Ger Qonax Baş Neyê Vekolandin Kesayet Baş Nayê Dahûrandin

0Shares

Ev têkoşîn di heman demê de şerê hestan e. Hezkirin dikeve hundirê vê, weke derbirîna ponijîn evîn dikevê; wekî din nîşanên kerbê û heta xiyanet tê vegotin. Dîsa têginên kirêtî û xweşiktî dikevin dewrê. Tîpên berwenda û qehreman tê pêşxistin. Ev tev hinek jî bi razberkirinê ve tê çêkirin. Yanî di bingehê çavderiyê de şûna yek bi yek kesayet bê vegotin, hindik zêde hemû kesên ku tevlî pêvajoyê bûne taybetmendiyên wan yên hevbeş di romanê de tê vekirin. Ev razberkirinek e. Ji şênberiyê razberkirin, ji asta razberkirinê jî tim û tim daxistina takekesan û pêşketina dema bê bi çavderiyê sepandin, dibe teknîka romanê. Her wiha hinek hêman di hinek qonaxan de bi ponijîn tê vekolandin. Ku qonax baş neyên vekolandin, hêman jî baş nayên vekolandin. Heta hinek aliyên hêmanan, di hinek qonaxan de zêde tê vekolandin. Di hinek qonaxan de ji wana berhem namîne. Yek jî têkilhev tê vekolandin. Yanî vekolandinek tenê bi serê xwe ne pêşketina hestan e. Bandor û bertek di nava hev de ye. Rik, hezkirin; xafil, şiyar; şoreşger, dij-şoreşger di nava hev de ne. Dîsa tîpê bintûte û tîpê balkêş ku li hember wî derdikeve di halê pevçûnê de ne. Carna ev pevçûn gur dibe, carna jî gihanekê pêk tîne û ber bi çareseriyê ve diçe. Carna jî dixitime û dikeve nava qeyranê. Yek jî tê vegûhertin. Hemin vegûherînê dije. Dema ku vedigûhere, carna tê qezenckirin, carna jî tê wendakirin. Carna tê derbaskirin, carna jî tê pîrozkirin. Weke ku têkilî û nakokî ji têkilheviyeke wisa difilitin, ber bi pergal û asteke pêşketîtir ve diçin, carna jî dikevin nava xeniqandinekê û dimirin jî. Pêwîst e Roman, di bingehê vê teqalê de bê gihandin derbirînekê.

Bi taybetî, di gelaleyê de mînakdayînê, min ji xwe da destpêkirin. Li ba vê yekê em kesên din jî didin axaftin. Wisa tê fêmkirin ku emê gelek kesan bidin axaftin. Her kesê ku diaxive, di kesayeta xwe de gelek rasteqînan tîne ziman; qasî aliyên bingehîn, aliyên talî jî datîne rastê. Qasî aliyên ku giştî bi xwe ve girê didin, aliyên eksantrîk jî hene. Lê bi sentezkirineke ku piştî van tevan bê çêkirin, em dikarin romanê şênber bikin.

Jixwe di romanan de bi giştî kes, viyan , hest û azwerî diaxivin. Ger ku em jî, bi vê wateyê takekesan bidin axaftin (bi taybetî ku ev hindik zêde giştîbûyînekî tînin ziman) ev azîneke rast e. Di virê de ya girîng ew e ku veqetandina tiştên bingehîn û talî bê çêkirin, yên bingehîn ê civakînetewî û heta mirovanî bê dîtin, di nava kitekitan de neyê xeniqandin û yên zêde ne balkêş in, asta xwe ya temsîliyê nîn in, di nav re neyê heşandin.

Tebî hêza ziman û uslûb jî pir girîng e. Jixwe rola hunerê di virê de ye. Ev war, wareke ku pir afirandinerî dixwaze. Jiyana wê jî, hindek hunermendane ye. Vegotina wê jî, bêguman ê wê temam bike. Gelala tê pêşxistin jî, wê di vê çarçoveyê de be. Dema ku em, hinek tîpan di nava vê çarçoveyê de didin rûniştandin, em carna yên ji zindanê derketine jî didin axaftin. Ji ber ku yên ji zindanê derketine, hinek rasteqînên ku jiyane hene. Ger ku rasteqîna dijwar a zindanê neyê dahûrandin, hemû hest û asta jiyana wan bi tevahî aliyên xwe ve neyê ser ziman, roman nayê temamkirin, wê kêm bimîne. Her wiha dana axaftina yên ji zindanê derketine, pêwîst e bê domandin. Qasî gelek aliyên wan ên erênî, aliyên xeternak û rizî jî hene. Ji vana hinek tîp bi cinewirî, hinek tîp jî bi qehremanî derketin; vana daxistina rastê û dîtin pêwîst e. Yen ku li ser nave hest û azweriyan pergalê bi rengekê herî pûç dijin û pergalê dihebînin hene. Hem jî ew kesên ku vê bi rûpoşaşoreşgerî dikin, me dît ku ne hindik in. Wêjeyeke sexte ya zindanê, bêriya pergalê, hate xwestin ku li ser navê bêriya şoreşî daxînin rastê. Heta nepixandin û demagojî pir zêde ye. Ji ber ku jiyana pratîk û şênber nîn e. Bi vî awayî zemînê sextetiyê zêdetir xurt dibe. Pêwîsit e rexneya vê bê çêkirin û hê jî em li ser vê disekinin.

