehmet be jî, ez paş ve kişiyam.
Ez bawerim çekeke jinê ya wisa mijara gotinê bû û ev yek jî bi zanebûn bû. Ez serê komê dikişînim. Di komê de hindek endamên din ên xetertir jî hene û ev li der û dora wan teşe digrin. Jin, dixwaze vê yekê xirab bike. Dema xirab dike jî, gelekî berovajiyê rêgezan, pir xeternak, bi azîneya ku ez qet nahizirim yanî jiniya xwe dide bikaranîn. Bi vî awayî dixwaze komê parçe bike. Ev yek pir eşkere tê dîtin.
Niha li hember vê ezê tedbîreke çawa bigrim? Dev ji komê berdan û çûyîn nabe. Bi destên wê de berdan qet nabe. Heke ez bibêjim, “neke” nabe… bawer nake, giran tê. Ez jî di wê şarezayiyê de nînim ku vê yekê pisporane pêşwazî bikim. Lewaziya ciwanmêrên me yên Kurd (bi taybet kesayeta îro di zîndanê de) bi jiniya xwe bandor bike, bi xwe ve girê dide û bi ev taybetmendiya xwe ve dixwaze komê bêkar û bêçalakî bihêle. Vê yekê eşkere jî nabêje.
Di vê rewşê de min, pêşniyara xwe ya çareseriyê ku ez pê dihiziriyam pir pratîk û li gor xwe pêş xist. Ev gelekî bandor dike. Tenê yekî ne, hema dixwaze me hemûyan bandor bike. Yek jî bi hevaltî ne, ez hindek xeteriyan jî hîs dikim. Bi karanîna jintiya vê wisa bi azadî û hevaltî nîne. Xeterî her ku diçe xwe diyar dike. Jin, di asteke din de dinirxîne û dixwaze girê bide. Lewma dema ez di nava hestên wisa de bûm, pêşniyariya min carekê ve bi pêş ket. Li gor pîvanên civaka me her çiqas şaş be jî (ez niha tiştekî wisa nikarim ji tu kesî re bibêjim) lê li gor min di qonaxeke wisa gotineke pêwîst bû: min got, “tu bi yekî re bibe destgirtî”. “ev yek hema yek ji me hemûyan dibe”. Ev gotin cara yekem û dawiyê ji wê re got. Qet hêvî nedikir û hema dijderketineke wê ya dijwar çêbû. Wisa ez dixwazim derbasî pêşiya kesayeta wê ya ku weke çekeke mezin û amadebûyî bûyê bibim. “tu bandordarî, xwedî hêz î. Di nava ev komên ciwanan de weke teşeyê têkîliya tu dixwazî, tu dikarî bi hêsanî bi rê ve bibî. Lê ez jî tedbîrekê pêşniyarî te dikim. Ji bo rewşa te ya dîtbarî şaş neyê fêmkirin, bi yekî ji me re bibe destgirtî.”
Fêm kir ku ez dixwazim pêşiya hindek tiştan bigrim ji ber vê reaksiyoneke dijwar raber kir.
Jin, wisa hatiye amadekirin, hatiye perwerdekirin û balkêş e, bikeve nava kîjan komê dê ji hev belav bike. Bi ihtimaleke mezin him objektîf û him jî subjektîf ev yek wisa ye. Em nikarin bipeyitînin lê ev xal divê pişt çav neyê hiştin. Ev tedbîreke civakî, siyasî û hestyarî ye. Heta endamekî xwe yê herî girîng jî wenda kir. Ez bawerim Tekoşîngeran (navê rêxistinekê ye) jî xwastin vê têkîliyê wisa bi kar bînin. Û Tekoşîn hindekî weke encamê vê pêşniyariyê pêş ket. Kesê ku jin pê re hatibû têkîldarkirin, piştre li derûdora xwe yan jî di nava xwe de rê li bûyereke Tekoşînê vekir. Vê têkîliyê ji rêxistinkirina ajanekî re zêmîn pêşkeş dikir. Di cihekî de ji bo xelaskirina komê em bi vê yekê jî qayil bûn.
Ev mijar vaceke zirav û hişyariyê dixwaze. Hetanî 1976-1977’an me wisa bi rê ve bir. Lê jin, ne yeke wisa bû ku bi têkîliyeke wisa re sînordar bibe. Min nedikarî ez ev têkîliya demî hetanî dawiyê bibim.
Pir balkêş e; ev sal, di heman demê de bû saleke bi bahoz a ku zêde dewlet bi ser me ve hat û sala diyarkirina çarenûsa me.
1976 tam bû saleke wisa ku, kombûyîna me di Kurdistanê de gelek pêş ve çû, lê dewlet jî pêtir bi ser me de hat. Vaye di vê xalê de Pîlot dikeve dewrê. Bi giştî di dîroka rizgariya netewa Kurdistanê de, bi taybet di dîroka PKK ê de bû sala herî krîtîk.
Her ku diçe kar tevlîhev dibin. Li gor min heke em xwe bispêrin malbata jinê, ev tê wateya xwe spartina CHP û Ecevît. Dê ji vî zilamî re rapor biçe: “rêberê filan komê, bi filan malbatê re têkîldare, têkîliyê pêş bixînin!” Bi hisî, her çiqas bi guman be yan jî tecrîta min jî bi xwe re bîne, ezê pêtir bi ser de biçim. Tedbîra min girtî bes nake. Keça me destgirtiye, lê ev yek ne ji aliyê min ve ne jî ji aliyê wê ve jixwe nayê pejirandin.
Şer destpêkir. Çarenûsa komê mijara gotinê ye. Niha êdî bi înkarkirina van re bi rêvebirina komê ne gengaz e. Di aliyê siyasî de ne gengaz e, di aliyê civakî de, aliyê kadro de ne gengaz e, divê misoger em vê yekê çareser bikin. Min gaveke din avêt. Dawiya 1976 û destpêka 1977’an de diviya ku ez derbikevim. Weke din tu riyên derketina min a ji Enqerê û saxlem derxistina komê nîne.
Rêber Apo
Dahurandina “Ziman û Çalakiya Rastiyê”
Ê Berdewambike