Armanca şerê ku li Heremên Parastina Medyayê hatiye destpêkirin çiye, bi taybetî çima konseptekî bi vê rengê hat destpêkirin? Bê guman qadên Medyayê di aliyekî de jî wateyekî xwe yê dîrokî ji bo me gerîlayan heye. Ji ber ku qadên Medayê, cih û warên zayîna gerîla ye, cihê xwe birêxistinkirina gerîla ye. Cihê ku felsefeya jiyanê û ya parastinê tên hunandin e. Ji bo vê jî, di sersala qirkirina Ermeniyan de hedefgirtina cihekî bi vê rengê tiştekî ji rêzê nîne. Mirov nikare ji rêzê jî bigre dest. Bi taybet jî heman dîrokê ji xwe re hilbijartin û di heman dîrokê de êriş birina ser qadên medyayê bê guman maneyekî xwe yê dîrokî, civakî jî heye.
Piştî êrişa Garê, şoq û sendromek pir mezin jiyan kir dewleta Tirk. Ji ber di êrişa xwe ya li ser Garê de dixwestin mêjiyê me yê şer, biryargeha me ya navendî hedef bigrin. Lê ew armanca ku xwestin xwe bigihînin çênebû. Binkeftinekê pir mezin jiyan kirin û şikandinekê pir mezin xwarin. Bê guman şikestina artêşa Tirk şikestina artêşa NATO ye, şikestina feraset û mêjiyê NATO ye. Mirov nikare bêje ku êrişê hatiye destpêkirin tenê ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatiye destpêkirin ango tenê konseptekê Tirkiyê ye. Bi taybetî êrişkirina wî ya li ser qadên medyayê mirov dişibîne pêvajoyên salên ‘92’an. Çawa ku di sala ‘92’an de PDK û Tirkiyê bi plansaziyek hevbeş û bi hevparbûna hêzên hegemon ên weke Îsraîl, Emerîqa, êriş birin ser qadên medyayê yên weke Heftanîn, Çukurca, Xakurkê û dixwestin bi van êrişan Kurdan tune bikin, Kurdan bê parastin bihêlin, Kurdan dîl bigrin û yên ku nikaribin dîl jî bigrin ji holê rabikin; konsepta ku 2021’an de dewleta faşîst a Tirk birêve dibe gelek aliyên wî dişibin hev. Dîsa di vê konseptê de jî yek aliyekî wî PDK ye, milêkî wî yê din dewleta Tirk a faşîst e, yek jî milê wî yê esasî ku vana xurt dike û bihêz dike bê guman dewletên NATO ne.
Yek armanca vê şerê ew e ku li ser esasê polîtîqayên dewleta Tirk a faşîst, Emerîqa û Rusya dixwazin heremê terbiye bikin û bi tehdîta Kurdan în bêhtir qadekî bazirganiyê ji xwe re vebikin. Ji bo vê jî çawa ku li hemberî DAIŞ’ê hemu hincetê xwe yê êrişkirina Rojhilata Navîn dan avakirin û hatin derbasî Rojhilata Navîn bûn bê guman ev polîtîqayên wan hemu jî li ser esasê dizaynkirina Rojhilata Navîn e û ev konseptekê hêzên hegemon e. Ev hîn bêhtir tifaqên di navbera Emerîqa û Rusyayê de ne, hîn bêhtir operasyonên hevbeş in. Polîtîqayên wan a Rojhilata Navîn a hevbeş, dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Divê vê derê mirov baş bixwîne.
Bê Encam Xwe Paş De Kişandin
Di heman roja ku dewleta faşîst a Tirk êrişî Metîna, Zap û Avaşînê kir, artêşa nîzama Surî ya bi navê Dîfaî Watanî êrişî ser Qamişlo kir. Bi vê re girêdayî, beriya vê jî hêzên Iraqê êrişî ser Şengalê kirin. Yek ji vana ji hev qût nînin, ev hemu ne rasthatinekê wisa ji rêzê ye. Hemu konseptekî hevbeş e. Dixwazin projeya Serokatî ji holê rabikin. Ji ber ku hêzên gerîla hêza parastina Kurdê azad û Kurdistanê ye. Ger gerîla ji holê rabike wê demê dê kî bimîne? Wê Kurdê hevkar û xayîn bimîne. Kurdê hevkar kî ye? Li Başûrê Kurdistanê xeta PDK’ê ye, li Rojavayê Kurdistanê ENKS ye, li Bakûrê Kurdistanê xeta Burkay e, li Rojhilat jî bi van ve girêdayî hereketa demokrat a Kurdistanê ye. Ev hemu jî hêzên hevkar ên weke projeya Emerîqayê xeyalên Kurdan ên azadiyê, xeyalên Kurdan a serxwebûnê di şexsê Kurdên hevkar de difetisîne, ji holê radike. Ji ber vê jî ji bona bikaribe hîn bêhtir Kurdan bîne xeta xwe û ji bo berjewendiyên xwe bide şixulandin a ku jê re dibe asteng projeya Rêber APO ya avakirina Kurdê azad, avakirina Kurdistanekê federal û netewê demokratîk e. Ji ber ku van her sê xalan ji xwe re dikin hedef ev operasyonên li ser Metîna, Zap û Avaşînê milekî vê yê leşkerî ye, lê weke ku me anî ser ziman aliyên vê operasyonê yên birdozî, siyasî heye. Ev êrişekî ji bo şikandina hêviyên Kurd ê azad e.