Ji vê zêdetir girîng pratîka çiya heye. Me hewl da ku, ev pratîka çiya qasî taybetmendiyên xwe yên paşdemayîkirin û wehşîkirinê, taybetmendiyên ku civakê ji hev vediçirîne û azad dike derxin rastê. Jixwe milîtanê çekdarî tê nirxandin. Milîtanê çekdarî kî ye, çawa ye? Heya niha jî dahûrîna wê weke peywireke girîng disekine.

Di nava partiyê de qasî ku derbirîna zanistî hatiye gihandin bo derbirîna taktîk, tê xwestin ku derbirîna wê ya wêjeyî jî pêk were. Dema ku em van hemûyan pêk tînin, di nava pêwendiyên sazgeha kevin de bi taybetî jî, damezraka malbatê û eşîriyê hate destgirtin. Çima? Ji ber ku ev der wek zindana giştî ya rasteqîna civaka me ye; warê kevneşopiya giştî û zincirbûna giştî ye. Di vê navberê de ji ber ku her çîn, tebeqe û hemû girseyên civakê dikevin dewrê, serûbin dibin, tê xwestin ku ew taybetmendiyên rewşenbîriya bajarî û taybetmendiyên gundîtî bê vegotin. Rewşenbîrê bajarî kî ye ango bajar çi ye? Em, ji vê dest pê dikin. Ev rewşenbîrên pêk hatine çi û kê temsîl dikin? Bi kevneşopiya me ve çiqas pêwendiya wan heye? Rasteqîna azad û welatparêziyê çiqas esas digire? Ji mêtîngerî, kemalîzm û dij şoreşê çiqas bandor digire û wan çiqas esas digire?

Niha ev, di pêkhateyên bajarî de baştir zelal dibin. Gundî, zêdetir serdema navîn, heta gelek pêkhateyên jêderka serdema pêşîn temsîl dike. Alîyên xwe yên welatparêziya erênî hene. Bi axê ve girêdayî ye, hedarmend e. Lê zêde bi hundir ve hatiye girtin, di nava mercên paşdemayî de hatiye hiştin; weke ku nikare biaxive, nikare xwe bi ziman bike, hatiye rewşeke wisa; vê guzarişt dike. Vegotina vê teyisandinê ya di nava refan de tim tê çêkirin. Tîpên hîmî hene. Ew taybetmendiyê van ên ji afirandinêriyê dûr bûn, pir çewsandîner, sexbêr û belaşxur tên ser ziman. Dîsa dirêjahiya van ê piçûk ûcurbecur hene. Weke sermejiyê eşîrî, sermejiyê kevneperest û dîsa bi temen ve girêdayî welatparêzên kal û welatparêzên ciwan, hinek tîpên wisa jî anîna ziman mijara gotinê ye.

Dîsa wek bireke civakî tevlîbûna jinê û bandorên ku wê daye çêkirin hene. Di teşeyê azadiya jinê de ew tiştê ku em, di Kurdistan’ê de krîter û kategoriya herî girîng a azadiya giştî guzarişt dikin, derdikeve rastê; nirxandina wê tê çêkirin. Tê xwestin ku ji pirsa “azadiya jinê çi ye?’’ re bersîv bê dayîn. Tebî dema ku jin dibe mijara gotinê, de îcar dema tevlî şoreşê dibe bi hemû lewaziya giyanê, ka çi hatine teyisandin, ew dibe hêmaneke ku temsîla wê tîne ziman. Di ciyekî de ya herî xafîl, di ciyekî de ya herî xwerû, di ciyekî de jî weke tîpa herî sîketî viyana wê felç bûye. Ev dibe şêwaza ew tevlîbûn û kesayeta pir rajêr. Hemin bi hinek ciyan ve paldayî dibe xwedî meşekê. Weke tîpeke ku bi qeysikan dimeşe tê. Ango weke tîpeke pir hestiyar, pir bêpalpişt û pir bê amade ye. Ya herî girîng jî, weke zayendeke ku daraziyên nirxên civakê bi stemkarî li ser tê birêvebirin, tevlîbûneke wisa mijara gotinê ye. Ji nêzîkatiyên feodal, xwe ji meta malbûyînekê wêdetir nikare bibe. Em azadbûyînê deynin aliyekê, xwe xistina mal aliyekê, ya xirabtirîn dibe tevlîbûneke ku teşeye herî zirav a malbûyînê ji xwe re peywir dihesibîne û diparêze.

Milîtan, di vê mijarê de rewşa herî sêr dije. Mebesta jinê ku jiyana xwe ya kevin di nava şoreşê de bi şêwazeke pir zirav wek malekê bêtir pêşketiye ajotin e. Jixwe romanek bi giranî dikare cî bide têkîliyên jin û zilam. Bi taybetî dixwaze têkilî û nakokiya wan bîne ziman. Bi rastî ji, di romana qonaxa şoreşê de, dixwaze têkiliyên damezraka malbatê, dixwaze têkiliyên di navbera du tîpên ku ji malbat û kevneşopiyê qut bûne bigire dest, em ji van re dikarin bibêjin teqala pêwendiyên di navbera wan tîpên ku şoreş ango dij şoreşê diparêzin. Dema ku em hatina wan li hember hev û teşeyê têkiliyên wan digirine dest, di bingeh de em dibînin ku qasî şêwazeke zirav meşandina pergalê, bi zêdebûyîna têkiliyên mulkiyetdarî ku ne li ser bingehê keda azad, tevlîbûyîna azad e û xeternak e rû bi rû dimînin. Şêwaza têkiliyên fêodal di teşeyekê cuda de kuxwe dispêre kapîtalîzmê ango wek meta tê veguhêstin nav şoreşê, ji daxwaza xwe di gelek teşeyên curbecur de berdewamkirinê nêzîkatiya serdestî ya zilam, helwesta jinê bi şêwazeke zirav ku dixwaze xwe biha pêşwazî bike divê bê têgihîştin. Yanî yên mîna red, bertek û lewaziyên xwe bi rengekê xirab dayîn û her wekî din… Bi rastî jî dema ku şênberiya Kurdistan’ê dibe mijara gotinê, mezin axayên malbatê hene. Malbat, bi palpiştiya pergala mêtîrgerî û hevkarmendiyê tê avakirin. Temsîla vê di jinê ango di bûyera zewacê de, bi taybetî rewşa zilam ya di nava malbatê de ku pir bêhevseng û bêberpirsiyarî ye, bi bandorên xirab têvlîbûna wî nava şoreşê, dîsa koledariya jinê û şêwaza ku pir girêdayî ye, di bingeh de ev şêwaza nêzîkatiyê ku baş nehatiyê dahûrandin û ronahîkirin jiyanê pir gef dike.

Nêzîkatiyên ku pir dûrê azadiyê ne, di nava partiyê de ew kesayetên ku pir zêde di bin bandora kevneşopiyê de ne, dikarin şoreşa me vala derbixin. Dixwaze di teşeyê redkirinê de, dixwaze di teşeyê malbûyînê de ango di teşeyê pejirandinê de be, ew têkiliyên ku xeternak ne pir zêde derketine rastê. Icar derketina jinê li çiyayan, wergirtina jinê ji her sehayê re, di vê mijarê de bandorbertek bêtir derxistiye asteke pêşdetir. Rast nekanalîzekirin û nekişandina jinê ber bi tevgera şoreşê ve û di xalekê de girtin, sekinandin, lê di rewşa hatina wê de jî, bi têkiliyên bêpîvan û bêast hatin, her wiha xirakirina arteşê, di bingeh de ji ber ku pêwendiyên şoreşgerî tam ne serdest in ji tevlîheviyekê re rê dana vekirin û jiyanê hereşekirin dibe mijara gotinê.

Bi kurtasî, tengasiyên negihîştina jiyana nû û teşeyên têkiliyan tên jiyandin. Roman di wateyê de bêtir dikare ber bi şênberiyê ve biçe û hewl dide di ciyê civakî de derkeve pêş. Roman hindek jî ev e.

Erê, dema ku tîp bi aliyên curbecur wisa tên nirxandin, di bingehê têkiliyên jin-zilam-malbatê de dikare pêgirê dahûrandineke baş bê kirin. Kurtasîkirin yek jî di vî aliyê de tê çêkirin. Rewşên ku her milîtanê me hevbeş dijîn mijara gotinê ye. Her wiha roman, warekê baş guzarişt dike. Me xwest ku em hindek vê bidin. Ka çima pêwîstî heye ku bijinê re destpêkirin bê çêkirin, bi encaman ve hate daxistin. Hate xwestin ku ji xalên serik hindek mînak bê dayîn. Jina hatî bijartin ango xwestek heye bê destgirtin û pêwendiya têkiliyan bi pergalê re (pêdiviya van bi derbirîneka wêjeyî heye) hevkarmend e yan na, sîxur e yan na, şoreşger e yan na; pênaseyeke misoger nîn e. Yanî raveyeke zanistî nin e, guncav jî nîn e. Ger bibe jî wê bi hindek texmîn û şiroveyan pêş bikeve. Vê herî baş wêje dikare çêbike, lê encamên wê pir girîng in. Di virê de ya tê dahûrandin, pêşî mêtîngerî dibe, kemalîzm dibe, mîrzadeyî ango bijarteyî dibe. Dema ku partî dibe mijara gotinê, serdestiya hevkarmendî, çespandinên li ser PKK’ê, li ser tevgera şoreşger, nêzîkatiyên dekbazî yên pir zirav û dîsa ew şaş nêzîkatiyên li hember hemû taybetmendiyên tîpê milîtanê şoreşger…

Rêber Apo

Ji Perspektifên Rêber Apo “Çawa Bijîn”

Attachment