Çiyayên Kurdistanê ji bo Kurdê azad cihekî stratejîk e. Ji ber ku çiyayên Kurdistanê zemînên ku Kurdên azad xwe tê de birêxistin dike, xwe tê de diparêzê û hebûna xwe li wir dide domandin e. Lê bi êriş anîna ser hêzên me yên leşkerî yên Metîna, Zap û Avaşînê dixwazin Kurdan bê parastin bihêlin, Kurdan di qirkirinê de derbas bikin. Ji ber vê jî divê mirov vê konsepta heyî ya li ser Kurdan tê ferzkirin baş bixwîne.
Li Garê di şexsê qehremantiya gerîlayên azadiyê, şervanên fedaî yên APOYî de tank û topên NATO û yên pêbawer ku ji îstîhbarata wî bigre heyanî teknîkê wî û kîmyasala wî, îradeya gerîla ya fedaî biser ket. Ji ber ku îradeya gerîla mertalê wê ye. Çawa ku li Garê îradeya fedaîbûnê û îradeya berxwedanê biser ket û dewleta Tirk a faşîst şoqekî mezin jiyan kir û hîna jî nehatiye biser xwe ve; niha jî weke şikandina dûyemîn a ku li Metîna, Zap û Avaşînê pêş ket em zanin ku dewleta Tirk a faşîst bê encam xwe carekê din xwe paş de kişandin.
Çima hatin û çima çûn?
Gelo armanca wan ne tunekirina gerîla bû? Belê. Ne ji holê rakirina gerîla bû? Belê. Gelo gerîla ji qadê derxistin? Ango hêza wan têra vê kir? Na. Îradeya gerîla şikandin? Na. Berovajî gerîla bûn qehremanên hîn mezintir. Bûn çavkaniya baweriyekê pir mezin. Tevahî dinê vê yekê dît ku li beramberê hêza tank û topên dijmin, li hemberî kîmyasal û hemu rêbazên wan ên wehşane gerîla xwe kir mertalê berxwedanê û bê guman serkeftinekê mezin bidest xist. Ji bo tevahî gelê Kurd û cîhanê hêviyek pir mezin dan avakirin. Bûn qehremanên ku nayên rûxandin, qehremanên ku naşkin, zeîf nakevin û li hemberî zor û zehmetiyan, li hemberî hemu nêzîkatiyên dijî mirovahiyê yên emperyalîzmê, îradeya ji pola ya gerîla ku tu caran naşkê erket holê.
Ev ji bo gelê Kurd bû hêviyekê pir mezin. Ji bo cîhana ku dixwaze faşîzmê birûxîne hêviyek pir mezin da avakirin. Gerîla efsaneyekî mezin da avakirin. Çawa ku di dîrokê de hemu qehramanan efsaneyê berxwedana civaka ehlaqî-polîtîk li ser lingan girtin; gerîlayê qirna 21’ê jî di şexsê Garê, Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê de efsaneyê nû, qehremantiyekê nû derxistin holê û di dilê gelê Kurd de, di dilê cîhana demokrat de, di dilê cîhana ku li dijî faşîzmê disekine de hêviyên pir mezin dan avakirin û her yek gerîlayek bû karkerê avakirina hêviyên azadiyê. Ji bo vê jî xwedî wateyek pir mezin e. Di vê wateyê de ji bo Misilmanekî mizgeft çi be, kîlîse ji bo cîhana Mesîhî çi be gerîla jî ji bo Rojhilata Navîn, ji bo cîhana demokrat bû Mesîhê nû. Di wateya giştî de gerîla bû rêya azadiya tevahî mirovahiyê, bû rêya rizgariyê, bû rêya di tevahî cîhanê de avakirina neteweyê demokratîk. Ev jî serkeftinekê pir mezin e. Bi vê re armancên Tirkiyê jî, xeyalên hêzên hegemon jî û hesabên biçûk ên Kurdê xayîn-hevkar jî biser neket. Ew ên ku xiyanetê li Kurdê azad û gerîla dikin, ew bi xwe ketin xefqa xwe de û ew bi xwe di nav xefqa xwe de xeniqîn.
Gelek Îskender Hatin, Li Kurdistanê Şikestin
Hêzên hegemon ên di bin navê demokrasiyê de bang dikirin û bi slogana demokrasiyê ketin Rojhilata Navîn, îro jî carekê din ji bo berjewendiyên xwe yên aborî yên hegemon ku bikaribin bazarekî hegemon ji xwe re vebikin, Kurdê azad dike qurbanê vê û di şexsê Kurdê azad de qetla Kurdan îlan dike carekê din biryara xwe ya ji bo her sê pêşengên gelê Kurd biryara xwe ya berê nû kirin. Bi vê biryarê li ser her sê pêşengên tevgera azadiyê, carekê din qirkirina Kurdan rawa dikin.
Lê êdî Kurd ne Kurdê berê ye. Di vê mijarê de dersên ku me ji dîrokê derxistin pir e. Emê vê qirkirinê jî tu caran nepêjirînin û ev rûyê Emerîqa yê ku dixwazin li ser Ermeniyan bazirganiyê bikin û kûştina Kurdan jî rawa dikin nîşanî tevahî cîhanê bikin. Emê destûr nedin vê siyaseta wan û ji vê yekê jî bawer in ku li hemberî hêza gelê berxwedêr tû dewlet biser neketine, tû împatorî jî biser neketine û evê jî biser nekevin. Gelek Îskender hatin li Kurdistanê şikestin, gelek Napolyon hatin di Kurdistanê de şikestin; îro jî ne Emerîqa dikare ser bikeve û ne jî Rûs dikarin ser bikevin. Tenê rêya xilasiya wan jî di naskirina îradeya ji pola ya Kurdê azad de ye, hûrmet dayîna gelê Kurd û rexnedan ji malbatên şehîd ên Kurdan re ye. Heya ku rexnedan nedin gelê Kurd û ji vê siyaseta xwe ya qirêj nevegerin ewê nikaribin ji rûxandinê jî xilas bibin.
Êdî Dem Dema Şoreşê Ye
Bê guman gerîla navê jiyanekê nû ye. Navê pîvanekê nû, navê seknekê nû, navê nasnameyekê nû ye. Paradîgmaya Rêber APO paradîgmaya ku xwe dispêre sê lingên esasî ye. Yek demokrasî ye, yek ekolojî ye û yek jî azadiya jinê ye. Hemu hêzên demokratîk erk û berpirsiyariya wan a esasî ew e ku hîn bêhtir bi pîvanên demokratsiyê têkoşînê bilindtir bikin, li dijî vê faşîzma tarî ya ku tê meşandin seknekî rast raber bikin. Bi teknîka ku îro tê şixulandin tevahî çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin. Wê demê erk û berpirsiyariya ku dikeve ser milê hêzên ekolojîk jî li dijî vê qirkirina xwezayî seknekî raberkirin e. Bi vê re girêdayî hemu kesên ku dibêjin ‘em li azadiya xwe digerin, li xwezayiya xwe digerin’ erka esasî ya ku dikeve ser milê wan jî li dijî vê qirkirina tê meşandin dengê xwe bilindkirin û têkoşînek rast a bi rastenhevê têkoşîna gerîla meşandin e.
Gerîla bi tena xwe jî bimîne wê berxwedana xwe, têkoşîna xwe berdewam bike. Ev jî xwedî wateyek pir mezin e. Weke ku me li jor jî da xuyakirin efsane dide jiyankirin û îro jî dengê berxwedanê li çiyayan bilind dibe. Lê aliyên vê yên gel û civak pir girîng e. Divê civaka Kurd hîn bêhtir bi pîvanên azadiyê xwe biparêze, pêşengtiya xwe bike û xwedî li xwe derbikeve. Bi vê re girêdayî hemu hêzên demokratîk, beşên ku dibêjin ‘em li dijî faşîzmê helwestek in’ erkek mezin dikeve ser milê wan jî. Çawa ku em dibêjin gel û gerîla ji hev nayê qûtkirin, berxwedana gerîla ji bo bi dawîkirina qirkirina li ser Kurdan tê ferzkirin têr nake. Êdî dem dema şoreşê ye. Dem dema bihara gelan e. Dem dema li dijî faşîzmê bûyîna yek helwest e. Binkeftina faşîzmê jî ne dûr e, nêzîk e.
Kurdistan Heftanîn